Rojnivîskên Festîvalê -2: Mal û Malbat

| Înan E.

(18ê Nîsanê)

 

Serê min hinekî têşê û li “Almast”a Aram Tîgran guhdarî dikim, ji dersê tê ha, ji dersê tê. Serêşa min a duhê dest pê kirî û pê re min nîv-Parolek daqurtandî, heta ber destê sibehê di nav sincirandin û tayeke sivik re dewam kir herhal min ji xwe re got, dibe ku ji heyecana festîvalê jî be. Xewa min a ku axilbe ji ber kêfxweşiyê li min diherime yan jî digevizim bi vir û wir de di nav cihê xwe de gava ne li mala xwe serê min ne li ser balgîfa min, gewdê min ne di nav nivîna min de be, çi ecêb e duh bi şev ji ber gelek êş û eleman li min herimî, min got herhal, qey ev jî ne kêmî êş û elema di fîlmên kurdî de ye. Dihesidim ji wan kesên ku di her wext û her şert û her cihî de dikarin serê xwe danin û bixirpişin, razin. Axx, sed xwezî ew xew bûbûya para min jî. Qey demara min jî li a bavê min çûye ku carinan heta ber destê sibehê di malê de piyase dike, pêgermokan dide xwe, tiqtiqeke saetê jî ew zivêr dike, ziqîniyeke derî jî ew ji dîn û îman dixe, ji dêya min aciz dibe ku çawa weha bi rehetî dikare raze, serê xwe dane kû bixirpişe xewê. Axx, sed xwezî demara min a xewê li a dêya min biçûya. 



Sacriface (2018)

 

Fîlmê metrajdirêj ê Rizgar Husên, li Başûr hatiye kêşan. Pêşî min got qey ez ê li çîrokeke cudatir ji fîlmên kurdî temaşe bikim, kêfa min gelekî hat, ji ber ku fîlm pêşî behsa çîroknivîsekî dikir ku ji bo rojnameyekê dixebitî, min wisa texmîn kir ku dê mesele di ser çîroknivîsiyê re bidome û çîrokeke eleqedarî vê raber bike lê mesele dîsa çû hat bi mebesta rexne li civakê, li malbatê, li gendeliyan, zewacên bêdil hwd, pir dûr ket ji çîroka di hişê min de, çîroknivîsiya lîstikvanî jî ti eleqeya xwe bi têmaya fîlmî re nebû. Belkî jî hewce ye em bizanin em ne mecbûr in her tim rexneyekê, peyamekê bidin temaşevan, rêya rast bi ber bixin, tenê di ser neqilkirina çîrokeke xwerû re jî fîlmekî pir baş tê kêşan. Heger rexneyek jî hebe, ev ne bi awayekî wisa beloq lê bi awayekî bi xwezayî, bi xisletên karakteran re li hev, hûrik hûrik, bêyî ku di çav me re rabe, dawerivî di nav diyalogan de. Te dî mode ye ev pêlek e, nizanim filankes di berhema xwe de rexne li civakê girtiye, nizanim rexne li zayendperestiyê girtiye, nizanim xwestiye vê bibêje filan fistan. Hinên din jî heçku sirf ji bo bêjin va min rexne li filan tiştî girtiye, min xwestiye vê bikim berhemekê diafirînin. Heyra welehî em ne mecbûr in sirf ji bo tiştekî bikin, rabin tiştekî bikin. 

 

Hin bûyerên di fîlm de bêeleqe bûn ji bo min, min fam nekir bê bi wan çi li fîlm zêde bûye. Destgirtiya Hevalê serlîstikvan sermeselê. Lîstikvaniyeke nejidil hebû li hin cihan, axaftina bi hêrs a Heval û Dijîn a li metbexê, şeqama Hevalî ya li rûyê Dijîn. Piştî ku Heval dev ji jina xwe Dijîn berdide, hildide keça xwe ya biçûk tê mala xwe ya li gund, birayê Dijîn tê ku meseleyê fam bike wan li hev bîne, Heval dibêjiyê “min telaqê wê da”, birayê Dijînê jî radibe kulmekê lê dide, bi pihînan pê dikeve halbûkî ne kulm lê dikeve, ne jî pihînên wî jidil xuya dikin lê kîsek xwîn ji devê Heval diavêje. Bi vê lêdana komîk re sehneyên şer ên fîlmê Remzi Maral hat bîra min (Bnr. Xuna Sor). 

 

Ax ax ez dibêjim, xwezî fîlm di ser çîrokên çîroknivîsî re dewam bikira. Lê derhêner jî çûbû çîroknivîsekî “nayê famkirin” afirandibû ku çend kesan di demên cuda de jê re digotin me çi tişt ji çîrokên te fam nekirine, gelo bi vî awayî me yê ji fîlm fam bikira yan na, ew jî meseleyeke din e.  

 


Cambaz (2020) 

 

Kurtebelgefîlmeke derhênerekî ciwan, Ahmet Petek. Ez dibêjim qey ji bo beşa xwe ya zanîngehê çêkiriye, ji bo qedandinê, Zanîngeha Mêrsînê û navê beşa wî dinivîse. Heta niha li ser cambazan min li belgefîlmekê temaşe nekiribû, yeqîn malbata xwe kişandiye, paşnavên axêveran jî Petek bû. Helbet çêtir e meriv kesên baştir nas dike bikêşe fîlm. Cambaz ji bo wan kesên li heywan bazarî heywanan dikirin û difiroşin tê gotin. Herhal mizawir in, karê xwe zanin loma ev nav li wan hatiye kirin. Axêverek jî wisa digot, ew bi rehetî zanin ka heywanek çend kîlo ye, çiqas goşt çiqas hestî tê de heye, heta ji wan tê bi erzanî dikirin û biha difiroşin. Loma ye ew dîmenên ku carnan di cejnê de di nûçeyan de derdikevin, saetekê li ber xwediyê heywanî didin, destê wî bernadin. Helbet zehmetiyên karê wan jî heye, kul û derdê wan jî, xemên wan ên takekesî. Bila ew jî bimîne ji temaşekaran re.


 

The World’s Last House (2020)

 

Bêhenek dibêjim, ne tenê di kurdî de nayê bîra min ku min li kurtefîlmekî ewçend bi dilê xwe temaşe kiribe. Nizanim, belkî jî hafizeya min qels be û fîlmên baş jî zû ji bîr dikim. Çi bi lîstikvanên xwe (Kalemêrê namenivîs, têm destê te), çi bi çîroka xwe, çi bi pevxistina xwe, rengê xwe helbet (keskê qilûbeyê, çi hariqulade xweş), bi diyalogên xwe yên zîrekane ez mest kirim. Derhêner: Amir Gholami, ji Rojhilatê Kurdistanê. Ji niha ve xelata min a kurtefîlmê herî baş ji bo wî ye. Ez tiştekî din nabêjim, çimkî nivîsareke taybet heq dike, hêvî dikim bikarim, lê gelekî zehmet e carinan meriv li ser fîlmê xwe yê herî hezkirî binivîse, gotina pir pir xweş bû carinan têra gelek nivîsaran dike. Li bende me fîlmên dirêj jî bikêşe, Tarantino bidîta, her hal dê jê bihesidiya. Way be.



Dialogue (2019)

 

Belgefîlmê Selim Yildiz. Serpêhatiya rêwîtiyeke ji Wanê ber bi Rojavayê ve. Kurekî bûye şervanê YPGyê, malbateke heşt salan e bi hesreta wî ye. Dayîkeke dilşewat û bi kurê xwe ve, bavekî bêdeng, têra xwe bêdeng, kurekî bi doza xwe bawer û pêdagir, derhênerekî (birayekî/kurekî) berê kameraya xwe dide wan, nîşan dide. Qewl hatiye dayîn, dayîk dê biçe heta Rojavayê ji bo ku kurê xwe bibîne. Selîm Yildiz hem berî rêwîtiyê hem dema rêwîtiyê hem dema hevdîtinê û xatirxwestinê nîşan daye. Malbatek çi dihizire li ser kurê xwe yê gerîla, di rêwîtiyeke çawa re derbas dibin heta ku digihijin Rojava, kur çawa tevdigere li hember malbata xwe û hizra xwe de, wan datîne kîjan alî. Belgefîlmekî ku gotineke zêde ji meriv re nahêle, çimkî ew têra xwe her tiştî qal dike, neqil dike. 

📻 AŞ Û BAŞ

📻 LI SER PÊYAN, ÇEND KELAM


📧hurbini1@gmail.com
Her mazûvan û berhemdar ji naveroka xwe berpirsîyar e.