Nivîsareke (Çîrokeke) Kurt ji Kitêbeke Dûr û Dirêj

 


|| Ferat Demîroglu

Bi salan li tiştinan, nivîsan, çîrokan, romanan digeriyam da ku dilê xwe pê şad bikim, tîna xwe ya têgihîştina dinyayê hinekî be jî berfirehtir bikim û pê bibim fama. Min nema karîbû ji xwe re tiştekî nû peyda bikira, tevî vê, lêgerîna min a bîr û bawerîya wêjeyî jî xetimîbû. Hêsan bû min xwe bigihanda bîr û bawerîyên mezin ên heyî ên bi nav û deng û serdest, jixwe ez dê li derekê rastî wan bihatama û ez dê têbigihîştama ka ew çi ne û ez ê kîjanê ji xwe re bineqînim an jî qet nebûma tiştek ji wan, lê ji aliyê wêjeyî de her carê tiştek kêm bû û min tu carê ev kêmasî di xwe de nediqedand. Çavên min li kitêban bûn ka di xwe de çi dihewînin, qala çi dikin, nivîskar kî ye, dê çi biqedîne û temam bike di heyata min de. Ji xeynî wan mirovên bi zanyarî û têgihan, bi peyv û gotin û hevokên xemilandî xwe şêrîn û xweş dikin, her kes li mirovina digere da ku rêyekê, rêyan li pêşiya wan veke,  cihokên wan ên xetimî veke û tê de ava wan biherike, hiş û aqilê wan zelaltir û fama û li vê dinê serkeftî bike.

Min sê-çar sal beriya wê gavê di rojnameyekê de derbareyê wî de nivîsarek xwendibû. Romanek hebûye û ji çardeh kitêban pêk hatiye (di rojnameyê de digot li Fransayê bi dorê wek çardeh kitêb hatine çapkirin û piştre yên bi hev re têkildar kirine kitêbek û tevahî bûye heft kitêb), piştî qedandina nivîsandina wê nivîskar miriye. Dibe ku yê ez lê digeriyam ew/ev bû. Nizanim ji ber çi lê gelek bala min kişandibû û ez bi rojan û mehan li wê romanê geriyam. Di encamê de min ew roman peyda nekir. Çendîn sal şûn de min ê kitêbek wek xelat  bistanda. Li kitêbxaneya Avestayê ya li Diyarbekirê çavê min li kitêbekê ket û ez fikirîbûm ku kitêba ez ê bistînim,  divê ez jî karibim bixwînim. Min li berga paşîn mêze kir, xwand û min ew neqand: Di bin Siya Keçikên Bişkivî de. Xwediyê kitêbê nema karîbû bixwenda û dawiya dawiyê ew kitêb li min vegerand û min xwend. Piştî wê gavê min bi dorê kitêbên Marcel Proust li gorî çapkirina li Tirkiyê bi dest xistin û min xwandin. 

Min di zivistanekê de temamê beşên romanê xwandin. Li cem min çi televîzyon, çi teybek hebû, min tenê kitêb dixwendin. Ji xeynî kitêbên kurdî min wek tirkî tenê Marcel Proust dixwend. Jixwe piştî wî min nema karîbû tiştekî dî bixwînim. Gava min her kitêbeke dî digirt destê xwe,  piştî çend rûpelan min nema karîbû bixwenda û jixwe ez hê jî nema karim kitêban bi hêsanî bixwînim. Min çêjeke bêhempa tehmandibû û her carê min dixwast wê çêjê bitehmînim û hê jî min ew çêj di kitêbeke dî de netehmandiye. Ew hevokên dirêj ên tije teswîrkirî, ji tevgerekê dest pê dike ji wir heya derûniya kesekî diçe, ji wir ber bi civakê diçe, analîzan dike û piştre vedigere ser derûnî û rewşa xwe ya wê gavê û gava vê yekê dike tevan bi honandineke xweş û herikbar bi hev ve girê dide.

Proust ji ber nexweşiya xwe her ji dûr ve li jiyanê mêze dikir, bala xwe dida ser însan û bûyeran û her çavdêrî dikir. Di zaroktiya xwe de tevahiya dema xwe li şaneşîna xwe ya jûra biçûk dibihurîne û dibe pisporê çavdêriyê. Proust hê di zaroktiya xwe de tê derdixe ka kîjan kiryar çi dihewîne, taybetiya xwe çi ye. Pirr bi hêsanî têkiliya bûyer û kes û civakê bi hev ve girê dide, meseleyan digihîne hev lê carinan xwîner ji bîr dike ka ev mesele ji ku dest pê dike, çawa hat vê merheleyê. Ji ber vê yekê xwîner dîsa vedigere serê hevokê, jixwe ew hevok jî di çend rûpel pêş de dest pê dike. Gava Proust çavdêriya kesekî, tiştekî an bûyerekê dike, mijarê tîne ser şîreta xwe û wê rasterast dibêje û vê carê jî şîreta xwe rave dike. Lê tu carî ji mijarê qut nabe, xwîner jî bi meraqdarî li pey bûyer û encamên çavdêriya wî disekinin. Marcel Proust dema diçe şeveke mezin a arîstokrat û dîplomatên li Parîsê, çavdêriyên xwe yên derbareyê wê şevê de vedibêje û dibêje dema dîplomatê tirk dipeyive li dawîya hevokan tîpa “a’’yê lê zêde dike û vê yekê tîne ser rojhilatiyan û dibêje rojhilatî tev wilo dikin. Wek vê mînakê, xwîner ewil bi awayekî spontane Proust wek kesekî rojavayî dixwîne û mîna bala wî tenê li ser rojava be, lê wek vê detayê, ew bala xwe dide her mirovî û tiştinên li dora wî diqewime.

Proust pisporê bêhn û tehman e jî. Jixwe ez jî li bêhnan digeriyam da ku min li hest û dûmahiya jiyana min vegerîne, bi wan rojên tije bi keser û dilşadî bihesîne. Proust dibêje hîs û fikrên me di tehm û bêhnan de veşartî ne. Ew kêliyên li me bandor kirine, dikin, ji bilî wêneyekî di hişê me de, bi tehm û bêhnan jî  di nav me de bi cih dibin. Ew her cara ku kêliyeke zaroktiya xwe vedibêje, bi bêhna paste û qehweya ku bi dê û pîra xwe re xwariye û vexwariye dest pê dike. Ev têgihîştin meriv tîne dema têdeyî û ji xeynî dema bihurî,  meriv li kêliyên tê de dijî wardiqile ku çi xweş û bêhempa ne. Di her pirtûkekê de formulasyonek heye. Rîtmeke xwe ya taybet heye. Nabeze, zorê nade xwe, xwe eciz nake. Tenê vedibêje. Rê û rêbazên çavdêriyê nîşan dide û bala me dikişîne ser aliyên dirust ên bûyer û kesan. Bi me dide famkirin ka zanîna me derbareyê tiştinan de çi qas kêm e.  

Xwîner hay ji xwe çê dibe bê ka demên bihurî û têdeyî çi qas tiştan dihewîne û ew nema karin tu carî tevan qeyd bikin ji bo ku bînin bîra xwe. Marcel Proust vê yekê bi hûrgilî û pisporî dike. Di romana Li Pey Dema Wenda de dide der ew çi qas bi hêsanî, rehetî û bê qehr û hêrs çavdêriyê dike. Tu carî nahê famkirin ka wextekî wî yê ji bo xwe heye an na! Her carê qala tiştê derveyî xwe dike û gava qala xwe jî dike, derdikeve ser serê xwe û çavdêriya xwe dike. Di nava qatên têgihîştinê de bêyî eciziyekê bide xwe, pirr bi hêsanî diçe û tê. Bi her hawî vî zemanî û însanên tê de, wek xwe dipejirîne, kêfa çavdêrî an jî seyrkirina jiyana mirovan dike. Dev ji jiyanê berdaye lê ji wê jî kêm nabe. Gelek hûrgilî hene ku piştî xwendina romanê min hay jê çêbû. Di xwendina romanê de qet bala min nekişand ka ew bi xwe kesekî çawa ye, ji çi hez dike, bi çi eleqedar e. Bi salan şûn de min bi carekê de kifş kir ku bêyî em fam bikin, Proust berê me dide bûyerên ew qal dike, fikr û hîsên ew vedibêje lê di wan gavan de ew bi xwe jî perçeyê hin bûyeran e, di heman civatê de cihekî xwe heye, bi wî kesê behsa wî kirî re têkildar e.

Kesereke kûr heye pê re, her gaveke, kêliyeke tê de ye an gava awirên xwe dide rabirdûyê, kêm caran kelecana kêfxweşiyê pê digire. Ji hîskirina keserê tameke ecêb distîne, ew dizane di van hisandina kêliyên kesertije de di kîjan rêyê re bimeşe.  Di şahidiya jiyanê de dev ji wê rîtma xwe ya giran û sivik qet bernade. Her cara ew û Albertine bi hev dikevin, carinan ew bi xwe van şer û pevçûnan derdixe, her çiqas dilê wî biêşe, bi ber xwe û Albertine bikeve jî, wek temaşavanekî li xwe û Albertine mêze dike. Dibêje “netirsin ku evîna xwe biceribînin!” Di her têkiliyên evînî de hin kêşe û arîşe hene lê carinan mirov hewce ye ji bo ku ji xwe re bipeyitîne, bîne bîra xwe gelo ev têkilî di kîjan astê de krîz û qeyran divê. Di wan kêliyan de ew kes li xwe û yê li hemberî xwe mêze dike bê ka dê çi biqewime û ew ê çi bike? Ev şahidî û temaşevanî di wî de qabiliyet e. Dema diçe nava Swann û Guermantesan an jî ji dûr ve wan dişopîne, çêjeke wê çavdêriyê zeft dike û heya ji dest tê naxwaze kêliyek jî ji destê wî biçe û ew bi xwe jî dikeve nava kêliyê. 

Proust di beşa romanê ya Dema ku Hatiye Zeftkirin de dikeve sedemên nivîsîna romanê û yeko yeko qala zaroktiya xwe dike, têkiliya xwe û Albertineê eşkere radixe ber çavan ku em heya wê ravekirinê fam nakin ew çi yê hev in û Marcel Proust fikra xwe çi ye ku bi Albertine re digere, Swann û Guermantes çima bala wî dikişînin û ya girîng, ji me re tiştekî din jî eşkere dike. Bawer im pirraniya xwîneran an piştre fam kiriye an jî bi ya min hinan jî hê fam nekiriye, ji ber ku min jî piştî kitêb xelas kir bi salan şûn de fam kir ew bi xwe li kîjan aliyê heyatê ye. Ew vê yekê venaşêre, lê nabejê jî. Ez ê jî li vir nenivîsim. Bila ji bo yên nizanin jî ev yek bibe meraqeke şêrîn.


📻 LI SER PÊYAN, ÇEND KELAM


📻 AŞ Û BAŞ

📧hurbini1@gmail.com
Her mazûvan û berhemdar ji naveroka xwe berpirsîyar e.