Rojnivîskên Festîvalê -7: Deng û Dubendî

 

(23yê Nîsanê)


Ecêb e, mijûlbûna min a bi van fîlman û hin karûbarên din re kir ku bi xwe re mijûl nebim û xwe ji bîr bikim. Min fam kir ku bextewerî ne ew e mirov bi xwe re mijûl bibe lê ew e ku mirov bi tiştinên din re mijûl bibe. Ev hinekî dibe ku ji ber motîvasyona kar a Hûrbîniyê be jî, min bernameyek da ber xwe çinku û min got, dikî rojane binivîsî lo Înano, sersar mebe!




Kilama Dayîka Min (2014)

 

Di salên notî de ji ber xirakirina gundan û kuştin/serwendakirina kurdan li Kurdistanê (ku yek ji nîşaneya wê ya nasyar û berbelav jî Torosa Spî ye û di seretaya vî fîlmî de jî heye) gelek malbat koç kirin bajarên mezin ên Tirkiyeyê, wek Stenbolê. Erol Mintaş jî di vî fîlmê xwe de berê me dide malbateke wisa ku kurekî wan ê mamosteyê gava li mektebê çîrokeke kurdî qal dike ji aliyê hin kesên rûpoşkirî ve tê girtin û tê “serwenda”kirin. Alaya Tirkiyê ya piştî vê bûyerê ji aliyê xwendekaran heta nîvî tê daxistin wek peyameke derhêner xuya bû li ber çavê min lewma alaya heta nîvî tê daxistin maneyeke xwe ya wekî şîngirêdanê, bibîranînê heye. 

 

Herçiqas di fîlm de xwestina vegerê ya dayîka Nîgar (Zubeyde Ronahî) bo gundê xwe zêdetir li pêş be jî girêya fîlm dubendîtiya Eliyê (Feyyaz Duman) kur e di navbera dayîk û destgirtiya xwe Zeynep (Nesrin Cavadzade) de. Ev ne tenê dubendîmaneke şexsî ye. Dayîk îşaret bi rabirdûyê, reh û kokên xwe, mal/welat û kurdewariyê dike: ew hem hafizeyeke malbatî ye hem jî hafizeyeke civatî/tarîxî ye. Destgirtî jî îşaret bi niha, entegrebûnê, bêmalî/bêwelatîbûn û tirkewariyekê dike: ew hem dixwaze ji bîr bike hem jî jiyaneke nû li ser ya berê ava bike (gava xeberê dide destgirtiyê xwe ku ew bi halekî ye / bi heml e, kêfxweş e ku dê zarokekî wan çêbibe ku ev dê wan ber bi zewacê ve bibe.)

 

Lê gelo Elî kêfxweş e ji vê? Dudilîbûna wî di vê meseleyê de jî dide der û bi fikar e: Tevî ku ji destgirtiya xwe re nabêje jî “nabe”, tiştekî bê hemdê wan qewimiye û gava diçin cem doktor vê dudiliya xwe eşkere dike: Hîn biryara xwe nedane. Dubendîbûna wî di hemû karên jiyana wî de dide der: Ew mamosteyê tirkî ye li MEBê lê li komeleyekê dersa kurdî dide, çîrokên wî ne tenê kurdî ne lê her weha bi tirkî ne jî ku “kurdên kurdînezan” wan dixwînin, gava li ser nivîna xwe ye carekê em di dest de kitêba Cegerxwîn (şiûra netewî) dibînin carekê jî kitêba Proust (tevî ku berg xumam e û nav xuya nake jî ev Swann’ların Tarafı ya çapa YKYyê ye; hevoka ewil a vê romanê ev e: “Gelek şevan, zû razam.” Elî berî razê û diya wî were vê dixwîne û di romanê de behsa dayîkê û ramûsana wê ya berî razanê jî arezûyeke mezin a Marcelê biçûk e, meriv dikare wek arezûya Elîyê “biçûk” jî lê binêre), ji aliyekî de remlên di rojnameya Azadiya Welat de ji diya xwe re dixwîne ji aliyekî de rojnameya Tarafê (ku di dema xwe de dibe rojnameya tirkî ya herî populer di nav kurdên xwende de, gava ku mala xwe bar dikin dayîk rûpelên vê rojnameyê li firaqên malê dipêçe). Elî bi xwe bi kurdiyeke “nivîskî” û “kitêbî” (hinekî nû) dipeyive, dayîka wî bi kurdiyeke malê û destgirtiya wî bi tirkî (lê gava bi dêya xwe re her eynî zimanî dipeyivî bi min ecêb dihat, heger li ser xwe bêjim, ez nikarim bi dêya xwe re bi wî zimanî bipeyivim herçiqas di nivîsê de qismen bi wan peyvan emel bikim jî.) 

 

Her çendî ev hemû nimûne wî ruhê dubend ê Elî nîşan didin jî, ji ber ku fokûsa çîrokê çûye bi ser arûzeya vegerê ya Nîgarê, ew ruhê han zêdetir nehatiye vekolan û di merhaleyekê de maye. Tevî ku destgirtiya wî cihekî xwe yê mezin heye di heyata wî de, paşê Elî jî qebûl dike ew zarokê “bêwext”, lê em zêde hay ji vî aliyê Elî û têkiliya wî tune ne loma ev aliyê çîrokê hinekî kêm dimîne. Halbûkî ev aliyê kêm herî dawî bi ser dikeve (ji ber çêbûna zarok) û aliyê herî xurt jî têk diçe (dayîk di nuqteyeke herî muhîm de, tam dema ku dê vegere “mal”a xwe, dimire: Di “Mandû”ya fîlmê Ebrahim Saedi de jî heman çîrok hebû, bav berî ku bigihîje malê li ser “sînor” dimire: Herçiqas ev nîşaneya bêwelatbûnê ye jî ku cihekî kurdan nemaye lê vegerin, mirina zû ya dayîkê rê li ber meraq û pirsên aqûbeta wê girtiye). Derhêner di çîroka xwe de ji ber ku girê ne di navbera dê û kur lê di navbera kur û dayîk/destgirtiyê de ava kiriye, heye ku baştir bûya heger her du alî bi qasî hev xurt bikirana. Hemin bala xwe bêtir daye ser dayîkê nexwe çi ye tişta ku dayîk ji me re dibêje? 

 

Şerefxan Bedlîsiyê (1543-1603/4) ku di dema 35 salên xwe yên ewil li Îranê payeyên mezin yên wekî “Mîrmîranê Kurdistanê” werdigire lê her bi hesret e rojekê vegere Bedlîsa welatê bav û kalên xwe, çer ku Siltan Miradê osmanî ew vedixwîne ku were bibe mîrê Bedlîsê bê fikar qebûl dike û piştî bîst salan di dema nivîsandina Şerefnameyê de gava behsa wê vegera xwe dike, wisa dibêje: “Her tişt vedigere ser koka xwe.” Dayîka Nîgar jî her bi insiyaqeke wisa, berî ku vegere, gava bi cîranên xwe yên Stenbolê re dipeyive, gotineke bi vî rengî dike kêm zêde: “Her kes vedigere welatê xwe.” 

 

Dayîka Nîgara ku kurekî wê hatiye serwendakirin (di destpêkê de behsa wî bû), kurekî wê li Ewropayê ye û kurekî wê hatiye di Stenbolê re derketiye digel wê, di nav çar dîwaran de difetise, ew bêriya gundê xwe dike, dîmenên deşta wan a hesp lê dibezin bi çargaviyan tên ber çavê wê. Baş e lê dê vegere kû? Kavilên gundê xwe? Gundê wan ê hatiye xirabkirin û valakirin, Xwedê zane niha bûm li ser dixwînin. Hafizeya sirgûniyê aliyên xirab ên welatê sirgûn pê didin jibîrkirin, mala wî ji nav wan kavilan bilind dibe, ciwaniya wî ya li wir digere, mêrgeke şên heye êdî, kaniyeke zelal, ne çar dîwar lê beriyeke bêserûber heye. Gundê Nîgar jî her bi vî awayî ye li ber çavê wê. Rihê wê berî wê diçe li warê xwe piyase dike. 

 

Dengê kilamên ku dayîka Nîgar guhdarî dike jî ew “welat” bi xwe ye, wê bi xêra wan kilaman welatê xwe bi xwe re aniye Stenbolê, nav çar dîwaran jî. Lê ev pevrebûna bi “welat” re jî di demeke wisa de şikesteyekê dixwe, gava mecbûr dimînin ji taxa Tarlabaşiyê (ew jî “welat”ekî biçûk e ji bo wê, nas û merivên wê li wir in) derkevin biçin devereke din, hingê ji nişka ve tê bîra wê ku berê kaseteke kilaman a Seydoyê Silo li mala wan hebû. Kurê wê tevî ku dizane kaseteke wisa tune ye li mala wan û li Stenbolê qul û qorziyek bi hev nahêle ku Seydoyê Silo ji wan napirse lê tu kesî ew nebihîstiye. Seydoyê Silo ne kesekî bi laş û goşt e, ew hêmayek e, dengek e ku di rabirdûya wê de maye. Ev dengekî wisa ye ku gazî wê dike vegere welatê xwe, ev dengê mirinê ye, xebera mirinê digihîne wê.

 

Gelek detayên zîrekane yên di fîlm de ez heyran hiştim ji xwe re, gava min temaşe kirî min gote xwe kesekî bi nezera nivîskariyê encax bikare van detayan lê zêde bike. Elî gava diçe ji bo dêya xwe li kaseta Seydoyê Silo digere, li bazareke kevnikan firoşkarek dibêjiyê ku Seydoyê Silo tune ye lê kasetên dengbêjan ên karışık hene û pesnê wan dide, gava vedigere malê di nav kilamên dengbêjan de muzîkeke metal jî derdikeve. Ez ne yê wê demê bûm lê min gelek bihîstine ew kasetên meşhûr ên “karışık”. Cîrana Nîgarê gava ji cem wê diçe “navik”eke di nav paçekî de dide wê û dibêjiyê ku di temelê mala xwe de veşêre ji ber ku siûdê ji mirov re tîne. Ev baweriya gelêrî ew şarezayiya derhêner a li ser sosyolojiya kurdan jî nîşan dide ku di nav nifşan de guherîneke çawa ya adetan pêk hatiye. Elî gava diçe mala dengbêjekî ji bo Seydoyê Silo lê dengbêj li wir dengê xwe qeydî bandekê dike di teyiban de (ku êdî nemaye ew adet), bi şal û şapik e dengbêj û bi xumamî be jî meriv wêneyê Mistefa Barzanî yê li ser hespê xwe bi dîwar ve dibîne ku ev jî wê heterojeniya fikrî ya kurdan nîşan dide. 

 

Medya Kitabeviya wek mekanekî kurdan dîrokeke xwe heyî di çend deqeyan xuya dike. Selahattin Bulut wek her carê bi camêriyeke mezin dixwaze mêvanê wî (vê carê Elî) çayê vexwe. Vê dîmenê ecêb kêfa min anî û pê hesiyam ku çiqas hewce ye mekanên me jî yên wiha xwedî hafizeyekê di berheman de xuya bikin, çimkî tenê ew mane û kêm in, têra xwe kêm.

 

Kilama Dayîka Min, fîlmekî wiha ye ku meriv pê serbilind dibe.

📻 LI SER PÊYAN, ÇEND KELAM


📻 AŞ Û BAŞ

📧hurbini1@gmail.com
Her mazûvan û berhemdar ji naveroka xwe berpirsîyar e.