Rêberek bo bîneran: Fîlmên kurt, zemanekî dirêj

| EKREM YILDIZ


Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê (FFKL), wekî par, îsal jî bi şêweyekî onlayn li gel zêdetirî deh festîvalên kurdî yên hevkar bernameyeka der’edetî pêşkêşî bînerên xwe yên sertaserê cîhanê kir. Wisa ‘eyan e ku îsal, hem bi boneya bîstemîn salvegera FFKLyê hem jî rêlibergirtina daxistina fîlman û parastina copyrighta wan, malpereka taybet bo festîvalê danîn. Ev malper jî, di demeka wekî vê pandemiya cîhangîr da bû derfeteka gelekî baş bo fîlmên kurdî yên ku ne sahibê cemawereka bînerên rûniştî ye. 

Hem FFKLyê hem jî gelek malperên xeberî derbarê hûrgilî û naveroka bernameya festîvalê da agahiyên ansîklopedîk belav kirin, lewma ez dê xwe nedim ber barekî wisa. Li şûna vê yekê, wekî bînerekî fîlmên kurdî, bi izna we, dê hewil bidim çend kelaman derbarê fîlmên kurdî yên festîvalê da bikim. Herwiha ez dê li gel sebebên wê -ku ev tişteka zêde ferdî ye- çend fîlman pêşniyazî we bikim. Em bibînin ka derhênerên kurd, xaseten jenerasyona nû, di kurtefîlmên xwe da kîjan têma û babetan radiçînin?

Kurtefîlm wekî formeka vegêranê, nisbet bi fîlmên dirêj û fîlmên hunerî xweyî bazar û endustriyeka bertengtir e. Her dîsa derfeta pexşkirina kurtefîlman li televîzyon û holên sînemayê yan jî li ser platformên onlayn kêmtir e. Lewma berê kurtefîlman zêdetir li festîvalên nawnetewî û xelatên li festîvalan e. Ev eger, bi rengekî zarûrî li ser hilbijartina çîrok û babetên kurtefîlman tesîrdaner e ku zorîneya kurtefîlmên kurdî yên di bernameya FFKLyê da li ser travmayên polîtîk, şer, penaberî hwd. hatine raçandin. Egera duyem ya hilbijartina van çîrok û têmayên fîlman girêdayî paşxaneya polîtîk ya derhêneran e ku gelek ji wan bi rengekî rastewxo û nerastewxo angaje û layengirên meseleya polîtîk ya kurdî ne û li ser çîrokên girêdayî vê meselaya tarîxî zal dibin. Lewma em ji zorîneya çîrok û têmayên fîlman jî serwext dibin ku fîlmên derhênerên kurd ji vê kaniya polîtîk, xaseten bûyerên van çend salên dawî, (şerê li Sûriyê, penaberî, Helebce, qetlîamên DAIŞê û koçberiya kurdan bo Ewropayê hwd) avê vedixwin. Ji ber hindê bi rengekî domînant afirîneriya derhênerên kurd û fîlmên kurdî di bin vê cereyana polîtîk da teşe digirin. Diyalektîk û hevterîbiya di navbera rewşa sosyo-polîtîk ya kurdan û têmayên van fîlman da encameka têra xwe tebi’î ye. Digel vê yekrengiya têmatîk, ji nav van kurtefîlman hindek fîlm jî hene ku babetên wan ji vê xeta qet’î ya polîtîk cudatir in. Bo nimûne li ser dîroka kultûrî ya helperkê (Herman), tirs (Pîrabok) nexweşiya zarok û jinan (VaveylaDance of Love û Karnica) merasîma dawetê û kultûra babaniyê (Bavanî) nimûneyên vê yekê ne. 

Ji nav 44 kurtefîlmên festîvalê, 20 kurtefîlm çîrokî, 17 belgefîlm û 7 jî anîmasyon in. Ji 44 fîlman, 22 ji rojhilat/Îran, 11 ji bakur/Tirkiyeyê, 4 ji başûr, 2 ji rojava/Sûrî, 1 ji Swêdê, 1 ji Amerîkayê, 1 ji Danîmarkayê, 1 ji Swêd-başûr û 1 jî ji başûr-rojava ne. Giraniya derhênerên rojhilatî, hem di berhemanîna fîlmên anîmasyonê da (ji 7 anîmasyonan 5 ji rojhilatê ne), hem jî di rêjeya (ji 44 fîlman 22 fîlm ji rojhilatê ne) fîlman da, nisbet bi parçeyên din yên Kurdistanê û dîasporayê, gelekî berçavtir e. Daneyeka din ya serincrakêş derbarê derhênerên kurtefîlman da ew e ku ji 43 derhêneran (Ferman Narîn bi Şeker Gıda û Pîrabokê beşdarî festîvalê bûye) 38 derhêner mêr in û 5 jî ji wan derhêneran jin in. Ev dane bi rengekî ron û eşkera nîşan didin ku derhênerên kurd yên jin di berhemanîna fîlmên kurdî da roleka çawa digêrin û derhênerên mêr çiqasî ‘serdest’tir in. 

Gava ev kurtefîlmên navhatî tên temaşekirin, digel ku hejmara kurtefîlman zêde, dem û zemanekî dirêj divê, bêguman mirov gelek caran dilteng dibe. Elbet çendîn sebebên vê yekê hene û dikare bi vî rengî bêne behskirin: Yek, her wekî me li jorê behsê kirî, polîtîkbûna qet’î ya têmayên fîlmên kurdî bo sînemahezan piştî radeyekê vediguhere êş û azarekê; lewma di navbera fîlmên kurdî û bînerên kurdî da pirdeka hestiyarî durist nebûye. Du, di gelek çîrokên fîlmên kurdî da, problemên vegêranê/narasyonê (qelsiya senaryoyê, îmajên zêde folklorîk, pêbaweriya çîrokê yan jî nebûna girê/konflîkta çîrokê, amatoriya lîstikvanan, bikaranîna kurdî  wekî parçeyeka estetîka fîlmê -bi taybet derhênerên bakur- û diyalogên bêfonksiyon hwd) derdikevin pêş û bîner gelek caran encamên fîlman texmîn dikin û ev yek bo bîneran dibe dezavantejek û fîlm şoxeşengiya xwe ji dest didin. Bes digel vê yekê jî, min divê çend kurtefîlman pêşniyazî we bikim ku di nava van kurtefîlman da hêjayî dîtin û nezera we ne. 

[Xwînerê/a ‘ezîz, di berdewama nivîsê da spoîler heye]


    1. Quarantine (Muhammedreza Erdelan, 2019)

Quarantine (2019), hem ji ber postera xwe hem jî ji ber navê xwe yek ji wan fîlmên destebijar e ku bala bîneran li ser be. Fîlma Quarantineyê ji aliyê Muhammedreza Erdelan ve hatiye nivîsîn û derhênan. Her wiha fîlm feyza xwe ji çîroka Bîjen Nejdî digire ku fîlm behsa nexweşiya tirsê dike. Tahir (Tûran Yaqûtî) gencekî kurd e, em di sehneya ewil ya fîlmê da dibînin ku ji bo ku Tahir biçe eskeriyê û beşdarî artêşê bibe, li mi’ayenexaneya leşkerî mi’ayene dibe. Paşê, derhêner bîneran bi flashbackê dibe zarokatiya Tahir ku em dibînin nexweşiyeka bêrderman ya tirsê (merez-tirs/Fear Disease) lê peyda bûye. Her çiqas hekîm hatibine li ser Tahir jî, nekarîne dermanekî ji bo nexweşiya wî peyda bikin û dawiya dawî cînarekî wan tê û pişta Tahirî qul dike û kilîdekê bi pişta wî ve dike. (Di fîlma Quarantineyê da tundûtîjî heye, kesên hesasiyeta wan heyî bila lê hişyar bin.)  

Quarantine, hem ji aliyê çîrokê hem jî ji aliyê vegêrana çîrokê ve bêguman fîlmeka serkeftî ye. Baş e, pêkhateyên ku vê fîlmê serkeftî dikin çi ne? Di fîlmê da rîtmeka gelekî hêdî heye, ev yek meraq û heyecana mirovî heta dawiya fîlmê zindî dihêle. Ji aliyê din ve, lîstikvaniya Tûran Yaqûtî û endîşeya wî ya nexweşiyê dibe wesîle ku mirov daxilî nava fîlmê bibe. Hereketên kamerayê yên wekî pan û nêzîkbûn/zoomê; reng, makyaj, muzîk û dengên zelal yên fîlmê ku dibin pêkhateyên vegêranê, çîroka fîlmê rasteqîntir dikin û pêbaweriya fîlmê bilindtir dikin. Lewma bi nezera min Quarantine, hem hêjayî dîtinê hem jî hêjayî xelata baştirîn kurtefîlma çîrokî ya FFKLyê ye.

2. The World’s Last House [Xaniyê Dawî yê Dinyayê] (Emîr Gholamî, 2021)

Fîlma Xaniyê Dawî yê Dinyayê (2021) hem bi çîroka xwe hem jî vegêrana xwe ya der’edetî -nisbet bi fîlmên kurdî- yek ji wan fîlman e ku mirov ji temaşekirina wê têr nabe. Pîremêrek (Ferîdûn Ensarî) li xaniyekî keskereng û dûr û derazê gund û bajêr, bi rêya nameyan muşkîleyên însanan çareser dike. Lê belê ji vê rûtîna xwe ya rojane bêzar bûye. Ji aliyekî din ve mêhvanekî wî (Muhammed Raûf Muhammedî) yê çekbidest heye ku bes sê gule li ber çeka wî hene û pîremêr ji mêhvanê xwe daxwaza kuştina xwe jê dike. Pîremêr, ji bo mirin yan jî kuştina xwe ya ji aliyê mêhvanê xwe ve telefonî diktorê xwe dike û daxwaza pêşniyaz û fikrekî ji diktorî dike. Bi giştî, di nava vegêranên fîlmên kurdî da, vê fîlmê cihekî xwe yê xweser heye bêguman. Reng e, fîlmên western bîne bîra hindek ji we bîneran. 

3. Şîn (Mehmet İsmail Çeçen, 2020)

Di van çend salên dawî da, yek ji babeta gelek belgefîlmên kurdî, rûxandin û binavhiştina Heskîfê bû. Gava mirov peywendiya belgefîlman li gel dîrok û erdnîgariyê bifikire, rûxandina Heskîfê zêdetir li belgefîlman digunce. Şîn (2020), kurtefîlmeka çîrokî (belkî jî tekane fîlma çîrokî be li ser Heskîfê) ya li ser koçkirin û neqilkirina miriyên li Heskîfê ye. Derhêner Mehmet İsmail Çeçen, bo fîlmekê babeteka maqûl hilbijartiye. Lê belê ev çîroka maqûl bi rengekî belgefîlmê hatiye vegêran. Çîrok bûye qurbanê şêwaza vêgêrana derhênerî. Bo nimûne sehneya ewil ya fîlmê bi dîmenên droneê dest pê dike ku ev yek êdî wekî klîşeyeka vegêrana belgefîlman tê zanîn. Lewma bi ya min derhêner hêj di sehneya ewil da fîlma xwe seqet dike. Ya duyem, derhêner qet li ser plan û detayan hûr nebûye û bi peyzajên çiya û dewrûberê fîlm fetisandiye. Ya sêyem jî ew e ku tu peywendî di navbera rîtm û babeta fîlmê û muzîka fîlmê (Şakiro – Emro) da nîne û nabe parçeyekî temamker yê vegêrana fîlmê. Ev muzîka dengbêjiyê ya populer, ji pêkhateyeka fonksiyonel ya fîlmê zêdetir wekî nîşaneya nasnameyeka ferhengî xuya dike. Herçend ji aliyê vegêrana çîrokê ve qelsî û kêmasî hebin jî, ji ber xweseriya babeta fîlmê hêjayî dîtinê ye. 

4The Stain [Leke] (Şoreş Vekîlî, 2020)

Fîlma The Stain (Leke), behsa çîroka pîremêrekî (Ferîdûn Ensarî) paqijkerê hola sînemayê dike ka fîlmên sînemayê çawa dibine wesîleya hevrûbûna wî li gel rabirdûyê. Di gel ku fîlmeka çîrokî ye jî, wê derfet û delîveyê bexşî bîneran dike ku li ser têgehên heqîqet, rabirdû, temsîl û nîşaneyan bifikire. 

5. Hell [Dojeh] (Burhan Ehmedî, 2021)

Belgefîlma kurt ya bi navê Hell (Dojeh) ji hemû taybetiyên xwe yên vegêran û estetîkê wêdetir, babeta wê serincrakêştir e. Digel ku babeta fîlmê li ser jenosîda Helebceyê ye, reng e cara ewil e (şexsen cara ewil ez rastî belgefîlmekê têm ku behsa rênc û azar û qurbanîbûna yarsanan dike) behsa qurbanîbûna kurdên yarsan yên ‘îzole’ dike. Ta îro, temsîla jenosîda kurdan bi nezereka kurdî-sunnî hatiye raçandin. Lê belê em dibînin ku di belgefîlma Hellê da em şahidiya rênc û azara kurdên yarsan dikin ku çîroka fîlmê li ser mexdûriyet û mehrûmiyeta xizmetguzariya tenduristiya kurdên yarsan yên li gundekî Kirmaşanê ye. Ev belgefîlm, hem ji ber egera xuyabûna kurdên yarsan di sînemayê da hem jî ji ber egera hebûna lehceya kurdiya hewramî di fîlmê da, hêjayî dîtinê ye. 

Ji bilî van fîlman, bînerên ku bixwazin dikarin li van kurtefîlm û anîmasyonên di beşa kurtefîlman ya FFKLyê da jî binêrin: Blomming in the DesertDreams in the DepthsThe OtherThe Rotation û Şeker Gıda

📻 LI SER PÊYAN, ÇEND KELAM


📻 AŞ Û BAŞ

📧hurbini1@gmail.com
Her mazûvan û berhemdar ji naveroka xwe berpirsîyar e.