Nostaljîyeke Parîsê: Bêhna Nanî

 

|| Behîce Ferîde Demîr


Youtube | Apple Podcasts

Mirov deyndarê nostaljîyê, bikirê bîranînan e. Cudahîya ciwanî û pîrbûnê yan jî ya hebûn û tunebûna temenî bi vê yekê ve girêdayî ye. Lê tiştek heye, hinek war an jî mane nostaljîya mirovan xwedî dikin û digihînin dewreke din. Car heye kenek, dengek, axaftinek, nanek,  xwarinek, pevçûnek, mekanek, dilmayînek an jî mirovek nostaljîya derve û hundirî dike yek.

Lê wekî gelek tiştan êdî nostaljîyeke wisa hur û hurmetkar jî kêm peyda dibe û mirov tenê bi mekan, bajar an jî hîkayeta welatê xwe, xwe dide nasîn. Êdî li ser her hîkayetê çend hîkayetên din û şevereşka bîyanîbûnê heye. Ev bûyereke modernîzmê ye, helbet. Modernîzm wekî dahfikekê, bi her awayî rê û rêçikên jîyanê diguherîne û ji têkilîyên mirovan, bazareke mirovan ava dike. Mirov him dibin malên milyonan him jî dibin koçberên tenêtîya xwe. Bajar, koçberî û teknolojî li gor derfetên xwe yên ekonomîk û psîkolojîk jîyanê nû dikin û  hedûrîyeke nostaljîk li dû xwe dihêlin. 

Parîs ji vî alîyî ve wargeheke fireh a nostaljî û hîkayetan e. Nostaljîya wê ya cazîbedar û kemilî bingeha gelek xeyalan e. Belkî ji ber vê “xeyaldank”ê ye, bi milyonan koçber tevî hîkayetên xwe, xwe li vî bajarî digirin û nostaljîyên xwe ava dikin. Cihek, gerek, bibîranînek, qehweyek, zehmetîyek, lêbixwedîderketinek, karek an jî rasthatina mirovekî dibe arvanê nostaljîyekê. 

Aşxaneya (firneya nanî) Madame Ancréyê yek ji wan cihên nostaljîyê ye li ba min, li Parîsê. Aşxane li wê taxê bû ku ez lê rûdiniştim. Cihekî piçûk bû. Lê ya ku bala mirovî dikişand, ne ev bû. Çi bû? Bêhna nanî bi xwe bû. Bêhna aşxaneyê bi xwe dar û dîwar fireh dikirin û mirov kaşî nav hilm û gulma nanî dikir. 

Li alîyekî teregên nanî, li alîyekî jî vîtrîna şîranîyan bi hev re dikirin ku ev dikan bibe bihurgeheke jîyanê. Terega nanî tijî bû bi nanê fransîyan. Ji bo fransîyan nan û binavkirina wî ne mesele ye. Ew dizanin zû bi zû nanî bi nav bikin an jî dizanin ardê wî ji çi ye, hevîrê wî çer hasil dibe û kînga, di kîjan demê de tê xwarin. Bi qasî çend mehan min navên cureyên nanî dinivîsîn û dubare dikirin di rê de. Pê de pê de hînî aşxaneyê û telafiza binavkirinê bûm. Lê ne yek bû, ne dudu bûn. Her roj nêzî deh panzdeh cure nan li wir hebû û dilê mirovî dibijîya wan. Gelo tahma wan çere bû? 

Erê baget û tradition pêşengîyê dikin lê complet (nanê ku ji ardê kapekê ye), campagne (nanê gunda ye ji ardê kapekê û çewdar e), nordîk (ji ardê reş e û di nav da ceh û dendikê qulên berbirojê heye û nanê ji bakurê Ewropayê ye), brioche (bi hêkan hasil dibe; şîrînayî, rûnê meşkê tevê dibe), serial (genim, kuncî, xaşxaşk, dendikê gulê), seigle (çewder) her roj di teregan de cihê xwe digirin. 

Baget yê herî erzan û xwarina wî hesan e. Meriv zû fêrî navê wî dibe. Ji ardê spî hasil dibe û di dereceyeke normal de tê pijandin/pahtin. (Ne pir pijandî ne jî kêm pijandî.) Lewma une baguette di ferhenga bîyanîyan de yek ji wan peyvên sereke ye. Lê meseleya min ne une baguette bû. Gelo kîjan bû vî nanê ku bêhna medbexa mala me dixiste bîra min û tama nanê malê dida min?! Lazim bû ku ewilî ez hînî navê wî nanî bibûma ku dişibîya nanê me. 

Û axir hîn bûm…

Nanê ku li nanê Kurdistanê diçû tradition bû. Yanî nanê adetî. Ji ardê spî û kapekê tê hasilkirin, rind tê tirşkirin û roja din tê pijandin. Tradition nanê sifreyê û sohbetê ye. Gere hêdî bê xwarin û rind were cûtin. Taybetîya wî ji hişkbûna wî tê û kirtekirta wî mirovî şanaz dike. Gava kelî kelî bi penîr re tê xwarin, bi rastî jî mirov bi qelîyê nade. 

Tradition di navbera min û fransîyan an jî Madame Ancréyê de bû şîfreya pêwendîyan. Nanê mala me û bêhna nanê vê dikanê bala min sivik dikir. Wê çer ez didîtim, digot une tradition û dikenîya. Dilgermîya wê sawa xerîbîya min belav dikir her carî. Temenê wê ji şêstî zêdetir bû, dayîka du lawan bû. Bi eslê xwe ji Bretonyayê bû, hêna gava ew piçûk bûye malbata wê koçî Parîsê kiriye. Ji lîseyê pê ve bi dayîk û bavê xwe re di vê dikanê de dest bi xebatê kiriye. Ciwanî, bûkanî û pîrbûna wê di vê dikanê de derbas bibû. Lewma, bîyanî û niştecihên taxê zû ji hev derdixistin. Jineke rûken, dilnizm û zana bû. Ne hevalbend bû lê meriveke alîkar û hestîyar bû. 

Piştî ku du salên min derbas bûn, min li aşxane û kafeteryayeke din dest bi kar kir. Bi hezaran nan firotin, îlam jî tradition lê min tahm û xweşîya nanên Madame Ancréyê ne li wir ne jî li cihekî din nedît. Heta berî mehekê jî dikana wê vekirî bû. Lê mixabin pê hisîyam ku du hefte berê ji ber krîza dilî çûye rehmetê. Ji dikana pêncî salî û sîwana du qirneyan bêhneke xalî û xirab dihat êdî... 

Zeman û mirinê mirov têk biribû. Lê dîsa jî Qencî mabû, xirabîyê kon venegirtibû li wir… 

📻 LI SER PÊYAN, ÇEND KELAM


📻 AŞ Û BAŞ

📧hurbini1@gmail.com
Her mazûvan û berhemdar ji naveroka xwe berpirsîyar e.