Li Dora "Term"ekî Xwelîseriya Civaka Me

Hisên Kemal, Term, Wardoz: 2021 (Wêne: Hewes Çetîn)

|| Hewes ÇETÎN

Term romanek e ku mijara xwe ji rastiya civaka kurd digire û bi temamî li ser rastiya civakê tê hûnandin. Her tişt bi kuştina ciwanekî dest pê dike û roman li dora vê bûyerê diçe û tê. Di rewşa ku çê û xirab tevlîhev dibe da dawiya dawî herkes digêhê heqê xwe (!) û dewlet  dibe xwediyê para mezin.

I - Çîroka "Term"ê

Beriya gelek salan di navbera dewletê û eşîra Ûsikiyan da şerek diqewime. Piştî gengeşe  û berxwedanek mezin dewlet sozek dide Ûsikiyan û lihevhatinek çêdibe. Lê mixabin, piştî  ku kurdên Ûsikî çekên xwe yên giran ji dest xwe didin û eşîriyên ku ji bo piştgiriyê ji binxetê tên tevî çekan dest bi rêwîtiya binxetê dikin, wê demê dewlet, bêbextiya xwe eşkere dike. Gelek Ûsikî bi jin û mêran ve tên girtin û lêdanê dixwin di tariya şevê da. Rojtirê Ûsikiyên tî, birçî û ji hal da ketî di nav gundên êl û eşîra Beraziyan ra derbas dikin da dewlet hukmê xwe nîşanî yên mayî bike. Piştî bûyerê Ûsikî li gundê xwe li ber sînor, ku li hember wî, li binxetê   seranser gundên kurdan cîh digirin, tu rehetî nabînin û neçar dimînin ku gundê xwe bi nîvbihayî   bifiroşin eşîreke ereb. Ji xwe mebest û daxwaza dewletê ew e ku, Berindîr bikeve destê ereban   û di navbera kurdên ku xeta sînor bi kêrî jihevkirina wan nehatiye, xetek ji ereban pêk bîne.

Ûsikiyên ku neçar dimînin ji axa bav û kalên xwe derkevin li bajarên wekî Nizîb, Entab û Rihayê belav dibin û cudahî û dijwarbûna jiyana bajêr demildest wan dîl digire, feqîrî û   xizanî bi qirika wan ve dizeliqe. Ûsikî, li mehleyên qiraxa Rihayê bi serma, bêperetî û jiyana bajêr ra dikevin şer û cengê; ev şer ne şerê wan e û tu û rêbaz nizanin di derheqê vî şerî da loma    egîtî û mêrxasiya wan tu pere nake. Di van demên dijwar da keça Teyarê Ûsikî, xwîşka serkêşê şerê Ûsikiyan û dewletê Nûhoyê Teyar Zergê, kurekî tîne dinyayê. Navê kesan difikirin ji bo  kurik; bavê bavê wî Cindî, bavê dêya wî Teyar û xalê wî Nûho. Lê Zergê û Bozan berê navê Teyar li kurekî xwe kirine û ew miriye. Cindî û Nuho bi salan heps pabûn. Balkêş e ku Zergê û Bozan di bijartina navî da van tiştan difikirin û ji bo ku qedera kurikî neşibe qedera kal û xalê wî navekî din lê dikin: Serdar. Lê mixabin, qedera reş ne bi navan e ne jî bi bavan! Em di vê romanê da yekser dibînin ku civak, qeder e; çi tehl çi şîrin.

Li Ûsikiyên qiraxa Rihayê sal û zeman diçin û ji Serdarî xortekî zana, jîr û xwedanexlaq tê meydanê. Serdarê ku li pey dîroka kurdan e, ji serpêhatiyên eşîra xwe û şêwra mezinan  bi taybetî jî ji ya xalê xwe Nuho hez dike li Diyarbekirê dest bi xwendina zanîngehê dike lê xwe  ji tevgerên xwendekaran jî dûr digire. Ev xort bi taybetmendiyên xwe di serî da ji bo dê û bav û xwîşk û birayên xwe û bi ra ji bo Ûsikiyan dibe hêviyeke mezin. di heman demê da qedera ya reş li pey ye.

[ Nîşeya edîtoryal: Piştî vira, di her du paragrafên bê de, nivîskara nivîsarê hin spoîlerên girîng dide li ser çîroka romanê. Eger we roman nexwendibe û dilê we û xwendinê hebe, xwe di ser re biqevizînin! :) ]

Ew “term”ê ku roman navê xwe digire û di rojeke zivistanê  ya bi berf, ba û sermeyek xedar da ji morgxaneya Semsûrê tê girtin, di hundirê çar textan û di nava betaniyeke da pêçayî, li ser dolmîşeke kire kirî girêdayî ye û li gel şîna Zergê, neçariya Bozanî û hêrs û xeşmeta Nûho tînin Rihayê termê Serdarî bi xwe ye. Termê Serdarî heman rojê      binax nakin û ji bo hatina merivên xwe yên binxetê û xalê Serdarî yê li Helebê didin sekinandin. Çend roj bi şûn da li pey hatina mezinên eşîrê termê Serdarî dîsa di rojeke pir sar û cemed da hiltînin û sonda hilanîna heyfa ciwanê xwe dixwin.

Ûsikî bi salan şopê digerînin û rastiya ku Serdar ji aliyê Siloyê pîsik kurê axayê gundê  Qanaxê Awzerî ve bi çovan hatiye kuştin dûr dikeve lê derewîn nakeve, veşartî namîne. Her çiqasî têkiliya wan piştî derketina Ûsikiyan ya ji Berindîrê qut bûbe ji ber ku Awzer karê qaçaxê dike û Berindîr jî nêzî sînor e, Awzer pir caran li Berindîrê, li odeya Nûhê Teyar dibe mêvan û tev gelek Ûsikiyan jî hevdu baş nas dikin. Lê li çerxa felekê binerin ku ew herdu zilamên çêyî ji hev dîtine û bi mêrxasiya hev dizanin bi bûyereke ku wan tu hay jê nîne tîne hemberî hev. Ûsikî bêguman li Awzer axayî û eşîra tên xezebê. Awzer gundê xwe terk dike,  Siloyê pîsik û destbirakê Awzer axayî Çolo jî di nav da pir kes tên kuştin û Qanax jî wek Berindîrê wêran dibe…

Çiroka Termê bi kurtasî ev bû. Lê çîrok piştî xelasbûna pirtûkê jî didome. Lewra dawî  li bûyerekê an tiştekî tê; ne li livîn û guherina civakê. Ev yek bi awayekî gelek serkeftî di dawiya   romanê da hatiye nîşandan ku mirov her dixwîne xembar dibe.


II- Bi Kurtasî Hestên Min ên Li Ser "Term"ê


Min romana “Term”ê bi kelecanek mezin di nava du rojan da xwend. Herî zêde; sar û sermaya Rihayê ya wan salan ku di malê feqîran da zarok, kal û pîr dimirin, bêhna ku ji sûk  û xanên Rihayê û efsûna ku ji mizgeft û cezbeyên sofiyan difûriya, têkiliya Çolo û dêya wî Xemsê û bi taybetî mirina Xemsê, girtina termê Serdarî ji morgê, hêza eşîriyê û şervaniya kurdan, Şêx Mezherê ku wekî trawmayekê xofa dewletê ji bavê xwe girtibû û bêçareyên ku li mala Şêx Mezherî li şifa xwe digeriyan û hwd. tesîr li ser min kirin. Pasaja tewr bala min kişand  jî ew bû ku derwêşên qadîrî ji binxetê bi erbaneyên xwe, bi cil û girêdana xwe ya taybet û porê xwe yê dirêj wek dîmenên di fîlman da derdiketin û dihatin Berindîrê û li mala sofî Misto bi zikr û   bi rîtuelên wekî derbaskirina xişr di zikê xwe ra gundî şaş û mat dihiştin. Tevî hin xwedubarekirinan jî roman gelek xweş û herikbar bû bi ya min. Dest û dilê nivîskar xweş be.

____________________________________

||Ev nivîs di encama bangewazîya me ya diyarîyê ya bo romana "Term"ê hatiye nivîsîn. Her weha, ji ber piştgirîya wî ya vê bangewazîya me em sipasdarê "camêrek"î ne.

____________________________________

|| Heger hûn bixwazin kar û xebatên Hûrbînîyê tim berdewam bin, hûn dikarin li ser hesabê me yê Patreonê bibin yek ji piştgirên me.


📻 AŞ Û BAŞ

📻 LI SER PÊYAN, ÇEND KELAM


📧hurbini1@gmail.com
Her mazûvan û berhemdar ji naveroka xwe berpirsîyar e.