|| Behîce Ferîde Demîr
Ceribandin/ceribîn xetîlên nivîskarîyê, xîçên edebîyatê ne. Çawa ku dîwar bê xetîl, kêvir û xîçê zexm nabe, edebîyat jî bê ceribandinan sererast û xurt nabe.
Di edebîyatê de berhema herî ekonomîk û hinkûfê kapîtalîzmê ceribandin e. Cih û mekan an jî rejîmeke mayînde jê ra hewce nîn e. Ew azad û arzdêr e. Jê ra fedayîbûneke hizrî yan jî patolojîyeke hestîyar ne lazim e. Ceribandin û ceribîner, felsefeyeke aktûel ji xwe re dihebînin û wekî kapîtalîstên edebîyatê li konjekturê dipên. Dewrana dîjîtal û reaksîyonên wê di heman demê de ji bilindbûna ceribandinan re jî rê xweş dikin. Dîjîtalîzm bi çarçoweya xwe ya xweser ceribandineke mirovî ye ji xwe. Naverokên vê serdemê yên dîtbarî/vîdeo, blog, zincîretwît an jî podcast cureyên nû yên ceribandinên neo-modern in, kapîtalbûna lîteraturê ne.
Ciwanmerd Kulekî vê carê bala xwe daye ser ceribandinan. Kitêba wî ya dawî "serê we neêşînim Qiseyên Dûdirej" ji Weşanên Avestayê derçûye. Berî her tiştî Ciwanmerdî zevîyeke bixetere bijartiye û teqandina hinek tabûyan daye ber çavên xwe. Her çi qasî bi dilnizmî navê kitêba xwe kiribe "serê we neêşinim" jî, wî çend serî dane ber gûzanê.
Ji bona nivîskarekî ciwan bijartina cureyê ceribandinê wekî şûrkêşîyekê ye jî. Gelek nivîskar cureyê ceribandinê di dawîya emrê xwe de wekî qonaxeke bêhnvedanê, encama gilî û gazinan an jî wekî ferhengeke temîyan bi kar tînin. Kifş e, rewşa civakê nivîskar xistîye nav metirsî û lêgerîneke nuh. Ji lewre, Kulekî ev qaîde nas nekiriye û xwe û nivîskarîya xwe ceribandiye. Naveroka kitêbê û rîskên bi naverokê re hatine girtin piçekî belave ne. Atmosfera rexne û pesnan a ji perîyodên dûrî hev pêk hatî hindekî westêr in. Lê minaqeşeyên nasyo-polîtîk û tesîra dijîtalîzmê ya li ser edebîyata kurdî nahêlin xwînêr bişikê.
Nivîskêr, "taqoz"ek danîye binê edebîyat-rewşenbîrîya kurdî û berpirsîyarîya li dijî pûçbûna rastîyan hildaye ser xwe. Problematîka edebîyata li zimanê xwe digere car caran dibe zimanê li edebîyata xwe digere jî û sedem-encamên hev du xwedî dikin derdikevin holê. Tevî ku Kulek bi xwe jî romannivîs e lê wî konfora romansazîya xwe xistiye binê nîrî. "Niviskarî" ji astronotbûna medyayê û fenomenîya polîtîzekirî dûr girtiye. Kozmolojîya neteweyê di rêwîtîya nivîskarî de tim pê re ye, geh rexnegir e, geh nivîskar, geh jî awirek e ji alema hunerê.
Xwendevanê/a kurdî û raya kurdan bi piranî bala xwe dide roman, helbest an jî çîrokan. Ne kes diwêrê ceribandinên xwe binivîse ne jî dixwaze bi awirekî rexnegirî û derveyî taxa xwe realîteya nas bike. Raya kurd a rewşenbîrî bi salan e li pê lez û stresa polîtîkayê dimeşe, hûrgilî û hewcedarîyên lîteraturê piştguh kirine. Vê stresa bêhemd rengînbûna jîyana heyî êtîm hiştiye, wekî şermekê hesibandiye. serê we neêşînim Qiseyên Dûdirej hinekî jî vê şermê radike, xwedîtîyê li wan rengan dike.
serê we neêşînim Qiseyên Dûdirej kitêbeke havînê ye. Di navbera dîjîtalîzm û problemên sosyo-ekonomîk de ceribandinên Ciwanmerd Kulekî bûne portreyên çend salên dawî. Kitêb, bi zimanekî sivik hatiye nivîsîn û mijarên xwe nas in. Problemên heyî ji endîşeya medyatîk wêdetir, ji nav malê, bi destê nivîskarekî ji me bes serbixwe hatine şirove kirin. serê we neêşînim Qiseyên Dûdirej bayekî sivik û bîneke paqij e ji bo ziman û zemanê me, ser pê naêşin, belkû xweş dibin.