Rojnivîskên Festîvalê -4: Tirs û Evîn


(20ê Nîsanê)

Barana 7ê nîsanê ye herhal (li gor hesabê kurmancî), ji bo barana vê rojê gotine gamêşqiran jî. Li gor riwayetan, heft gamêş li ber vê baranê telifîne. Çend roj in hewaya derve laşê min disincirîne, gaveke şûn de ez dê di nav bêhn û rewaya axê re bimeşim.

 


 

Mandoo | Tired (2010)

 

Fîlmekî dirêj ê veger û rêwîtiyekê her wekî “Black Crow”ê lê cudatir jê derheqê evîneke “mandû” de. Her weha karakterên di vî fîlmî de wekî yên “Black Crow”ê nagihijin mala xwe, ew dikarin ji mala xwe derkevin, biçin heta Swêdê jî, lê qedexe ye li mala xwe vegerin, “sînor”ên di navbera welatê wan de ye mala wan, li wir ji xwe re di xêzika nav jiyan û mirinê de asê dimînin. 

 

Yekem fîlmê Ebrahim Saeedi ye temaşe dikim lê meraqa hin fîlmên wî yên din jî li min çêbû, heger fîlmên wî yên din jî peyda bikim, ez dê lê binerim. Min hinekî tesîra Behmen Ghobadi tê de dît, sehneyên mayînan filan. Lê carnan tiştekî wisa jî li meriv diqewime: Gava kesek berhemeke baş diafirîne û yên piştre jî di berhemên xwe de behsa wê mijarê dikin, ji me we ye tesîra berhemdarê ewil li ser wan heye. Gelo bi rastî jî wisa ye? Ne wisa be jî ji ber xurtî û bernasiya berhema ewil, gava mijareke wan a nêz hebe, çi jî bikin di bin siya yên ewil de dimînin. Hin kes ji vê re dibêjin teqlît, hin dibêjin tesîr, hin dibêjin ma qey ev mijar tenê li ser kesekî tapokirî ye. Mayîn jî wisa ye, jê normaltir tiştekî din belkî tune be ku kurdekî li herêmên bi mayîn ên Kurdistanê behsa mayînan bike.

 

Şîlana ku piştî çendîn salan ji Swêdê vedigere Kurdistana Îraqê ji bo ku li apê xwe bigere bibîne lê ya rastî ji bo kurapê xwe yê evîndarê xwe yê berê tê, Apê Şerîf ê ku felcê lê xistiye û dike bimire, Şahoyê ku dixwaze bavê xwe berî mirinê bigihîne mala xwe ya Îranê û li wir li cem dayîka wî bê veşartin, jina Şaho (navê wê çi bû, nehat bîra min, derhêner jî zêde berê kameraya xwe nedabû wê) ya ku hay ji vê evînê heye lê tiştek ji dest wê nayê û her dilbikul e. 

 

Derhêner wekî ku xwestibe hemû bûyerên şerê kurdan û dewleta Îraqê li ser rêya xwe nîşan bide, her tiştî aniye di vê rêwîtiyê de bi cih kiriye. Şer, kuştin, teqîn, gulebarankirin, mayîn, sînor. Û govend. Heger min govendên kurdan ên di demên şer de nedîtana belkî min bigota ma bû çi?, lê konvoyeke bûk û zavayî di ser rêya vê malbata me re diçe, ew jî dadikevin govendê digirin di nav şer û pevçûnan de. Hîn jî aqilê min ji govendên wisa nabire, Xwedê xêr ke.

 

Ji ber vê jî carinan ew guman bi min re çêdibû gelo derhêner şer û pevçûnê zêde derxistiye pêş û ev evîna mandû li ber siya wê maye? Lê tiştekî din jî heye, em bi xêra van bûyerên li serê rê ku dibin sebeb em hay ji vê evînê çêbibin. Gava erebeya wan şevekê dikeve zeviyeke bi mayîn û pê dihesin, Şaho û Şîlan li derve ne û heta sibehê xwe naleqînin ji ber ku tarî ye, mayînan nabînin. Di vê şeva dirêj de Şîlan qutiya dilê xwe jê re vedike ku çawa hîn jê hez dike lê çi ecêb e, tevî ku çiraxek di hundirê seyareya wan de heye û pê dikarin ber xwe bibînin û vegerin seyareya xwe jî ji ber ku du gav e, lê herhal derhêner xwestiye heyecanekê bide fîlmê xwe di rewşeke weha de gava jina Şaho jî li ber serê wan e. 

 

Her wekî evîna mandû ya têkûyî, negihiştina malê jî dibe têkçûnek. Bavê ku li ber sînor dimire, ruhê wî li ser pişta kurê wî ji sînor derbasî aliyê din, ber bi “mala wî” ve diçe. Aliyê herî xweş ê fîlm ew bû ku heta dawiya fîlm jî em bav nabînin, tenê dengê bêhnçikîna wî tê, carna destê wî xuya dibe li ser pişta kurê xwe, em bi xumamî dibînin derdorê gava kamera ji çavê wî nîşan dide. Meraqek bi min re çêbû heta dawiya fîlm û gava Şaho bavê xwe traş dike li ber sînor û neynikê dide ber wî, em ne yekser lê di ser neynikê re wî dibînin. Ew êdî siyek e, gava rihê wî li ser pişta kurê wî jî ji sînor derbas dike, ew siyek e, kurdên ku laşê wan li derve lê siya wan li mala xwe. 

 

Dîmenek hebû ku ez pê aciz bûm, bavê ku felcê lê xistiye û nikare xwe bilivîne, çi ecêb e dema ku eskerê îraqê li Şîlanê dixe, sîlehek di dest wî de ye û berdide esker dikuje û ew wan xilas dike. Min vê carê ji xwe re got: Ma bû çi? Ji bo ku em kelogirî bibin û bibêjin Xwedê bi hewara wan de hat, çi hewceyî vê zêdegaviyê ye gelo? Lê gava meriv hezar bûyeran derxe pêşiya karakteran û hewl bide ji wan xilas bibe, carinan tiştên wisa zêdegav jî diqewimin. Bav heta dawiyê bi awayekî pasîv bimaya û derhêner çareseriyeke din bidaya ber xwe, ew efsûna mezin xira nedibû. 

 

Min gelekî ji muzîkên fîlm hez kirin û xwezka xwedîxêrek playlista wê çêbikira. 


 

Dance Of Love (2020)

 

Belgefîlmekî pir pir kurt, 7 deqeyî. Derhêner, Mohammad Farajzadeh. Min fam nekir çima ewqasî kurt e, tênegihiştim mebesta derhêner çi ye. Mêrekî ku şanzdeh sal e jina xwe ya bi nexweşiya diyabet û alzheimerê xwedî dike, lê miqate ye, piştî wê dest bi çêkirina resiman kiriye, dîwarê mala xwe bi resim dike. Gelo ji ber evînê ye ev? Yan ji ber gunehê wî bi jina wî tê? Ew bi xwe jî bo wê dibêje, “guneh” e. Kalemêrê di fîlmê “Amour” ê Haneke de, piştî ku jina wî felc dibe, radibe wê dixeniqîne. Navê fîlm jî “evîn” e. Mêrekî li jina xwe miqate ye ji ber ku gunehê wî pê tê, mêrekî jina xwe dikuje ji ber ku jê hez dike. Guneh û evîn di nuqteyekê de miheqqeq digihijin hev, lê niha naxwazim li ser bifikirim.


 

Pirabok (2020)

 

Niha gelek kesan gotiye, ez jî bêjim: Çi heyf ku ev fîlm ne bi kurdî ye. Ne ku min fîlm pir eciband loma ez dibêjim lê fîlmekî tirsê bi kurdî dê rengekî din, terzekî din ji xwe re peyda bikira. Fîlmê herî xirab ê tirsê jî di kurdî de dê xwedî dengekî cuda bûya. Helbet bila ne xirab be lê her karekî destpêkeke xwe heye. Qadeke xalî ye û hîn derdorek tune ye ku kesek serê xwe pê re biêşîne. 

 

Tevî ku navê fîlm pîrebok e û li ser pîrebokan e jî lê min qet neşiband çîrokên pîrebokên kurdan ku li hin cihan ji bo cinan jî tê gotin lê li hin cihan cudatir in ji cinan. Pîrebokên li vir xwedî rihê mirovan in, pîrebokê tê bi ser mala Xetîceyê, tevî du zarokên xwe li gund maye, mêrê wê yê mirî bi xwe ye ku bangî wê dike û wêneyê wî yê li dîwar dikeve xwarê. Heta niha min nebihîstiye û nexwendiye ku pîrebok ji însanan çêbûbin. Dibêjim qey derhêner zêdetir di tesîra fîlmên biyanî û çîrokên wan de maye, mesela di rêzefîlmê The Walking Dead de jî çîrok bi vî awayî ye, mirovên mirî vediguherin hin cinawirên (pîrebok jî dibe) laşên însanan dixwin. 

 

Lê ji bilî vê, derhêneriya Ferman Narîn hêviyekê dide min, ew jî hîn ciwan e û wek Ahmet Petek ji heman beşa Zanîngeha Mêrsînê mezûn bûye, herhal ji bo zanîngehê çêkiriye. Heger berê xwe bide kurdî, fîlmên xwe bi kurdî bikêşe, çîrokên kurdî yên wisa berhev bike û li ser wan baş bixebite, dikare bibe rengekî cuda yê sînemaya kurdî û belkî jî, bala dinyayê jî bikêşe.


 

Love in the Face of Genocide (2020)

 

Belgefîlmê Şêro Hindê li ser dengbêjên êzdî. Belgefîlmekî hem bi naveroka xwe, hem bi şahiya xwe ya kilaman, hem bi dîmenên xwe (dîmenên dawî yên jinên kitanspî li ser bazeberan li nav çem ecêb kêfa min jê re hat) balê dikêşe. Lê qisûra wê ya herî mezin ji bo min muzîka wê bû. Ez ji muzîka Mehmûd Berazî hez dikim lê di vî belgefîlmî de gelekî aciz bûm ku muzîk pir zêde bi ser deng û gotinên dengbêjan re ketiye û serê min êşiya li ber. Ji ber vê muzîka zêde min nekarî konsantreyî gotinan bibim û baş fam bikim ka çi dibêjin. Muzîk baş e erê lê di dengbêjiyê de mesele ne muzîk e, gotin in, ji ber vê ye dengbêj hez kirine tenê bi dengê xwas bibêjin ne ku bi muzîkê. Dengbêj dixwazin ew li navendê bin, gotinên wan, ne ku kesekî din were ji wan derbas bike. Di vî belgefîlmî de ji dengbêjan bêtir muzîka Mehmûd Berazî li navendê bû. Pileya muzîkê kêmtir bûya û yan jî qet tune bûya dema ku dengbêjan kilam digotin, belgefîlmekî hîn baştir dikaribû jê çêbûbûya.

 

Ji ber ku navê dengbêjan li binî nehatibû nivîsandin nizanim navê wan çi ye lê dengbêjê min ê favorî yê xort (du dengbêjên xort hebûn, yê ewil) bû, camêrî hem got nîşan da. Hereketên wî, rûçikên wî pir li deng dikir. Ez dibêm heger bixwaze, dikare karên pir baş bike bike bi dengbêjiyê. 

 

Yek tişta din a ne hewce jî destpêka wê bû. Narrator ji gotinên wekî Dîroka Mezopotamyayê ketê ji Rojhilata Navîn derket, bi gotinên xemilandî dewam kir. Çi hewce dike? Ne pêdiviya êzdiyan ne pêdiviya ti miletî bi gotinên mezin û xemilandî tune ye. 

 

Derveyî vê meseleyê; ne gotin, ne êş, ne karesat ti miletî ne kêm dike ne mezin dike. Ne ji ber tiştên hatî serê xelkê meriv gotinên mezin û qelew ji wan re bike ne jî wan di binê erdê bixe. Her kes, her qewm û bawerî bi başî û xirabiyên xwe hene. Mirov ne yekalî ne, gelek aliyên xwe hene. Tenê hewce ye meriv hev nas bike, bi hemû aliyên xwe ve.

📻 LI SER PÊYAN, ÇEND KELAM


📻 AŞ Û BAŞ

📧hurbini1@gmail.com
Her mazûvan û berhemdar ji naveroka xwe berpirsîyar e.