Rojnivîskên Festîvalê -8: Hêvî û Bendeman

 

(24ê Nîsanê)


Îro jî çû ji kîsî temen, bila biçe.


 

Kick Off Kirkuk (2009)

 

Cara ewil e li fîlmekî Şewket Emîn Korkî temaşe dikim. Dê ne mibalexe be heger bibêjim, heyran mam li hemberî fîlm. Bêyî ku bi dû gotinên mezin bikeve, berê xwe daye çîrokeke mirovan a pir biçûk û besît a nav jiyanê di dema şer û malwêraniyê de. Ji ber ku şer û malwêranî di paşxaneyê de maye û çîrok nefetisandiye, bêguman hem çîroka esasî ji xeta xwe neqeviziye hem jî tesîra şer û malwêraniyê baştir hatiye famkirin. Gelo çênabe ku şer li navendê be? Helbet ew jî dibe lê ew jî bêyî çîrokeke kesan a nav jiyanê zêde ne mimkin e.

 

Girêya fîlm li ser maçeke futbolê ye. Xortekî bi navê Aso dixwaze tûrnûvayeke futbolê di navbera kurd, tirkmen, ereb û asûriyên Kerkûkê de çêbike. Û ji bo vê dikeve nav hewldanekê heta ku piştgiriyekê digire ji bo vê tûrnûvayê. Lê ji ber ku girê ev tûrnûva ye lazim e ev girê ji hev nebe û ev tûrnûva bêencam bimîne. Serkeftina tîmekê di vê tûrnûvayê de dê asta fîlm jî kêm bikira, pirsên di hişê me de tune bikira û veguheranda peyamekê, propagandayekê. Lê derhêner di cihekî pir mihîm de bi bûyerekê re dike ku ev tûrnûva neçe serî û nîvco bimîne. Çi dike? Gava ku tîma kurdan û ya ereban maç dikin, carekê topa wan diçe nav sifreya xwarinê ya hin zilaman û evan zilamana jî bi hêrsekê topa wan diteqînin. Asoyê ku organîzatorê vê tûrnûvayê ye topeke zarokan dide wan û bi hevalê xwe Sako re diçe çarşiyê ji bo ku kûpayekê û çend topan bikire. Lê teqînek çêdibe (derhêner eşkere nake çi ye lê ji ber helîkopterên berî wê çend caran li esman xuya dikirin, wisa tê famkirin ku ji aliyê Îraqê ve tê teqandin) û Aso jî tê de dimire. 

 

Çîroka esasî ev e lê di ser vê çîrokê re pir bi başî şêweya jiyanê, danûstendin û pêwendiyên mirovan, problemên biçûk ên navbera miletan, ciyawaziya tevgerên jin û mêran, evîndarî, guherîna adetan li gor nifşên berê û yên nû nîşan dide. Karakter têra xwe bi xisletên mirovan re li hev dikin. Ser meseleyê Sako gava meytê Aso tîne û li ber wî ji qidûm dikeve, zarokên derdorê di dinyaya xwe de ne û bi kêf diçin radihijin kûpaya Aso û pê dilîzin. Fîlmê ku bi van dîmenan diqede du tabloyên cuda nîşan dide ku di navbera nifş û temenan de jî çiqas ciyawaziyeke mezin heye û di nav mirovên cengê de jî ne tenê hizna mirinê lê şahiya jiyanê jî heye. Ev hemû zidd in di nav jiyanê de digihin hev. 

 

Sehneyên wê yên li ser sînemaya derve fîlmê “Cinema Paradiso” yê Giuseppe Tornatore anî bîra min. Di fîlmê Korkî de jî em wê heyecana dîtina dîmenên li ser perdeya spî dibînin. Di herduyan de jî teqîneke mezin çêdibe. Gava bi carekê re maça futbolê datînin ser, kurd bi alaya Kurdistanê û ereb bi alaya Îraqê lê temaşe dikin. Di fîlm de mirovên bêmal ên li nav sehaya futbolê, malên bi xurdeyan ava kirî, jinên dewarên xwe bi qeleya seheyê ve girê didin, kalemêrê xaliya sehayê bi kêra xwe jê dike û dibe malê gelek aliyên din ên ji nav jiyana Kerkûkê nîşan dide. Meseleya mayînan di vî fîlmî de jî heye lê tenê di kêliyekê de, di xeyaleke biçûk a birayê Asoyî de lê têra xwe mezin di jiyana wî de.

 

Di fîlm de leytmotîfek heye ku wek bêyomiyekê di gelek cihan de xuya dike. Mêrekî bi taximê reş û her bizinek pê re. Bi kêf e, hirehira wî ye dikene. Nayê bîra min ku di fîlmên kurdî de min leytmotîfeke wisa dîtibe û ev rengekî pir xweştir dide fîlm. Di çend cihan de em hespekî jî dibînin ku bi serê xwe li nav sehayê dibeze û di dawiya fîlm de jî xuya dibe, hespekî bêxwedan e, ev bêxwedaniya kurdan e ji aliyekî, “Hespê mîrê min hespekî boz e,” fîlm bi vê stranê diqede. Hesp heye lê mîr tune ye.

 

“Kick Off Kirkuk” bi rengê xwe yê reşûspî jî, bi carekê re ez ber bi xwe ve kêşam.


 

Radio Kobanî (2016)

 

Radio Kobanî jî wekî belgefîlma “Nameyek ji bo Bavê Min” xwedî nameyekê ye, lê nameya li vir ne ji bo bav ji bo zarokeke hîn çênebûyî ye. Dilovan Kîgoya bêjera Rayoya Dengê Kobanî nameyekê ji zaroka xwe ya çênebûyî re dinivîse û tê de qala serboriya xwe ya bêjeriyê û Kobaniyê dike ku belgefîlm jî di ser vê serboriyê re pêvajoya bi şerê Daişê re û piştî wê nîşan dide. Dilova Kîgo di demeke wisa de ku hîn nîviyê bajêr di dest Daişiyan de ye, tê Radyoya Kobanî ava dike û deng û behsan digihîne mirovan. 

 

Ev belgefîlmê Rêber Doskî jî wekî gelek belgefîlmên şer gotineke zêde ji meriv re nahêle, ew têra xwe her tiştî qal dikin û dibêjin. Tişta min di belgefîlma “Diyalog”ê de dîtî min li vir cardin dît: Hêvî û (bixwe)baweriya şervanan. Pirsa ku ji xwe dikim ev e: Gelo çi ye sedema vê hêvî û baweriya di dema herî xirab û zehmet de? Xuya ye demekê ez dê hewl bidim van herdu hestan fam bikim û li bersivekê bigerim. Lê dawiya belgefîlmî bersivek daye jixwe: Nûvejiyan.


 

I Will Wait (2019)

 

Kurtefîlmekî li ser bendemayînê, bi derhênana Mohammad Sherwani. Jineke ku tenê bebeka xwe xwedî dike û li benda mêrê xwe yê pêşmerge ye ku çûye şerê Daişê lê tu deng jê nehatiye. Tevî ku mesele bendemayîn e jî bêtir xwedîkirina zarokê û hewla wê ya ji bo zarokê li ber çavan e, bi vî awayî aliyê bendemayînê hinekî bi min qels hat û wek ku mesele tenê hezkirin û xwedîkirina zarok be, ji ber ku di dawiyê de êdî dergûşa xwe nade cîranan, dide milê xwe û li cihê kar, li cem xwe hiltîne.


📻 LI SER PÊYAN, ÇEND KELAM


📻 AŞ Û BAŞ

📧hurbini1@gmail.com
Her mazûvan û berhemdar ji naveroka xwe berpirsîyar e.