Sal Diçe Lê Sêhr Naçe

 


|| Behîce Ferîde Demîr

Li gorî salnameya çînîyan sala bihurî sala pilingan bû. Dîsa li gorî vê salnameyê sala tê jî sala kêrgûşka ye. Ev salnameya ku salê li ser ajalekî ye, berê li cem me kurdan jî hebû.

Helbet di navbera zeman û mirovan de parvekirina hêvîyan tiştekî xweş e, hêvîyên bi kenî. Lê zeman bi guhertinên xwe jî belaya herî bêxwedî ye. Mirov qet nizane çi dibe sedema çi û çi tê peşîya wî/ê. Wek gotina dostê xweşsohbet, Hesenê Metê, ku dibêje "Gere mirov tişta piçûk mezin neke." Helbet ev jî ferasetekê dixwaze. Mirov çiqa xwe ji kîn û 'eksê bişo, ew qas pîvanên bîrewerîya wî nuh dibin. Lê helbet zehmet in ev tiştên han. Car heye, reşbînî, egoîzm, rastîyeke bêfesal an jî hovîtîyên di hundirê me da, rê li xweşî û berpirsîyarîyên me yên herî delal digirin û merîya dixin nav xeletîyen bêveger.

Hesenê Metê mafdar e helbet. Wî ditîye û jîyaye, nivîsandîye û ceribandîye, jîyan mirov çawa ji dîharan dadixe û dike nava dev û diranan. Lê Cengîz Aytmatov jî mafdar e. "Roj heye bi sedsalekê.

Sê roj mane îsal xilas bibe, Hesenê Metê di guhekî min da, Aytmatov di guhê min ê dî da dikine pistepist. Dilê min li alîyê Hesenê Metê vedigere, aqilê min li gotina Aytmatovî dinihêre.

Mirov dikare tiştan gir neke helbet. Yan jî rojên wekî salan qet ji bîra mirovan neçin.

Mixabin lê bila Hesenê Metê û Cengîz Aytmatov min efû bikin. Lê ez dê dîsa li wê sêhra çînîyan herim. Sala çûyîn sala pilingan bû. Sala peşîn jî bila sala kêrûşkan be.

Zeman e ev geh mirov dike piling geh jî dike kêrûşk. Yek direve yek digire. Bi ya nivîskar Nîhatê Hecî Şakirî be sal mîna bawîşkan derbas dibin ku wî ev nav li kitêba xwe ya kurteçîrokan kirîye; Sal Mîna Bawîşkan Derbas Dibin. 

Dîsa jî xwîner û şopînerên Hûrbînîyê, guhê we li ser sal û wextê we be.

Dil dilê we ye, jîyan jîyana we ye.

Ha bi pilingî ha bi kêrûşkî, roj diçe ava, dest dimînin vala. Bê helbest û bê hêvî nemînin, wekî Dost Çîyayî di şi'îreke xwe da gotibû.

"li çerxa kijan zemanî dizîvirîm

da ku gihîşîtim xawêniya bêdengiyê

meyam li nebîniya şevên bêstêrk

û min heyvanê xwe ji heyva nava xwe girt

zeman û zemherîr

zeman û zehîr

weki marekî bêjehr di kevirên sebrê re bihurîm."

Sersala we pîroz bit!

📻 LI SER PÊYAN, ÇEND KELAM


📻 AŞ Û BAŞ

📧hurbini1@gmail.com
Her mazûvan û berhemdar ji naveroka xwe berpirsîyar e.