Geran bo Katî Ledestçû

 

|| Marcel Proust

1

Maweyek bû zû eçûme ser cêga û hêşta momekem nekujandibûyewe, ewende zû pêlwekanim ekewte ser yek derfetim ne’ebû be xom billêm: “Înca bo xom enûm.” Paş nîw kajêrîş le tirsî ewey ke katî xewtine, lexew raebûm; emwîst ew pertûkey pêm wa bû be destimeweye day binêm û momeke bikujênimewe. Bellam em bîrane daretêkî ta radeyek seyrî be xowe girtibû. Wam ezanî min xom ew şitem ke pertûkeke derbarey ediwê: Klîsayek, korallêkî çiwarqolî, pêşbirkêy nêwan Fransiway Yekem û  Şarlî Pêncem. Em heste ke ta çend satêk paş rabûnîş legelim bû; bîrî neeşêwandim çunke ew pûlekaney pêlwekanyan qurs ekird neyan’ehêşt lewe têbigem ke momekan helnekirawin. Paşan wirde wirde lam lêl ebû, bew corey ke bîrekanî pêşû le donadon da. Babetî pertûkeke le min daebira, be dest min bû ke xom be yek bizanim legelî yan na; ewsa bû ke çawekanim eyanbînî û serim lewe sûr ema ke dewrûberim tarîke û bo çawim baş û arambexş e. Belam reng e ziyatir bo mêşkim baş bû, ke tarîkî be şitêkî bêho û bêçemk û be rastî be gung û nûtek ehate berçawim.

Le xom epirsî to bilêy key bê? Horinî şemendeferekanim ebîst ke dûr û nizîk, berberînî pêdeştî çolyan enwandewe ke geştyaran be pele berew wêstge eçûn û ew kiwêrerêy ke eyanbirî, helçûnî şiwênî taze û karî beder le nerît, diwanêkî dirêjxayenî pêş malawayî le bin çiray bêgane da ke hêştaş legelyetî û şîrînîy ayindey geranewe, le bîrî geştyar da eçespênê.

Gonakanim be espayî egûşim be gonay serîneke da ke, pire û fênk û wekû gonay minalêk waye. Tele şiqarteyek pêekem bo ewey katjimêrekem bibînim. Ewendey nemawe bo nîweşew. Ew sateye ke nexoş, naçarî geşt û xewtin le motêlêk nenas, be hoy azarewe xeberî ebêtewe û bînînî regeyekî rûnakîy le bin dergake da şadmanîy ekat. Çi baş, roj botewe! Eweta xizmetkarekan le xew raebin. Ew zeng lêeda û dên be demyewe. Hîway geyiştin be asûdeyî yarmetî eda xoy le beramber azareke da rabigrê. Way zanîy dengî pêy bîst. Dengî pê nizîk bûyewe û dûr kewtewe. Hêlî rûnakîy bin dergake damirdewe. Nîweşewe; çira gazekeyan helkird. Diwa xizmetkar royişt û be dirêjayî şew bebê derman azarî çeşt.

Çawim çûyewe xew û hendê car tenha bo satekî kurt daeçilekam, her ewendey xiş xişî nawewey rûkeş textey dîwareke bibîstim, çawim bikemewe û le kalîdoskopî tarîkiyeke mor bibimewe, be yarmetî hoşyarîy têperim çêjî ew xewe bibînim ke jûr û kelûpel û hemû ew şitaney ke min tenha beşêkî biçûkî bûm û ew sistiyey ke minîş tozêkîtir têkelî ebûm. Yan renge le xew da bebê hîç mandiwêtiyek gerabûmewe bo xelêk ke bo hemîşe têperîbû. Hendê le tirsekanî minalîm gerabûnewe. Wekû ew tirsey le mam axem[1] hembû ke qijim bigirê û raykêşê û ew rojey ke kurtyankirdewe û -bo min nîşaney seretay xulêkî taze bû- kotayî pê hat. Em rûdawem katî xew le bîr kirdibû û ewendey le xew raebûm ta le destî mam axem helêm dûbare ekewtewe bîrim, belam pêş geranewe bo dinyay xewnî naw xewnekanim, bo parêzkirdin balincekem le dewrî serim ealand.

Hendê car, bew corey ke Hewa le perasûy Adem bedêy hat, le horim[2] da jinêk le ranewe le dayik ebû. Ew çêjey ke emwîst bîçêjim ewî bedîy ehêna û min pêm wa bû ke ew çêje hî ewe. Leşim ke germay ewî hest pêekird, katêk ke raebûm eywîst legelî awête bibêt. Le lay ew jinewe ke satêk lemewber becêm hêştibû, wa pêeçû hemû mirovekan zor lêm dûr in; gonam hêştaş le maçî germ û leşim le qursî nawqedî kutrabû. Eger, bew corey ke hendê car elwê, ruxsarî le jinêk biçwaye ke le jiyanim da nasîbêtim, be tewawetî xom existe ew biwarewe ke bîdozimewe, wekû ewaney ke eçin bo geşt û dîtinî şarêkî dilxwaz û pêyan waye etwanin ciwanî horim le rasteqîne da bibînin. Wirdewirde yadî kalewe ebû, kiçî xewnim le bîr ekird.

Mirovî xewtû, riştey katekan û zincîrey salan û gerdûnî, helqe helqe be dewrî xoyewe heye. Ke le xew raebê, be xorsik seyrêkyan eka û le çirkeyek da etwanê, şiwênî xoy le ser zemînî û katêk ke ta satî bêdarî ew têperîwe, bidozêtewe û hest pê bika; belam elwê riştekan lêk bialozên û bipiçirên. Eger demewbeyan, paş maweyek xewziran, katêk ke şitêk exwênêtewe û le helûmercêkî zor ciyawaz legel ewey ke xûy hemîşeyetî, xewî lêbikewê, tenha be helênanî destêk etwanê xor rabigrê û bîgerênêtewe û le yekemîn xulekî rabûn da îtir kat nazanê û pêy waye ke taze xew birdûyetewe. Eger le helêkî seyrtirîş da, bo wêne paş şêw, le ser qenefeyek xew bîbatewe, têkçûnî sîstemî gerdûn darmal[3] ebê. Qenefey cadûyî be xêrayî le naw kat û hewa[4] da eygerênê û katîkirdinewey pêlwekanî pêy waye çend mang lemewber le serzemînêkî tir le xew raçuwe. Belam le ser heman sîsemekey xoyişim, eger xewim qurs biwaye û be carê hoş le serim da nemaye, mêşkim le nasînewey ew şiwêney lêy xewtibûm, egera û katêke le nawerastî şew da xeberim ebûyewe bew corey ke nemezanî le kiwêm, le satî yekem da tenanet nem’ezanî kêşim! Tenha hestêkî sade û seretayîm le bûn hebû, bew corey ke giyanewerêk le qûlayî naxî da hest pê ekat. Le mirovî seretayîş asayîtir bûm. Belam ewsa ke yad –ne hêştaş ew cêganey lêy bûm, belkû hendê lew şiwênaney le raburdû da lêy bûm yan renge lêy bûbêtim- wek firyaguzarîyekî asmanî firyam ekewt ta lew boşayîyey xom be tenhayî nemetwanî lê derbaz bibim, derbazim bikat! Le yek çirke da lew dîwî sedekanewe têeperîm û peykerî lêlî çiray lampa û paşan kirasî yexe berewxwar, qonax be qonax, le tukutekanî xudî min exenewe yek.



Geran bo Katî Ledestçû

Pertûkî yekem: Rêgey Berew Swan

Marcel Proust

Siyamend Şasiwar le îngîlîziyewe kirdûyetî be kurdî

Blawkar: Nawendî Xezelnûs bo çap û blawkirdinewe

Çapî yekem: 2015

rr. 13-17


Latînîkirin: Hûrbînî



[1] Mam Axe: Mamî gewre.

[2] horim: xewnî naw xewn.

[3] darmal: tewaw, kamil.

[4] hewa: gişêwiş, boşayî, valayî.

📻 LI SER PÊYAN, ÇEND KELAM


📻 AŞ Û BAŞ

📧hurbini1@gmail.com
Her mazûvan û berhemdar ji naveroka xwe berpirsîyar e.