Rojnivîskên Festîvalê -5: Rexne û Koçberî


(21ê Nîsanê)

 

Min ji xwe re got ka îro li fîlmên anîmasyonî binêrim. Heft anîmasyon hebûn li ser malpera festîvalê. Her heft jî kurt bûn û min xwest vê carê ne li çaran lê li heftan temaşe bikim. Anîmasyonên min temaşekirî ev in: Sky Sun, Tile Sun (2020, der. Ziba Arzhang), Shirin and Farhad (2018, der. Rahim Karimzadeh), De Berde (2020, der. Star Bazancir), Convoy (2021, der. Mohluddin Arslan), Wood (2020, der. Yasin Zohrabi), The Rotation (2020, der. Hazhir As’adi), Dreams in The Depths (2019, der. Reza Mohammadi).

 

Herî zêde kurdên rojhilatî anîmasyon çêkirine, 5 heb. Herduyên din jî ji aliyê kurdekî rojavayî û yekî ewropî hatiye çêkirin. Tenê mijara yê rojavayî rasterast li ser kurdan e û yên din tevî ku anîmasyonên polîtîk in jî lê ne li ser kurdan lê li ser civateke berfirehtir in, bêtir gerdûnî ne. Ya rastî tevî ku anîmasyona yê rojavayî li ser kurdan jî bû lê yê herî ne bi dilê min jî a wî bû. Nexwe têr nake ku tenê li ser kurdan be divê baş jî be û her weha ne hewce ye her tiştê me li ser kurdan be. Ez dibêm dibe ku zextên Îranê jî li ser vê yekê hebe. Min ji hevalekî xwe yê Îranê bihîstibû ku dewleta Îranê ji kurdan re her tişt serbest kiriye ji bilî siyasetê, siyaseta kurdan. Belkî ji ber vê ye ku meriv di berhemên wan de peyamên ku rasterast îşaretî vê bike nabîne, yan jî kêm e. Di rewşeke wiha de mimkin e ku aliyê hunerî/kulturî/edebî xurttir bibe li şûna naverokên siyasî, propagandayî. Lê ji aliyekî de ev sansurek e jî, ji ber ku azadiya wan a siyasî tune ye.



 

Cureyekî rexneyî

 

Tişta min ji van heft fîlman fam kirî ew e ku anîmasyon misaîdtir in ji bo rexnelêgirtina tiştan. Û bêtir jî tesîra wê çêdibe, qet nebe li ser kîsê xwe bêjim. Çima wisa ye gelo? Xêz û resimên dikevin şûna mirov û dinyaya rasteqîn, me li hemû xax û bendên aqilê me ji wan nabire digerînin, heta bi şop û şivîleyên rêya me bi wan neketî dibin, raz û efsûneke di laş û gewdeyan de tune ye raber dikin, êş û karesateke biçûk jî sertapê dihesînin.

 

Di “Shirin and Farhad” de, derhêner di ser minyaturê Ferhad re ku Şîrîn û hespê xwe hilgirtiye ser milê xwe, henekê xwe bi kultur û modeyên nû dike û rexneyê lê digire ku çawa tesîrê li kultura kevn dikin, wan ji navê hiltînin. Ferhadê di bin hespî de li nav çemî gava dibîne radyoya li nav avê her carê muzîkeke modern lê dide û her carê bi vê muzîkê re jî kincên Şîrînê li gor wan muzîkan vediguhere, aciz dibe û Şîrînê tevî hespî diavêje nav çemî. Piştî kêliyeke din gava dibîne xewn e kêfxweş dibe, lê kêfa wî bi carekê re lê dişeriqe gava fam dike ew di tabloyekê de ye û li pêşangehekê lê temaşe dikin, ew êdî bûye metayek, sebra xelkê. Rexneya derhêner li aliyekî, pir bi eşkereyî xuya dibe anîmasyon çawa bi hostatî hatiye çêkirin, di ser minyatur û nexş û nimûran re nasnameyek ji xwe re peyda kiriye, aîdiyetek di navbera duh û îro de, girêdanek ji bo reh û kultura xwe.


 


Di “Wood”ê de derhêner berê me di texrîbkariya mirovan a li xwezayê. Darên ku mirov wan jê dikin paşê dibin sêdar û sêpê ji bo wan gava bên îdamkirin. Ev heyfa xwezayê ye ji wan. Rexneyek e ev li mirovan, civakê, dewletan ku hay ji xwezayê tune ne, ew wê texrîb dikin, tune dikin. Derhêner heçku dibêje: Dinya ne bi zorê ye, bi dorê ye; îro tu dibirî, sibê ew dibire. 

 

Di “The Rotation”ê de rexne li mirovan, li civavan tê girtin ku nabine yek lê her pev diçin, hînî parvekirinê nebûne, her ji xwe re dixwazin. Ev her weha ji bo şerê neteweyan e jî. Her weha balê dikêşe ser xirabiya  “sînor”an ku ev dibe dawiya wan paşê û li ser van şaristaniyên nû ava dibin. Di fîlm de du hoz hene ku ji bo tavê şer dikin û her aliyek dixwaze tav her tim li aliyê wan be, aliyê din tim şev û tarî be lê tav dibe sebebê tunebûna herdu hozan jî.


 


Her çawa ku ne hevbîr im kulturên nû tehdîdek e li kulturên berê (di rêzepodcasta xwe ya Kultura Populer de behsa van sedeman dikim) her weha aqlê min ji bêsînoriyê nabire di dinyayeke wiha de.


 

Koçberî/Penaberî

 

Mijara koçberî/penaberiyê gelekî berbelav e di edebiyat û sînemaya kurdî de. Ev bivênevê ji ber rewşa kurdan e ku hîn jî berdewam e. Komkujî û şerê li hember kurdan kir ku gelek kes ji cih û warên xwe bibin bi serê rêyan bikevin, xwe li behran biqelibînin û cî û stariyekê ji xwe re peyda bikin. Herî dawî jî ji ber êrîşên Daişê û dagirkirina Efrînê bûn koçber. Ev mijar di van fîlmên anîmasyonê de jî berbelav e. 



“De Berde” anîmasyoneke du deqeyî  ye li ser penaberiyê ku çawa sînor di navbera mirovan de dibin problem û xelk sergerdan dibin. Tê de rexne li polîtikayên dewletan, nijadperestiyê tê girtin. Tenêbûn, dûrbûn û hesreta mal û welat, zehmetiyên penaberiyê aliyekî din ê vê meseleyê ye. 

 

“Dreams in The Depths” li ser koçberiyê ye, koçber û penaberên ji warê xwe dûr ketî û tevî rîska canê xwe jî xwe li behran diqelibînin, bi xeyala ku cihekî ewle ji xwe re peyda bikin, lê bihêwirin. Lê xeyalên wan jî binav dibin, qeyikên wan dibin cihê hêviya wan lê ye, diqulibin. Rexne her wekî yên din li sînoran, li şer, li dewletan tê kirin, nîşan didin ku ew di polîtîkayên xwe de durû ne. Kes deriyê xwe li wan venake û li ber behran her çaverêyî qedera xwe ne.


 


“Convoy” jî li ser koçberiyê ye, piştî bombebarankirina Efrînê kurd bi rêyan dikevin çend rojan. Anîmasyoneke ku ez aciz kirim bi zarîn, girîn, gazin, gotinên dilşewat, muzîkên xwe yên bi kul û derd. Bawer nakim ku êşa miletekî her bi zarîn û girînê bê vegotin, di demên herî xirab de jî rojeva însanan ne tenê girîn û gazin e, gelek tiştên din jî hene ku vê nîşan bidin. Tevî ku di anîmasyonên din de deng tune bûn lê di vê de hebû. Tesîra bêdengiyê jî carinan zêdetir e.


 

Nexş û Nimûr

 

Di hin anîmasyonan de nexş û nimûr zêde li pêş in û di ser wan re hatine çêkirin. Minyatur, avahî, kalîgrafî. Ev bêtir di fîlmên rojhilatî/îraniyan de xuya dibe. Ev girêdayî kulturê ye herhal, ji ber ku girîngiyeke mezin pê didin.



Minyaturekî sedsala 16an heye di destxeteke “Hemse”ya Nîzamiyê Gencewî de. Di vî minyaturî de Şîrîn li ser pişta hespî ye û hesp jî li ser pişta Ferhad e. Ferhad hildane herduyan û xwe li çol û çiyayan dqelibîne. Ez dibêm qey çend minyaturên din jî hene li ser vê behsê. Îcar Rahim Karimzadeh di “Şîrîn û Ferhad”ê de parodiya vê meseleyê di ser minyaturan re kiriye. Lehengên vê anîmasyonê ji nav xalîçeyan, minyaturan, nexş û nimûran derdikevin û zindî dibin. Wî minyaturên nû ava kirine ji xwe re. Ev ne tiştekî nû ye ku di fîlman de minyatur/resim bên nimandin. Sergei Parajanov di fîlmê xwe yê Sayat Nova de minyaturên nû saz dike. Humayun Şeceryan jî di klîba straneke xwe de anîmasyoneke bi awayê minyaturî çêkiriye.

 

Nexş û nimûrên “Sky Sun, Tile Sun” ji Tekyayeke Kermanşahê hatine wergirtin. Anîmasyon piranî di ser van nexş û nimûran re tê nimandin. Cêrên destê jinan, hinarfiroş, tava biriqandî, dîkên bang didin. Teyrên ji nav minyaturan derdikevin difirin. Tava ku tê xêzkirin û berdidin esman. Kulîlkên bi qeleman zindî dibin. Û hin tiştên din.




📻 AŞ Û BAŞ

📻 LI SER PÊYAN, ÇEND KELAM


📧hurbini1@gmail.com
Her mazûvan û berhemdar ji naveroka xwe berpirsîyar e.