Rojnivîskên Festîvalê -3: Veger û Mirin


(19ê Nîsanê)

 

Piştî du rojên di malê de derketim derve, di ser pirê re meşiyam.



Black Crow (2016)

 

Fîlmekî dirêj li ser kurdan lê dûr ji ruhê kurdan, cografyaya kurdan. Gelo bi vê bala dinyayê tê kişandin? Bawer nakim. Fîlmê M. Tayfur Aydin ê bi sponsoriya wezareta kultur û turîzmê ya Tirkiyeyê hatiye çêkirin. Di fîlmekî de hebûna çend zimanan qismen min aciz nake lê ya ku min aciz dike, tevî ku hewce nake jî ew ziman hene û heta dawiya fîlm cihekî zêde ji xwe re digirin. Di vî fîlmî de jî sê ziman hene: Kurdî, Tirkî, Îngilîzî. Halbûkî tenê bi kurdî jî mimkin bû lê derhêner wisa tercîh kiriye herhal, yan jî dibe ku tesîra sponsoran di vê tercîhê de hebe.

 

Aktrîseke kurd, Sara, (lîstikvana wê azerî ye, bi ingilizî dipeyive) a navdar li Fransayê, piştî ku nameyek ji bavê xwe werdigire bi lez biryar dide bi “qaçaxî” ji Colemêrgê derbasî Îranê bibe. Bi kurdekî re (lîstikvanê wî Aziz Çapkurt) li hev dike ji bo ku wê ji sînorê Tirkiyê derbas bike. Çi ecêb e, di rewşeke ewqasî krîtîk de yê kurd nizane bi kurdî bipeyive, heta Îranê bi tirkî dewam dikin. Sara bi Aziz re tên Colemêrgê û bi kolberan re (ku qet îşaretek, gotineke wan jî li colemêrgiyan naçe, hema çend peyvên besît ên colemêrgê hîn bûbûna, ne zêdetir) li ser pişta hêstiran di nav dol û newalan re bi rê dikevin.

 

Fîlmê ku hema hema di vê rêwîtiyê re derbas dibe û ji bilî rêveçûna wan û reva ji leşkeran tiştekî din nîşan nade (dengê guleyan tê, behsa hebûna wan dikin lê leşker jî xuya nabin). Bi diyalogên xurt belkî bikariya fîlm xurttir bikira derhêner, lê tevî ku meseleyeke pir muhîm e jî biryara vegera Sarayê, fokûs bêtir li ser telaş û endîşeya kolberan e. Herî dawî jî gava Sara digihije mala xwe, dibîne ku bavê wê miriye (ez neheyirîm). 

 

Problem tevî ku biryara vegerê ya Sara ye, lê derhêner di ser vê problemê re çilape kiriye û berê xwe daye dema rêwîtiyê, çûyîna wan a ku tiştekî nabêje li ser vê problemê. Wisa dizanim, heger derhêner serê xwe bi vê biryara vegerê re biêşanda û fîlm li dor wê biziviranda, heye ku fîlm bigihişta meqseda xwe. Ez meraq dikim bi rastî, aktrîseke kurd a navdar li Ewropayê jiyaneke xwe ya çawa heye, têkiliyên wê yên bi ewropiyan û sektora wan a sînemayê re çawa ye, çi dihizire, xwedî derûneke çawa ye, xwedî nasnameyeke çawa. Û ev aktrîs bi carekê re nameyeke muhîm digire ji bavê xwe yê ku wî ew nebexşandiye ji ber ku terka mala xwe kiriye, çi diguhere di jiyana wê de, dikeve nav hesabpirsîneke çawa di dilê xwe de, çawa tevdigere ligel civata xwe ya ewropî, çi dike ku ew biryarekê piştî ewqas salan wergire û mirinê bide ber çavê xwe. Meriv dikare gelek pirsan lê zêde bike. Derhêner bêyî rêwîtiya ber bi malê ve jî dikarî ew rêwîtî di hişê me de saz bikira. Li çîroka xwe difikirim, fîlm piştî çareserkirina vê problema biryara vegerê biqediya, dê rê li ber meraqekê û gelek pirsên din jî vekira. 



Car Wash (2019)

 

Diheyirim bê kesên di mala xwe de, di nav çar dîwaran de heywanan xwedî dikin çawa bi wan re îdare dikin, ez bi xwe nikarim, min tecribe jî nekiriye. Ji ber problema min a konsantrasyonê, zûbizû nikarim li tiştekî hûr bibim, bixebitim gava hereketek di nav odeya min de hebe, tew ku heywanek hemû qul û qorziyan li bin guhê hev bixe, her derê gav bike, di nav pêyê min re bikişe biçe. Loma gava xwarzêya min a biçûk jî xwe li min digire, dest diavêje kelûpelên nav destê min, hewl didim zû jê xilas bibim. Bibexşe Solikê. : ) 

 

Belgefîlmekî kurt ê berê me dide çîrokeke li Rojhilat, bi derhêneriya Mohsen Sakha. Jin û mêrekî (Nigîn û Şadiman) ku ev bi salan in heywanên birîndar sax dikin, baş dikin û wisa berdidin nav xwezayê. Lê Nigîna ku dilê wê dimîne bi sivoriyekê û çar sal in wê di nav malê de xwedî dike, êdî li ber israrên mêrê xwe naqedîne, qebûl dike wê berdin. Nigîn navek jî li sivoriya xwe kiriye: Matilda. Nizanim çima ev nav lê kiriye lê ê min Matildaya Leon hat bîra min. Her du jî dûr ketî ji malbata xwe, li ber rehma xwediyekî din. Li gor Şadimanî mal wek zindanê ye ji bo sivoriyê. Ma bi rastî jî wisa ye? Nigîn, ji dilê dil digirî.

 

Ji aliyekî, ez jî wisa difikirim. Heywanên ku dilê xwediyê xwe xweş dikin, heywanên ku tenêtiya xwediyê xwe jê dûr dixin, heywanên sebra xwediyê xwe tînin, heywanên rengo rengo, şikil bi şikil. Aqûbeta heywanên li kuçeyan jî ne kêmî yên malan e, xirabtir e hetta. Yan kevirek li serî dikeve yan serî tê mizdan. Te kîjan bivê. 


 

Berû (2020)

 

Kurtefîlmekî ku xwestiye êrîşa DAIŞê ya li Êzdiyên Çiyayê Şengalê nîşan bide (ya rastî heta min agahiya li ser fîlmî nexwend min nezanî êz pê nehesiyam ku êzdî ne û Şengal e), bi derhêneriya Nazmi Karaman. Darberûya ku piştî êrîşa çekdarên DAIŞê jî li ser xwe ye wek semboleke liberxwedana kurdan xuya bû li ber çavê min, te dî berû jî heta hezar salan jî dimînin, nizanim, belkî jî ev şiroveyeke bêhed (aşırı) e ez dikim. 

 

Bi qasî ez temaşe dikim, belgefîlmên kurdî êş û karesatên bi serê kurdan hatî baştir nîşan didin, bitesîrtir in ji bo min. Ma gelo (kurte)fîlm jî nikarin bi qasî belgefîlman bi tesîr bin? Dikarin. Lê bi şertê ku çîroka takekes di bin siya wê êşê/bûyerê de nemîne, yanî ne ku em di ser êşê/bûyerê re berê xwe bidin takekes lê em di ser çîroka takekes re xedariya wê êşê, bûyerê fam bikin.  

 

Di Berûyê de karakterê serekî ne dê ye, ne bav e, ne zarok e, ew nebûne karakter jî, karakterê serekî Êrîşa DAIŞê, qetilkirina êzdiyan e. Ji nişka ve çekdarên DAIŞê tên, êrîşî gund dikin, zaroka malê dimire, dayîk li ser digirî, çîrok xilas dibe. Encam? DAIŞ êzdî kuştin. Temam kurd jî vê zanin lê mesele tenê kuştin be, em mikrofonê bidin ber şahidan bila bipeyivin, em baştir fam bikin çi hatiye serê wan. Tesîra karesatekê di berhemên çîrokî (fiction) de di ser neqilkirineke yekser re pêk nayê, heger di berhemên wisa de li şûna karakteran karesat li pêş be, ev yek hunera berhemê dikuje û dike alavek ji bo ajîtasyon an jî propagandayê. 

 

Derhêner karakterên xwe, çîroka malbata di fîlm de kiriye bi qurbana peyameke yekser ji bo ku bibêje DAIŞ êzdî kuştin. Bêyî van jî meriv dikaribû pir baş hay ji vê karesatê hebe, di ser çîroka kesan re. DAIŞê keçik kuşt û çîroka wê xilas. Ne em zanin keçik kî ye, ji çi hez dike, çi difikire, bi çi girêdayî ye, çi ji bo wê muhîm e, aliyê wê yê baş û xirab çi ne. DAIŞ ne tenê keçik kuşt lê gelek tişt jî pê re tune kirin, derhêner karibûya tenê bala xwe bidaya yek ji wan tiştan belkî jî me bigota aha, DAIŞ filan tiştê keçikê tune kir nexwe ev tişta han hat serê gelek keçikên êzdî jî, nexwe ev karesateke mezin e û karesat ne tenê “hejmar”a mirovan e, mirov ji hejmaran û mirinê wêdetir in, bi hemû hest û kompleksên xwe li hemberî me ne. Ew wek kes hene pêşî, wek takek, ne wek komelek. Karesateke komelî jî di ser naskirina kesekî re tê famkirin.


 

Casimê Celîl (2021)

 

Min Celîlê Celîl cara ewil çend sal berê li Diyarbekirê di gotûbêjekê dît, Weşanên Wardozê organîze kiribû. Pir bi hewes bû di wî temenê xwe yê di ser heştêyî re jî, her qala xebatê û berhevkirinê dikir, tûrikê wî tije bû. Gava gotûbêj xilas bû ez çûm cem wî ji bo ku kitêbên xwe îmze bike, min navê xwe jê re got û li bende mam. Got, “tu li kû yî heta vêga?” Ez heyirîm, gelo wî ez nas dikirim? Dû re nameya min a berî çend salan min ji bo wî şandî hat bîra min, min texmîn nedikir ku ji wê nameyê ez bêm bîra wî. 

 

Bi erasmûsê ez dê biçûma Ewropayê, min ji gelek saziyên kurdan re name dinivîsîn ji bo ku ji min re dawetname bişînin û li cem wan stajê bikim. Celîlê Celîl di nameya xwe de gotibû Kitêbxaneya Casimê Celîl li gundekî Wiyenayê ye û hin şert danîbûn ber min. Ezê ku li xwe danetanî biçe gundekî, bersiva Celîlê Celîl nedabû, nexwestibû biçe gundê Wiyenayê. Di wê kêliya îmzekirinê de min gelekî şerm kiribû û min nezanîbû çi bibêjim. Gava wî kitêba min îmze kir, nivîsî “Ji bo dostê min î qedîm…” şerma min hîn zêdetir bû, min hingê hilda resimê wî yê di nav kitêbê de raberî wî kir û got, “mamoste, îmzeyek ji bo vî resimî jî.” Di vê dewra zorzehmet a dostaniyê de, dostaniya Celîlê Celîl ez ne îşê şa kiribûm. Lê herhal ez dostekî xirab bûm, paşê min qet li dostê xwe nepirsî. Li min bibihure mamoste, ez gelekî bêxîret û cangiran im di meseleyên lihevpirsînê de. : (

 

“Casimê Celîl” belgefîlmek e ji aliyê Özlem Diler û Celil Badıkanlı hatiye derhênan. Celil Badikanli bi Celîlê Celîl re dipeyive û ez hîn bûm ku ew neviyê Dengbêj Reso ye û kalikê wî û Casimê Celîl ji heman gundî bûne û her du jî sêwî mezin bûne. Casimê Celîlê ku koleksiyoner û kutubxaneciyekî mezin e, qiyametek kitêb û kaxez berhev kirine, ne tenê ev, arşîveke wî ya mezin a deng jî hebûye ku ji Radyoya Yerêvanê vir ve dengê gelek kesan qeyd kiriye. Di demeke zû de, di 1935an de kitêba Karl Marks bi navê “Kapîtal û Xebat” wergerandiye kurmancî û heft nusxe jê çêkirine. 

 

Bîranîneke Celîlê Celîl ez bişirandim. Gava zarok e, rojekê kitêbê dixwîne lê diçe pişta kitêbê (herdu rûyê wê) digihîne hev, ditewîne. Bavê wî tê kitêbê ji dest wî distîne, pişta wî ditewîne, wekî ku serê wî bi nigê wî ve bike. Celîl jê dipirse, “bavo tu çi dikî, tê pişta min bişkînî.” Bav dibêje, “tu jî wisa pişta kitêbê dişkînî, ez careke din te bibînim, ez ê pişta te bişkînim.” Helbet bi henekî, dibêje.

 

Ev belgefîlm bi temamî ne li ser Casimê Celîl e, meriv dikare wek belgefîlma mala Celîlan jî lê binêre. Belgefîlm ji vî aliyî ve li navê xwe nake, tenê destpêkê Celîlê Celîl û Cemîla Celîl behsa bavê xwe dikin. Heye ku baştir bûya ev fîlm derheqê Casimê Celîl tenê bûya, ji bilî Celîlan gelek kesên ew naskirî jî li ser wî bipeyiviyana. Kesên malbatê heta cihekî dikarin bavê xwe bidin nasandin, belkî bi xêra axiverên cudatir gelek aliyên wî yên nenas jî kişif bûbûna. 

 

Tevî vê jî belgefîlm bi xweşbêjî û suhbeta Celîlê Celîl ecêb li xweşa min çû. Piştî pirtûkxaneyê em dibînin ku Celîlê Celîl cara ewil diçe gundê bavê xwe yê Qersê, mala wan kişif dike ku hin kesên din piştî malbata wan tê de ye. Ew dibêje, “kî tê de be, bila xweş helal be li wan.” Gava diçe ser gora bavê xwe, dêya xwe, kêlika gorê maç dike û dibêje, “va ez ê jî bêm, ez ê bibim cîranê we.” Di Veba Geceleri ya Orhan Pamuk de jî, gava waliyê Mingerê li ber destê celad e, gotina wî ya dawî ev e: “Yadê can, va ez têm.” Mirineke ku bi cîrantiya dê û bavan sivik dibe, wekî din derdê wê nayê xwarin herhal.

 

 

📻 AŞ Û BAŞ

📻 LI SER PÊYAN, ÇEND KELAM


📧hurbini1@gmail.com
Her mazûvan û berhemdar ji naveroka xwe berpirsîyar e.