Rojnivîskên Festîvalê -9: Gor û Jiyan


 (25ê Nîsanê)


Neh roj bihurîn, lê dibêjim qey not roj in li fîlman temaşe dikim. A bi xêr.




House Without Roof (2016)

 

Cara ewil e di fîlmekî kurdî de dibînim çîrok ne ji bergeha “qehreman” lê ji bergeha “xayîn/cehş” ve tê nîşandan. Her ji ber vê be jî, ev fîlmê Solîn Yusif di sînemaya kurdî de cihekî taybet ji xwe re digire. Di ser fîlmên min heta niha temaşekirî re, dikarim bibêjim sînemaya kurdî bêtir sînemayeke li ser “qehremanan” e. Mebesta min ji qehremanbûnê ne tenê ew kes in ku ji bo welatê xwe şer dikin, canê xwe ji dest didin lê ew kes in jî ku her çi jî bin lê aliyê wan ê “baş” li pêş e û ew aliyê wan ê baş bi awayekî tê “şîret”kirin. (Dibe ku gelek sedemên vê hebin û meriv bibêje jî hîn zû ye ji bo çîrokên derveyî “qehremaniyê” lê gava mînakên wisa dibînim, cardin pê dihesim ku ji tu tiştî re ne zû ye.)

 

Lê herçî çîrok e ew ne tenê ya “baş”an lê ya “xirab”an e (lê li gor kê baş û xirab? Helbet ne li gor berhemdarê wê) jî loma bi qasî ku heq e ji çavê “baş”an jî mesele bên nîşandan her weha heq e ji çavê “xirab”an jî bên nîşandan. Meseleya piralîbûnê, bêyî ku aliyekî di ser yên din re bigire; karê berhemdaran loma ji aliyekî jî ne darizandin lê famkirin e di berhemên çîrokî de. Hin berhemên Hesenê Metê tên bîra min; “Tofan” mesela ji bergeha Bekoyê Ewan hatiye qalkirin, “Gotinên Gunehkar” jî ji bergeha Şeytan. Jan Dost jî mesela di romana “Kobanî” de hin beşan ji çavê çekdarekî Daişê vegotibû, heta dilê wî daketibû û tehlîlên psîkolojîk kiribûn. (Bes ne alîgirê wê me ku berhemên çîrokî li ser bûyer/karesateke civakî di dema wê de bên nivîsandin/kişandin, wextek divê di ser re bibihure ji bo ku meriv bikare ji gelek aliyan ve lê binêre.)

 

Çîroka vî fîlmî jî ji bergeha “cehş”ekî kurd ve tê nîşandan ku di dema şerê kurdan û Îraqê de sîxuriyê ji bo Sedam kiriye lê herî dawî xwe kuştiye. Lê herçî zarokên wî ne dibêjin qey bavê wan pêşmerge bûye û hatiye kuştin. Dayîka wan a ku dixwaze vegere Kurdistanê, mala xwe, berî ku bimire (herçend pir bilezûbez diqewime û eşkere nabe jî, îhtimal e ku ew jî xwe dikuje) di nameya xwe de her tiştî eşkere dike û dixwaze li cem mêrê xwe bê veşartin. Lê esasê çîrokê li vir dest pê dike: Malbata dayîkê naxwaze li cem mêrê wê bê veşartin (gora wî bi tenê ye li bin darekê) û zarokên wê tevî ku bi xebera bavê xwe têk diçin jî lê hewl didin wesyeta dêya xwe pêk bînin.

 

Şikesteka çîrokê di dema hînbûna vê xeberê de ye. Wisa dizanim ku qebûlkirina xebereke wisa dê ne rehet be û hesteke xwe ya pir têvel heye. Gelo kesekî ku piştî bi salan hîn dibe bavê wî ne qehreman lê cehş bûye dê çi hîs bike? Derhêner herçiqas heta astekê vê hestê nîşan dabe jî lê qebûlkirina wan hinekî bilez çêbûye. Heye ku baştir bûya me bizaniya ka çi diqewime di nav hiş û dilê wan de û piştî çi hesabpirsîna digel xwe karîbûne vê biryara muhîm wergirin. 

 

Zêde tesîrê li fîlm nekin jî hin xetayên biçûk li ber çavên min xuya bûn. a) Tevî ku dayîk bi kurên xwe re bi kurdî dipeyive lê kurekî wê (Alan) tim bi almanî bersiva wê dide lê heman kur li Kurdistanê her bi kurdî bi kurdan re dipeyive (her weha her sê zarok jî di nav xwe de bi almanî dipeyivin heta dawiya fîlm). Ji ber ku di fîlm de bersivek ji vê rewşê re nehatiye dayîn, wek nakokiyekê xuya dike. b) Polîs gava yek ji zarokan Liya desteser dike jê navê wê dipirse, halbûkî berî çend deqeyan xwedanê taksiyê bi navê wê gazî kiribû û hîn berî wê jî polîs ji wan nasnameyên wan xwestibû ji bo kontrolê. c) Piştî panzdeh salan Liya bi tenê vedigere Duhokê  lê weke ku her li wir be hema tê ber mala xalê xwe (nizanim bê ka Duhok biçûk e), ger hinekî bi zehmetî bidîta mal, dê rasteqîntir bûya herhal.

 

Çîroka dayîkê bi dawî dibe û li cem mêrê xwe tê veşartin lê çîroka zarokan bi jiyaneke nû li Almanyayê didome, ev dawî jî kiriye ku fîlm baştir bibe û dewameke xwe hebe.



Bavanî (2018, der. Raheem Ahmadbeigi)

 

Bavanî anku cihêz. Kurtebelgefîlmekî xweşkok, şîrîn, bêhna min pê derket. Dîmen jî ecêb xweş hatin bi min, koçer zêde bi rengan emel dikin, rengawreng e her tişt. Ya rastî zaravê wan bi min zêde xerîb û zehmet hat, min xwe avêt ber bextê dîmenan û binnivîsê. 

 

Belgefîlm li ser haziriya daweta keçekê ye li herêmeke Rojhilat. Haziriya cihêzê bûkê. Xalîçeyên di tevnan de tên raçandin, berû, heftok (lîstikeke zarokatiya min ku keçan pê dilîst axilbe), xwarinên curbicur, cewdikên avê (gava bûk cewdik heft caran tijî av dikin û vala dikin ji Xwedê hêvî dikin ku heft zarokên salih bide wan). Bûk li ser hespê diçe konê mala xwezûr, gava ji kon derbas dibe pê li hêkekê dike û derbas dibe, herhal ev jî nîşana tiştekî baş e lê çi ye nizanim û nizanim ka ev adet li bakur jî heye yan na. Li gor wan hine jî nîşana destpêkirina jiyaneke bi kêf, têr û tijî û bi rûmet e. Tiştên ji wan hîn bûm ev bûn, li karê me.



Karnica (2020)

 

Kurtefîlmeke Maryam Samadi. Ew jî her wekî belgefîlma “Dance Of Love” behsa jineke bi nexweşiya alzheimerê dike ku mêrê wê lê miqate ye. Di dawiyê de li kamyonê siwar dibin û mêr gotineke entîqe dike: “Tu hez dikî em biçine nava sî salên berê.” Rêyeke ku ber bi rabirdûyê ve diçe. Ez jî dixwazim wê rêyê.

 

Çend peyv jî ji kurmanciya wan hîn bûm. Bexîl (pexîl) bi awayê rengdêrî li cem me heye lê bi awayê biwêjî min nebihîstibû. Mêr ji jina xwe re dibêje, “ez pexîliya te dikim”, yanî ez ji te dihesidim. “Kolana pîran” ji bo “huzurevi”yê dibêje. Ji bo makemêşê (queen bee) jî “melek” (herhal  ji melîk/eyê tê) dihat gotin.


 

Kaban (2020)

 

Berdêlî. Çi kuleke mezin. “Du mehan ez giriyam,” dibêje Kaban, “lê paşê min jê hez kir, mêrekî baş, bi rehm…” Hezkirin ne ji ewla xwe de ye nexwe, paşê jî çêdibe, wek gelek şûkirinan li cem kurdan. “Mirdin li hemî tiştek nêzîktir e,” dibêje Kaban, “qebrî teng û tarî, pir li mişk û marî.” Mirin her nêzîktir bû rast e, û tirs ne ji wê lê ji rizîna laşî ye.

 

Kurtebelgefîlmek, ji Mohammad Jalal.

📻 LI SER PÊYAN, ÇEND KELAM


📻 AŞ Û BAŞ

📧hurbini1@gmail.com
Her mazûvan û berhemdar ji naveroka xwe berpirsîyar e.