Nivîskar û rexnegira çandî bell hookê jîyana xwe fedayî vedîtina hezkirina rast kiriye. Ji bo bellê hezkirin û başbûn kiryarên xweragirîya polîtîk in.
|| Hevpeyvînek ji juniper glassê
______________________________________
bell hooks heyranî hezkirinê bûye. Bi salan e, ew ji her alîyî
ve li evînê mêze dike û di nav vê lêgerînê de, wê di têgihiştina me ya hezê de
nakokîyek peyda kiriye.
bell
hooksa dersdêr, nivîskar û rexnegira çandî, bi taybetî bi lêkolana pergalên
serdestîyê, nîjadperestî û patrîarkalê ve tê nasîn. Û her weha li ser
çareserkirina wan dixebite. Wê ji bîstî zêdetir pirtûk weşandine, di nav de
pirtûkên wekî: Talking Back: Thinking
Feminist, Thinking Black; Killing Rage: Ending Racism; û Where We Stand: Class Matters hene.
hooks dibêje, eşkerekirin û binavkirina awayên zordestîyê yên di civaka me de
girêdayî meraqa wê ya derbarê hezkirinê de ye û daxwaza wê ya dîtina hezkirinê
bi vî awayî derdikeve holê.
“Li ser hezkirinê pêşhikima herî
berberlav ew e ku em dê nikaribin li hember wê bisekinin an wê biguherin,” wê
carekê di kovara bûdîstan a bi navê Shambhala
Sun de weha nivîsîbû. “Dema ez rexneyên provakatîf ên siyasî û çandî
dinivîsîm û ew dibin sedema ku xwîner hişê xwe vezelînin û li derveyî
paradîgmayên diyarkirî bifikirin, wê demê ez wê xebatê wekî hezkirineke kara
dihesibînim. Dibe ku xwîner bikeve nav zehmetîyê, aciz bibe, car caran bitirse
yan tew hêrs bibe lê hezkirin her cihê destpêkirin û axirîyê ye bo
min.”
Min bi hooksê re
dema ew li Torontoyê li gera xwe ya dersan bû bi telefonê re xeber da. Ew jî ji
şêwra li ser başkirinê kêfxweş bû, karaktera xwe rastgo û nêzîkbûna xwe ya
hizirîna hûrûkûr a li ser mijarê hilda û anî.
juniper glass: Hûn hezkirinê çawa
pênase dikin?
bell hooks: Hezkirin ji şeş hêmanan
pêk tê: lêmiqatebûn, dilsozî, zanîn, berpirsiyarî, rêz û dirustî. Ez pê hisîyam
ku bi rastî serê gelek kesan tevlihev e derbarê pirsa hezkirinê. Û min got wan
şeş hêmanan bigirin û jîyana xwe bidomînin, bi dû re ji xwe bipirsin di tişta
ku ez dikim de ev şeş hêman hene yan na?
Divê ez balê
bikişînim ser wê ku hezkirin ji van şeş hêmanan pêk tê, ji ber ku piranîya me
xwedîyê yek ji van e, mîsal, îhtîmal e ku em ji dil tên hezkirin, lê ne di
rewşeka pêbawerîyê de ne. Ji bo min tişta herî giring derbarê van pênaseyan ew
e ku ew di nav jîyana rojane de ji wan mirovan re dibin alîkar ku dixwazin
hezkirinê tecrûbe bikin.
juniper glass: Têkilîya di navbera
başbûn û hezkirinê de çi ye?
bell hooks: Erê, li gor min
dermanê her tiştî hezkirin e ji ber ku temamê başkirinê di konteksteke weha de
pêk tê ku geşe bi mezinbûnê dide. Em dixwazin organîzmayê di wan rêyan de
biemilînin ku mirovî bihêztir dikin. Ez xwe di nav halekî wisa de dibînim ku
tenê dixwazim ji mirovan re bêjim, ez hêvî dikim ku karên min ên mayî tevî ji
bo başkirinê bin. Ez dixwazim mirovan baş bikim. Derdê min ew e ku ez wan
pratîkên başkirinê bi pratîkên xweragirîya sîyasî ve girê bidim.
juniper glass: Çi ye ya ku divê bê
başkirin? Dil, aqil an giyan?
bell hooks: Ji bo piranîya me,
çi yên ber bi bûdîzmê ve diçin, çi jî Afro-Amerîkîyên ku berê xwe dane
Yorûbayê, saxbûn di maneya çûna ber bi temambûnê/yekparetîyê ve ye, dûrketina
ji hestên xwe yên parçebûyî û şikestî ye. Lê ev nabe derman ji mikemelîyê re.
Ew ne nêrîneke tekûz e ku dibêje her tişt dê bi min re rast bibe. Ew qebûleke
weha ye ku, di bingeha xwe de dibêje, em tevî kêmasî û birînên xwe jî tam û
temam in. Û qebûleke ku wan kêmasî û birînan dihindurîne, êşê himbêz dike.
Ez lê difikirim ku
xaseten li rojavayê dinyayê û nemaze jî li Dewletên Yekbûyî, mirov xwedîyê
nerîneke weha ya başbûnê ne ku, wan divê ew xwe ji êşê rizgar bikin. Û lê zêde
dikin, ev vîzyona başbûnê dê rê bide ku em bi êşên xwe re ji nû ve bikevin nav
têkoşînekê. Ji ber vê êş ne wekî dijmin, wekî xaleke derfet û veguherînê tê
dîtin.
Bi ya min
zindîhêlana vê vîzyonê ne weha rihet e di civakeke weha de ku her gav hindek
dermanên êşbir pêşkêşî endamên xwe dike. Ez bi gelek kesan re axifîm, ciwanên
xeyala wan a zengînbûnê heye, xeyal dikin ku dê bigihin dewlemendîyeke zêde û
ew dê êşê ji jîyana wan bi dûr bixe. Her çi qas em ji kesên dewlemend xeberên
derbarê êşên di jîyana wan de bibihîzin jî, gelek kes hê jî berdewam in di vê
xeyalê de.
juniper glass: Başbûn tê wê maneyê
ku tiştin xirab bûne. Di proseya başbûnê de em çawa dikarin xwe ji
dilşewitandina xwe bi xwe ya zêde biparêzin?
bell hooks: Bi ya min di
civakeke wekî ya rojavayê de, ku qedrekî mezin dide hêz û ciwanbûnê, bi kîjan
awayî dibe bila bibe, fikirîna li kêmasîyan rêya mexdûrîyêtê ji mirovan re
vedike. Ji xeynî wê, cûdahîya di navbera başkirina ku rê li ber bihêzbûnê
vedike û ya dibe sedema kêmketinê, bi tevahî girêdayî berpirsîyarîyê ye.
Hewcedarî bi sûcdarkirinê tune. Li gor min, di bingeha her himbêzkirina me ya
mexdûrîyetê/qurbankirinê de, îradeya sûcdarîyê û hesta wekî ku tiştekî derveyî
me heye û em nikarin wê kontrol bikin, li ser serê me tevdigere, me bêqewet
dihêle.
juniper glass: Di nivîsa we de
fikira herî zêde min jê hez kir ew bû ku hûn dibêjin başbûn di eslê xwe de
proseyeke mezinbûnê ye. Dike ku em ji bo jîyana xwe bi tevahî berpirsîyarîyê
hilgirin.
bell hooks: Bêguman. Û li gor
min, divê di çarçoveya rojavayê de, [başbûn] wekî projeyeke xweragirîya sîyasî
bê dîtin, ji ber ku di jîyana me ya rojane de gelek tişt hene ku li dijî
vîzyona mezinbûnê ne. Ez lê difikirim ku em di çanda Me (takekesîtî) ya
dawîn de dijîn. Her tiştê wê çandê her gav di navenda ego û kesayetîyê de ye.
Carna wekî dersdêrekê ez bi şagirdên xwe dikenim û dibêjim, “Hûn dizanin, her
tişt ne li ser we ye!” Û di jîyana min de roj hene ku divê ez bi bîra xwe
bixim: her tişt ne derbareyî min e jî!
______________________________________
|| Wergera ji îngilîzî: Yonca Sarsılmaz
______________________________________
|| Ev nivîs ji kovara ascentê hatiye wergertin.
______________________________________
|| Ev nivîs bi saya piştgirên me yên Patreonê hatiye wergerandin. Heger hûn bixwazin kar û xebatên Hûrbînîyê tim berdewam bin, hûn dikarin li ser hesabê me yê Patreonê bibin yek ji piştgirên me.
______________________________________