Li Ser "Term"ê

 



Gelî kedkarên Hûrbînîyê, ev nivîs ceribandina nivîsara "Term"ê ye. Li ser romanekê yan li ser cureyekî wêjeyê min tu carî tiştek nenivîsîbû. Çawa tê nivîsîn jî baş nizanim lê tiştên ku di hişê min de mane heta ji destê min hat ez ê binivîsim :)

Term, li Semsûrê bi rasthatina vebêjê me û jineke pîr û parsek dest pê dike. Gotina di devê jinika parsek de ‘’Min çi kir… Gundîno, bajarîno min çi kir…’’ e. Li ser van gotinan nivîskar dide ser rêça vê çîrokê… Şerekî mezin derketîye di navbera eşîra Ûsikîyan û gundîyên Qanaxê de. Nivîskar hewl daye ku çîrokê bêalî vebêje ji ber ku hem kesayetên Ûsikî hem jî yen Qanaxî bi hûrgilî li me dide nasîn.  Hemû serpêhatî û tiştên ji nava dilê wan bi me dide bihîstin. Dibe ku nivîskar xwestibe di navbera xwendevanan û heta karakterên xirab da jî rêyeke empatîyê ava bike. Bi serkeftî vê armanca xwe tîne cih. Ji ber ku dema mirov serpêhatîyên Suloyê pîsik dixwîne, Suloyê hemû jîyan û têkilîyên xwe wekî ‘’xesar’’ê bi nav dike, mirov bi wî re jî empatîyekê dikare bike.

Niviskar hemû kesayetên çîrokê bi awayekî serkeftî bi me dide naskirin. Bi vî awayî em dibin mêvanê civaka kurdan a berî 30 salan. Mêrên di çîrokê de dişibin hev. Mêrxas û zane ne. Bi îman in û dixwazin di nav aramîyekê de bijîn. Lê kuştina mirovan jî tiştekî gelekî hêsan e. Lê jinên çîrokê bi wê kûrahîya ku mêr hatine nasandin nehatine nasandin. Tu fikr û biryarên wan li ser bûyeran tune. Ev rastîyeka civakê ye jixwe. Em dikarin bêjin çîrokeka mêran e Term. Ji ber ku ji lehengên sereke hew yek jin e, Gulîzer e ew jî lê em wê jî bi xweşikî nas nakin. Piştî bûyera hatî serê dildarê wê çi kir, çawa biryar da ku heyfa Serdar li erdê nehêle û jineke wekî Siltana Bî çawa îqna kir li hemberî Awzerê him axa him merivê wê em nizanin.

Dixwazim qala du anekdotan jî bikim. Yek ji wan dema nivîskar qala “Çarşîya Jêr“ dike, ku dikana Diham jî tê de ye, behsa dikanên xalîçeyan dike. Xalîçeyên ku li ser hin çîrok, kesayet û bûyer nexşandî. Behsa nexşekî dike û wisa dibêje, “Anter ibn-i Zebîb di şeveka biberf û bayê bakurî da zikê hêştira xwe qelaştibû, di zikê wê da xwe digermixand.” Kesên ku li fîlmê The Revenant [Vejîn] (2015) sêr kiribin yê bizanibin ku sahneyeka Leonardo Di Caprio heye, ew jî di nava ba û berfê da zikê hespê xwe diqelişîne û xwe dixe navê. Gelo xwespartina nava heywanan tiştekî ji rêzê bû zemanekî yan Hollywoodê ew ji meseleya Anter ibn-i Zebîb wergirtîye. Lê min tu agahî li ser Anter ibn-i Zebîb jî nedît. Ya duyem jî Sermîn dema behsa navê xwe dike dibêje ev nav Osman Sebrîyê hevalê babê min li min kirîye. Him tarîxa ku çîrok tê da derbas dibe him jî em dizanin ku malbata Îso li Helebê dijî. Ev kes Osman Sebrîyê ronakbîrê Kurd bi xwe ye.

Hisen Kemal bêguman gelek serkeftî honandîye çîroka xwe. Bi kurdîyeke zelal û resen. Min tehmek bêhempa jê sitand. Di wêjeya kurdî de hebûna vê berhemê mirov kêfxweş dike. Li hêvîya berhemên wî yên nû me.

Roman bi gotinên jinika parsek dest pê dike. Min zêde meraqa vê jinikê û serpêhatîya wê jî dikir. Lê nivîskar behs nekirîye, dilê wî wisa xwestîye. Bi ya min ew jinik jî teqez “Siltana Bî” ye 😊

____________________________________

||Ev nivîs di encama bangewazîya me ya diyarîyê ya bo romana "Term"ê hatiye nivîsîn. Nivîs, nivîsa yekem a Kader Yalçınê ya bi kurmancîyê ye. Em ji ber vê wêrekîya wê pîrozbahîyê lê dikin û her berdewamîya nivîsîna wê ya bi kurmancîyê dikin. Her weha, ji ber piştgirîya wî ya vê bangewazîya me em sipasdarê "camêrek"î ne.

____________________________________

|| Heger hûn bixwazin kar û xebatên Hûrbînîyê tim berdewam bin, hûn dikarin li ser hesabê me yê Patreonê bibin yek ji piştgirên me.

📻 AŞ Û BAŞ

📻 LI SER PÊYAN, ÇEND KELAM


📧hurbini1@gmail.com
Her mazûvan û berhemdar ji naveroka xwe berpirsîyar e.