|| @bruskaryan
Nizanim bê ka ev çend car in tobe dikim ku ez dê dîsa li otobêsan siwar nebim û bi rêyên dirêj de neçim. Lê va ye vê carê jî dîsa mecbûrî yekê bûm û berê min li Stenbolê ye. Saet 12:44 e, dereceya germahîyê jî tê bê qey bi saetê re berevanîyê dike, li dor 40î direqise. Vê pêlê hingî bi vir de û wir de hatim û çûm - gelek caran belasebeb! - ji rê jî rêwîtîyê jî kerixîme. Vê carê min bilêta balafirê jî peyda nekir, peyda nabe. Ti tişt peyda nabe êdî, xela ye xela! Ji ber îda qurbanê ye herhal, bilêtên otobêsan jî bûne wekî esrarê.
Min dixwast ji xwe re podcastekê qeyd bikim, ji termînala Qezê dest pê bikim û rawestgeh bi rawestgeh tiştinan lê zêde bikim. Li Qezê hingî germ bû û dor li min teng bû min xîret nekir. Belkî li ser rêyê, li rawestgehên li pêş me qeyd bikim. Lê nivîsîn ji ber ku hinekî pratîktir e, û bêtir karê êqil e; di paldankeke otobêsê de sebra merivî pirtir pê tê. Ji xwe zû bi zû nanivîsim, kurmê wê car caran tê min.
Ji dema ku xwe nas dikim û vir ve ye hema wekî xwe ye Termînala Qezê. Ev bîst û heft sal in, her cihekî kevn û pîs e! Nizanim di dema kîjan şaredarî de çêbûye, û bi salan e her tê gotin li ser rêya Wêranşerê dê yeka nû bê çêkirin. Tobe heram be! Çenebû û çû. Termînal, berê, û ez dibêjim a niha jî wisa ye, helbet rexmî berê hindiktir; cihê çalakîyên şaredarîyê û mîtîngên sîyasî bû. Newroz li pişt cihê otobêsan, li qada termînalê dihat pîrozkirin. Festîvalên çandî li wir dihatin organîzekirin. Mewlûdên Pêxemberî li wir dihatin xwendin, mîtîngên partîyan û hwd... Li rex Îpekê, rêya Hevrîşimê ye. Gelek fîrmayên otobêsan lê hene, otobêsên ku ji hêla Tirkîyeyê tên û berê xwe didin Başûrê Kurdistanê tê re derbas dibin, rêwîyan hilgirin û datînin. Wekî gelek bajarên kurdî li vê termînalê jî gelek hûrûmûrên xelkê, telîs, bîdon, û kîsik mîsik bi vir de û wir de digindirin. Hey tên û diçin... A niha, ji ber ku werzê wan e li termînalê li ser tableyan qeresî/gêlaz, ecûr/tirozî, mişmiş û hinek fêkîyên din tên firotin. Bi taybetî ecûr zû bi zû li her derê peyda nabin, gelek rêwî ji bo wan ji otobêsên xwe dadikevin û hinekî ji wan dikirin.
Nizanim çima lê gelek caran gava ku nêzîkî Berîyê dibim an jî jê bi dûr dikevim, li ser sînorê Wêranşar û Qezê, ber bi Rihayê, kelek li min peyda dibe û zextan li min dike ku Şivan Perwerî vekim û guhê xwe bidimê. Bi taybetî jî stranên wî yên kelegermê, Berîyê, yên bi Ferêt û Xezalê... Zerekî çilmisî ye seranser Berî, cih bi cih şûna şewata axa sor xuya ye, û xemla kevirên Qerejdaxê. Tûm, û tûm! Tûmên strîyan. Makîneyên gir - Tirîyên Xezebê! - dixebitin, hewzan bilind dikin, golan dikolin... Wê av were Berîyê. Ew jî çîroka emrekî ye, ava ku wê bê. GAP! Projeya komarê ya nîv sedsalî!? Belkî, belkî; li Girê Bîrê tîna zevîyan bi ava Feratê bişikê.
Darên fisteqan, axeke din. Werzeke nêzîkî deryayê.
Otobêsa min û we piştî ji nav darên fisteq û zeytûnan derbas bû giha yekem rawestgeha xwe: Askoça Nizîbê. Yek ji wan dîmenên herî xweş Çemê Firatê ye li vê derdorê, li çend cihan tê pêş merivî. Nizîb navçeyeke Entabê ye lê ez dibêjim qey bêtir nêzî Rihayê ye. Carekê, berî salek duduyan, rêya min bi bazara wê ya zeytûnan ketibû. Qiyameteke zeytûnfiroşan dezgehên xwe danîbûn lê. Askoç, belkî rawestgeha ewil û dawî ya xwedî tiwaletên bêpere be. Jê û bi şûn de nakeve serê min cihekî bêpere hebe. Çaya wan ne xirab bû, qet nebe ne ya tirkî ye. Her cara jê derbas dibim bala min dikişîne, xebatkarên wê jî bi piranî bi hev re bi kurmancî xeber didin. Berê xelkê lê şorbe vedixwar, nan dixwar. Lê a niha pir pir kêm bûye ev, gelek kes êdî xwirekên xwe ji malê bi xwe re tînin, çayekê duduyan dikirin û hew. Good old times! Piştî vê rawestgehê û piştî çend sed kîlometreyekî em derbasî xaka Tirkîyeyê dibin, ji zaroktîya xwe de ez - ji bavê xwe - fêrî vî tixûbî bûme. Di zaroktîya xwe de çend salan gava ku havînî em diçûn behrê, bi wan erebeyên xwe yên spî û bêqlîma - ez, xweha xwe, dê û bavê xwe -, timî piştî Entabê û nêzîkî Osmanîyeyê bavê min digot ev der sînorên Kurdistanê ne. Malîava, bavo. Ew der sînorên Kurdistanê ne, her wekî Hemrînê! Çîyayê Kurmênc, Gawirdax... Mûawînê min û we dike serwîsa çay û qahweyê bike, Xwedê bike qahweya wî ya sade hebe.
Ometeke fabrîqe hene li Entabê, bajarekî tam û temam ê senayîyê ye. Şoreşeke biçûk a van erdan, dînamîzmeke ecêb.
Pozanti, Taşpinar. Saet tê 9 û nîvan. Vira zivistanî wekî qeşayê ye, ferzê a niha meriv dikare pîqut lê bisekine. Bi ser Adanayê ve Pozanti. Çi çaxa ku nîvroj meriv ji Qezê siwar bibe êvarî digihê vira. Ji vir û bi şûn de rê nîvco dibe hema hema, meriv hinekî din rihet dibe. Ji xwe heta çend saetan em dê serî li xewê xin. Simîtek min mabû, min dewek kirî û bi simîta xwe re vexwar. Berî ku em bi rê bikevin xanimek ji fîrmayê, Mardîn Seyahatê, hat forma memnûnîyetê tijî kir li nav otêbêsê. Hew qas sal in diçim û têm min hîç nedîtibû tiştekî weha hatiye kirin an jî fîrmayekê tiştekî weha kiriye. Yekî hinekî xwe bir û anî, min jî jê pirsî bê ka qet bi Cîzre Nûhê seyahat kiriye yan na, got na... Min got dengê xwe meke, ji xwe re li kêfa xwe binere hema!
Civatek gerîyaye li hêla dawî ya otobêsê, çi civat e ma law. Pîrekeke çeçan di nav de ye, çelabatek e. Ma zimanek li ser e, yabo yabo! Çend xort in û mêrikekî kalik e, ew jî bi têra xwe agir e. Berî çend saetan yek ji wan çû bi qazî ji şofêr re got mîzê zor daye min, divê hûn bisekinin da ku bimîzim. Feqîrê şofêr otobês tavilê sekinand. Vîya hema çawa ji otobêsê daket min dît kaliko û çend hebên din jî dan dû wî, qaptan çawa ku dît dadikevin tavilê otobês ajot û vana jî revî revî hatin siwar bûn, bêyî ku cixareya xwe jî pê bixin. Wey mala minê! Li Pozantiyê kalo belkî pakêtek qedand weleh di bêhnekê de. Îja jî pîreka çeçan yeka ji Qezê zeft kiriye ji xwe re, tew wa dendikan dikeritînin.
Koçhîsar. Wê tesîsa ku em ji xew şiyar kirin. Min demekê guh da Derwêşê Evdî li çola reştarî ya Enqereyê, heta ku di xew re çûme. Saet li dor 12 û çarîkekê tew min dît bang dikin bo moleyeke panz deh deqîqeyî. Bayekî cemedî heye li derve, min hinekî xwê daye di xew de loma piştî mîstinê min xwe da hindurê avahîya rawestgehê. Navê tesîsê û yê Qosa(e)ra me yek nav e, Koçhîsar e. Qosara me jî ji vî navî tê. Halê wê yê deformebûyî. Şev nîvê şevê em ketin etîmolojîyê jî, de rabe lo kaptan!
Tursan Park. Nêzîkî Duzceyê ye ev der, çend saet mane ji Stenbolê re. Ber destê sibê, saet pênc û nîv e. Telefona keçikekê winda bûye, yan hinek jê birine yan jî jê ketiye. Bi vir de û wir de dibeze û dike gazî. Zivistanî ev tesîs timî bi baran e, vê carê tiştek tune ye. Min mîst wekî her car, avek li ser çavên xwe kir û çayek vexwar. Rawestgeh qedîyan heta bi termînala Stenbolê.
Mala Xwedê ava: em gihan Esenlerê. Termînala navendî ya Stenbolê. Saet 9 û tiştek e, nexwe li dora 21 saetan bi rê de çûne. Hey maşele. Îja xaşer û maşer e vira, bi taybetî xelkê ji Kurdistanê tê û diçe komeke alav jî bi xwe re tîne û dibe. Piranî tîne ya rast. Hîn jî gelek tişt li cem me li gor Stenbol û Tirkîyeyê erzantir û bitahmtir in, ne neheq in ên ku tînin lê mîratê vî şixulê birin û anînê merivî diwestîne jî. Termînala Esenlerê berê tam zibil bû, a niha jî ne mikemel e lê li gor berê hinekî baştir û paqijtir e. Otobêsên ji bajarên mezin tên û diçin hemû ji wir hereket dikin û dîsa tên wir. Ji loma gelekî qerebalix e. Sûkeke wê ya ecêb jî heye, loqente, beqalîye û tiştik miştikfiroş hene lê. Axirê mala Xwedê ava, vê carê jî bi saxî û silametî gihamê. Heta careke din hûn sax, ez silamet.