Rêwingîyeke di Çar Qonaxan de


||Zarema Bakur


Roja îroyîn di girtîgehên Tirkiyê de bi sedan nivîskarên kurd hene.  Gelek roman, çîrok, helbest, bîranîn û hwd ên van nivîskaran derçûne.  Rêwingîya Mahmut Yamalak jî, romanek e ji wêjeya zindanê. 

Roman ji du beşan pêk tê. Beşek li ser jiyan û serboriyên lehengê çîrokê ye , beşa din jî li dû şop û serboriyên lehengê çîrokê ye. 

Qonaxa Yekemîn

Çîroka romanê di şikeftekê de bi axaftina çend zarokên li dor agir rûniştine dest pê dike. Axaftina wan li ser şewitandina gund û kuştina gundiyan e. Xwiya ye ev bûyer di salên 1990î de qewimiye. Wan salan li Kurdistanê di navbera hêzên kurd û dewleta tirk de şerekî pir dijwar hebû. Li vir lehengê me Geral diçe bîranîna xwe, “Roja ku bavê min kuştin, min ê dest bi dibistanê bikira.”  Ev jî dide zanîn Geral 7-8 salî ye. Di vê qonaxa yekemîn de bandora şer pir zêde ye. Ji ber ku zarok in û hê bûyer baş tênegihîştine û bi tena serê xwe di şikeftê de asê mane. Jixwe di şer de xirabiya herî mezin li ser zarok, jin, ajal û xwezayê diqewime. Ev rewş li Kurdistanê bûye tiştekî asayî. Zarok her çi qas di bin bandora şer de bin, dîsa bi awayê zarokane axaftina xwe didomînin. Geral careke din vedigere bîranînên xwe yên wê rojê, dema wan bavê wî li ber dîwar şeridandibû, vê yekê têkçûneke derûnî bi xwe re anîbû. Di civakê de temsîla bav ji bo zarokan tiştekî pir pîroz û bi hêz e. Bav tu carê têk naçe, zana û hêzeke mezin tê nîşankirin. Lê ev zanîn û temsîl ji bo Geral wê rojê têk diçe. Û ji vir şûn de bi wê şêweyê lê nanêre. Çimkî bavê wî tevî wê temsîla xwe têk çû. Piştî van bûyeran hêviyek çêdibe ku lehengê me Geral here tev li hêzên gerîlayan bibe. Naxêr, vebêj li vir wê şêweya klîşe bi kar nayne û deriyekî nû vedike. Zanîna ku girtîgeh cihê sar, ji êşa civakê û rastiya wê dûr in û hîs nakin ne rast e. Vebêj lehengê xwe Geral dike nav lêgerîneke xwebûnî. Ev jî wê yekê dide der. 

Di qonaxa şopên Geral û lêgerîna wî ya xwebûnê de, rojnamevan jî li dû şopa vê lêgerînê de diçe şikeftê, cihê destpêka çîrokê. Lê ev tiştekî ne hêsan e çimkî dewleta tirk jî li pey windakirina wê şopê ye. Jixwe ev ne tiştekî nû ye, hema bi sedan sal in didome. Tunekirin, pişaftina û jenosîd bi her awayî dimeşe. 

Qonaxa Duyemîn

Piştî şikeftê lêgerîna Geral li çiyayê Deryaya Reş û bi danasîna malbatek Laz ve dikeve asteke nû. Di vê qonaxê de rastî hin şopên beriya xwe, bi heman awayî li ser kurdan qewimiye tê. Dû re nasîna malbatê, gundiyan û pişt re çûyîna bajarê Sewasê, bîranînên wê roja reş û mirina hevalên wî di vê qonaxê de bandora xwe zêdetir dike. Ev qonaxana ji bo Geral, xwe ji nû ve avakirin e. Wek Kurdistanê. Kurdistan bûye mêtingeha bênasname , Geral jî bênasname ye . Sînor, nav û hebûna Kurdistanê tune û ne diyar e, Geral jî nizane ji kîjan bajarî an gundî ye. Her çi qas hereket û rêxistinên azadîxwaz serhildanan dikin lê piştî têkçûnê mecbûr dimînin xwe ji nû ve ava bikin, Geral jî diçe kîjan qonaxê hewce ye xwe ji nû ve ava bike.

Lê taybetmendiyeke vê qonaxa Sêwasê heye, ew jî xwendinên Geral û nasîna wî ya bi peykersaziyê re ye. Bi saya peykersaz hin xwendinên dîrokî û civakî dike. Ev jî di lêgerîna wî ya xwebûnî de hestên nû derdixe holê. Serpêhatiyên peykersaz ev jî kurd e, rewşeke dubare ye. Kuştin, asîmîlasyon, pişaftin, koçberî û bêîtîbarî . 

Çûn û hatina rojnamevan û dîtinên wî jî bi awayeke cuda vê binhişiyê radixe ber çav. Rojnamevan di vê şopandinê de vedigere hevpeyvîna xwe ya bi Geral re û behsa wan şopan dike. Ev kar çi qas profesyonelî be jî ne pêkan e mirov ji wê rewşê hestiyar nebe û hestên xwe diyar neke. Di qonaxên rojnamevan de meraqa van şopên çîrokê zêdetir dibe.

Her du qonaxên dawî: Deryaya Spî û Mehsere 

Di qonaxa Deryaya Spî de Geral li bajarê Antalyayê ye.  Em dizanin li metropolên Tirkiyê bi milyonan kurd ji ber şerê dagirkirina dewletê koçber bûne. Antalya ji wan bajaran yek e bi sed hezaran kurd lê dijî. Li vî bajarî hevnasîna Geral bi kurdekî bajarê Agiriyê re çêdibe. Di vê qonaxê û ya dawîn de mijara girîng xizanî û bêxwedîtiya kurdan e. Bênasnamebûna Geral û nependiya pêşeroja wî ji bo tirkên mafyatîk derfetek mezin e. Otela ku Geral tê de dixebite xwediyê wî kesek nelirê ye. Xwediyê otelê Talîp hay ji rewşa Geral heye û dixwaze wî bi kar bîne. Ev bikaranîna tirkan pêvajoyeke dûr û dirêj e. Nêrîna Mela Seîdê Kurd sed sal berê çi bû îro ji wê jî xirabtir e. Ev tiştekî ne siruştî ye, hemî bi plansaziya dewletê hatiye kirin. Di destpêka şerê gerîla û dewletê de rewş derket asta herî xirab. Vê derfeteke mezin ji bo tirkan çêkir ku di her aliyê nelirê de kurd hatin bikaranîn. Ev jî trajediyeke mezin bû. Vebêjer bi awayeke zelal û serkeftî diyar kiriye. Jixwe nivîskar jî tevî malbata xwe rastî pişaftin, şewitandina gund, koçberiyê  bûye. Kêm kurd rastî van kirinan nehatine. 

Di qonaxa Mehsereyê de heman bikaranîn didome. Geral ji vir diçe bajarê Kastamoniyê û li wir pasvaniya tiştên bêhişker dike. Li vir gumanek jî heye gelo haya Geral jê heye an na? Bersiv ne diyar e. Rojnamevan ji heman demê de li dû şopê tê qonaxa dawî û hin pirsan dike lê bêbersiv in. Dixwaze xwe careke din bigihîne Geral û nependiya ser vê çîrokê zelal bike. 

Di dawiyê de meriv dipirse gelo Geral çer bû? Wî di lêgerîna xwebûnî de, xwe dît? Dê cilda duyemîn bê an na?

Bi kurt û kurmancî, çîroka zarokekî kurd, rastiya civakî bi şêweyeke serkeftî wek fîlmekê dide temaşekirin. 


📻 LI SER PÊYAN, ÇEND KELAM


📻 AŞ Û BAŞ

📧hurbini1@gmail.com
Her mazûvan û berhemdar ji naveroka xwe berpirsîyar e.