Nivîsîn | Gotara Abdulrazak Gurnahî ya Axaftina Nobelê

|| Abdulrazak Gurnah (Wergirê Xelata Edebîyatê, Nobel 2021.)

Nivîsîn her tim bûye dilxweşîyek. Hîn dema ez zarok bûm, min li dibistanê xwe dida benda wan polên ji bo nivîsîna çîrokan hatibûn veqetandin, an jî herçî tiştên ku mamoste lê difikirîn dê li gor polên din bêtir bala me bikişînin.

Paşê, her kes di bêdengîyê de xwe bi ser maseya xwe de xwar dikir, da ku ji bîr û xeyala xwe tiştên hêjayî nivîsînê bîne. Di nav wan hewldanên xortaniyê de ti xwestekeke me ya ku em tiştinên taybet bibêjin nebû, serpêhatîyeke nejibîr bi bîr bînin, yan jî nerînekê bi hişkî bi lêv bikin, bigazincin... Hewldanên me pêdivî bi xwendevanan jî nebû jixwe, ji bilî mamosteyê ku bi saya wan rahênanan hewl dida alîkariya me bike da em şîyanên xwe yên vegotinê pêşdetir bibin.

Piştî çend salan ez bi xwe mamosteyek bûm, êdî dema şagirtan xwe xwarî ser xebata xwe bikira û ez di poleke bêdeng de rûniştî bûma, bi berovajî min ew tecrûbe çêdibû. Vê, helbesteke D. H. Lawrenceî dianî bîra min ku a niha ez dê çend rêzan jê wergirim.

Rêzên ji “Baştirînê Dibistanê”: Dema ez bi tena serê xwe li quncikeke polê rûdinim, li wan tifalan temaşe dikim ku bi qutikên havînê ne, dema dinivîsîn, serên wan ên gilover bi mijûlî xwar dibûn: yek li pey yekî din radibû li min dinêrî, pir bêdeng difikirî, wekî ku nedîtibe. Û careke din dizîvire hinekî din bi kêfxweşî, bi kelecaniya karê xwe, dîsa ji min badide rûyê xwe, tiştê ku dixwest peyda kir, tiştê ku divabû bi dest xist.

Pola nivîsînê, ya ku min behsa wê kir û ew helbest anî bîra min, ne ew nivîsîn bû ku dê paşê xuya bike. Ew nehat kudandin û rênîşandan, li ser nehat karkirin û bi caran ji nû ve nehat organîzekirin. Di wan hewldanên ciwanîyê de, min bi awayekî rast, bê dudilî û sererastkirin, bi awayekî xwerû dinivîsî. Her weha, min bi awayekî jixweçûnê dixwend, bêyî rêbazekê dîsa. Wê demê min nizanibû ku ew çalakî çi qasî ji nêz ve girêdayî hev in. Hin caran, ku ji bo dibistanê ne pêwîst bû ez zû hişyar bibûma, min heya derengî şevê dixwend ta ku bavê min ê bêxew dihat û bi ser min de diqûrîya da ez lampeyê bitefînim. Eger te biwêrîyaya jî te nikaribû jê re bigota, ez hêj hişyar im û çima ez lampeyê vemirînim? Ji ber ku te nedikarî bi bavê xwe re wisa biaxivî. Di her rewşê de, wî bêxewiya xwe bi ronahîyê re ditefand ji bo dayika min aciz neke. Ji ber vê yekê fermana wî ya vemirandina ronahîyê jî wisa li şûna xwe dima.

Nivîsîn û xwendina ku paşê bi dorê li dû hev hatibû, anegorî serpêhatîya xortanîyê bêserûber bûn. Lê dîsa her tim bi zewq bû û ti micadeleyek jî tê de tune bû. Lê her ku diçû, bi demê re, bû zewqeke cuda. Heta ku ez li Îngilistanê nejîyam, min bi giştî fêm nekiribû. Li wir, di nav kesera welatî de û di nav êşa jîyana xerîbekî de, min serî bi wan tiştan êşand ku ez berê li ser wan nefikirîbûm. Di wê serdemê de, ku ji xizanî û xerîbiyê pêk dihat, min dest bi nivîsîna cureyekî din kir. Bo min zelaltir bû ku tiştek heye, hewce ye ez bibêjim, karek heye were kirin, poşmanî û gazin hene ku bên derxistin û raçavkirin.

Di serî de ez li li reva xemsar a ji welatê xwe û li wan tiştan hizirîm ku min li pey xwe hiştibûn. Di nîveka salên 60î de kaoseke kûr, ku rastî û xeletî nepen dikirin, ji ber şoreşa 64an û tundîya pê re pê re hat ket nav jîyana me: Binçavkirin, îdamkirin, derxistina ji welêt û zilmên piçûk û mezin ên bêdawî. Di nav wan bûyeran de û bi hişê xortekî, ne pêkan bû ku bi zelalî li ser encamên dîrokî û siberojê yên wan qewimînan bifikirim.

Tenê di salên destpêkê de ku li Îngilistanê jiyam, min dikaribû li ser mijarên wisa bifikirim. Li ser xirabîyên ku me dikaribû bi serê hev de bianîyana, derew û xapandinên ku me dida ber dilê xwe ji nû ve bala min çûbû ser wan.

Dîrokên me alîgir bûn, li hember gelek zilman bêdeng diman. Sîyaseta me nijadperest bû. Piştî şoreşê derî ji zilmê re vekir ku bav li ber çavên zarokên xwe hatin kuştin û keç li ber çavên dayikên xwe hatin serjêkirin. Dema ku li Îngilistanê bûm, dûrî van bûyeran jîyam, lê di hişê xwe de ji bo wan pir xemgîn dibûm. Dibû ku min kêmtir bikarîya li hember hêza bîranînan li ber xwe bidaya eger li nav wan wan mirovan bûma ku hêj encamên wan dijîn. Lê ez di heman demê de jî bi wan bîranînên din xemgîn bûm ku ne têkildarî van bûyeran bûn. Zilma ku dê û bavan li zarokên xwe dikir û ji ber dogmayên civakî yan zayendî; înkarkirin an jî neyeksanîyên ku ji ber xizanî û bindestîyê hatine tolerekirin. Ev tiştên ku hemû kes di jiyana xwe de dihewîne, ne ji bo me tenê, lê ev her tim ne li ser hişê me ne, heta ku rewş hewce bike ku hûn ji wan agahdar bibin. Ez bi guman im ev yek ji barên wan mirovan e ku ji trawmayekê revîyane û dûrî bûyerên li pey xwe hiştine bi ewleyî dijîn. 

Axir min dest bi nivîsîna hin ji van fikirînan kir, lê ne bi rêkûpêkî, tenê ji bo tevlihevî û nediyarên di hişê xwe de hinekî zelal bikim. Lê hêdî hêdî eşkere dibû ku tiştinên pir xemgîn qewimîne. Dîrokeke nû û hêsantir dihat avakirin, tiştên qewîmî dihatin guhertin û heta ji holê dihatin rakirin, li gorî rastîyên wê demê ji nû ve dihat binyadkirin. Ev dîroka nû û hêsantir ne tenê encama misoger a serketîyan bû. Serketîyên aza bûn ku li gor tercîhên xwe çîrokên xwe yên bijartî ava bikin. Lê di heman demê de bi dilê wan rexnegir, zanyar û nivîskaran bû ku bi ti awayî eleqeya wan bi me re tune bû lê pêdivîya wan bi çîrokeke weha naskirî ya li ser rizgarî û pêşketinê hebû. Wê demê hewce ye ku mirov dîrokeke weha red bike ku guh nade tiştên madî yên şahidîya demên berê kirine; wan avahî, destkeftî û hêjayîyan red bike ku jîyanê avadan kirine. 

Piştî salan, dema li wan kolanan gerîyam ku ez li wan mezin bûbûm, min dejenerasyona tiştan, cihan û mirovên bêdiran ên di nav gemarê de dîtin. Di tatêla jidestdana bîra paşerojê de bûn. Hewce bû ku meriv hewl bidaya, ji bo parastina wê bîrê, nivîsîna tiştên ku li wir diqewimîn, vejandina kêlî û çîrokên ku bi serê mirovan de dihatin û bi rêya wan xwe nas dikirin. Hewcedarî pê hebû ku çewisandin û zordestîya serdestên me bihatana nivîsîn ku wan dixwest ji bîra me biçin.

Di heman demê de têgihiştineke din a dîrokê jî hebû. Gava ku ez nêzîkî çavkanîya wê bûm, li Îngilistanê, li gorî dema perwerdeya min a kolonyal a li Zanzîbarê, ew bo min zelaltir bû. Em zarokên nişfekî kolonyal bûn, bi awayekî cuda ji dêûbavên xwe. Ji yên di pê xwe re jî her weha, bi kêmanî kes ne bi heman awayî bû. Mebesta min ji vê ne ew e ku em xerîbê wan tiştan bûn ku dêûbavên me qedr û qîmet didan wan, an jî yên piştî me hatin ji tesîra kolonyalîzmê rizgar bûn. Ez dixwazim bibêjim ku em di wê serdema jixwebawer a emperyalîzmê de mezin û perwerde bûn, bi kêmanî li deverên cîhanê yên wekî me. Di wê serdemê de serdestîya rastîyê ji holê rabûbû û me ew qebûl kiribû. Ez behsa wan deman dikim ku kampanyayên kolonyal ên li herêmê hê zêde pêş de neçûbûn û bal nedikişandin ser wêrankariya desthilatdariya kolonyal.

Ewên piştî me hatin, xeyalşikestinên wan ên post-kolonyal hebûn, û xwe-xapandinên wan ên bi konfor. Herhal ji loma, bi zelalî û bi kûranî nekarîn bibînin bê ka rûbirûbûna kolonyal jîyana me çawa veguherîye, rêvebirîya me ya şaş çawa guherîye. Ev her weha bi awayekî jî parçeyekî mîrateya kolonyal e. Ji van mijaran hinek jê dema ku ez li Îngilistanê bûm ji bo min hîn zelaltir bûn lê ne ji sedema rasthatina bi wan kesan ku bi wan re axivîm an di polê de ewan ji min re qal kir. Lê ez baştir têgihiştim ku hin kesên mîna min di çîrokên xwe de, hem di nivîsên xwe de hem jî di axaftinên xwe de qala wan henekên nijadperest û dijminatîyan ku min her roj li dikanan, li buroyan û di hevdîtinên rojane de didîtin. Min nikaribû derbarê wê pêşwazîyê de tiştek bikira, lê çawa ku ez fêrî xwendina bi têgihiştineke mezintir bûm, ji bo redkirina puxteyên biçûkxistinê yên li ser me daxwaza min a nivîsînê zêdetir bû.

Lê her çi qasî nivîs hêzdar û rehet be jî, nikare bi tenê li ser şerî û polemîkan be. Nivîsîn ne li ser tiştekî ye, ne li ser vê mijarê yan wê mijarê ye, lê ji ber ku xema wê jîyana mirovan e, çi zû çi dereng, zilm, evîn û qelsî dibin mijarên wê. Her weha, ez di wê bawerîyê de me ku nivîsîn dikare bi awayekî din be, wan tiştan jî nîşan bide ku çavê hişk û otorîter nabîne. Tiştê ku merivan di dîtinê de biçûk dike ew e bêyî guh bidin biçûkkirinên yên din jixwebawer hîs bikin. Ji ber vê yekê min hewce dît ez li ser vê yekê binîvîsim û bi awayekî rastî binivîsim, da ku hemû hêl, hem xirabî hem jî qencî ron bibin û mirov ji nav sadebûn û qalibê xwe derkeve. 

Dema ku ev bi ser dikeve, cureyekî xweşîyê derdikeve holê. Bi vî awayê nerînê cih ji bêhêzî û qelsîyê re, di zordarîyê de ji bo nermîyê, û di nav çavkanîyên nepayî de ji kapasîteya dilovanîyê re vedibe. Ji ber van sedeman e ku nivîsîn ji bo min bûye parçeyekî hêja û balkêş ji jiyana min. Helbet tiştên din jî hene lê ew ne di vê mijarê de ne. Hinekî jî bi mûcîzewî, wê zewqa nivîsînê ya bi kêrhatî, ku min di destpêkê de qal kiribû, piştî dehê salan jî hîn li şûna xwe ye.

Di dawîyê de ez dixwazim sipasîyên xwe yên ji dil pêşkeşî Akademîya Swêdê bikim ku wan ev rûmeta mezin da min û xebata min. Sipasdar im.

|| Wergera ji îngilîzî: Yonca Sarsılmaz

____________________________________

|| Ev nivîs ji malpera Xelata Nobelê hatiye wergertin. 

____________________________________

|| Ev nivîs bi saya piştgirên me yên Patreonê hatiye wergerandin. Heger hûn bixwazin kar û xebatên Hûrbînîyê tim berdewam bin, hûn dikarin li ser hesabê me yê Patreonê bibin yek ji piştgirên me.

____________________________________

📻 LI SER PÊYAN, ÇEND KELAM


📻 AŞ Û BAŞ

📧hurbini1@gmail.com
Her mazûvan û berhemdar ji naveroka xwe berpirsîyar e.