| Înan Eroglu
Ev sernav feyza xwe ji navlêkirina “Kara Kitap 25 salî ye” digire. Orhan Pamukê ku romana xwe ya Kara Kitapê di 1990î de weşandibû, kiribû ku cara ewil di edebiyata tirkî de kitêbek hevwext hem ewçend neyê famkirin hem ewçend bê xwendin û firotin. Remezan Alan xortekî 22 salî bû gava ev kitêb çap bû û 24 salî bû gava di 1992yan de nivîsara wî ya derheq vê kitêbê di kovara Birikimê de weşiya (û piştî hevdeh salan jî ev nivîs bi kurdî belav bû, bnr. Bendname). Piştî vê nivîsara wî bi deh salan, romana wî ya ewil û dawî bi navê Saturnê hat çapkirin (Avesta, 2002). Hingê, ew 34 salî bû.
Çend roj berê gava min nivîsara Umran Aran derheqê Saturnê de xwend û wî dipirsî bê çima Saturn wek projeyekê bi ser neket, min xwest cardin vê romanê bixwînim. Berî çend salan (mihtemelen 2015) odeya Alan a li avahiya Enstîtuya Zimanên Zindî (Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê) guherî, wê çaxê ez jî yek ji wan xwendekaran bûm ku kitêb û refên wî bar kirin odeya nû. Xwest kitêbekê bide me her yekî ji ber vê alîkariya me. Çapa duyem a Saturnê (Peywend, 2013) bû. Min got “Min ev roman xwendiye mamoste,” bi awayekî bixwebawer. Kitêbeke din dabû min.
Meriv dikare bibêje “min xwend” ji bo her kitêbeke cara ewil xwendiye? Xwendin tenê ew reftara çavan e ku digere li ser ometek herfên di xal û xeteke dûz de bi semt û dûzanekê gihane hev? Heger ev xwendin be, erê, min xwend, û van rojan, bo cara duyem, min cardin Saturn xwend. Lê heger xwendin ne ev be (hal ev e ku ez jî wisa difikirim), nexwe ne cara ewil min ev kitêb xwend ne cara duduyan û herhal dê ne cara sisêyan be jî gava ku wê bixwînim. Xwendineke tekûz jî tune ye her wekî nivîsînê û ev e ya ku dihêle em bi arezûyeke şêtane bidin dû aso-rewneqa van her du çalakiyên ku em dê ti carî negihîjinê. Her çi be, ez dê bo vê reftara çavan jî bibêjim xwendin.
Cara ewil dema lîseyê (sal esehî nayê bîra min, dê di navbera 2010-2012yan de be) min dest bi vê kitêbê kiribû û ji ber tibhê xwe yê wê çaxê ku min ti kitêbek nedida alî heta ku min bi dawî nekira ger min ti tişt jê fam nekira jî, min roman bi dawî kiribû bêyî ku serwext bibim, binê qiyametek peyvan çixêz kiribû ku bi min xerîb bûn û paşê wisa ji xwe re hesibandibû ku min ew xwendiye. Heman ew safikî hebû di bersiva min a “min ev roman xwendiye” de ji Alan re. Deh sal derbas bûn di ser xwendina ewil re û cara duyem, dîsa min roman ji heman çapa ewil xwend bêyî ku bizanim ka guherînkariyeke çawa di çapa duduyan de çêbûye. Di serî de bibêjim, sed ji sed ne serwextî vê xwendina dawî me jî û vegotina wê ya tîr û hevoksaziya wê ya nivîşkan (û bi min zêde nelihev bi kurdî re) dikir ku car bi car ji seqaya romanê qut bibim (ev wê maneyê nade ku romaneke xirab e). Bes ev bêserwextî û qutbûn di hemû xwendinan de li kar e û ez bi temamî ne serwextî û digel metnên çîrokî yên xwedî vegotinên herî zelal im jî. Car heye di cihê herî xweş ê metnê de ji seqaya wê dûr dikevim û xwe di nav xeyaline din de, çi pêwendîdar çi nepêwendîdar, dibînim. Ev derbasbûneke yekxetî ye, ji alemeke xeyalan derbasî alemeke din a xeyalan dibî û ev yek zewqê dide min. Nexwe çi ye ev tişta ku dike em rexma bêserwextiya temam û qutbûna carbicar jî zewqê ji van metnan wergirin. Bersiveke wê ya sade heye: Ew tişt e. Ew tişt carina hevokek e, carina ziman e, carina karakter e, carina bûyer e, carina şêwaz e, carina tevn e, carina û hey carina. Em dikarin bêhesab dirêj dirêj bikin. Nexwe em dikarin vê bibêjin: her kes li gor xwe dide dû wî tiştî û xwendina xwe bi dawî dike. Nexwe çi bû ew tişta ku hişt heta dawî Saturnê bixwînim? Xwendina ewil: Baş nayê bîra min, lê ji ber çixêzên binê peyvan dikarim bibêjim min ev roman xwend ji bo ku peyvên nû hîn bibim û jixwe wan salan min piranî ji bo hîn bibim dixwend. Xwendina duyem: Arezûya ku çend gotinan li ser bîstsaliya vê romanê bikim.
Ev arezûya berbehs di dema xwendinê de bêtir bala min bir ser vegêranê (dê ne ecêb bûya ku nivîskarê vê romanê paşê bibûya mamosteyê dersa vegêrannasiyê li zanîngehê). Romana ji sê tebeqeyan pêk tê, çîroka çîroka çirokê dibêje û xwe spartiye sê beşên mesnewiyê (girîzgah, agaz-i qise, xatîme), beşeke destana Memê Alan dike ji xwe re kiriye bingeh. Di beşa dawî de ku êdî em fam dikin ev fîlmek e û senaryoya wê ji romana vegêrê giştî hatiye adaptekirin, em dibînin ku roman binyada xwe ji edebiyata klasîk, mijara xwe ji ya gelêrî wergirtiye û bi alaveke modern a wekî Eyneyê (hûn wekî kamera fam bikin) romaneke bançîrokî pêk hatiye ku nivîskarên bela xwe li postmoderniyê didin zêde jê hez dikin.
Vegêrê giştî yê ku nivîskarê romana “Keywan”ê ye (ku êdî di destê derhênerê hevalê wî de ji zimanê kevn vediguhere zimanekî rojane û navê wê dibe Saturn) wek kesayetê duyem ê Alan bixwe dixuye ku em hin endîşeyên wî yên li ser romanê jî dixwînin. Çîroka herdu tebeqeyên binî bi kurtî ev e: Li ser fermana Mîrcin hin cin dotmîra Nînşarê (Xewbanû) dibin odeya mîrzayê Aramşarê (Bengîn), Bengînê ku dil dikeve Xewbanûyê gava ku sibehê şiyar dibe û wê li odeyê nabîne, tevî hemû bergerîn û lavahiyên derdora xwe jî dest bi amadekariyên çûna Nînşarê dike.
Beşa ewil Ibn Pitat vedigêre ku cin e, di beşa duyem de meriv dibêje qey vegêra giştî ya vê beşa Agaz-i Qise Eyneya Xeybê ye lê ji ber ku tevgerên Eyneyê bi xwe jî ji aliyê vegêrekî din ve tên vegêran ne dûr e ku vegêrê hakim ê vê beşê senaryonivîs/derhêner e, Eyne alavek e ku berê me dide binhişê karakteran, diyalogan û teswîra seqayê. Vegêraneke pirdeng û guhêrbar di vê beşê de zal e. Di beşa sêyem de jî du vegêr hene: Ibn Pitat û vegêrê nivîskar ê romana Keywanê.
Pirsek: Gelo em çima tevgerê Eyneyê bixwe dixwînin bê çawa li ser rûyan, li derdorê digere û nîşanî me dide (“Eyna ku li dû girîna Mîr Kalan çav diniqîne, dîsa bi wî re lê li mekanekî din çavê xwe vedike”, r. 43), ma bêyî ku ev Eyne jî bigere û behsa wê bê kirin em dê fam nekin ku Eyneyek heye û nîşan dide? Bersiv: Helbet em dê fam bikin. Çimkî di beşa ewil de tê diyarkirin ku cin dê ji Eyna Xeybê li vê çîroka bengîn temaşe bikin. Ev ne bes nivîskar bi xwe diyar dike ku va karakterên wî dê dest bi axaftineke hundirîn bikin (“di vê kêliyê de dest bi axaftina hundirîn dike”, r.57). Ma gelo gava xwendevan neyê îqazkirin ew dê bixwe nebe monologek? Helbet dê bibe. Nexwe çi hewceyî van zêdehiyan heye? Difikirim, heger di beşa duyem de bixwe behsa Eyneyê û îzahên belaheq nehatina kirin, Eyne bixwe her tiştî vegêra (ne ku ew jî ji aliyê vegêrekî din ve bihata vegêran) û bêyî midaxeleyên raveker (ne midaxeleyên Ibn Pitat û dengên derveyî yên ji alema cinan, ew bixwe rengekî xweş didinê) me ew monologên karakteran bixwendina, heye ku metn hîn xurttir bibûya. Çawa ku em di fîlmekî de ne kamerayê lê tiştên ku kamera kişandiye dibînin, ya rast jî ew e ku meriv di romanê de jî ne Eyneyê lê tiştên ku Eyne nîşan dide bibîne.
Ev hîs di beşa dawî ya romanê de jî bi min re çêbû. Bi carekê re çîrok xilas dibe, derhêner dibêje “stoop” û roman xilas dibe. Min got, “hoop, ev ji kû derket.” Guherînên wiha bilez ên bançîrokî ji metelhêliyê zêdetir nivîşkaniyê bi xwe re tînin, gava ku ev vegêrê banî di temamê romanê de xwe nede der û car bi car xuya nebe û pêwendiyê bi metnê re danene, dê wek qulpeke zêde bi metnê ve xuya bibe ku bi nebûna wî re jî dê ti tişt neguhere. Her wekî ku Umran Aran jî di nivîsara xwe ya berbehs de amaje pê dike ku “di cihekî de (gelek caran ber bi dawiyê) ji xwîneran re tê eşkerekirin ku wan qedekî din xwendiye yan ew dixwînin: metna nivîskarekî, fîlmê romanekê hwd” lê ev (a ber bi dawiyê) ne tenê di romana kurdî de êdî di ya dinyayê de jî klîşeyek e û yek ji klîşeya herî mezin jî ew e ku çîrok xilas dibe û xwediyê çîrokê ji xew şiyar dibe (ev xewn e, me jî bawer kir!). Jixwe dipirsim, bêyî du sê rûpelên dawî yên vegêrê xwediyê romana “Keywan”ê jî dibû? Bi min dibû çimkî ev vegêr ji bilî du sê rûpelên dawî di seranserê romanê de ne xwedî peywirekê ye.
Tiştekî din. Gelo em mecbûr in di metnên çîrokî yên xwedî zemanekî bûyerê yê kevn de girîngî bi zimanekî kevn bidin? Divê bibêjim, bersiva me çi erê çi na, ti eleqeya wê bi naverokê û asta berhemê re tune ye. Eleqeya wê bi famkirina xwendevanan re heye. Nivîskarekî ku nexwaze rê li ber famkirineke baş bigire dê di metneke xwe ya serdema osmaniyan de zimanekî mişt bi peyvên wê serdemê nenivîse. Na jixwe siûda te hebe (nivîskarên kurdî bi siûdtir in, çimkî zimanê pexşana kurdî pir kêm guheriye) û zimanê te her li ser sêra xwe ya berê be, dê ji bo te zêde nebe xem. Lê em bifikirin ku kurdiya çarsed sal berê û ya îro qiyametekê ji hev dûr in û tenê çendek pispor dikarin wan metnan bixwînin. Herhal dê dînîtiyeke mezin be ku nivîskarekî roja me biçe di romaneke xwe ya derheq çarsed sal berê de bi wî zimanê çarsed sal berê binivîse ku tenê çend kes dikarin bixwînin lê ew jî Xwedê zane bê wê bixwînin yan nexwînin. Li şûna vê ev yek dê baştir be û dê girêdana xwendekarên îro bi zimanê çarsed sal berê re xurttir bike: Hin peyv, qalib, biwêj, gotinên wê serdemê û wî zimanî bi hostatî di hin deverên cuda yên metnê de bên bicihkirin û dubarekirin (dubarekirin muhîm e, yan na ew jî dibe wek meseleya qulpa zêde). Bi vî awayî dê hem peywendiya xwendevan û metnê qut nebe ji ber meseleya famkirinê hem jî ew peyv û gotin di hişê xwendevan de bi laş û gewde be û heye ku bi xêra nivîskar ew peyv û gotin ji nû ve zindî bibin. Lê metneke mişt bi van peyv û gotinên berê dagirtî dê ne peyvên berê li ferhengên modern zêde bike lê encax xwendevanan ji xwe kêm bike.
Ez nikarim bibêjim Saturn xwestiye sed ji sed bide dû zimanekî kevn ê zemanê bûyera çîrokê. Lê di gelek cihan de jî em rastî peyvên wisa yên berê yên di osmanî de tên. Ji bilî xwendevanên ku zêde ne çavnasê osmanî ne (dibêjim qey xwendevanên kurdî kêm be jî çavnasê wê ne) texmîn nakim ku rê li ber famkirinê bigire lê helbet mimkin e ku peyvên xerîb û kêmnas xwendevanî ji xwendinê jî dûr bixe (ê min ji ber ku bala min ne li ser van peyvan lê li ser çîrok û vegêranê bû, nezanîna wan rê li ber xwendina min negirt). Pirsa di hişê min de ev e: Di beşa dawî de em hîn dibin ku navê romanê ji “Keywan” bo “Saturn”ê tê guherandin ji aliyê derhêner ve ji ber ku Keywan bêtir li zimanê kevn tê û Saturn li zimanê “îro” tê; nexwe ne çêtir bû ku zimanê romanê jî bêtir li gor zimanê “pêjn û hisên îro” bûya ne ku yên serdemeke kevn? Bi vê guherandina navî wisa fam dikim ku zimanê metnê jî hatiye nûjenkirin lê di romanê de wê nabînim.
Umran Aran dipirse: “Alan beramberî plota dedektîfiyê, berhema xwe danî ser binyata mesnewiyê. Belê mesnewî li nav kurdan hatiye nivîsîn. Lê zemanê ku Alan romana xwe nivîsî kê mesnewî dixwendin?” Lê mesele ne kêmxwendina mesnewiyê, mesele nebûna rêwîtiya dedektîfiyê ye ku eger bi gotina Alan bibêjim, nebûna ew “lêgerîna xweş” e. Alan di nav kevanekeke heman nivîsara berbehs a li ser Kara Kitapê de dipirse “ji ‘lêgerîn’ê xweşiktir arketîp heye?” (Lêgerîn ji aliyê nivîskar ve di nav dunikê de hatiye nîşandan.) Bersiv: Qet tune ye. Herçî Kara Kitapa Pamuk e, ew jî xwe dispêre metnên kevn ên rojhilatî ku ku yek ji wan jî Mesnewîya Mewlana Celaledînê Rûmî ye, yên din jî Çîrokên Hezar û Yek Şevê, Husn û Aşka Şey Galip, Mentiqul Teyr a Ferîdudîn Attar e. Pamuk her yekê tiştekî ji van wergirtiye ku “lêgerîn/rêwîtî” yek ji van e û mihtemelen ev e ya ku Kara Kitapê tevî nefamkirina zêde ya xwendevanên wê jî bi girseyeke mezin daye xwendin (çîrok pir besît e: Galipê ku jina wî Ruya malê diterikîne, li pey Ruya dikeve ji bo ku wê bibîne, difikire ku bi pismamê wî Celalê rojnamevan re reviyaye, diçe di mala Celal de dijî û hewl dide ji nivîsên wî yên rojnameyê cihê wan tesbît bike). Ecêb e, tevî ku haya Alan ji vê arketîpa herî xweş (a dedektîfiyê ye her wiha) heye û tevî ku ev sehneya cîguhestina Mem û Zînê bi rêwîtî/lêgerîna Mem ber bi Cizîrê ve didome lê di Saturnê de em ne vê rêwîtiya ber bi Nînşarê ve lê rojên berî rêwîtiyê (çend roj in) dibînin. Ev çend rojên li Aramşarê jî ne bi liv û tevgerekê lê bi sekanî derbas dibin. Lê her çi arketîpa lêgerîn/rêwîtiyê ye, em ji qiyametek çîrokan (hinên kurdî: Ker û Kulik, Mîrza Miheme, Ristemê Zal, Siyabend û Xecê) dizanin ku bi xêra van bûyerên li ser rê ye ku meraq heta dawî her bilind e û çîrokbêj/nivîskar bi xêra vê lêgerînê xwe diştexilîne û tebeqeyan li vegêrana xwe zêde dike. Halbikî Alan romana xwe ne li ser çend rojên berî çûnê lê li ser çûna ber bi Nînşarê ve ava bikira û li gor wê tebeqeyan li romana xwe zêde bikira, heye ku romaneke bi arketîpeke “xweş” û li gor her xwendevanî ava bikira (helbet min hay ji girseya/hejmara xwendeyên kurdî jî heye).
Min bi Kara Kitapa Pamuk dest bi vê nivîsarê kiribû û ez dê bi wê biqedînim. Helbet ne belasebeb e ku behsa vê kitêbê dikim. Herdu roman naşibin hev, mijar dûrî hev in. Lê nizanim çima bi min wisa hat ku Alan Saturna xwe di bin tesîra Kara Kitap an jî bi tesîra wê nivîsiye. Bi min wisa ye ku kesekî di heman wan salan de ev kitêb xwendî ne mimkin e xwe ji tesîra wê xilas bike. Û ne hewce ye jî meriv xwe ji tesîra romaneke ewçend mezin jî dûr bixe. Epîgrafeke her du kitêban eynî ye: “Bir yerde olup ikisi câlis / Ayineye girdi aks-i akis (Kara Kitap)”, “Li ciyekî bûn du calîs / Kete eynê aks û akîs (Saturn)”. Beyteke ji Husn û Eşq a Şêx Xalib. Ev beyt li her du romanan jî dike. Eşqê ku dil dikeve Husnê dikeve rê û diçe Diyarê Qelb: Galipê ku dixwaze Ruyayê peyda bike diçe mala Celal a li Apartmana Şehrikalp (Qelbşar): Bengînê ku dil dikeve Xewbanûyê dê bikeve rê û biçe Nînşarê (lê naçe, çimkî roman bi dawî dibe). Nînşar jî û Diyarê Qelb jî her ew arketîpa cihê gihiştinê ye. Mihtemelen “nîn” bi maneya “nebûn”ê ye û bi vê dirûvê welatekî xeyalî dide, bajarekî ku tune ye. Epîgrafeke herdu romanan jî ji Attar e, lê ne heman beyt e: Ya Kara Kitapê behsa eşkerebûna razan dike, ya Saturnê behsa vegera ji behsa mecazê ya li rastiyê dike.
Pamuk di hevokên dawî yên romana xwe de bi Galipê xwe dide gotin: “Ti tişt bi qasî heyatê meriv ecêbmayî nahêle. Ji bilî nivîsê.” Alan di hevokên dawî yên romana xwe de bi romannivîsê xwe dide gotin û li Pamuk vedigerîne: “De bes e lo, qey nivîs dikare şûna xweşiya dinê bigire û xirabiyên wê bikuje.” We go çi gelo? Nivîs hêjayî hemû malê dinê ye?
Gava 10ê Sibatê rastî hevokeke Saturnê hatim, min çêtir girt ku îcar ji rastiyê xwe li mecazê bigirim. Hevoka ku bi devê Remldar dihat gotin ev bû: “Ez ne şaş bim mîrzayê me di 10ê Sibatê de hatibû dinê?” Min di hişê xwe de çîrokek ji xwe re sêwirand û got ev jî remlek e û cihê tesadifiyê li ser sifreyê tune ye. Nexwe me kengî tesadifî ji ser sifreyê qewirand, rêwîtî hingê li wir dest pê dike.
Em li kû mabûn? Saturn bû bîst salî. Û seyr e, romaneke ewqas wêrek û nûxwaz li gor serdema xwe, ewqas bi bêdengî bi rêya xwe berdewam bike. Qet nabe. Bîst û pênc saliya wê divê hîn bi coştir û qelebelaxtir bê pîrozkirin. Bîst saliya te pîroz be SATURN!
11ê Sibata 2022yan