Wergêrek û Wergerek: Asya Xerzan û "Dawîya Dawî"

 

   
Asya Xerzan û Dawîya Dawî

|| Wergera dawî ya Asya Xerzanê, "Dawîya Dawî"ya Peter Turriniyî, berî demeke kurt ji Weşanên NAyê derçû. Bi vê boneyê me hin pirs têkildarî şanoya Dawîya Dawîyê û karê wergêrîyê ji Asya Xerzanê kirin. Mala wê ava, wê jî bi xweşî bersivandin. Vêca ka hûn jî kerem bikin, bixwînin...

Serpêhatîya te ya wergerê çawa dest pê kir, wekî wergêrekê, bi kurtî dikarî behsa xwe bikî?

Dema min dest bi wergerê kir, li cihê kal û pîrên alman dixebitîm, ji bo aborî û debariya jiyanê.

Li cihê karê min, ji min dihat xwestin ku ez bi kal û pîran re eleqedar bibim, ji wan re bixwînim, bi wan re bileyzim û li çîrok û meselokên wan guhdarî bikim.

Gava meriv ji dil, ji tiştekî yan karekî hez dike, meriv naxwaze jê dûr bi dûr bikeve, ew kar an jî ew tişt çi dibe bila bibe, meriv bi hemû hewldan û derfetên xwe dixwaze di hemû kêliyan de pê re be. Naskirin û hezkirina wêjeyê jî dişibe evînê, hin kes zû wê nas dikin û jê hez dikin, û hin kes jî mixabin dereng pê dihesin lê gava wê nas dikin û jê hez dikin jî pê ve tên girêdan, naxwazin bi ti awayî jê bi dûr bikevin, jê veqetin. Ya min jî wusa bû. Mixabin min hinekî dereng nivîs û wêjeya kurdî nas kir. Bê ku ez gramatîk û rastnivîsa kurdî bizanim. Di sala 2014an de, bi rih, hest û axaftina kurdmancîya kalik û pîrka xwe, min dest bi xwendin û nivîsê kir, her wusa xwendin û nivîsîna helbesta kurdî. Piştî ku min ji curêyên wêjeyê helbest nas kir, di sala 2016an de berhema min a bi navê Dengê Bêdengîyê derket.

Te çima "Dawîya Dawî" wergerand û wergerên te ji xeynî vê wergerê hene?

Destpêka wergêriya min bi Dawîya Dawî dest pê nekir. Di sala 2019an de, min çîrokek ji devê kalekî alman ê nod û du salî bihîst, di dema karê xwe de min ew guhdarî kiribû, û min ew çîrok wergerand kurdî, çîroka bi navê "Xeyalên Azadiyê". Çîrok di malpera Diyarnameyê de jî derket. Hema bêje her roj min ji kal û pîran re çîrok û helbest bi zimanê almanî dixwendin an jî wan ji min re çîrok û meselok digotin, înca gava min li çîrokên wan guhdarî dikir min yekser ew çîrok di serê xwe de werdigerandin kurdî.

Min helbestên çend helbestvanên alman jî wergerandine kurdî. Yên kesên wekî Erich Fried, Heinz Erhardt û Friedrich Hölderlin.

Bêtir bi wergerandina kîjan cureyî dadikevî, rûtînek te heye di vî warî de?

Berî ez dest bi wergerê dikim bi kêmanî ez çend caran wê nivîsê yan pirtûkê dixwînim, ji bo ku ez baş têbigihêjim çîrok çi ye. Bi giştî du cureyên wergerê hene. Yek jê divê nivîs, peyv bi peyv û hevok bi hevok bê wergerandin, ji bo ku nivîs ji çarçoweya reseniya xwe dernekeve û divê xwendevan pê nehise ku metna ku dixwîne werger e. Her çi qas zimanê min resen be jî lê gava mirov zimanê xwe bi awayekî perwerdehîyê nexwendibe, mixabin hingê zehmetiyên vegotinê jî derdikevin pêşiya mirov.

Em dîsa werin ser "Dawîya Dawî"yê... Çawa dest pê kir çîroka vê wergera te, di çi qas zemanî de te ew kuta kir? Zehmetî û xweşîyên wê çi bûn ji bo te?

Li ser pêşniyara wergêr û nivîskarê kurd Muhsîn Ozdemîr min dest bi vê wergerê kir.

Bêguman, bi qasî xweşiyên wê zehmetiyên wê jî hebûn, ji ber ku ev perçeyê şanoyê bi tena serê xwe li bazara pirtûkfiroşan peyda nedibû, bi awayekî taybet min ew ji pirtûkxaneya Mûnchenê peyda kir.

Piştî ku min metna orjînal peyda kir, min hewl da bi nivîskar Peter Turrini re têkiliyê deynim, ji bo destûra wergerê, weşanxaneya wî ya bi navê Sesslerê li ser navê wî bi dilxweşî bersiva min da û destûr dan ku ev şano bi kurdî jî hebe.

Her cara min Dawîya Dawî dixwend meraqa min zêdetir dibû. Ji ber destpêka wê bi hejmara 1ê dest pê dikir û min dixwest ez xwe bi lez bigihînim dawiya wê yanî hejmara 1000î.

Min hewl da di ber karê xwe yê rojane de, di nava 8 mehan de wê bi dawî bikim, û bi dawî bû.

Berî vê wergerê jî tu hogirî Peter Turriniyî bûyî yan bi vê wergerê tu lê germ bûyî, te ew nas kir? Peter Turrini, di zimanê xwe de nivîskarekî çawa ye, bi çi hawî ber bi çavan dikeve, bi kîjan alîyên xwe?

Na, min ew nas nedikir, bi wergera wî min ew nas kir.

Gava min di derbarê Peter Turrînî de agahiyên hêja yên wekî pirtûkên wî li 30 zimanan hatine wergerandin, lîstikên wî yên şanoyê li seranserê dinyayê tên leyîstin û hwd xwendin, min ji xwe re got ma çima Peter Turrînî bi kurdî jî tune be! Turrînî yek ji girîngtirîn şanogerên zimanê almanî ye.

Turrini, ji sala 1963an heta 1971ê di pîşeyên cuda de xebitiye, ji sala 1971ê û vir ve weke nivîskarekî serbixwe jiyaye.

Peter Turrini, bi lîstika xwe ya yekem ya bi navê Rozznjogd di sala 1971ê de li Şanoya Viyana Volkstheaterê hat leyistin, ji nişka ve ew hat naskirin. Pişt re lîstika wî ya provakatîf-rexnegir Sauschlachten di 1972an bû skandaleke şanoyê.

Gelek cureyên wêjeyê hene, yek ji van jî werger e, ji bo pêşketina çand û zimanê me werger pir girîng e û pêwîst e heta ji destê me bê em berhemên dinyayê li li zimanê xwe wergerînin ji bo ku em ji wêjeya xelkê û pêşketina zimanê xwe agahdar bin.

Di kitêbê de beşeke/parçeyekî ku pir kêfa te jê re hatî hebû gelo, dikarî hinekî behs bikî?

Kêfa min ji hemû beşên wê re hat, gava mirov ji pirtûkekê hez neke, û mirov xwe tê de nebîne, mirov nikare wê pirtûkê bixwîne yan jî wergerîne. Hemû jî xweş bûn lê gava dibêje Ez li hemû cureyên xwekuştinê fikirîm lê yek jî ne bi dilê min bûev hevok zêde bi dilê min bû, ji ber ku ji sedî sed bi biryar e û li ber çav e ku wê çîroka xwe bi encameke serkeftî bi dawî bike.

Dîsa wekî “wergêr”ekê derheqê karê wergêrîyê çi difikirî, zehmetî û xweşîyên vî karî çi ne?

Gava mirov berhemekê ji zimanekî werdigerîne zimanekî din, ew berhem li şûna carekê du caran tê nivîsîn, zehmetiyên wê du qat in, divê tu ji metna resen bi dûr nekevî divê li şûna peyvekê tu li peyv û gotinên cuda bigerî heta ku hevok li cihê xwe rûnê û mirov pê dernexin ku werger e. Hesta herî xweş ew e gava tu berhemekê bi zimanekî din dixwînî û ji xwe re dibêjî, ev hevok wê bi zimanê min bi vî hawî bihata nivîsîn an jî gotin, bi peyv û hevokan dileyzî, berhemê tazî dikî, kirasekî bi zimanê xwe jê re didirûyî û niqteya dawî lê difesilînî.

Di ajandaya te de çi heye vêca, mizgînîyên te hene bo xwendevanên kurdî?

Belê, wergera Kasparê Peter Handkê jî qediyaye, bi xêr ew jî di nêzîk de wê derkeve.

📻 LI SER PÊYAN, ÇEND KELAM


📻 AŞ Û BAŞ

📧hurbini1@gmail.com
Her mazûvan û berhemdar ji naveroka xwe berpirsîyar e.