Mirina Baldassare Silvande, cîgirê kontê Silvanyayê


|| Marcel Proust*
Wergerandin: Husein Muhammed

I

Apollo şivaniya terş û tewalê Admetosî dikir, helbestvan dibêjin. Di her mirovî de yezdanek heye ku zarî şêtan ve dike.
Emerson

– Alexisê birêzok, wisan negirîn. Hema dibe ku cîgirê kontê Silvanyayê hespekî jî bide we.
– Hespekê mezin an canîkekî?
– Belkî hespekê mezin mîna yê birêz Cardenio. Lê bi rastî jî dibêjim, niha wisan… li rojbûna çardehsaliya xwe… negirîn!

Çavên Alexisî ji pişt rondikan geş bûn dema ew ponijî ku dibe hespek lê bê diyarî kirin û rojbûna wî jî hat bîrê. Lê dîsan jî xemgîniya wî bi temamî xelas nebû çimkî diviyabû ew biçûya nik mamê xwe Baldassare Silvandeyî, cîgirê kontê Silvanyayê. Erê Alexis, piştî bihîstibû ku apê wî nikare sax bibe jî, çend caran çûbûn seredana wî. Lê piştî hingê tiştek wek berê nemabû. Baldassare hay ji nesaxiya xwe bûbû û dizanî ku wî, herî zêde, sê jînsal mabûn. Alexis tê nedigiha ka çawa vê piştrastiyê mamê wî bi xemgîniyê nekuştibû yan dîn nekiribû, û hest pê kir ku nikare li ber xwe bide û apê xwe bibîne. Ew diramî ku mam dê bêguman ji dawiya xwe ya nêz dibû bipeyive û wî dê nikariya xemên mamê xwe vebirevîne û ta dê nikariya rondik û hêsirên xwe jî newerîne. Wî herdem li hember apê xwe, mezintirîn, keşxetirîn, xurttirîn, şengtirîn û dilnermtirîn lêzimê xwe hurmeteka mezin hebû. Wî pir hez dikir ji çavên mamê xwe yên gewer, simêlên wî yên boz û çokên wî, yên ku jê re di dema zaroktiyê de penageheka bizewq û narîn bûn û dişibîn asêgeheka dijmin ticaran nikaribe xwe bigihîniyê, bi qasî hespikên hêsk û colankî xweşik û ji ayingehan jî pîroztir bûn. Bûneweriya reşbîn û tund ya bavê Alexisî jê re xerîb û neecibandî bû û ew di aşop û xeyalên xwe de li pêşerojekê bû ku bi berdewamî li ser pişta hespekî mîna xanimeka nazenîn qeşeng û hindî padîşahekî jî wurşedar be, û zelamên mengî û îdeal li ber wî kesên mîna mamê wî bûn. Wî dizanî ku bi xwe jî dişibe mamê xwe yê keşxe û lewend û dizanî ku ew mam jîr, qenc e, bi qasî metranan an generalan bihêz û bibandor e. Erê wî ji gotinên dêbavên xwe fam kiribû ku mamo xwedî hin kêmasiyan jî bû. Ta dihat bîrê ka mam çiqas bînteng bû dema pismamê wî Jean Galéasî henek pê dikirin, û herwiha dihat bîrê ka çawa çirîskên çavên mamê wî zewqa wî ya xweperestî peyitandibû dema kontê Parmayê soz dabû ku xwişka xwe bideyê (hingê mamî ji bo veşartina kêfxweşiya xwe didanên xwe çîrikandibûn û mîna berê lencîbû û girnijîbû ku Alexisî qet jê hez nedikir) û dihat bîrê ka çawa Lucretia, ya ku bi fermî jî ji muzîka wî hez nedikir, bênirx dihesiband dema pê re dipeyivî.

Dêbavên Alexisî bi nerasterêyî hin tevger û kirinên din jî yên mamê wî destnîşan dikirin ku haya Alexisî qet jê tine bû lê wî dibihîst ku ew kirin dihatin lomekirin û nifirandin.

Lê hemû kêmasiyên Baldassareyî, ta lencîna wî ya bêteşe jî, dibe nemabûn. Dema mamê zanîbû ku êdî belkî piştî du salên din bikeve nav lîsteya miriyan, jixwe êdî dê henekên Jean Galéasî, dostaniya kontê Parmayê û muzîka wî bi xwe çima bala wî bikişandana û wî dê çima li ser wan xem bixwarana. Di aşop û xeyalên Alexisî de mamê wî hê keşxe lê ji berê jî nirxbilindtir û bêkêmasîtir bû. Mam jê re nirxbilind lê di heman demê de yê cîhaneka din dixwiya. Ango di bêhêvîtiya kurikî de pirtikeka xem û tirsê cî girtibû.

Hê ji zû de hesp hatibû xarandin û amade kirin loma êdî dema çûnê bû; Alexis siwarî hentûr û erebeyê bû lê dîsan peya bû û çû şîreta dawîn ji malmamosteyê xwe bipirse. Gava wî dê bipirsiya, bi dijwarî rûyê wî sor bû:

– Rêzdar Legrand, kîjan baştir e, mamê min bizane yan nizane ku ez ji mirina wî haydar im?
– Nizane baştir e, Alexis!
– Pa heke wî basa hindê ji min re kir?
– Ew dê neke.
– Ma basa wê yekê ji min re nake? Alexisî bi matmayî got çimkî ew tenak vebijark û alternatîv bû ku wî pêşbîniya wê nekiribû: herdem ku di xeyalên xwe de diçû seredana mamê xwe, wî dibihîst ku mamê wî mîna qeşeyan bi dilnermî basa mirina xwe dike.
– Lê hema heke dîsan jî bas kir?
– Jê re bibêjin ku ew şaş bûye.
– Pa heke bigirîm?
– Spêdeyê hûn jixwe zêde girîne, hûn ê li cem wî negirîn.
– Ez dê negirîm!? Alexis bi bêhêvîtî qîrî, – lê hingê ew dê bifikire ku ev qewimîn min xemgîn nake, dê birame ku ez jê… ji mamê xwe yê ezîz hez nakim!
Û dîsan rondik hatin çavên Alexisî. Diya wî êdî hew karî lê bipê loma hat kurê xwe; çûn.

Piştî ku sersaqoyê xwe yê biçûk li bersifkê da dest berdest, yê ku taxima cilên wî yên xizmetkariyê li gor arma û nîşana Silvanyayê kesk û spî bû, Alexis bi diya xwe re bîskekê rawestî û li dengê kemanê, yê ku ji odeya cîran dihat, guhdarî kir. Paşî serkêşiya wan ber bi odeyeka pir mezin ya dîwarcam û gilover ku cîgirê kontî ango vîskontî pirî caran tê ve bû. Dema bikevî wê odeyê, dê li pêşberî xwe deryayê bibînî, û heke li ser milê xwe bizivirî, dê mêrg, çîmen û daristan li ber te bin; li kuncikên odeyê du pisîk, sorgul, xaşxaş û gelek alavên muzîkê hebûn. Ew bîskekê sekinîn.

Alexis bizirî cem diya xwe, wê fikir kir ku wî dixwest wê bihemêzîne lê kurik bi dengnizmî, dev bi guhê dayikê ve got:

– Mamo çendsalî ye?
– Ew dê pûşperê bibe sîûşeş.
Li ber devê Alexisî bû ku bipirse: “Ma tu bawer dikî ku ew qet bikare xwe bigihîne sîûşeşsaliyê?” lê newêrî. Derî vebû, Alexis velerizî, xuzmetkarî got:

– Rêzdar cîgirê kontî dê aniha bê.

Piştî kurtebîskekê xizmetkar vegerî û du firindeyên tawis û berxikek, ên ku cîgirê kontî bi xwe re dibirin herderê, anîn. Paşî dengê pêngavan hat û derî dîsan vebû.

“Tişt nabe”, Alexis, yê ku dilê wî herdem bi bihîstina dengan pît lê dida, ji xwe re fikirî, “bawer dikim ew xizmetkarek e… erê, xizmetkar.” Lê di heman demê de dengekê nerm hat guhê wî.

– Rojbaş, Alexisko, û rojbûna te pîroz be.

Û gava wî mamê xwe dihemêzand, tirs bi ser de çû. Dixwiye ku mamê wî jî hay jê bû loma, bêyî ku bala xwe bide ser kurikî, ew bi tenê hişt daku kurik tirsa xwe vebirevîne, li diya wî zivirî û bi kêfxweşî ew, jinbiraya xwe, ya ku wî piştî mirina diya di dinyayê de ji her kesî zêdetir ji wê hez dikir, axaft.

Alexis hedinîbû û li hember mamê xwe, yê ku xortemêrekê cazîbedar bû û hê hema qet spîçolkîtî jê nedixwiya, yê ku mêrxasî û gernasiya wî ew qas di ser sinoran re bû ku di demên trajîk yên jiyana xwe de jî xwe bextiyar dida xwiyandin, hest bi dilnermiyeka bêtixûb dikir. Alexisî dixwest xwe biavêje stoyê mamê xwe lê tirsî ku wî bibetilîne û wî qels bike. Awirên mamê wî yên xemgîn û narîn hema dikirin ku Alexisî bigirînin. Alexisî dizanî ku çavên mamo herdem xemgîn bûn û di bîskên bextiyariyê de jî wisan dixwiya ku ew xemrevînê ji bo kul û kovanên xwe yên nenas hêvî dikin.

Lê di wê kêlîkê de Alexis diramî ku xemgîniya apo bi egîdî qewirandî revîbû çavan yên ku di ber gep û alekên wî yên lawazbûyî û qurmiçî re di bûneweriya wî de tenak endamên bêhîle û rastnîşander bûn.

– Dizanim, Alexiskoyê delal, ku tu dixwazî bi hentûreka cothespî biajoyî, Baldassareyî got, – sibê hespek dê ji te re bê anîn. Salek din ez dê bi dana hespekê din wan bikim cot û piştî saleka din ji wê ez dê hentûr û erebeyê jî bidim te. Belkî tu dikarî îsal wî hespî biceribînî û lê siwar bibî; piştî ku vebigerim, em dê bi hev re biceribînin. Çimkî sibê ez dê bi rastî jî biçim, Baldassareyî lê zêde kir, – lê ne bo demekê dirêj. Piştî kêmtirî mehekê ez dê vebigerim û em dê bi hev re biçin pêşaniya nîvroyî ya kenawerî û komediyekê ku min soz daye te jî bi xwe re bibimê.

Alexisî dizanî ku mamê wî dê çend hefte li cem dostekê xwe biborandina, wî herwiha dizanî ku mamo hê jî dikarî biçe tiyatroyê; lê ramana mirinê wisan kurik xofandibû û ew hê jî di nav kêlbetanên xwe re şidandibû ku gotinên mamê wî ew ji bingeh ve dihêbitand û matmayî dihişt.

“Ez dê pê re neçim”, ew ramî. “Ax, mamo dê çiqas biêşe dema qerf û henekên lîstikvanan û ken û coşa cemawer û temaşevanan bibihîze!”

– Ew çi awaza kemanê ya bedew bû me bihîst dema em hatin hindir? diya Alexisî pirsî.
– Ay! Ma ew li ber we bedew bû? rûyê Baldassareyî geş bû. – Ew romans bû ku min basa wê ji we re kiribû.
“Ma ew bi xwe pêşkêş dike?” Alexis fikirî. “Çawa serketina muzîka wî dikare di vê rewşê de jî wî kêfxweş bike?”

Tam di wê bîskê de rûyê cîgirê kontî vequlipî janeka dijwar, gepên wî zerikîn, devê wî beş bû, eniya wî qurmiçî û rondik ji çavan herikîn.

“Wey Xwedêyo!” Alexis di dilê xwe de qîrî, “êdî ew hew dikare xwe kêfxweş bide xwiyandin… Weyla mamo rebeno! Lê çima ew ewqas ditirse û naxwaze ku em bi rewşa wî biêşin? Çima ew bela xwe ji xwe venake?”

Lê amaje û girovên têrjan yên felcbûnê, yên ku carinan wisan dikirin mîna ku Baldassareyî di nav asinan de bê meriçandin û şopên xwe li bedena wî dihiştin û rûyê wî diguherand xerabewêneyek di nav kul û kovanên bijan de, êdî vê carê nerimîbûn.

Piştî ku Baldassareyî çavên xwe ji rondikan paqij kirin, bi kêfxweşî dîsan dest bi suhbetê kir.

– Wer dixwiye ku dukê Parmayê êdî ji te re ne xweşdost e, ma ne? diya Alexisî bi bêahengî pirsî.

– Dukê Parmayê! Baldassare bi hêrs qîrî. – Dukê Parmayê ne xweşheval! Ev hûn çi dibêjin, xwişka delal? A vê spêdeyê wî ji min re peyamek şand û kela xwe ya Illyriayê ji min re pêşnûma kir ku belkî hewayê çiyayî kêrî tendirustiya min bê.

Ew bi lezokî rabû ser xwe lê jana xwe ya dijwar jî bi xwe re şiyar kir loma bêçare ma ku bîskekê rabiweste; hê janê baş bernedabû, wî bang kir jî:

– Wê nameya li rex doşeka min bînin.

Û bi lez xwend:
Hevalê min yê ezîz Baldassare,
Çi qas ne xweş e ku ez nikarim bêm we bibînim û hwd.
 
Bi vê dostaniya mîrî rûyê wî geş bû. Lê serdanser, belkî ji bo ku kêfxweşiya xwe, ya ku wî nirxekê berz nedidayê, vebişêre, wî didanên xwe çîrikandin û bi xweşikî lê bi bêteşe bişirî û anî bîra Alexisî ku herdem fikiriye ku heman nîşane ji rûyê nearam yê mirinê deng vedidin.

Heman devxwariya Baldassareyî ya ji Alexisî re nas çavên kurikî vekirin, ne xwe ew li hizûra mamê xwe fikirîbû û hez kiribû li wan rûyan binere ku li ber mirinê ne, yên bi herherî ji rastiya rojane veqetîne ku herî zêde bişirokeka bi gernasî neçarkirî, bişirokeka dilnerm ya xemgîn, ya esmanî û bêzarbûyî belkî bikare biçirise. Niha wî guman nedikir ku Jean Galéasî mîna berê karîbû mamo biqehirîne, û dizanî ku di veşariyek di kêfxweşî û di çûna tiyatroyê ya mamê nesax de tine bû, û ku Baldassare ketî ber mirinê jî dîsan her li ser jiyanê diramî.

Bi rêya ber bi malê ve ket ramana Alexisî ku ew jî dê carekê bimire, û tevî ku hê gelek salên wî yên mamo zêdetir li ber wî bûn, dê dotmama Baldassareyî, kontesa Alériouvreyê, û herwiha baxçevanê wî yê pîr jî ji wî bi xwe zêde dirêj nejîn. Roccoyê baxçevan têra xwe zengîn bû ku bikare xwe vebikişîne bînvedana pîriyê lê dîsan jî tê dikoşî daku hê jî zêdetir pare bicivîne û tê dikoşî xelatekê şerefî ji bo sorgulên xwe werbigire. Tevî heftêsaliya xwe jî kontesê pirça xwe reng dida û nivîsar, yên ku tê de pesna bûneweriya wê ya ciwanşib, pêşwaziyên wê yên xweşik, servîsên wê yên kubar dihat dan, bi pare di rojname û kovaran de didan weşandin.

Van mînakan qet matmana ji ber tevger û rabûn-rûniştina mamo kêm nedikir; berevajî: hê pêlên hêbetiyê di kurik de dizeximandin ku hêdî hêdî ev matman bû hêbetî û kurik bi wan qonaxan, yên ku jiyanê, ya wî bi xwe jî pê re, bi paşpaşkî ber bi mirinê ve dibirin, behecand.

Wî bi xurtî biryar da ku ew dê di jiyana xwe de nede pey leylanoka derewîn û ruxîner nebe û mîna peyamberên berê yên bişeref xwe bi çend hevalên xwe yên lîstikan re vebikişîne çolistanekê.

Lê baş bû ku jiyan ji henekkirina bi dêbavan bihêztir bû û wek bervêdan û îtirazekê sînga xwe, ya ku wî hê hemû şîrê çêjşirîn û zeximînende jê veneçikandibû û kaniya wî hişk nekiribû, pêşkêşî kurikî kir. Û kurikî dest bi vexwarina bicoş û bikêfxweşî kir û aşop û xeyalên wî yên dewlemend û jêbawer bi çavşînî guhdarî nalînên wî man û dilsariyên wî pîne kirin.

II

Goşt bikovan e, mixabin…
Stéphane Mallarmé

Roja piştî seredana Alexisî, cîgirê kontî çû kela cîran ku dixwest çend hefteyekan tê ve biborîne bi wê hêviyê ku amadeyiya hejmareka mezin ya mêvanan li wir dê bikariya xemên wî, yên ku pirî caran piştî êşgirtinên wî ew digirt, vebirevîne.

Piştî kurtedemekê li kelê, wî hay jê bû ku hemû zewqên wî bala xwe daye ser jineka ciwan. Baldassareyî hest pê dikir ku jinik jê hez dike lê wî hinekî bi guman û demîngirtî nêzîkî li vê baweriya xwe dikir: wî dizanî ku jinik bêşert yeka pak e û bi bînfireyî li benda mêrê xwe ye; herwiha wî di hezkirina xwe de jî ti piştrastiyeka xurt tine bû û bawer dikir ku handana jinê ber bi rêya xerab ve guneyeka pir mezin e. Lê kengî pêwendiya wî û jinikê rûyê xwe guherand, wî nedikarî bîne bîra xwe. Niha wî wek nîşaneya ahenga bêpêjn, û ya hema bêdem jî dixwiya, zendên wê radimûsan û destê xwe li gerdena wê dialand. Jinik wisan bextiyar dixwiya ku mêrik hê dûrtir çû: pêşî rûyê wê maçand, dû re demekê dirêj ew mist da û mizişand, û dîsan çavên wê, gepên wê, lêvên wê, kenda gerdena wê, serê poza wê… ramûsandin. Devê jinika ciwan di dema mistdanan de dibişirî, û awirên wê mîna ava rojê gerimandî diteyisîn. Mistdanên Baldassareyî bistetir û cesûrtir bûbûn; carekê wî li jinikê nerî; ecêbgirtî ma ji ber spîçolkîtiya wê, bêhêvîtiya wê ya bêdawî, ya ku bi saya eniya wê ya mirîçok û çavên wê yên girîbar, dilşewitîn û westî, yên ku awirên wan xemgîntir bûn ji rondikên îşkencedayiyên li ber çarmixandinê yan jî ji yên evîndarên xwe bi ebedî jidestdayî. Baldassareyî bîskekê çavên xwe li jinikê gerandin; jinikê jî bi têkoşîneka bêwêne çavên xwe yên dilovanîxwaz rakirin rastî wî û devê wê yê bicoş di riqaço û krampên xwe yên bêhaybûnî doza hê maç û ramûsanan dikir.

Bi zewqa di biheştbîna ramûsanan û bîranîna mistdana de coşbûyî wan herduyan xwe di hev rapêçandibû û çavên xwe miçandibûn, çavên stemkar, yên ku neynik û awêneya tengasiya giyanên wan bû; wan nedixwest wê tengasiyê bibînin, û nemaze Baldassareyî çavên xwe bi tundî miçandin mîna celadê wijdan lê bela ku dizane destê wî dê birecife heke li rûyê yê gorî û qurban binere û bikeve derd û kulan li şûna ku xeyal bike ku yê gorî ew kişkişandiye û neçar kiriye ku celad xwe biparêze.

Bûbû şev, û jinik hê jî di odeya mêrikî ve bû û bi çavên bêrondik fedikir pêşiya xwe. Wê bi coşeka xemgîn destê wî ramûsand û, bêyî ku tiştekî bibêje, derket.

Êdî xewa mêrikî nehat, ji xwe ve diçû û direcifî dema dihat bîrê ka çawa çavên qurbana şirîn û nazenîn bi nik wî ve hildiketin û bêhêvî bûn. Di heman demê de ket xeyalên wî ku niha jinik şiyar bû û hest bi tenêtî û bêkesiyê dikir. Wî cil li xwe kirin, bi bêpêjnî meşî ber deriyê odeya jinikê û li xwe seqbêr bû deng jê neyê daku, heke jinik raketî be, wê şiyar neke lê herwiha newêriya vebigere odeya xwe bi xwe jî ya ku tê ve erd û esman lê teng dibûn û bîna wî diçikand. Ew li wir li ber deriyê odeya jinikê rawestî û fikirî ku dê êdî bîskekê jî nikare xwe rabigire û divê bikeve hindir; lê paşî pir tirsî ku hema wijdana wî dê çawa qebûl bike ku jinikê ji wê xewa şirîn şiyar bike û wê bikişîne nav kul û kovanan yên ku jinik niha jê azad raketiye. Li ber derî ma, geh li ser çokan, geh rûniştî û carinan jî paldayî. Bi berbanga spêdeyê re, sarmayê girtî û hedinî vegerî odeya xwe, têr nivist û bi dilekê xweş şiyar bû.

Wan her tişt kir daku wijdana xwe bihedinînin, ew hewisîn kêmbûna ezaba wijdanî û lawazîna zewqê, û piştî ku cîgirê kontî vegerî Silvanyayê, ji herduyan re ji bîskên bicoş î bistem tenê bîranînên şirîn û sarbûyî man.

III

Xortaniya wî diqîrî û wî nedibihîst
Madame de Sévigné

Dema Alexis di rojbûna çardehsaliya xwe de çû seredana mamê xwe, wî, bi qasî xeyalkirî, mîna sala berî wê bi hêz hest bi bandorlêbûn û kartêkeriyê nekir. Siwariya berdewam bi hespên mamê wî daniyê bi pêşdebirin û xurtkirina hêz û şiyanên wî dilnazikiya wî vemirandibû û hesta saxlemiyê, ya ku ji ber kereseyên nehînî û kêfxweşiyên bihêz ên xortaniyê pêgirî wê ye, di wî de ava kiribû. Dema wî hest pê dikir ku bi çargaviya hespî re sînga wî mîna bawan û babirekan diperçivî, dema zend û destên wî mîna agirê argûnên zivistanan digurmijîn, dema eniya wî hên dibû di nav çilûyê di ber re difirî ku meşa wî dixemiland, dema dihat malê û xwe berdida nav ava cemidî yan jî dema ew av dişepand û bi nermî serborî û serpêhatiyên xwe dianîn bîra xwe; hemû vê yekê şahiyên hêzên jiyanê di wî de dibişkivandin. Ev hêz, yên ku carekê ji Baldassareyî serbilindiyeka bicoş bûn, ew bi herherî bi cî hiştibû û raguhezîbûn daku dilên xorttir, yên ku ew jî dê carekê neçar bibin dev jê berbidin, geş bike.

Alexis dê êdî ji ber lawaziya mamê xwe zivêr nebûya, û ji ber dawîlêhatina jiyana wî nemiriya. Tevgerên dilşadiyê yên xwîna wî di demarên wî de û dilxwaziya wî ya li hember jiyanê nedihişt ku ew nalînên yê nesax bibihîze. Alexis gihabû wî jiyî ku bedena mirovî lê seray û eywanên xwe di navbera xwe û giyanê wisan asê ava dike ku hema giyan rasterê wendabûyî û nemayî dixwiye ta ku rojekê nesaxî yan xemgînî kunikekê dikirîne û giyan tê re serê xwe dertîne. Alexis nasyarî nesaxiya mirinê ya mamê xwe bûbû mîna ku mirov çawa hewisî her tiştî dibe ku li derdorên me didome, û tevî ku mam hê dijiya jî, rewşa wî carekê kurik giriyandibû mîna ku çawa yên dimirin me digirînin loma, bi hesibandina mamê xwe wek kesekê mirî, Alexisî êdî rewşa wî ji bîr kiribû.

Dema mamê wî wê rojê jê re got: – Alexisê delal, ez dê hentûran jî bi hespê duyem re bidim te, ew tê giha ku mam difikirî: “çimkî wek din ez dê negihim hentûran bidim te”, û wî dizanî ku ev raman di serê mamê de bêsinor kovandar bû. Lê kurikî hest bi vê yekê nekir çimkî di wî de êdî cî ji xemgîniya kûr re tine bû.

Çend rojan derengtir pirtûkekê ew matmayî hişt ku basa keleşekî dikir ku dilnazikiya lêzimekê wî yê li ber mirinê dilê wî pê nedişewitand.

Êvarê xewa wî nehat dema diramî ku ew bi xwe jî dişibe wî keleşî. Lê roja piştî wê wî rêwîtiyeka biserketî ya siwariyê kir, wisan baş xebitî, hest bi dilnermiyeka wisan mezin li hember xizmên xwe kir ku bi bêxemî xewq kir û bi bêserêşî raket xewê.

Birêveçûn ji cîgirê kontê Sîlvaniayê re êdî ewqas dijwar bû ku hema êdî qet ji kela xwe dernediket. Xizm û dostên wî teviya rojê pê re diborand, û dikarîbû bê dîtin ku tevgerên herî şêtane û pûçkirinên bêwêne yên maliyetê wî dikirin, îdîayên dûrîaqil pêşkêş dikirin û xwe di xerabîkariyên sosret didanî bêyî ku xizmên wî lomeyan lê bikin yan jî dostên wî henekan pê bikin yan jî li dij wî derbikevin. Wer dixwiya ku bi bêpêjnî barê berpirsiya gotin û kirinên wî ji ser milî hatibû rakirin. Nemaze diyar bû ku dihat xwestin ku bi nerimandina bi dilnermî û daçemandina bi mistdanan neyê hiştin ku ew dengê bedena xwe, ya ku ji bingeh ve hildihejî dema jiyanê hêdîka dev jê berdida, bibihîze.

Wî bîskên dirêj û xweşik li ser doşeka xwe bi xwe re diborandin; wî ticaran di jiyana xwe de xwe bi xwe venexwendibû şîvê. Wî hest bi kêfxweşiyeka têrxem dikir dema cil li bedena xwe ya biêş dikirin û pala xwe dida milbenda paceyê û radestî nerîna li deryayê dibû. Wî ev cîhan bi wêneyan, yên ku hê jî di wî de dijiyan lê ji ber navber û beredayîtiyê xwedî bedewiyeka bêkifş bûn, rapêçand bûyera mirina xwe ya ku hê ji mêj de di serê xwe de nijinandibû lê ew hunereser hê jî bi xemgîniyeka bicoş ava dikir. Di aşop û xeyalên wî de xatirxwestina ji duçes Olivianeyê, dosta wî ya platonîk, ya ku hikumrana saloneyê bû tevî ku heke hemû mêrên payebilind yên esilzade, hunermend û ronakbîrên herî navdar yên Ewropayê lê bicivîna jî, teşe digirtin. Wî di serê xwe de suhbeta xwe û wê ya dawîn dixwend:

“… Roj ava bûbû, û deryaya di nav darsêvan re dibiriqî şîn bû. Ewrikên şîn û sor sivik mîna destegulên rewşen yên hişkbûyî nerm û mîna neqşên li ser kêlên goran herdem-şên li qeraxa esmanî hildifirîn. Koma spîndaran di tarîgewrikê de biskên xwe berdabûn ser komsorgulên dêrê; tîrojên dawîn çeqên wan direngandin, bêyî ku dest biavêjin qurmên wan, û wîşiyên ronahiyê bi caxên wan yên bersîber ve didaliqandin. Ji bakok biheştbîna deryayê, ya pel û belgên ter û şil û ya şîr hildifûrî. Ticaran dîmen û xwiyanga Silvanyayê wiha bi têrzewqî êvara tijîxem nexemilandibû.”

– Min ji we hez kiriye lê mixabin kêm daye we, dostê reben, di xeyalên wî de duçesê jê re digot.
– Hûn çi dibêjin, Oliviane? Çawa we kêm daye min? We herdem ji daxwaza min zêdetir daye min û bi rastî gelek jî zêdetir ji hindê ku heke sehekan di evîna me de par hebûya. Wek hûn keseka serxwezayî bin mîna madonnayê û ruhsivik bin wek şîrdiya min, ez heyranî we bûm û we jî ez dilorandim. Evîna min pevgirêdanek bû ku ti xwestekeka bedenî nedikarî tûjbîniya wê ya hişmend nerehet bike. Û ma we wek hemberxelat ne dostaniyeka bêwêne, çayeka bêpayan biçêj, suhbetên naveroktijî û çendîn destikên sorgulan dan min? Tenê we dizanî çawa bi destên dayikane û axivger eniya min ya tagermî hên bikin, hingiv berbidin nav lêvên min yên peritî, mînakên cewer bidin jiyana min. Dosta ezîz, ka ez destê we rabimûsim…
Tenê Piaya xemsar, dotmîreka hûrik ya syrakusî, ya ku Baldassareyî hê jî bi hemû hest û bînahiyan jê hez dikir lê ya ku bala hemû evîndariya xwe ya bicoş dida Castruccioyî, carinan ew jiyana stemkar, ya ku Baldassareyî dixwest ji bîr bike, dianî bîrê. Ta rojên dawîn jî wî beşdarî li şahî û roşanan dikir û dema bi vê dotmîrê re di ber pozberê xwe re diborî dixwest ku wî biqehirîne û şehmezar bike lê dema bi keçikê re dimeşî jî, hay jê dibû ku çavên wê yên kûr li evîndariyeka din digerîn lê wê, tenê ji ber ku li ber yê nesax diket, dixwest vê yekê vebişêre. Lê êdî Baldassare nedikarî biçe şahiyan jî. Lingên wî ew qas goc bûbûn ku wî nedikarî biçe derve jî. Lê dotmîr gelek caran dihat seredana wî û, tam mîna ku ew jî bi yên din re ketibe nav komployekê, ew bênavbir bi nermî û nazenînî dipeyivî û ticaran wek berê ev nermiya xwe bi qîrîneka xemsar û diyarkirina xeyidîna xwe nedişkand. Û Baldassare pê dihesî ku wî ji vê dilnermiya wê ji seredana hemû kesên din zêdetir dilaramî distand.

Lê rojekê, dema ew ji ser kursiyê rabû daku biçe ser sifreyê, xizmetkarek matmayî dît ku ew pir baştir dimeşe. Wî bangî nojdarî kir. Roja din ew baş dihat û diçû. Piştî hefteyekê êdî destûr jê re hat dan ku biçe derve. Hingê di xizm û dostên wî de hêviyeka bêsinor vejî. Nojdarî texmîn kir ku nesaxiyeka demarî ya dikare sax bibe êşa felcê dabûyê ku niha bi rastî jî ev êş wenda dibû. Wî gumana xwe wek rastî pêşkêşî Baldassareyî kir û got:

– Hûn hatine sitirandin û sax kirin!

Yê darizandî mirinê bi efûya xwe gelekî kêfxweş bû. Lê piştî demekê diyarbûna saxiyê, xema rêveker dest pê kir kêfxweşiyê ji pêşiya xwe vebide. Ji bahozên dinyayê parastî, di nav dilnermiya li derdorê, aramiya ji neçarî û ponijîna azad de mirinxwaziyê ew girtibû. Hê ti şik di serî de tine bûn lê hest bi tirseka nekifş dikir dema diramî ku divê ji serî de dest bi jiyanê bike, neçar bimîne ku xwe li ber darbeyên xerîb bigire û sereguhiya li derdorî xwe ji dest bide. Herwiha wî bi şêlîkî hest pê kir ku nexweş bû zewq û tevgerên xwe yên dema nesaxiyê ji bîr bike piştî ku xwe ango destebirayê sosret, yê ku wî pê re bi saetan hem ji dûr û ji nêz ve suhbet kiribû dema lê dinerî ku belem û keştîkan ava deryayê dişeqand, nasîbû. Tam mîna hest bike ku di wî de evîneka nû, evîneka hê nenas li hember jînwarê wî biwelide mîna di kesekê hê ciwan de yê ku li welatê şaş bûbe û ji nû welatê xwe binase, wî jî bêriya mirinê û penaberiya herherî, ya ku hest kiribû ku ber bi wê de bi rê ketibû jî, dikir.

Wî ramanek pêşkêş kir, û Jean Galéasî, ku dizanî ew sax bûye, bi tundî li dij derket û henekên xwe pê kirin. Jinbiraya wî, ya ku her spêde û her êvar dihat seredana wî, ev du roj bûn nehatibû. Ev yek êdî ji hedê wî der bû! Wî hê ji mêj de nîrê jiyanê ji bîr kiribû û êdî nedixwest wî hilbigire ser milên xwe. Jiyanê bi çekên xwe yên xweşik xwe nediavêt hemêza wî. Hêz û şiyanên wî dîsan lê vegerîbûn û bi wan re hemû xwestekên jiyanê jî: ew derdiket, dîsan dest bi jiyanê kir û carek din jî di xwe de mir. Mehek dû re êş û janên wî dîsan lê vegerîn. Hêdî hêdî, mîna cara berê jî, dîsan livîn jê re dijwar û dû re jî negengaz hat daku ew dîsan ber bi mirinê de vebigere. Di vê nûbûna nesaxiyê de hema ew sûde jî tine bû ku ew ji jiyanê vebiqete, ne daku wê wek rastîn bibîne lê daku wek tabloyekê lê binere. Berevajî wê carê, niha ew her xweperesttir û xeyidîtir dibû dema bêriya wan kêfxweşiyan, yên ku êdî nedikarî para xwe zewqê jê bistîne, dikir.

Tenê jinbirayê, ya ku wî bi dilnermî jê hez dikir, hin geşî dida dawiya jiyana wî dema bi Alexisî re her roj çendîn caran dihat seredana wî.

Danê êvarekê, dema jinbira diçû nik wî, bi rê ve hespên erebeya wê zîçikîn; ew bi tundî dafirî erdê, û siwarek bi çargavî di ber re borî jî pê lê kir, û serşkestî û bêhişbûyî ew hat gihandin cem Baldassareyî.

Ajovanê wê yê neselixî ji bûyerê sitirî zû banga qezayê gihand cîgirê kontî yê ku çavên wî di cî de spî bûn. Didanên wî çîrikîn, çavên wî biriqîn û perçivîn, û di qehreka erjeng de ew li ajovan arizî; lê wisan dixwiya mîna ku qehra wî hawara wî ya bijan diniximand lê vê hawarê di nav gurmijên qehra wî de bi dengnizmî deng vedidan. Tam wisan dixwiya mîna ku kesekê nesax li rex wî yê hêrsbûyî binale. Piştî kurtedemekê nalîneka lawaz qîrînên qehrê fetisandin, û cîgirê kontî bi kinkinkî şewişî ser kursiyê.

Paşî wî xwest rûyê xwe bide şûştin daku jinbiraya wî ji ber şopên xemgîniya wî xeman nexwe. Xizmetkarî bi xemgînî serê xwe hejand: qurbana qezayê nehatibû ser hişên xwe. Cîgirê kontî du şev û du rojên bêhêvî li ber doşeka jinbiraya xwe borandin. Wê dikarî hema çi gava hebe jiyana xwe ji dest bide. Şeva duyem emeliyatkirin hat ceribandin. Spêdeya roja sêyem êdî ta daketibû û ya nesax li Baldassareyî, yê ku nedikarî rondikên xwe bigire û ji kêfan her digirî, dibişirî. Dema jiyan hêdîka hatibû mêvaniya wî, wî nedixwest bibîne lê niha bi xwe bûbû pêrewê mirinê. Bi gefa li hember kesa ji wî re herî hezkirî, mirinê mêrik erjengandibû; wî jî ji mirinê lava kiribû û ew li daxwaza xwe tewandibû.

Wî xwe aza, bihêz û serbilind hîs dikir dema hest pê dikir ku jiyana wî bi xwe ne bi qasî ya jinbiraya wî ji wî re bihagiran bû û ku çava li ber jiyana wê diket ewqas jî jiyana xwe bênirx didît. Wî niha fedikir rûyê mirinê û li şanoya dorberî mirina xwe nedinerî. Wî dixwest heta dawiyê wisan be û êdî radestî derewê nebe ya ku ji wî re bi lidarxistina berxwedaneka bedew û navdar li hember mirinê bêşermî û rûreşiyê hilbide gupik û lûtkeya wan û mîna ku çawa nehînên jiyana wî jê şelandibûn, nehînên jiyana wî jî biherimîne.

IV

Sibê, sibê û sibê,
Wiha roj bi roj dem dikûse
Ta kîteya dawîn ya jiyanê
Û her rojekê bi xwe re qeşmer
Birine gorên tarî. Vebimirîne, vebimirîne şemalê!
Jiyan tenê sîberek gerok e, lîstikvanek reben e
Ku dema xwe li ser sehneyê ye
Lê paşî kesê hay jê namîne: Jiyan çîrokek e
Tiredînekî vegotiye, tijî deng û pêjn e
Lê bêwate ye.
Shakespeare, Macbeth

Hest û westîna ji ber nesaxiya jinbirayê nexweşiya Baldassareyî bi xwe jî lezandibû. Ew aniha ji cem qeşeyî vegerîbû ku ji bo xefirandina guneyên xwe çûbû cem û bihîstibû ku êdî tenê bi qasî mehekê dema jiyana wî mabû; demjimêr dehî spêdeyê bû, û şirik baran dibarî. Hin erebe li ber derê kelê sekinîn. Ew duçes Oliviane bû. Baldassare diponijî ku bûyera mirina xwe bike awazeka biaheng.

“… Bûyer dê li êvareka sayî biqewimiya. Roj dê biçûya ava, û deryaya di nav darsêvan re dibiriqî dê rengşîn bûya. Ewrikên şîn û sor sivik mîna destegulên rewşen yên hişkbûyî nerm dê li qeraxa esmanî hilbifirîna…”

Û li dehî spêdeyê, li jêr esmanê beropizdanên xwe nizmkirî û qirêj, di nav şirikbaranê de duçes Oliviane hat serdena wî; û ji ber ku Baldassare bi nexweşiyê kerixîbû, xwe radestî nirxên berztir kiribû û êdî bala xwe nedida efsûniya tişt û kesên payebilind, şirîniya ava jiyanê û şan û şoretê, wî tika kir ku ji duçesê re bê gotin ku nesaxiya wî ew pir lawaz kiriye. Duçesê kir û nekir, cîgirê kontî nexwest wê pêşwazî bike. Jixwe erk û vatiniyeka wî jî tine bû: jinikê êdî nirxekê xwe li nik wî nemabû. Mirinê bi nermî ew bend û girêk, yên ku berî çend hefteyan tirsa koletiya xwe xistibû dilê wî, piçandibûn. Baldassareyî dixwest li ser jinikê birame lê tiştek nedihat ber çavên giyana wî: çavên xeyal û bêweciyên wî miçîbûn.

Bi qasî hefteyekê ji berî mirina wî jê re basa govend û şahiyên dotmîra Bohemiayê hat kirin û hat ragihandin ku di wan şahiyan de Pia dê bi Castruccioyê roja din ji wir biçe Danîmarkayê re serçemka govendê bi rê ve bibe, û vê yekê Baldassare pir çavnebar kir û qehirand. Wî bang kir ku Pia bê cem wî. Jinbiraya wî li dij vê yekê derket lê wî fikir kir ku asteng li ber hevdîtina wî û Piayê tên danîn û derdor dixwazin ku bêsebeb wî hêrs bikin loma xeyidî. Daku ew zêde zivêr nebe, bangî Piayê hat kirin.

Dema Pia hat, mêrik tam aram lê keserkûr bû. Wî jinik kişand ber doşeka xwe û serdanser basa şahiya dotmîra Bohemiayê jê re kir:

– Em ne xizmên hev in û hûn dê tazî û şîniyan bo min nedeynin lê dixwazim ji we lava bikim: soz bidin min ku hûn dê neçin wan şahiyan.

Wan fekir hev û di awirên xwe de giyanên xwe, giyanên kovan lê bicoş, yên ku mirinê nikarîbû bigihîne hev, peyitandin.

Baldassare tê giha ku jinik di sozdana xwe de biguman bû, wî devê xwe xwar kir girnijeka bijan û got:

– Na! Sozê nedin! Soza mêrê li ber sekeratê li erdê nedin. Heke hûn ne piştrast bin, sozê nedin.
– Nikarim sozê bidim we; ev du meh in ku min ew zelam nedîtiye û belkî êdî qet nebînim; ez dê hemû jiyana xwe poşman bim heke neçim wan şahiyan.
– Hûn rast dibêjin çimkî hûn ji wî hez dikin, çimkî her hin mirov dê bimirin… û hûn dê bi hemû hêzdariya xwe bijîn… Lê tiştekî ji bo dilê min bikin: bi qasî wan bîskan, yên ku we dê li vir şîna min bikira, ji şahiyê vebiqetînin û li derveyî şahiyê bin. Bangî giyana min bikin bila bîskekê bi we re bikeve bîranînan, piçekî li ser min biramin.
– Bawer nakim bikarim wê sozê jî bidim, şahî pir kurt e. Tevî ku li kêleka wî mêrî bim jî, bi zor bigihim lê binerim. Ez dê ji her rojeka din bîskekê bidim we.
– Hûn nikarin, hûn dê min ji bîr bikin; lê heke piştî saleka din, mixabin! Heke piştî demekê dirêjtir, pirtûkeka xemgîn, bûyereka mirinê, êvareka nixte û baranî we li ser min bide fikirandin, ax dê ji min re çi dilovaniyek be! Ez dê êdî ticaran, ticaran we nebînim… ji bilî di giyana xwe de; loma divê em di heman demê de hevdu bi bîr bînin. Hûn dê herdem li bîra min bin daku giyana min vekirî be dema hûn bixwazin bikevinê. Lê jina vexwendî mirovî pir dide rawestandin û pandin! Baranên sermawezê dê kulîlkên gora min rizandibin jî, pûşperê dê ew sotandibin jî lê hê jî giyana min dê ji ber bêsebriya xwe bigirî. Ax çiqas hêvî dikim ku hê carekê bîranînekê, salveger û roşanekê yan herikeka ramanên we hûn bianîna raserî dilnermiya min; hingê min dê hûn bibihîstina, hûn dê bidîtana, herder dê ji bo pêşwazîkirina we bi efsûnî bibişkiviya û kulîlk bidana. Li yê mirî biramin. Lê ax! Ma dikarim hêvî bikim ku mirin û bîskeka we ya jidil tiştekê wisan bi dest bixin ku jiyanê, dildariyên wê û rondikên me û kêfa me û lêvên me nikarîne bi cî bînin.

V

Niha şkest dilê cewer… Şevbaş,
Kurmîrê çeleng! Komên firîşteyan
Bila te bistrînin axa aram!
Shakespeare, Hamlet

Tayên dijwar bela xwe ji cîgirê kontî venedikir; doşeka wî hatibû raguhezandin odeyeka gilover ya mezin ku Alexisî di rojbûna sêzdehsaliya xwe de jî ew pir kêfxweş tê ve dîtibû, û ku tê ve yê nesax dikarî di heman demê li deryayê, pêlşkîna strîngehê û ji hêla din ve jî li mêrg û daristanokan binere. Carinan ew dipeyivî jî lê di gotinên wî de êdî şopek jî ji ramanên berz, yên ku hefteya berî wê ew cewerandibû, tine bû. Wî bi dijwarî kesek nedihat dîtin dinifirand çimkî qaşo wî kesî henekên xwe bi yê nesax dikirin; wî her xwe wek baştirîn muzîkjenê sedsalê û jêhatîtirîn esilzadeyê cîhanê radigihand. Paşî geh ew dihedinî û ji ajovanê xwe tika dikir ku bibe meyxaneyekê yan jî hespan ji bo nêçîrê kurtan bike. Wî kaxezên nameyê xwestin daku hemû sertacên Ewropayê ji bo bûy û dîlana xwe ya bi xwişka dukê Parmayê re vebixwîne; dema ji ber deynê xwe yê nedayî yê qumarê ji tirsan dilerizî, kêrek kaxezkî ji ser maseya xwe ya şevî radigirt destê xwe û, mîna ku demance be di destan de, tev digerî. Wî xizmetkar şandin daku peyamê jê re bînin ka qaşo polîsê wî şeva berî hingê pelixandî miribû yan na, wî stiranên xeberreş û çêrî bi kenkî bo jinekê, ya ku qaşo destê wê di destê wî de bû, digotin. Firîşteyên kuştinê, yên ku wek Şiyan û Viyan tên nasîn, ne amade bûn ku cinên wî yên xerab û xwiyabûnên bênirx ên bîranînên wî biqewirînin û bipengizînin. Piştî sê rojan, li derdorî demjimêr pêncî şevê ew, mîna ku ji xeweka xerab, ya ku mirov jê ne berpirs e lê bi şêlî û nezelalî bi bîr tîne, be, şiyar bû.  Ew pirsî ka xizm û lêzim li hizûrê bûn dema wî bênirxtirîn, necistirîn, genîtirîn û fistewîtirîn para di xwe de derbiribû, û ji ber dîsanhatina teb û cinên xwe, wî tika kir ku xizm û lêzim dîsan bên ji wir derxistin ta ew dîsan bê ser hişên xwe.

Wî çavên xwe li derdorên xwe yên odeyê gerandin û bi rûkenî li pisîka xwe ya reş, ya ku li ser guldanka çînî bi gula krîsantem dilîzî, nerî. Wî fermand ku hemû mêvan û yên hatî seredanê derbikevin û demekê dirêj bi qeşeyê li ber doşeka wî çavdêr re suhbet kir. Lê dîsan jî xwexefirandin red kir û bangî bijîşkî kir ji qeşeyî re bibêje ku zikê wî êdî nikare xwe li ber nanê xwexefirandinê bigire. Piştî bîskekê wî fermand ku jinbiraya wî û Jean Galéas bên hindir. Wî got:

– Min xwe radestî mirinê kiriye, bextiyar im ku niha bimirim û bikarim bi bal Yezdanî ve biçim.

Hewa wisan nerm bû ku hat karîn pencereyên bi çavkorî li deryayê dinerîn bên vekirin û pencereyên hêla din, yên ku mêrg û daristan li ber belav dibûn, ji ber bayê pihêt û tund girtî hatin hiştin.

Baldassareyî nivîna xwe da raguhezandin ber pencereyên vekirî. Keştiyek, ya ku deryavanan ji pêlşkînê bi werîsan dikişand firetiya deryayê, bi rê diket. Kurikekê keştiyê yê keşxe yê dorî panzdehsalî di ser hêleka keştiyê re xwe dadiçemand; wer dixwiya ku ew dê li ber her pêlê bikeve avê lê ew bi çelengî li ser lingên xwe yên xurt radiwestî. Wî bi torê masî vedikişandin, û di nav lêvên wî yên bayî sûrkirî de qelûneka dûkêldar şor dibû. Û bayê bawan û babirek diperçivandin lezî gep û alekên Baldassareyî hên bike û pirtikeka kaxezê di odeyê ve bi xwe re rafirand. Baldassareyî serê xwe zivirand daku êdî hew wê dîmena bextiyar ji zewqan bibîne ku wî bi şeydayî jê hez dikir lê êdî nedibû tam bikiyê. Wî berê xwe da strîngehê: keştiyeka bibawan ya sêdîrekî xwe ji bo çûnê amade dikir.

– Ew keştî dê biçe Hindistanê, Jean Galéasî got.

Baldassareyî kesên li pêhnik û guverteyê, yên ku destmalên xwe dihejandin, baş nedisehirandin lê texmîn kir ku bêrîkirina xerîbiyê çavên wan şêlandibûn; wan hê pir derfet ji bo jînê, hevnasînê û pêhesînê hebû. Singê keştiyê hat hilkişandin, qîrînek hilket, û keştiyê berê xwe da rojavayê ya ku lê ronahiyê belem û ewr têkilî mija wê ya zêrîn dikirin û sozên bêwêne û nediyar dipistandin guhên rêvingan.

Baldassareyî tika kir ku pencereyên aliyê deryayê bên girtin û yên aliyê mêrg û daristanokan bên vekirin. Wî berê xwe dida zeviyan lê hê jî qîrîna xatirxwaziyê ya ji keştiya sêdîrekî di guhên wî de dişingî û didît ku kurikê keştiyê, qelûn di nav didanan re, tor vedikişandin.

Destê Baldassareyîa agirane dilivî. Serdanser wî çingîneka dengnizm bihîst ku hema nedihat guhê mirovî û mîna dilqutînê ji kûr dihat. Ew dengê zengilên dêra gundekî pir dûr bû ku di hewayê sayî û bayê guncayî de bi çendîn qonaxan di ser deşt û çeman re hatibû daku bigihe guhên wî, daku guhên wî yê seqbêr bibihîzin. Ew dengekê nihoyî lê di heman demê de dengekê pir kevnare bû; hingê Baldassareyî bihîst ku dilê wî jî biaheng bi zengilan re lê dida dema zengil hildifirîn û dil jî radiwestî dema wer dixwiya ku zengilan deng dadimêtin xwe û paşî zengilan jî xwe bi wan dengan re berdida perên esmanan.

Di hemû serdemên jiyana xwe de dema wî dengê zengilên dêrê dibihîst, çingîna wan ya li êvareka hewanerm dema ew hê kurikekê biçûk bû û bi zeviyan ve vedigerî kelê, dihat bîrê.

Hingê nojdarî tika ji yên amade kir ku bên nêztir û got:

– Ev dawî ye!

Baldassareyî bi çavên miçandî pal da û dilê wî guhdariya zengilan, yên ku guhên wî yên mirinê felckirî êdî nedibihîstin, dikir. Wî diya xwe didît dema wê kurê xwe dimaçand dema kurik vedigerî malê, dema wê kurik êvaran dinivand û piyên wî di destên xwe de digerimandin û li rex wî dima heke xewa wî nehata; Robinson Crusoeyê wî, stiranên xwişka wî êvaran li nav baxçe, gotinên malmamosteyê wî dema pêşbînî dikir ku kurik dê carekê bibe muzîkjenekê gewre û xemgîniya bi zor veşartî û niximandî ya diya xwe.

Niha êdî dem û derfet tine bûn ku bendewariya bicoş ya dê û xwişkê, ku wî ewqas bi stemkarî xapandibû, bi cî bîne. Wî dîsan zîrfon û ixlemûreka mezin, ya ku li binê wê hatibû nîşanî kirin, û roja betalkirina nîşaniyê, ku hingê tenê diya wî karîbû xemên wî vebirevîne, hatin bîrê. Wî xeyal dikir ku matîjêker û xwedîkera xwe ya pîr dihemêzand û kemana xwe ya pêşîn di dest xwe de digirt. Wî hemû ev yek di ronahiyeka nerm û têrxem de, di heman dûrahiyê de didît, mîna ku çawa pencereyên aliyê zeviyan jî bi çavkorî berê xwe didanê.

Wî hemû ev yek bihîstibû tevî ku tenê du-sê saniye ji gotinên nojdarî “Ev dawî ye!” borîbûn.

Nojdarî dîsan destê xwe rakir: – Xelas!

Alexis, diya wî û Jean Galéas bi kontê Parmayê, yê ku aniha gihabû wir, re çok dan. Xizmetkar li ber deriyê vekirî digirîn.

Kewçer 1894

*Me ev parçe-wergera hêja Husein Muhammedî ji malpera Zimannasê wergirt, bi tu awayî me zimanê wê neguherî. Em bi boneya dosyeya xwe ya li ser Marcel Proustî wê ji nû ve, wekî orîjînala wê, pêşkêşî we dikin.

📻 LI SER PÊYAN, ÇEND KELAM


📻 AŞ Û BAŞ

📧hurbini1@gmail.com
Her mazûvan û berhemdar ji naveroka xwe berpirsîyar e.