Annie Ernaux: Xwendin, Xatirat û Not

 


|| Annie Ernaux*


Çend sal berê, pismamekî min ê ku hê sivik bûn pêwendiya min jê qut bibû, hate nexweşxaneya ew bajarê ez lê dijiyam, seriyek da diya min, û wî çaxî firsendek dît hate mala min jî. Li ber derê odeya rûniştinê nişkê va ziq bû sekinî, çavên wî zûr man li ser refên kitêban ku hemû rûyê dîwêr digirt, sekinî. “Te ew hemû xwendine?” wî ji min pirsî, bi şik û guman, hema hema bi diltirs. "Erê", min got, "hema hema gişk". Wî bê deng serê xwe hejand, wekî ku ev serkeftinek bû ku hinekî hewldan xwestibû, bi taybet gava bidî rex ew dîplomeyên min dest xistibûn û ew kitêbên min bo nivîsê xwe dabûne ber.  Lê wî, di çardeh salî de mecbûr mekteb hiştibû, ku der dîtibû carê li ciyekî xebitîbû. Li mala wan kitêb tunebûn.  Hate bîra min tenê xêzekitêba Tarzan min li ser maseyê dîtibû.


Tevî ku paşê hê gelek kitêban odeya rûniştinê dagirtin jî, tu kesekî dinê yên ku diketine odeyê êdî ew pirsa ji min nekirin. Ev yeka bo wan meseleyek nebû. Êdî ne lazim e meriv bibêje, ji hêla cîhanbîniya xwînerên jîhatî ve, ku divê min piraniya wan xwendibûya, û di ser da jî ku bi kitêban hatibî dorpêçkirin ew parçeyekî min ê xwezayî bû. Heta mereq dikim heger hinek ji van mêvanan, rojnamevanan, rexnegiran yan xwendekaran bi nezera wan gerî wisa bûya yan na ku wekî nivîskarekê, divê hê jî kitêbên min hebûna.


Ev sehneya han a bi pismamê min re gelek caran bi narihetî tê bîra min. Vî tiştî tiştekî din dipoşa, tiştekî bi şîdet. Ez wê çaxê waha nava panzdeh û hejdeh salî de bûm. Min gazinc ji bavê xwe kiribûn ku ji bo "bi tu tiştî re eleqedar nabe", û ji bo xêncî xwendina “Paris-Normandie"yê, ew rojnameya herêmî, tiştekî nake. Ew î ku her car wisa bi sernermî û zarê şirîn berê xwe dida bêarî û bêperdetiya tekane qîza xwe, lê îcar wî bi xeşîmî cab da: " Hemû kitêb ji te ra rind in, çima. Lê hela ji min ra, ne lazimî min in bo heyatê."


Ev gotin zeman qam dikin, di hundirê min da ji min girtin. Mîna êşekê û rastiyeke nayê kişandin. Min baş fehm kir ka bavê min çi digot. Xwendina Alexander Dumas, Flaubert, Camus ji bo bavê min ê xwedî café û têkiliyên wî yên bi mişteriyên wî re, xêreke wê ya pratîk tunebû. Li aliyê dinê, di paşerojê de wî ji bo min li cem xwe çêkiribû û hêvî kiribû, wî bi xumamî jî dizanibû ku kitêb giranî dikin, ku wana şikl dabû parekî bagajeke kifşkirî – bi gotineke çêtir, "bagaja kulturî" – ku tê da teatr, opera û sporên zivistanê jî hebûn – dinyayeke sosyal a bala û berz. Min ew hemû fehm kirin lê yên nayêne qebûlkirinê bûn. Min nexwest wê fikrê bînime bîra xwe ya ku wê cîhana kitêban heta hetayê li ber wî kesî, bi diya min ve, li ber dilê min ezîz bûn, wê girtî bimaya. Van gotinan qutbûn nîşan dida û pesend dikir, ku min nikaribû nav lê bikira, nava wî û min a keça 12 salî ya cotkarekî, ya li dû xwendina xwe bû. Ewa wekî ku wî pişta xwe dida min û dizivirî diçû. Wî ez diêşandim bi wî şiklê min ew êşandibû. Xwendin, di nava min û wî de, birîneke du alî bû.


Hingî ez ji bo xwendinê sebeban tînime bîra xwe, ew gotinên bavê min mîna nakokiyeke şexsî û serevderî pê ra nayê kirin, bi israr para têne bîra min. Na, xwendin jiyannewe nîne, dîsa jî ez bi kitêban ra jiyam. Bi çavên serê xwe bi heyîrîn dibînim, ew geliyê kûr ê nava ew her tiştê ku xwendin wateya xwe heye û berdewam wate dide bo min û bêwatetiya wê, yan heta lap tunebûna wê ya di jiyanên kesên din de. Ez nikarim xwe bikime şûna kesekî ne-xwîner, heta di hinek wextên teng û tarî yên jiyana min de jî wekî şîn, jihevqetîn – gotin di demên waha de kêm dimînin – yan jî berevajî wê, di demên tijî bi arezû û dilxweşî de xwendina ku di bin tîrbûna wê dema hazir de kêyfê nade jî. 


Hingî ji temenê xwe yê 6 salî vir de hînî xwendinê bûm, peyvên nivîskî, her tiştê di nav qada fehmê min da bûn; ji ferhengan bigire heta bi Bibliothéque Verteyê, rêzexebatên nivîskaran ên ji bo ciwanan hatibûne adaptekirin ez cezb dikirim ku diya min – wê bi xwe jî hez ji xwendinê dikir – her gav ew pirtûk didane min. Pirtûk wî çaxî biha bûn û tu car têra xwe pirtûkên min tunebûn. Min xeyala şixulê li pirtûkfiroşekî dikir ku wê li ber destê min bi sedan kitêb hebûna. Tevî xweşiya lîstinê, kêfxweşiya ku ji xwendinê hebû ‘eyan bû. Li gel wê jî, pirtûk parçeyekî lîstikên min bûn ya ku min xeyal dikir bibime karakterekî di wan de. Bi dor, dibûme Jane Eyre, Oliver Twist, David Copperfield, ew "keçika pêxas" a ecêb ya ji romaneke Alman (li gorî înternetê, ya ku Berthold Auerbach nivîsiye), û diketime hê gelek dilqên karakterên din. Yeqîn dikim hema cureyekî sansureke ji xwe bêxeber  pêşî li min digire, ku bînim bîra xwe ka di çi temenî de, li ser rêya dibistanê, bûyîna ew qehremana di wê kitêba ku min wî çaxî dixwend, hiştibû. Lê hetmen dizanim di hişyarbûna min a seksual de para rola hêza bibîrxistinê ya pirtûkan hebû – û her wisa girêdana bi çîrokekê ra di destpêka temenê 12 salî da, bi Şeytanê di Bedenê de (Le Diable au corps) ya Radiguet nivîsiye,[1] û min ew bi cezba navê wê yê hêvîdar bi dizîka va hildabû. Pirtûkan, ji bo erotîzma xwe ya çaxa xamatiyê bijîm, bo min şert û merc, heta aktor peyda kirin, her wisa ew saziya dînî ya ez diçûmê bi îdiaya wan, xwendinê deriyê guneh û qusûran li ber keçên xama vedikir, ew îdia  piştrast kir. (Heta îro jî, aliyê cinsî va, bi min peyvên nivîskî ji hêmayan zêdetir bi heyecan tên, teksta Çîroka O (Histoire D"O) [2] ji versiyona wê ya fîlmî zêdetir merivan aciz dike.)


Di salên min ên nûciwaniyê de, gotinên bavê min wisa bi şîdet ez tam ji wî qut kirim û îsyan di min da rakir. Ji ber ku xwendin bo min bûbû lêgerînek bo peydakirina wan alternatîfan ku ji bo vegotinên hatibûn qebûlkirin bûn; gotinên dibistana manastirê, dera min lê xwend, heta yên derdora çîna xebatkar bi baweriyên xwe û gotinên xwe yên şîretê û rêzgirtina xwe ya ji nîzama rûniştî re. Ez bi hişekî tevlihev lê digeriyam, bi metelî ka gelo pirtûkek dê min bikişîne nava xwe yan ji min re fikrên nû dest bixe, fikrên ku her tim dil diavîtê, fikrên hatibûne qedexekirin: sêhra navên wekî Bêexlaq (L’Immoraliste, Andre Gide) yan jî Însanê Asê (L’Homme révolté, Albert Camus); mîna wan navan ku lêkolandinek we’d dikir, ne ji bo Li Pey Dema Winda – di 15 salî de zemanê winda tuneye, Proust wê paşê bê – lê fehmekî jiyanê, wekî Li Dû Ya Mitleq (La Recherche de l’absolu, Balzac), Rêyên Azadiyê (Les chemins de la liberté, Sartre), yan jî Zehmetiya Bûyînê (La Difficulte d"Etre, Jean Cocteau). Di nava romanên hevçax da li şêwazên jiyanê geriyam û min dîtin, yên ku ez ber bi nava dahatûyê dehf didam. Çimkî xwendinê, di wê lehzeya hebûna min da, rola teqsîteke pêşin li ser jiyanê dilîst (belkî jî her tim ew hebû, heta axiriya jiyanê, mîna şerekî li hember mirinê). Û arezûya bo zanîna ka çi wate bû jinbûnek, jiyîna jiyana jinekê, ez ber bi nivîskarên jin ên wekî Simone de Beauvoir û Virginia Woolfê ve kaş kirim. Ew zemanê ku di rojnivîskeke veşartî da nivîsîna jêgirtinan bû, mîna rastiyeke derbarê xwe û heqîqeteke bo xwe, mîna kitêbeke rêber, û ji bo piştrastiya tenê nebûna di tecrubekirina heman tiştan da: kêfxweşiya qet nebe ya du kesan bû yên hestekî û/yan hinek dilmînî bo zehmetiya jiyanê par ve dikir. Gava di vê mesafeyê de li para dinihêrim, li wê jesta kopîkirina hevokan temaşe dikim qey dibêm ketina min a nava xwendinê tesdîqkirineke bûyîna min bûye, û bi her jêgirtina lê zêde dibû, protestoyek bûye li hemberê gotinên bavê min. Wek nimûne, eva han – kîjana ku bê guman xof dikire dilê wî – di deftereke ku piştî ew qas barkirinan mabû da hatibû nivîsîn, parçeyek ji Sûc û Cezayê: "Tenê wê ji bo hebûnê bijiya? Lê, ew ji bo xatirê fikrekî, hêviyekê, heta ji bo xeyalekî, hezar carî hazir bû berî dest ji hebûna xwe bikişîne. Her tim, sirf hebûn zehf kêm bû li cem wî; wî her tim zêdetir xwestibû." [3] Lê belê, min ê di wê merheleya ‘emrê xwe da, xêncî nava romana Dostoyevskî, çawa bikaribûya xwe berdaya nava dinyaya sûcdarekî? 


Di wê çaxa jiyana xwe da, bêyî hay jê hebim, ez tam di dilê nakokiya ku xwendinê ew dinimand da bûm: wê ez ji miletê min bi xwe kiribûm, ji zimanê wan, û heta ji vê mina ku dest pê kiribû, bi peyvên wan zêdetir bi peyvên din xwe îfade dikir. Xwendin: ew ji hev diqetîne û bi hev digihîne. Ew berî her tiştî veqetîneke  şênber e: xwendin qutbûneke ji hemû pêwendiyên devkî,  jêvebûneke ji derdorên xwe pêwîst dike. Ewa veqetîneke mental e jî: xwendin veguhastina nava gerdûneke nû ye, hezkî bira ew xeyalkirina saf be, mîna ya Harry Potter, yan jî berevajiyê wê, behsa rastiya sosyolojîk yan tarîxî bike, mîna Rojeke Jiyana Ivan Denissovich. Xwendin  bo demekê ji xwe veqetîn e, û hiştina ku bibine tiştekî xeyalî (fictional) – yan "Ez"a nivîskar – bi timamî dagirtina dinyaya me ya hundirîn, birina me ya ber bi bextê wan, livandina hestên me ye. Ew qebûlkirina ku dengek dikare xwe berî nava hişmendiya me bide û şûna yê me bi xwe bigire: "Wextekî dirêj zûtirê razam." [4] Ew hem zeman qebûlkirina werî acizkirinê, werî çeliqandinê û di axiriyê da werî veguherînê ye. Lê, di wê proseyê da, xwendin me tîne nêzîktirê yên din, me di serê Raskolnikovê sûcdar da, di serê Martin Edenê ji çîna xwe neban, di nava fikrên Xanim Dallowaya li  Londonê digere bi cî dike. Xwendin derê hestyariyeke cureyê jiyana mirovan vedike. Û li ew tiştê ew dizanin, ya ku hatiye serê wan. Hê ji zartiyê vir da, derheqê hebûna kampên komkirinê yên Naziyan da xebera min hebû, lê ew kitêbên Primo Levi, yên Robert Antelme, û paşê yên Imre Kertész in, ku ez li ya nayêhizirkirin hesas kirim û ew kire rastî. Bi heman şiklî kitêba Christa Wolf,  Nimûneyeke Zartiyê (Kindheitsmuster / Trame d’enfance) bi min da serxwextkirinê ku ka çawa di salên 1930î da Nazîzmê karibûye xwe bi cî bike û serkeve. Xwendin di nava hemû wêrektî û tevliheviya xwe de kapasîteya fehmkirina cîhanê zêde dike. Di Fransî da, lire (xwendin) û lier (girêdan) ji heman herfan pêk tên.


Xwendin para tîne ser xwe. Xwendin ji bo xwe bixwînî. [5]


Di  wê ferqê da me ku xwendin mîna berê ji bo min û ji bo kesên din êdî çavkaniya hemû agahiyan teşkîl nake. Ez jî mîna her kesî, ne zêde li derê ferhengan dixim, lê li înternetê dinihêrim, li televîzyonê derbarê lec û şer û meseleyên civakê de bultenan temaşe dikim û li sînemayê fîlm û belgefîlman temaşe dikim. Wekî ça’ bi kitêbekê, ji wan agahiyan digirim û car heye ji rastiyan direvim, xweşî û hestan werdigirim. Lê belê çawa bi min wisa tê ku ciyê kitêbê nagire? Ya pêşîn, ji ber ku rihetiya wê ya bikaranînê, nermokeyîya wê. Tu dikarî perê wê walgerînî, di serî da bixwînî yan di ciyekî din da. Dikarî zûzûka nava metnê ra herî, hêdî bibî, bisekinî û serê xwe rakî li ser hevokekî bifikirî, wêya bi hefteyan bihêlî û cake wê hildî. Xwendin lap nakeve nava çembereke sînorkirî ya wextekî. Ew azatirîn mumkînata kirina kulturî ye. Pêwendiya bi kitêbekê re çêbûye, ji ber xwezaya xwe têkiliyeke zehf samîmî ye, piranî bi hesasiyet ketiye nava zeman û mekanekî belî, bi lehzeyên jiyanê û mekanan ra, bi bajarokekî, bi odeya otêlekê, yan trêneke li ser rêya Italyayê ra pêwendiya xwe ya xatiratê heye. Xwendin tecribeyek e ku hemû bûyîna kesekî/ê bêyî were xuyanê dike nava xwe: hêza xeyalê bangî hemû hîs û pêhesînan dike ku bêne nava govendê. Û tişta raz û nixumandî dimîne dengê kitêbê ye – windabûna di adaptasyona romaneka li ser perdeya sînemayê – dengekî tona wê, rengê wê, nermbûn yan sertbûna di xatiratê da dijî.


Yek ji sehneyên herî pir merivan aciz dike, ya di sînemayê da min dîtiye, sehneya fînal a Fahrenheit 451ê ye, fîlmekî Truffaut e. Di fîlmî de, ew hemû kitêbên berê tespît kirine hatibûne qedexekirin û şewitandin, mêr û jinên ku xwe li daristanê veşartibûn her yekî ji wan bi pêgermok diçûn û dihatin kitêb bi deng tekrar û ezber dikirin.


Gellek sal û zeman berê, min di rojnivîska xwe ya şexsî da not kiribû: Bêhêvîtî, bi qasî rûbirûyê wê mame, bawerkirin e ku tu pirtûk tuneye wê şiyana alikariyê bo fehmkirina wî tiştê ez tê da dijîm bide min. Û fikirîna ku ez ê neşêm pirtûkeke wisa binivîsim.


Wexta ez piçûk bûm, bavê min piştî ayînê ez hildam, birim kitêbxaneya giştî ya di Avahiyê Şaredariyê de ku bi tenê sibeyên yekşeman vekirî bû. Ew cara pêşîn bû em çûbûne wê derê. Hundir bi heybet û xalî bû, bi zemîneke parkeyê boyaxkirî, û li pişt dezgeyî, li hember, merivek hebû,  navên wan kitêbên ku me dixwastin ji me pirsî. Fikreke me tunebû. Wî merivî ji bo min Columbaya Mériméeyê û ji bo bavê min jî Le Rosier de Madame Husson a Maupassant bijartin. Tekane kitêba min dît ya ku bavê min li ser maseya mitbexê dixwend ew bû.


Ez hema hema di çaxê bîst salî da bûm min dest bi nivîsînê kir. Min ew destnivîsên romanekê ji edîtorekî ra şandin, wî ew red kirin. Hêviyên diya min şikestin, lê yên bavê min na, hema bêjin rihet bû. Ew pênc salan berî kitêba min a pêşîn biweşe, mir. Meraq dikim heger ku armanca esas a nivîsên min an jî hêza ku zorê dide ji bo nivîsa min, ku ji hêla wan kesên piranî naxwînin, were xwendin be.

__________________________

|| Wergera ji îngilîzî: Rizgar Elegez

__________________________

* Xelatgira Nobela Edebîyatê ya 2022yan. Ev metna Annie Ernauxê di esasê xwe da bi sernavê "Trennen, verbinden…" di koleksiyoneke almanî da, ji bo pirsa "Warum lesen?" (Çima Xwendin?) bi bersiva 24 nivîskaran pêk tê, cî girtiye, bi destûra nazik ya Suhrkamp Verlag û Annie Ernauxê ji hêla Jo Halliday bo îngilîzî hatiye wergerandin.

__________________________

[1] Romana şa’ir û nivîskarê Fransî Raymond Radiguet nivîsiye; Le Diable au Corps (1923) (Şeytanê di Bedenê da), behsa evîna merivekî genc ê bi jineke di ‘emr da ji xwe mezintir dike.


[2] Nivîskara Fransî, Anne Cécile Desclos (1907-1998) bi mexlesa Pauline Réage romana wê ya erotîk, Histoire D"O  (Çîroka O),  di sala 1954an de weşiya, derhêner Just Jaeckin ew paşê veguhaste ser sînemayê.


[3] Sûc û Ceza, Fyodor Dostoyevskî.


[4] Eva hevoka pêşîn: "Longtemps, je me suis couché de bonne heure." ya di Li Pey Şopa Zemanê Winda (À la recherche du temps perdu) şakara naskirî ya Marcel Proust e.


[5] Di kurdî da jî "xwe/self/soi/se" û "xwe-ndin"ê da girêdaneke ku "xwendin bo xwe’yê" wekî xwe-nasînekê hêma dike. Fr: Lire ramène à soi. Lire pour se lire.

__________________________

|| Ev nivîs bi saya piştgirên me yên Patreonê hatiye wergerandin. Heger hûn bixwazin kar û xebatên Hûrbînîyê tim berdewam bin, hûn dikarin li ser hesabê me yê Patreonê bibin yek ji piştgirên me.

__________________________

📻 LI SER PÊYAN, ÇEND KELAM


📻 AŞ Û BAŞ

📧hurbini1@gmail.com
Her mazûvan û berhemdar ji naveroka xwe berpirsîyar e.