Konsereke li Parîsê



Sedsala me wekî ewladekî bêkêr hew ji mîrateya xwe dixwe. Berê hêvî û hewesan daye ezmanî û fezayê. Mîrateyên dîroka serzemînê pêder pey sist, vala, û bêtesîr dimînin û rê li ber bawerîyên nuh vedikin. Xerc, hilberîn û fintech bûne kurmên zemanî. Yek û du xwedî dikin û bi gav û saetan me jî bi mafine biçûk û rizêr diguvêşin. Jibîrkirîn zêna sîstema vê sedsalê ye û kes jî nikare xwe li ber wê bigire. Wekî bablîsokekê, her tişt û her kes meta (tişt) û marqeyên dem demî ne êdî. Kapîtalîzma major di destê me da veguherîye toreke sosyo-polîtîk, kulturî û ekonomîk. Her kes di "geto"ya mejîyê xwe da rêzan û zanyar, qatil û mafdarê xwe ye mixabin.

Bêguman qonaxên weha şiqitok her di dîrokê de hebûne. Lê ti tiştekî bi qasî teknolojîyê rojanebûn û metabolîzmaya gîyanî li hev nexistiye. Hişbirî û kaşgirbûna vê gîyanê me ditevizîne, pêşerojê ji bîr dibe û paşerojê difirîne hewayê. Em û dem hev du digevizînin; cih, mekan, tahm, nefsbiçûkî û têgih-dîsîplînên heyî pûç dibin. Di nav vê helûbelayê de ya ku hîna dişê textê felekê mîx bike huner e. Huner û hunermend hîna xwedîyên mûcîzatên jengbir û nejibîr in.


Pervin Chakar li Parîsê bû. Piştî demeke dirêj ew û guhdarên xwe di 24ê hezîranê de hatin miqabilî hev. Konsert li salona "Cortot"ê ya Parîsê bû. Bêhna zemanî ji dekorên textîn yên salonê difûrîya û bi ser dika wê ya sade de dibarîya. Nostaljî ne tenê di salonê da bû. Dik, repertûar, deng û bi sedan dilên tî wê êvara hezîranê xwe dabûn benda vê mosîqeyê. Konsert bi pêşengîya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ve hate li dar xistin.

Chakarê bernameyeke têr û tijî û kozmopolît - têkel pêşkêş kir. Ew û ekîba xwe gelekî bi hirmet, serkeftî û zindî bûn. Chakarê bi awayekî milî xwe girêdabû. Libasekî spî yê ji figurên Mezopotamyayî çêkirî li wê bû. Kembereke reş û xişrên bedew, tevî makyaja sade "dîwa"bûna wê temam kiribû.


Repertûara wê ji baxçeyên deng û zimanan hatibû raçandin. Kurdîya kurmancî, fransî, almanî û ermenîkî... Her zimanekî bi reh û rengê xwe naverok zengîntir dikir. Lê çav û guhên me kurdan dîsa li lûrandina dengbêjîyê û çiveçiva berhemên dilê me bûn. Mosîqaya klasîk û westa hezîranê, em birin warê bîrhatîyên me. Chakarê wekî endezyareke mosîqayê temaşevanên li ber pêla teknolojîyê tevizî û bêtebat mayî livandin. Barê hunermendan giran e, ew dibin mexdûrên populerîzm û fanatîzmê gelekî caran. Diwestin û dibin qurbanîyên medyayê jî. Lê Chakarê zora vê dahfikê biriye, bi mosîqaya klasîk radibe û berhemên kurdî, ji kurdan re reforme dike.

Heyecan jî hebû li wir, hewes jî. Berhemên mosîqaya klasîk jî hebûn, govend jî hebû. Ave Maria dîsa miqedîmeya performansa wê bû. Pîyano Parîsî bû, pîspîsk ermenîkî û deng jî kurdî... Li Parîsê her roj bi dehan çalakîyên weha tên çêkirin. Wekî gotina Lucien Febvreyî " Fransa, piranî ye." Li Parîsê her kes xwe xwedîheq û serdarek dihesibîne.


24ê hezîrana 2022yan, roja Midsummerê, yanî cejna havînê îja xwedîmaf û serdar bîranînên kurdan bûn li vî bajarê bihêbet. Şev û dîwan ji rengê zozanên Sînegê, ji palên Qerejdaxê, Kerkûk û Hewremana kurdan bûn. Li Parîsê dîsa kurd hebûn, û dîsa dostên wan ên qedîm hebûn. Chakarê zenga jibîrbirkirinê jê bir û avêt bi sewta xwe. Xweş bû, pir pir xweş bû.
___________________________________
Wêne: Jean Fleuriot & Libas: Chopy Designs

📻 LI SER PÊYAN, ÇEND KELAM


📻 AŞ Û BAŞ

📧hurbini1@gmail.com
Her mazûvan û berhemdar ji naveroka xwe berpirsîyar e.