Nameyên Heta bi Hetayê Mehkûm ên Sîyasîyên Kurdan

|| Behîce Ferîde Demîr

Her çi qasî WhatsApp, Twitter, Facebok û gelek torên medyaya civakî îro roj têkilîyen me dorpêç kiribin jî di jîyana her mirovî de cihê nameyan cuda ye. Her mirov demekê teqez bûye guhdar, xwîner, şander, an jî wergir/çavlirêyê nameyan. Name û nivîsandina nameyan, têkilîya herî gerdûnî, sirek ji wan sirên kevnare ye di rêwîtîya merivan a şaristanîyê de.

Ya ku nameyan hinekî dike tiştin taybet jî vê sihra ye yek carinan. Ha bi şêweyeke fermî, ha jî bi ehwaleke takekesî; name her tim peyamgirên giring, tahmdar û dengdar in. Loma nameyên hinek kesan bûne sedemên serkeftin an jî destpêken nejîbîr. Gava ku Îslam dest bi belavbûna xwe dike nameya ji împaratorê bîzansî Herakleiosî re tê şandin mînakek ji wan nameyên herî balkêş e. Siltan Silêman li dijî Fransuvayî (François) di nameyekê de xwe wekî xwedîyê Kurdistanê dide nasîn. Yan jî gava Celadet Alî Bedirxan ji Mistefa Kemalê reîsê Komara Tirkîyeyê ra nameyekê dişîne, esalet û bixwebawerbûna kesayetîyekê nîşan dide. Bi mîlyonan name hatine nivîsandin, lê encax hindek jê karîne li dijî zemên xwe ragirin, guwahî (şahidî) û helwesta nivîsê biparêzin.

Kurd bi ronakbîrîya xwe ya penaber, parçebûyî û xembar ji neteweyên din vediqetin û dînamîzma nasnameya xwe li gor rewşa xwe ava dikin. Dîroka name û namegerîya kurdan parçeyek ji vê xemgînîya terxan e. Di wêje û hunera me de nameyên ku bûne şahid û sûretên  kêlîyên dîrokî hindik, veşartî, wenda yan jî sansûrkirî ne.

Ruşen Arslanî ev kêmasî dîtîye nedîtîye ne giring e, lê wî bi çavdêrî û berhevkarîya karê xwe pirtûkeke nimûne nivîsîye. Arslan, edîb nîn e, lê ew dîsa jî wekî pisporekî derbasî sînorê wêjeyê jî bûye. Bêguman, di vî karê nimûneyî de vîzyona Arslanî gelekî xuya ye. Arslan di heman demê de parêzer û sîyasetmedar e, di ber de jî aktorekî rêxistineke kurdî û xwedîyê bîreke lêkolînerî ye jî.

Lê mêvandarîya Ruşen Arslanî ya vê carê li ser pirtûka wî ya bi navê Nameyên Mehkûmî Miebetê yên Sîyasîyên Kurdan e. Pirtûk ji Weşanen IBVyê (İsmail Beşikçi Vakfı Yayınları, 2022) derketîye. Ne pirtûkeke çîrokî yan jî romanesk e. Sirf ji nameyên siyasetmedarên kurd ên dewrekê girtî mane pêk tê. Sîyasetmedarên ku bi dehan salan nefî, ecr û kesîretîya girtîgehan dîtine û bi jana dîlbûnê ketine bûne sîyasetmedar û navdar... Ev pirtûk/name, psîkolojîya aktorên ku name nivîsîne û karesatên wê demê wekî rêzefîlmeke ji nav jîyana Kurdistanê jî li hev siwar dike.

Em dikarin vê pirtûke wekî "déjà vu"ya sîyaseta rêvebir a Tirkîyeyê û hêza wê ya li ser sîyaseta kurdan jî bibînin. Lewra, gava ku em name-roj û dadgehkirina salên 70yî û îro didin berhev TÎP û HDP wekî lîstikvanên vê sêrbazîyê metelîyek dihêlin li pey xwe. Îsmet Şerîf Vanlî, Tarik Zîya Ekîncî, Şeyhmus Arslan, Musa Anter, Seid Elçî, Canîp Yildirim, Zilkif Bîlgîn, Îsmail Beşîkçî, Burhan Ozgen, M. Emin Bozarslan û gelek sîmayên din gava axifîne, nivîsîne Kurdistana duh û îro wekî cêwîyen bê serê xwe dimînin di destê me de.

Ji xwe nameyên ku bingeha pirtûkê ava dikin parzûnkirina reh û rehendên vê "déjà vu"yê bi xwe ne. Lê pirtûk "déjà vu"ya sîyaset û partîyên kurdan jî radixe ber çavan û tektonîka nakokîyên sîyaseta kurdan (a li Bakurê) jî deşîfre dike; ya ku pirtûkê ji çarçoweya namesazîyê wêdatir dike jî ev e. Nameyên surprîz û agahîyên nuh jî hene di pirtûkê de. Wekî peymana di navbera Seîd Kirmizitoprak û Seîd Elçî ya li girtîgeha Antalyayê, [ ev daxwaz paşê dibe sedema nakokî û pevçûna van her du nav û ekolan jî ] ku li ser hevkarî û lojîstîka di navbera kurdên li ser sînorî aşkere dike. Wekî agahîya di derbarê nameya Mela Mistefa Berzanî ya ku ji bo lihevanîna eşîrên kurdan hatiye şandin. Û gelek têbînî û hûrgilîyên li ser kesayet û rêxistinên wê demê wek agahî û pêzanînên derengmayî dilguvêşîyekê dihêlin li pey xwe... 

Arslan di pêşgotina pirtûkê de jî eşkere dike ku ev pirtûk ji nameyên îstîxbaratê, ji kûrye/poste û şopandinan hatiye berhev kirin, û paşê [ew name] bûne delîlên darizandina aktorên sîyaseta kurdî. Mixabin, hemû name wekî belgeyên tawanbarîyê hatine nirxadin di dema xwe de. Her çi qasî îro ev ji me ra wekî belgeyan bên hesêb jî, ji nivîskarên xwe re bûne sebebên sûc û cezayên mezin, gelekî giran ên mehkûmîyê.

Polîtîka û rewşenbîrîya kurdan di vê sedsala me ya dîjîtal de jî hê di patînaja partîyan a ber-teng de diçe û tê. Anonîmîyeke neteweyî li ti qadê bi pêş nakeve. Ruşen Arslanî di pêvajoyeke weha tûj û birek de ev pirtûk belav kir. Name êdî wekî alavên entîke tên dîtin, û sîyaset û sîyasetmedarî jî veguherîne şaxên karîyeran, û bi ber pêlên populîzmê ketine. Lê Zara Mihemedî û Makbule Ozer û hîn bi sed hezaran kurdên din hê tên girtin... Çima? Çer? Ji bona çi û heta kengî! Nameyên Mehkûmî Miebetê yên Sîyasîyên Kurdan nebûya dê kes bi vê "déjà-vu"yê bawer nekiraya.

📻 LI SER PÊYAN, ÇEND KELAM


📻 AŞ Û BAŞ

📧hurbini1@gmail.com
Her mazûvan û berhemdar ji naveroka xwe berpirsîyar e.