Wergêrek û Wergerek: Samî Hêzil û "Hotel Dinya"

Samî Hêzil

|| 
Wergera dawî ya Samî Hêzilî, "Hotel Dinya"ya Ali Smithê, berî demeke kurt ji Weşanên Cervantesê derçû. Bi vê boneyê me hin pirs têkildarî romana Hotel Dinyayê û karê wergêrîyê ji Samî Hêzilî kirin. Mala wî ava, wî jî bi xweşî bersivandin. Vêca ka hûn jî kerem bikin, bixwînin...

Te çima "Hotel Dinya" wergerand?

Hotel Dinya li gel “Dilajal” û “Kûçik” wek sê roman, ku nivîskarên wan jin in, bi pîlansaziyeke hevpar a Weşanxaneya Cervantesê û wergêran bûn malê edebiyata Kurdî. Piranî ez bi xwe berheman dibijêrim ji bo wergerandinê lê vê carê bi destpêşxeriyeke hevpar me xwest ku em bi yek derbê sê romanên ku nivîskarên wan jin in wergerînin Kurdî. Nivîskara romana Kûçik – Hunden - Kerstin Ekman, nivîskara Dilajalê – Herztier - û Ali Smith nivîskara Hotel Dinyayê - Hotel World - tev jinên berhemdar û xelatgir in di wêjeya cîhanê ya hevdem de û bi baweriya min ew werger jî dê ji bo bilindkirina prestîja edebiyata Kurdî bibin kêliyek, ji xwe werger jî rêyeke bilindkirina nirx û prestîja wêjeyên netewî ye.

Serpêhatîya te ya wergerê çawa dest pê kir, wekî "wergêr"ekî, bi kurtî dikarî behsa xwe bikî?

Min di destpêka salên 2000î de dest bi wergerê kir. Lê ew daxwaz hîn dema ku ez di beşa ziman û wêjeya Îngilîzî de xwendekar bûm bi min re çêbû. Min çend helbest û çîrokên werger ên ji wêjeya Îngilîz û Amerîkî ji kovara Rewşenê re şandin û ew bûn yekem nimûneyên wergerên min ên weşandî. Di sala 2004an de min helbestên E.A. Poe wergerandin û ew ji nav Weşanxaneya Bajarê bi navê Qelareşk û Bîst Helbestên Din çap bû. Ji wê demê û pê ve wergerên min ên ji zimanê Îngilîzî, ji nivîskarên wek O. Wilde, C. Lamb, S.T. Coleridge, D.H. Lawrence, C. Dickens, J.R.R. Tolkien wek pirtûk çap bûn (hin ji wan li ber çapê ne) û dîsa di kovaran de, wek kovara wergerê ya bi navê Tabularasa û yên din, wek nivîs, çîrok hwd. weşiyan. Werger beşeke xebatên min ên nivîskariyê ye û min dil heye - li gor derfet û şert û mercan - zêdetir berhemên edebî wergerînim Kurdî.

Bêtir bi wergerandina kîjan cureyî dadikevî, rûtînek te heye di vî warî de?

Di nav cureyên edebî de min helbest, çîrok û roman wergerandine. Ez nikarim bibêjim ku min xwe bi cureyekê ve sînordar kiriye û bi rastî jî ji bo wergêran mirov nikare bibêje ku divê wergêr tenê di yek cureyî de wergeran bike. Ew tiştekî têkildarî tercîhê ye, dîsa jî hindî ku tecribeya wergêr di cureyekî de zêde be bandora vê yekê jî li ser kalîteya wergerê çêdibe. Di heman demê de min wergerên berhemên lêkolînî û teorîk jî kirine û ez bawer im bandora wan tecribeyan jî li ser wergerên min ên edebî çêdibin, çi erênî çi jî neyînî. Her çi pirsa rûtînê ye, wek tê zanîn nivîskarî û karê wergera edebî ji bo me kurdînûsan nebûye karê sereke yê pîşeyî. Ji ber vê çendê ez nikarim qala xebateke pîşeyî bikim ku di çarçove û bernameyeke bazara ticarî de dimeşe. Lê ev nayê vê wateyê ku ez/em bi awayekî tefekelî dixebitin. Ez salane bernameyekê çêdikim ku tê de pîlansaziya wergeran jî heye û piranî jî piştî ku min biryara wergerê da û dahûrîna tekstê û hin lêkolîn li ser nivîskar kir, ez bê navber li ser dixebitim ta ku biqede. Pişt re jî hinek dem terxan dikim da ku pirsgirêkên tekst-spesîfîk û yên têkildar çareser bikim û halê dawî yê metnê derxînim holê.



Em werin ser "Hotel Dinya"yê... Çawa dest pê kir çîroka vê wergera te, di çi qas zemanî de te ew kuta kir? Zehmetî û xweşîyên wê çi bûn ji bo te?

Wergera Hotel Dinyayê bi qasî sê mehan kişand. Li gor pîlansaziyê me sê meh ji bo wergerê veqetandibû û mehek jî ji bo karên din ên çapkirinê dima. Me piçek dema xwe borandibe jî kêm zêde li gor bernameyê kar kuta bû. Wergêr eger analîza teksta jêder baş bike, dikare di pêvajoya wergerê de arîşeyên muhtemel bi awayekî hêsantir çareser bike. Hotel Dinya wek berhem ji bo wergêrekî dikeve kategoriya tekstên dijwar, lewre berhem ji hêla şêwazgeriyê ve xwedî xasyetên xweser e û mişt bi lîstikên peyvan dagirtî ye ku ew jî kêşeyên tekst-spesîfîk û lînguîstîk derdixîne holê. Wek mînak karakterek di romanê de bi tîpên dengdar tenê diaxive, her çiqas di teksta jêder de ew bi têrê li gor tekst-kompozîsyonê têgîner bibe jî di wergerê de valahiyeke wateyî çêdibû. Di metnên edebî de wate bi wergir, anku bi xwînerê metnê, sergihayî dibe, lewma jî em wergêr carinan baweriya xwe bi xwendina afirîner a xwîneran jî tînin dema ku arîşeyeke kultur-spesîfîk an pragmatîk tam neyê çareserkirin. Hindî ku ji min hat min hewl da ku bêyî jêrnotan wan kêşeyan çareser bikim dîsa jî divê em qebûl bikin çi car ne metnek ne jî wergera wê temam dibe.  

Berî vê wergerê jî tu hogirî Ali Smithê bûyî yan bi vê wergerê tu lê germ bûyî?  

Ya rastî agahiyên min ên derbarê Ali Smithê zêde nebûn û min ew bi çarîneya wê ya demsalê (Autmn, Winter, Spring, Summer) ku bi Tirkî jî hatine wergerandin nas dikir. Hotel Dinya hîn bi Tirkî nehatiye wergerandin, vêca belkû tiştekî zêde giring nebe lê ew roman beriya Tirkî bi Kurdî hat wergerandin, ku piranî ji bo piraniya berheman rewş berevajî ye. Ez Ali Smithê pêşniyazî wêjehezan dikim, yên hîn ew newxwendibin teqez divê wê bixin nav rêza xwe ya xwendinê. Û Hotel Dinya jî destpêkek baş e ji bo vê keşifkirinê.

 Di zimanê xwe de nivîskareke çawa ye Smith, bi çi hawî ber bi çavan dikeve, bi kîjan alîyên xwe?

Ali Smith wek romanûseke jin xwedî şêwazeke resen e û wek serbazekê bi peyvan dileyize. Vê yekê bê ku xwînerên xwe biwestîne dike û xwîneran dike parçeyeke wan lîstikên peyvan. Her wisa zimanê her beşê û teknîka vegêranê li gor karaktera jin a li navendê jî diguhere. Bi rastî kesek Hotel Dinyayê bi zimanê Îngilîzî bixwîne bi şiyana afirîner a Ali Smithê diheyire. Nêrîna wergêrên bi zimanên din jî wisa bû ku min rasterast ji wan an jî ji nivîsarên wan ên derbarê wergera vê berhemê têderxist. Hêvî dikim bi vê wergerê me karibe bi Kurdî jî ev hunera yekta a Aliyê nîşanî xwînerên Kurd bidin. Dîsa beşa dawî ya ku Clare Wilby, xwişka Sarayê, bi teknîka monologa navxweyî diaxive û tê de gelek dîmen, gotin, îmaj bi şiklekî têkilhev rêz dibin jî beşeke balkêş e.  

Di kitêbê de beşeke ku pir kêfa te jê re hatî hebû gelo, dikarî hinekî behs bikî?

Roman demek kurt a jiyana 5 jinan dike mijar ku bi rasthatinan têkilî hev dibin. Aliyê her beş bi bergeha jinekê û li gor xasyetên wê yên takekesî honandiye. Beşa yekem a ku tê de giyanê gerok a keça bi qezayekê mirî - Sara Wilby - û laşê wê yê mirî yê nav gorê bi hev re diaxivin pir bala min kişand. Ali Smithê ev teknîk bi awayekî serkeftî û wek dîyalogeke hestiyar navbera giyanê lewçe û bedena nîv-rizî û hêrsok bi kar aniye.  

Dîsa wekî “wergêr”ekî derheqê karê wergêrîyê de çi difikirî, zehmetî û xweşîyên vî karî çi ne?

 Wergêriya wêjeyî wek şixul ji karekî profesyonel bêtir bi azweriya nivîskariyê û hezkirina bi wêjeyê re têkildar e, qet nebe ev yek ji bo wergêrên Kurd wisa ye. Lewre tê de dahatek zêde tune û rê û pîvanên wê yên ticarî û formel hêj bi têrê di qada xwe de nehatine pejirandin. Wergêrên Kurd divê ji hêla mafên xwe ve bêtir hestiyar bin û divê bibin endamên saziyên pîşeyî jî. Lê dawiya dawî wek karekî profesyonel tişta ku dê rewşa wergêriya Kurdî baştir bike girêdayî rewşa edebiyata Kurdî û bazara wê ye. Aktorên endustriya edebiyatê yên wek weşanxane, ajans, edîtor û weşanên din çiqas xurt bin, rewşa wergera Kurdî jî dê ewqas xurt bibe. Ji hêla din ve jî karê wergerê mijûlahiyeke afirîner û estetîk e, her wisa hêleke wê ya teorîk jî heye. Wergêrê edebiyatê bi gelek disîplînan re eleqedar dibe. Wêjenas e wergêr, zimanzan e, ji hunera nivîsînê, ji helbestê, ji vegotinên pexşankî beled e, lêkolînerekî çandî ye û piranî bi xwe jî nivîskar e. Dema mirov wan tevan bi hev re bifikire zewqa ku wergêr dihilde xuya ye ku tiştekî pir sofîstîke ye. 

Di ajandaya te de çi heye vêca, mizgînîyên te hene bo xwendevanên kurdî?

Li ber destê min du xebatên temambûyî hene. Yek ji wan bi zû de qediyabû lê ji ber kêşeyên telîfê me nedikarî çap bikira. Îsal me telîfa Hobbita J.R.R. Tolkien ji Harper Collinsê wergirt û ew ê di demeke nêzik de çap bibe. Ya duyem jî helbesteke epîk e ku bila bibe suprîz. Ji bo salên bê min niyet heye ez karê xwe yê wergerê jî bidomînim, helbet li gor derfet û kar û barên din.

📻 LI SER PÊYAN, ÇEND KELAM


📻 AŞ Û BAŞ

📧hurbini1@gmail.com
Her mazûvan û berhemdar ji naveroka xwe berpirsîyar e.