Rojnivîskên Festîvalê -10: Dawî û Favorî



| Înan E.

 

(26ê Nîsanê)

 

Îro min berê xwe da şeş fîlmên kurt.  Synthesis (2021, der. Mohammad Towrivarian), Şîn (2020, der. Mehmet İsmail Çeçen), Yadê (2019, der. Shirin Jahani), The Stain (2020, der. Shoresh Vakili) yên çîrokî ne. Harman(2020, der. Mohammad Farajzadeh) û I am Wounded | Birîndar im (2020, der. Orkan Bayram) jî belgefîlm in. Min bêtir ji The Stain (Leke) hez kir, ecêb e, Feredûn Ensarî di her du fîlman jî pir xweş lîstiye û fîlm jî bi xwe re xweş kiriye, fîlmê din: The World’s Last House (Mala Dawî ya Dinyayê). 

 

Daxwaza kuştina kurekî; “felsefe”ya helperkê; miriyên di bin avê de dimînin; keçikeke di xewnan de jî ji bîr nake Daişê; du paqijkerên venamalin qirêja li ser jiyanê.

 

Roja dawî. Lê ji min bê dixwazim paşê encam û nirxandineke giştî jî li ser binivîsim, wisa nîvco nemîne baştir heçku. Lê deh roj, sêyekê mehê, ne kêm e. Bi ser de qedexeya derketina derve, piştî sê rojên din dest pê dike. Vê xeberê yekcarî ez zivêr kirim. Bîst rojan di malê de. Sebebek jî ev e ku dixwazim rojekê zûtir biqedînim vê rojnivîskê.

 

Tevde min 41 fîlm temaşe kirin; 7 fîlmên metrajdirêj, 5 belgefîlmên dirêj, 14 fîlmên kurt, 8 belgefîlmên kurt û 7 fîlmên anîmasyon. Helbet hîn du sê qatên din fîlm di festîvalê de hebûn û ne wext û ne taqet têr dikir di nav deh rojan de li gişan temaşe bikim. Di vê beşa dawî ya rojnivîskê de dixwazim di van pênc kategoriyan de fîlmekî ji nav van 41 fîlman derxim pêş. Tevî ku dilê min tenê bi yekê ji wan nemabe û zêdetirî çend heban hez kiribe jî. Ev nayê wê maneyê ku fîlmên din xirabtir in, na. Tenê xwestineke şexsî û ecibandineke şexsî ye ev.


 

Fîlmê dirêj: 

 

Kick Off Kirkuk (2009) – Şewket Emîn Korkî

 

Bêyî ku bi dû gotinên mezin bikeve, berê xwe daye çîrokeke mirovan a pir biçûk û besît a nav jiyanê di dema şer û malwêraniyê de. Ji ber ku şer û malwêranî di paşxaneyê de maye û çîrok nefetisandiye, bêguman hem çîroka esasî ji xeta xwe neqeviziye hem jî tesîra şer û malwêraniyê baştir hatiye famkirin. 



Belgefîlmê dirêj: 

 

Radio Kobanî (2016) – Rêber Doskî

 

Belgefîlmekî di demeke şerê Daişê de li Kobanî hatiye kêşan û berê xwe dide çîroka jiyana keçeke bi navê Dilovan Kîgo ku di vê demê de radyoyeke bi navê Radyoya Dengê Kobanî bi rê ve dibe û nameya wê ye ji bo keça wê ye çênebûyî. Di demeke ewqasî bi zor û zehmetî de ne tenê giraniya şer nîşan daye lê her weha çîroka şexsekê jî vegotiye.


 

Fîlmê kurt: 

 

The World’s Last House (2020) – Amir Gholami

 

Çi bi lîstikvanên xwe (kalemêrê namenivîs, Feredûn Ensarî), çi bi çîroka xwe ya zîrekane (sê guleyên dawî berî mirinê), çi bi pevxistina xwe, rengê xwe helbet (keskê qilûbeyê), bi diyalogên xwe yên hostayane cihekî xwe yê xweser heye.


 

Belgefîlmê kurt:

 

Car Wash (2019) – Mohsen Sakha

 

Belgefîlmekî ku berê me dide çîrokeke enterasan a di navbera jin û mêrekî de û şikestineke di jiyana wan de nîşan dide. Jin û mêrekî (Nigîn û Şadiman) ku ev bi salan in heywanên birîndar sax dikin, baş dikin û wisa berdidin nav xwezayê. Lê Nigîna ku dilê wê dimîne bi sivoriyekê û çar sal in wê di nav malê de xwedî dike, êdî li ber israrên mêrê xwe naqedîne.


 

Anîmasyon

 

Shirin and Farhad (2018) – Rahim Karimzadeh

 

Pir bi eşkereyî xuya dibe anîmasyon çawa bi hostatî hatiye çêkirin, di ser minyatur û nexş û nimûran re nasnameyek ji xwe re peyda kiriye, aîdiyetek di navbera duh û îro de, girêdanek ji bo reh û kultura xwe. Lehengên vê anîmasyonê ji nav xalîçeyan, minyaturan, nexş û nimûran derdikevin û zindî dibin. Wî minyaturên nû ava kirine ji xwe re.



 

📻 LI SER PÊYAN, ÇEND KELAM


📻 AŞ Û BAŞ

📧hurbini1@gmail.com
Her mazûvan û berhemdar ji naveroka xwe berpirsîyar e.