Mîta Eros û Psyche, belkî çîroka evînê ya herî rind e di mîtolojîya klasîk da. Eros, kurê Afrodîtê, wekî temsîla tîrbûna arezûya evînê bû û ew dihate teswîrkirin ku tîr davîte dilê mirovan û ewana evîndar dikirin. Psyche, banûyeke xama, temsîla ruhê mirov bû. Bi rastî, ew sembola ruhê pakîze ye ku bi bengînîyan û bextreşîyan saf bûye û ew e, niha va bo tev li dilxweşîyên cawîdan bibe amade dibe.
Di çîroka evînê ya Eros (di latînî da cupid) û Psyche (di wateya giyan di Greekî da), em dikarin sebata merivekî bibînin heta dema ew bi bengînîyê hatîye girtin û hewldana jineke ku serrevderî pê ra derxistina bi gelek astengîyan di nava serfirazîya dilxweşîya evînê da.
Peydakirina mîta Eros û Psyche
Efsaneya bedewîya Psycheyê
Li zemanekî qedîm, şahek hebûye ku sê keçên wî yên bedew hebûne. Ya herî piçûk, Psyche, ji her du xwûşkên xwe gelekî bedewtir bûye ku weke xwedawendekê dihate kifşê di nava fanîyan da. Nav û dengê bedewîya wê li seran serê mîrnişînê belav bibû û meriv dikirine serê rêyan dihatine seraya wê, heyranî û perestina wê dikirin.
Wexta mirovan ewa didît, digotin ku Afrodîd bi xwe jî nikare xwe bide ber bedewîya Psycheyê. Zêdetir xelqê Psyche dizanibû, kêm kesî xwedawenda evîn û bedewîyê dianîne bîra xwe. Perestgehên Afrodîtê hatine terikandin, li ser pêşkêşgehên wê xwelîya sar a bihurî girt û peykersazan êdî bo wê peyker saz nedikirin. Hemû şan û şuhretên ku bo wê bûn êdî spartine keçeke sade û fanî.
Xwedawendê nikaribû rewşeke weha bipejiranda û ji kurê xwe, Eros, alîkarî xwast. Wê bi keder gote wî, hêza xwe bikar bîne û vê keça piçûk a bêşerm bike nava evînê, bi kesekî wisa pîstirîn û aferîdekî herî kirêt ku qet li rûyê dinyayê tunebe. Eros bi gura wê kir ku wisa bike û gava wî ew dît, ew bi xwe hest pê kir dilê wî bi yek ji tîrên wê qul bû. Wî nikaribû ew xamaya xoşewîst bi bûnewerekî tirsnak ra bikira evîndar, lê biryar jî da ku wê yekê ji dîya xwe ra nebêje.
Ew kehatena tirsnak
Psyche, li gel vê yekê, xwe nebaş hîs dikir, ne tenê ji ber ku wê nikaribû li gel kesekî dildarî bikira lê, ya jê ecêbtir, kesek nedihate xuyan ku bi rastî dil biketa wê. Mirov pir dilxweş bûn hema bibûna heyranê wê. Êdî ew keçên din mêr kirin lêdan çûne ser halê xwe. Herdu xwûşkên wê, bê şert ji wê kêmtir dilniwaz bûn jî, du dawetên mişe kirin, her yek bi mîrekî ra. Psyche bedewtirîn keç bû li rûyê dinyayê, lê ew bêhnteng û tenê bû, her wext dibûne heyranê wê lê qet bi rastî nedihate hezkirin. Wisa xuya dibû ku merivekî dê ew wek jina xwe nexwesta û vê yekê bav û dîya wê dikire nava dilgiranî û azareke mezin.
Ew bû wexta bavê wê çû zîyareta kahînê li Delphiyê ji bo pirsa şêwrekî li ser wê yekê ku ji bo Psycheyê ra mêrekî bibînin. Kehaneta xwedê erjeng bû. Apollo difermand ku gotî Psyche, kincên reş lêkin, bibine ser serê çîyayekî û li wir bi tenê bihêlin pişta xwe bidinê werin. Mêrekî ku ji wê ra were bijartin, baskdarekî markî, erjeng û ji xwedayan bi xwe hê bihêztir, wê bihata û ew wek jina xwe hildaya.
Hîç kesekî nikaribû bêçaretîya malbatê û hevalên Psycheyê xîyal bikira. Ew hate amadekirin bo ber bi jorê, meriva qey digot rûyê wê dikeve mirina wê û bi qîrînan zêdetir qey digot ewana wê ber bi qebra wê dibin, wana berê wê stîyê dane tapê jorê. Bêçare, ew hemû vegerîyan, Psyche spartine çarenûsa wê, şemal û bêçare, û wana derê serayê ser xwe da dadan bo rojên xwe yên mayî ku şîna wê bikin.
Destpêka Çîrokeke Perîyan
Li ser çîyê û di tarîyê da, Psyche rûniştî û bendewar bû. Wexta ew diricifî û di şeva ker da dikire qêrîn, bayekî nermik li wê da. Ew bayê ter û teze yê Rojava bû, naziktirîna bayan bû. Wê hest pê kir ku ew bilind bibû. Ew di nava hewayê da bû, li ser çîyayê zang, li mêrgeke ter a tijî kulîlk. Wî ya xwe ya herî baş kir ku wê jana xwe ji bîr kir û di xew ra çû.
Wexta Psyche bi dengê ava zelal hişyar bû û wexta çavên xwe vekirin ew rûbirûyî qesreke bi heybet û şahane ma. Ew xuya dibû nesîbê xwedayekî bû, bi stûnên zêr, dîwarên zîv û erdên neqşkirî bi kevirên biqîmet. Bêdengîyeke mitleq zal bû. Qesr xalî dihate xuyan û Psyche bi heyr nêzîkî wê bû li heyranê îhtîşama wê. Ew li ber şêmîkê bi dilguman sekinî, li wir wê dengek bihîst lê kesek nedidît. Lêbelê, wê ev gotinên hanê zelal dibihîstin: Ew mal ji bo te ye. Were hundir û bêtirs be. Avekî li xwe bike û em ê destxwe ra te bi şan û şuhret bikin bi şîveke nuwaze.
Wê qet aveke wisa candar li xwe nekiribû ne jî xurekên wisa çêjdar tehm kiribûn. Wexta xwarinê, wê muzîkeke wisa nazik li dorbera xwe bihîst, wekî arpeke li gel birek koroyan. Wê ew newa dibihîst lê nikaribû kesin bidîtana. Ew hemû rojê bi tenê bû, tenê hevalbendîya bi dengan ra. Lêbelê, axirî wê dizanibû mêrê wê dê bi şev bihata. Û wekî wisa bû. Wexta wê hest dikir ew nêzîkê wê dibe û dengê wî dibihîst bi şirînî di guhê wê da dipistî, tirsa wê nedima. Heta bêyî dîtina wî, ew dilnîya bû ku ew cinawirek nîne lê ew mêrê dildar, wê hertim arezûya wî dikir.
Xuşûşeyek di dilê wê da
Rojên din tijî bi kêyfxweşî derbas bûn û Psycheyê di jîyana xwe da wextên xweştir nedîtibûn. Li gel vê, hingî roj bihurîn, ew bêhnteng dibû ku wê nikaribû mêrê xwe bidîta. Ser da jî, bi roj ew tenê dihate hiştin û bêhntengîyê dilê wê tijî dikir. Nişkê va, wê bîra malbata xwe kir. Yeqîn ewana bo wê şînê da bûn lê ew zindî û dilxweş bû. Ev yeka tiştekî bi însaf nebû û wê nedixwast malbata wê derd û êşê bikişîne.
Wê şevê, wê ji mêrê xwe yê esrarengîz xwest ku lutfekî bibexşîne wê. Wê xwest herdu xwûşkên wê werine serayê û piştrast bikin ku ew baş e. Ew ê bo dê û bavê wê yên kal û pîr bibûya rihetîyek. Pêşîyê, merê wê nexwest lê wexta Psyche wisa reng lê çû xemgîn bû, wî ji wê ra got. Baş e, ez ê rê bidim xwûşkên te werine vir, lê ji te ra dibêjim, nehêle ewana bikevine rex te. Ku ewana vêya bikin, tê nava me xirab bikî û zehf kul û derdan bikişînî.
Rojtira din, herdu xwûşkên wê, bi bayî, hatine ba Psycheyê. Wan hemûyan ku hev dîtin kêyfxweş bûn. Li gel wê hindê, wexta ewana ketine serayê, ew herdu xwûşkên mezin bi ew hemû serveta şahane devê wan xwar bû. Wexta şîvê, wana ew muzîka nayab bihîst û şeravên herî çêjdar vexwarin. Çavnebarîyê di dilê wan da zîl da û mereqeke nayêgirtin da der bo naskirina ew xweyê wê şahanetîyê, mêrê Psycheyê. Wana keçika belengaz girt derbarê mêrê wê de dane ber pirsan, şikl û şemalê wî, karê wî. Psycheyê hema digot ku ew nêçîrvanekî ciwan e.
Lêbelê, wana ji wê bawer nekir helbet. Ka çêdibû nêçîrvanekî sade ew qasî dewlemend bûya? Wana fikir dikir, gotî ew mîrzayek bûya yan heta xwedayek. Wan du xwûşkan dizanibû ku didane ber Psycheyê, serwet û dilxweşîya wan bi xwe qet tiştek nebû û gişk ji dexesîyê wana nexşeyek danîn ku tiştekî bînine serê xwûşka xwe. Wexta, wana xatir jê dixwast, ew du jinên bêyom gotine Psycheyê ku merê wê divê ew marê tirsnak be ku ew kehaneta Delphi gotibû derbarê merê wê da. Ji ber ku ew dizane ku tu wî bibînî, tê ji şiklê wî nefret bikî û wî heta hetayê terk bikî. Ah, Psycheya qijik, tu ça' dikarî tev mexlûqekî wisa tirsnak razêyî?
Xiyanet
Ji wê rojê pê va, Psyche tu tiştekî din nedifikîrî xêncî van gotinan. Yeqîn xwûşkên wê rast bûn. Çima ew nava rojê nayê cem min? Çima ew nahêle wî bibînim? Çima wî ji min ra qet behsa jîyana xwe nekir? Van pirsan bi rojan hişê Psycheyê tevlihev dikir. Yeqîn ew tiştên tirsnak vedişêre ew e sedem ku ew naxwaze nava rojê were dîtin. Gotî vê yekê derxim. Îşev, wexta ew kete xewa şirîn, ez ê mûmekî vêxim pê wî bibînim. Heke ew marek be, ez ê wî bikujim. Wekî din, ez ê mûmê bitemirînim bi dilxweşî bikevime xewê. Wê biryara xwe kir, ew hemû tiştên derbarê ku mêrê wê tenbîh kiribû ji bîr dikir.
Bi rastî jî, wê şevê, wexta mêrê wê bi asûdetî kete xewê, wê dest li xwe danî û mûm vêxist. Bi serê pozika lingê xwe çû nêzîkî cî bû û dilê wê kûr rihet bû. Şemalê cinawirek nîşan neda xêncî bedewtirînê mêran. Şerm kir ji ber dînitîya xwe û qitbûna pêbawerîya xwe, Psycheyê herdu çokên xwe danîn erdê û ji bo vê dilxweşîyê xwedayan ra şukur kir. Lê wexta ew ser wî da xar bû dilopek don ji mûmê rijîya ser pişta wî bedewî, merivê ciwan. Ew bi êş hişyar bû û îşiq dît. Wî li nava çavên wê nihêrî û rabirûyê nebawerîya Psycheyê bû, wî odeya razanê bi cî hîşt bêyî hema gotinekê bike.
Psyche hanzûka va li dû mêrê xwe revî. Tarî û şevereş bû û wê ewa neditît, lê dengê dilşikestina wî dibihîst: Evîn bêyî bawerî nikare bijî. Evana gotinên wî yên dawî bûn berîya ber bi ezmanê tarî bifire. Xwedayê evînê!, wê di dilê xwe da got. Ew bû merê min û ez bi wî bawer nebûm. Wê kire qêrîn û qarîn, bi rojan û paşê wê biryar da ku tiştekî bike dilê wî cake bikire. Ew ê li her derî li wî bigerîya û evîna xwe îspat bikira.
Sê peywîrên xeternak bo nîşandana evîna wê
Bêyî bizanibe ku êdî çi bike, ew çû perestgeha Afrodîtê û ji xwedawendê ra du'a û tika kir. Wê nîyaz ji Afrodîtê kir ku bi kurê xwe ra xeber bide û wî razî bike ku para vegere cem Psycheyê. Afrodîtê, helbet, ji dexesîya xwe bo Psycheyê biser neket û hê jî dixwast heyfa xwe jê veke. Wê gote keça ciwan ku ew dixwaze bi temamî dilnîya be ku Psyche bo kurê wê jineke qenc be. Ji ber wê hindê, Psycheyê gotî sê peywîran bo jêhatîbûna xwe nîşan bike bîne cî. Heger wê yek jî ji van peywîran da têk biçûya, wê Eros heta hetayê ji dest bidaya.
Psycheyê şertên wê pejirandin, Afrodîtê ew bire serê çîyayekî. Li wir xwedawendan tapikekî ji cûrbicûr toximên piçûk ên genim, xaşxaş, garis, û gelekên din nîşanê wê dan. Dixwazim hetanî vê nîvroyê tu van toximanan ji hev veqetînî. Heger nekî, ez ê tu carî nehêlim tu careke din Eros bibînî, got Afrodîtê û çû. Çawa bikaribûya ew bikira? Çawa bikaribûya ev hemû toximên piçûçik ji hev veqetanda? Ev peywîreke zalim bû ku çavên wê tijî hêsir kir. Wê gavê, komek morîstang di wir re derbas dibûn û ew nava bêçaretîyê de dîtin. Werin, bo vê keça belengaz merhemetê bikin û ka em alîkarîya wê bikin, wana ji hev ra got. Mûristangan gişka guh da vê gilîyê û bi zehmetî xebitîn, toxim ji hin tiştên nava wan da vediqetandin, ew pispor bûn. Wana ji koma qûmê ya mezin, her yek bi şahekî toximan çend komên piçûk çêkirin. Çavên Afrodîtê bi van komên piçûk ên qûmê ket û hêrs bû.
Te karê xwe xilas nekirîye wê got û da ser Psycheyê ku li erdê razê, bêyî tiştekî xwarinê bidê. Lê wê hingê wê bi xwe pal da nivînên xwe yên nerm. Wê di dilê xwe da digot ku wê bikaribûya bi dûr û dirêj berê Psycheyê bida karine dijwar, bedewîya wê dê li berxwe neda. Di heman navê ra, Afrodîtê dê nehîşta kurê wê ji oda xwe derkeve, li wir wî her dem xem û matema xiyaneta Psycheyê dikişand.
Rojtira din, Afrodîtê bi karekî nû ji Psycheyê ra hişyar bû, peywîreke xeternak. Tu wê ava reşe ku ji çîyê da tê xwarê dibînî? Ew a Rûbara Esrige e, berbat û zişt. Bo vê îskanê ji ava wê tijî bike bîne, xwedawendê got. Li ser gîhandina ber avşarê, Psycheyê dît ku ew tehtên li dorê şimşat û tîk in. Ew avên bi fişar nava zinarên tîk re diçûn ku tenê aferîdekî baldar dikaribû xwe bigîhandayê.
Û bi rastî, eyloyekî alî wê kir. Ew bi baskên xwe yên mezin li ser rûbarê difirîya wexta wê Psyche dît û dilê wî bo wê şewitî. Wî bi nikulê xwe îskan ji destê wê girt, ew bi ava reş tijî kir û anî da Psycheyê. Gava Psycheyê av anî hat, Afrodîtê ew bi bişirîneke sar pejirand. Hinekan yalê te kir, wê bi awayekî tundî got, bi awayekî din te nikaribû ev peywîra xwe bi xwe bikira. Ez ê şansekî din bidime te ku ew te nîşan bide ku ew tu yî, tam kifş bike wekî ya dixwazî bibî.
Wê sandiqek da Psycheyê. Gotî wê ew hilda bibira Cîhanabinerdê û ji Persephone-ê bipirsîya, şahbanûya Mirinê, ku piçek bedewîya xwe birijanda nava sandiqê. Wek her car gotina wê kir, Psycheyê rêya xwe girt ku wê bibe cem Hades. Wexta ew derîyan ra kete hundir û kelekek girt bo yalê din, ku li wira tenê mirî diman, wê birek pere da Charonte ew kelekvanê ku alîyê wê bike di tarîyê da rêya xwe peyda bike ya diçe seraya Persephone-ê.
Bi rastî, wî kelekvanî yalê wê kir û piştî demekî, ew rast li ber derê Persephone-ê bû. Wexta Psycheyê ji wê daxwaz kir ku dilopek ji bedewîya xwe birijanda nava sandiqê, Persephone xweşhal bû ku xizmet bikira ji Afrodîtê ra. Psycheyê sadiq hilda û bi kêyfxweşî vegerîya ser rûyê Erdê. Wexta wê sandiq da Afrodîtê, xwedawend bê hed û hesab hêrs bû. Wê bi ser keçika belengaz da kire qarîn ku wê qet nehîşta ew here û ew ê her xizmetkara wê bûya.
Hemû xweş e ku axirî xweş were
Di vî wextê çetin da, Xwedayan, ku wana di wî hemû wextî da ev gunehan temaşe dikirin, qirar kirin ku tev li vî karî bibin. Wana Hermes şand, wê xebera Xwedê, ji Eros ra bêje ew hemû bedbextîya ku jina wî navê ra derbas dibû. Ji Eros girtîbû û lê ew birîna xiyanetê pak bibû. Ew ji odeya xwe derket û Psyche di baxçê dîya xwe da bêtaqet dît.
Ji wê gavê pê va, Eros û Psyche bi hev ra di nava xweşîyê da di seraya xwe ya xweş da jîyan, ku ew hemîşe tijî bi gul û kulîlkên din bû. Psycheyê Eros razî kir ku li dîya xwe bibore wê êş û elem dabûne wê. Wekî xelata dawetê, Zeûsî Psyche nemir kir û qebûl kir ku ew xwarina nemirîyê tehm bike, ew vexwarina Xwedayan. Heta Afrodîd jî kêfyxweş bû seva niha ku Psyche bi mêrê xwe ra li asîmanan dijîya. Mirovên li rûyê dinê ew hemû tişt ji bîr kiribûn û dîsa diperestine wê ew xwedawenda rast ya bedewîyê.
|| Wergera ji îngilîzî: Rizgar Elegez
____________________________________
|| Ev nivîs ji malpera Greekayê hatiye wergertin.
____________________________________