Proust li ser Esasê Afirîneriyê û Nîşaneya Dehaya Hunerî

 


|| Maria Popova*
" Deha [pêk tê] ji hêza şewqvedanê û ne ji keyfiyeta esil a sehneya tê şewqvedan."

Peyva empatîyê di serê qurneya bîstem da kete ferhenga populer, wekî termeke bo pênasekirina di karekî hunerê da sêwirandina kirina hizrî (imaginative) ya we bi xwe di dinyaya subjektîv a hunermend da, li wê derê hûn ji nû ve rastî û vederbûna dinyaya xwe ya firehbûyî tên, ya ku tecrubeyên we bi xwe geş bûye. Her stran, resm yan şi'ira bala (transcendent) ku em mest kirine ji hinek element û hêmayên xwe yên afirîneriya jiyanê derketine — ji hinek qewamên kûr yan hinek qas û lehzeyên dinyewî, kîjanê ku hişmendiya şexsî bi haleyeke me'nayê ya derxweyazî (supranatural) lê hatiye bexşîn û ew wateya di muzîkê da yan di reng û resmê da hatiye kodkirin û nixumandin ku kesekî/e dinê bi bedewiya xwe, bi vedenga xwe ya xas, bi rastiya xwe ya hêmayî dihejîne û sersam dike. Ew e, ya piştî her tiştî, ka çima huner me dilivîne, huner çi ye — kirasguherîna (transfiguration) şexsî di ya gerdûnî da, ya dinyewî di ya mu'cîzeyî da.

Marcel Proust (Tîrmeh 10, 1871 – Mijdar 18, 1922) dikeve pey vê balatiya kirasguherînê bi rewş û wesfê kişîn û îhtişama hesas gava ew esl û feslê afirîneriyê û nîşaneya dehaya hunerî di pasajeke ji Di Bin Siya Xamayên Bişkivî Da (À L'ombre Des Jeunes Filles En Fleurs —Within A Budding Grove) —  di cildê duyem ê romana xwe ya heft-cildî ya mezin û dêwasa da disêwirîne,  Li Pey Dema Winda, ya ku alikarî kiriye ku hunermend di kampên girtiyan [1] da sax bimînin û ya ku han daye feylezof ceribîna herî kûr û dûr a eşqa rast bibînin.

Qurneyek piştî ku Schopenhauer ew ferqa xwe ya klasîk [2] ya di nava deha û şiyanê (talent) da kiribû, Proust dinivîse:

" Deha, û heta şiyana mezin, ji tovên entellektuel û dawerivîna civakî ya ewên di ser yên din ra nin zêdetir, ji qabiliyeta veguherîn û veguhastina wan dertê. Bi lampeyeke elektrîkî germkirina tişta avkî, lampeya herî xurt hewce nake, lê yek ji wanên heyî dikare ronîkirinê bisekinîne, û were guhertin bo dewsa îşiqê germê bide. Derketina esmanan motorên herî xurt pêwîst nake, kesek gerî motorek ji wan hebe, dewsa ku berdewam bi rûyê dinyayê pê da here, hevbirîna xeteke tîkane bi xeteke berwarî ya li pey hev desp pê kiriye, ew e dikare leza wê veguherîne hêza rakirinê."

Di pêhesînekî da Charles Bukowski wê piştî dehsalan di helbesteke xwe ya mu'ezzem da vedeng bida " yanî dixwazî bibî nivîskar," ("so do you want to be a writer" [3] Proust îdia dikir ku ew deha ne mînanî meseleyeke şert û mercên îdeal in yan ya hêza têkûz, lê bi tenê ya veguherîn û veguhanstinê bi şêweyekî bêyî xwedbînî:

"Ew merivên ku eserên dahiyane berhem dane ne ji wanên ku di narîntirîn atmosfera xweş da dijîn, ku gotûbêjên wan herî rewnaqtir in yan kultura wan berfirehtirîn e, lê belê ew kes in hêz û şiyana wan hebû ku nişkê va tenê ji bo xwe dest ji jiyanê bikişînin, şexsiyeta xwe veguherîne nava cureyekî neynikekî, bi şiklekî ku jiyana wan her çi asayî be ew dibe civakî û heta di hîs û wateyekî da, entellektuelî be, bi wê şewq vedide, deha pêk tê ji hêza şewqvedanê û ne ji keyfiyeta esil  a sehneya tê şewqvedan."

__________________________

|| Werger: Rizgar Elegez

__________________________

|| Ev nivîs ji bloga Maria Popovayê hatiye wergertin.

__________________________

Nîşeyên wergêr:

*Maria Popova (28 Tîrmeh, 1984 – ), nivîskar, rexnegir, gotarnivîs,  û blognivîsa li ser huner û nivîsên edebî, ya ku li Bûlgaristanê hatiye dinyayê û paşê  li Amerîkayê jiyana xwe û karên xwe yên edebî û kulturî berdewam dike. Di sala 2006an da dest bi bloga xwe ya bi navê Brain Pickings kir, piştî panzdeh salan navê wê danî Marginalian ku li ser huner, felsefe, kultur û babetên dinê yên nivîs û afirandinê disekine.

[1] Resam, nivîskar, rexnegir, hem zeman efserê Polonyayî, Józef Czapski ( Nîsan 3, 1896 – Sermawez 12, 1993) di kitêba xwe ya bi navê Zemanê Winda: Ders Li Ser Proust Di Campên Girtiyan Yên Soviyetê De, li Sîbîryaya Rûsiyayê  wekî dîlên şêr di kampên xebatê da bi hezaran kes çawa bê ser û şûn mirine, behsa wan dike.

[2] Fîlozofê Alman, Arthur Schopenhauer (Reşemeh 22, 1788 – Rezber 21, 1860) berhema wî, Dinya Wekî Xwestin û Sêwirandin,  1818  (The World as Will and Representation).

[3] Helbesta Charles Bukowski (1920-1994), ya bi navê;

 "so do you want to be a writer" (yanî dixwazî bibî nivîskar), weha dest pê dike;

if it doesn't come bursting out of you

in spite of everything,

don't do it.

(tevî her tiştî

heke ew ji hundirê te nezê

bihêle neke wê.)

https://poets.org/poem/so-you-want-be-writer

__________________________

*Derbarê xwendin û serboriya nivîskariya Annie Ernaux ya xelatgira Nobelê ji nivîsa wê dikarin li vira bixwînin.

__________________________

📻 LI SER PÊYAN, ÇEND KELAM


📻 AŞ Û BAŞ

📧hurbini1@gmail.com
Her mazûvan û berhemdar ji naveroka xwe berpirsîyar e.