Nameyên Evînê yên Qedexe: Albert Camus û Maria Casares

 

|| Stephanie LaCava (bi wergera Rizgar Elegezî)

Ev çend hefteyên axiriyê ne,  min çavên xwe kutane ser koleksîyoneke çavkanîyên materyalên sereke ku ew xwendin mîna xebateke bi rêk û pêk a honaka (fiction) nameyî ye. Ew kitêba mezin a hema hema qedera 1.300 rûpelî ye  ji name,  postkart, û telgrafên orjînal, yên ku di nava Albert Camusê fîlozof û nivîskarê fransî û Maria Casaresa ektrîs a spanî-fransî di nava salên 1944 û 1959 da ji hev ra şandine, ji wan hatine transkrîptekirin. Kitêbeke zehf giran e ku bi xwe ra bînî derxî metroyê, loma min versiyona wê ya elektronîk li têlefona xwe bar kir. Vêga tomara di kameraya min da nêzîkî sed screenshotan e ku du evîndaran bi fransî ji hev ra şandine. Ew kitêb ji hêla Gallimard[1] li Fransayê hatiye weşandin lê hê ji bo îngilîzî nehatiye wergerandin.

Dildarîya Camus û Casaresê gava meriv li vegêranên xebata herduyan dinihêre, heger xembartir nebe jî, geştir e.  Duqatbûneke sawnak û esrarengîz a jîyan û hunerê heye. Absurdî tenê ew bêgumanî ye, û eva tekrar û tekrar bi rasthatinê û bi şans tê piştrastkirin.

Herduyan cara pêşîn di 6ê Hezîrana 1944an da hevdu dîtin ew roja 'eyan a ku hêzên Hevpeymanan derketine Normandîyayê. Herduyan jî di çêkirina(produksîyon) lîstika Camus ya bi navê Xirabserwextbûn (Le Malentendu, The Misunderstanding) da cî girtibûn ewa ku li Parîsê di Théâtre de Mathurinsê da hatibû sehnekirin. Di pêşçêkirinê da, Camus, Casares anîbû şeveke ku mazûvanîya wê Jean-Paul Sartre û Simone de Beauvoirê dikir. (Ya dawî bal kişande ser bedewî û xwebawerîya ektrîstê.) Tê gotin ku li wê şevê, dilê herduyan dikeve hev — Casares bîst û yek salî bû, Camus neh salan ji wê mezintir bû. Wexta jina Camus, Francine Faure ya matematîkvan û pîyanîst, nişkê va piştî dagirkerîyê (ya Nazîyan) ji Cezayîrê vegerîya Parîsê,  ew coş û hewesa wan qut bû.

Paşê, Camus wezîfeya edîtorîya serdefterîya Combatê[2] hilda ser xwe, ew rojnameya binerd (underground) a Berxwedanê, û jina wî wê çaxê raza û cêwî anî, Carherine û Jean. Di vê navê ra, Casares du rolên xwe yên qet nejibîr girtibûn, wek hevsereke zehf kederdîtî di Les Enfants du Paradise'ê da, wek dilbereke xapxapok di Les Dames du Bois de Boulogne-ê da. Çar salan  piştî ew roja dîdara wan a pêşîn, di 6ê Hezîranê 1948an da, Casares bextê çê li bûlwara Saint-Germain rastî Camus hat. Êdî ji wê rojê şûnda ji hev ra name şandina wan bêyî navber diwanzdeh salan kişand.

Nêzîkî di neh sed nameyên ji hev ra şandine da, herduyan bi lîstikbazîya bêxem,  hûrgilîyên xwe yên roj bi roj ji hev ra gîhandine. Min xwest ji nameyên destpêkê çend xetan qut bikim bo bibînim ka di dildarîyê da bi van dehsalan paşê, ewana çawa li hev dikin. Ji destpêkê, Camus Casaresê dilnîya dike ku him di hestên xwe da him jî li wî bajarî ew dera cara duduyan rêyên wan li hev qelibîn, zehf hindik tişt tê da guherîne. Camus behsa tengezarîyên 'edetî yên Parîsîyan dike. Casaresa ku her di nav lîstina rolan da ye, tiraneyê xwe bi bêhna jehrî ya kartolên sorkirî yên fransayî dike, li Beljîkayê. Dîsa jî, ji bo hûrgilîyên xwe yên rojane, yên ku tê da birrek cixare û şayîşa ji bo miqatî bavê xwe û têjika pişîkê, Quat'sous bibe, wext dibîne. Caran not kurt in, berîya here razê silaveke lezgîn e, 'ecele nivîsîneke di "nava spagettî û greyfûrtê" da.  Wextên din, ew lap dirêj, bi pirs û tezekirinan rûpelê tijî dikin. Casares gelek caran halê zaroyên Camus dipirse. Yanî înkara rewşê tune ye.

"Te yê hez ji vê malê, ji bêhna şevan bikira. Êvaran bi temamî ker û lal e," Camus ji Casaresê ra dinivîse.  Di noteke cihê da, ew ji çîyayên deverê çiqilkek cehtirî ji wê ra dişîne. "Di nava bahozeke bedew da ji te ra dinivîsim," dibêje li kêlîyekî. "Li vir gurmîna ewr û esmana ne, birqetav diavêje, û baran dibare. Min roj bi leyîstina bi Jean û Carherineyê ra derbas kir."

Camus di wê ferqê da ye ku zewaca wî astengîyek e. "Ev evîna bêsiû'd ne tiştê layîqê te ye," ew ji wê ra dibêje. "Min bi te ra qas û qudreteke jînê dît ku min qey digot min ji dest daye," ew wextekî din dinivîse. "[Tu yî] tekane hebûna ku hêsirên çavan daye min." Camus di ferqa gotinên xwe da ye û caran berî ku wana bişîne dubare wan notan dixwîne. "Westîyayî me û ditirsim bi vî halî dewam bikim. Eva bi tenê rengê rojê û fikrên min ên ku ji te ra bêjim. Rojeke halgiran û germ e. Rojeke ji bo bêdengîyê, tazîtîyê, odeyên nîvtarî, terkkirî. Xem û xeyalên min di rengê porê te da ne. Duşem û çend rojên pey wê, dê bi rengê çavên te bin." Û paşê: "Navê te bi şev dinivîsim, Maria, cana min." Camus jî her tim mijûl e. Ew behsa yekşeman dike ku bi nivîsînê tijî dibe, heta wexta ew qey dibê ew hema hema nepêkan e. Casares han dide wî.

"Ez hez ji te dikim," Casares dibêje. "Binivîse, binivîse. Roj dirêj û bêhizûr in. Bo jînê hewceyê nameyên te me. Ta xew were. Rakevin." Ew pirsa fikra wî ya li ser projeyan dike, û ew (Camus) bi 'eynî rêz û qîmetê cewaba xebata wê dide.

"Nameya te, xasbedewa min, piçekî xembar bû. Ka ez çawa bikarim alî te bikim? Dost û hevrêyê te li vir e. Wêya dizanî," Camus dinivîse.

Camus bi notekê xilas dike: "Tacegulek ji maçan bo şahbanûya xewn û xeyalan." Ew pesnê performansên wê dide. "Erê, tu dikarî şox û şeng bî, tu foqulade yî, ektrîsteke zehf mezin î."

Di pêşgotina cilda kitêbê da, keça Camus, Carherine, kifş dike ku di transkrîpkirinê da îmla û xeletîyên zimanî yên Casaresê hatine sererastkirin. Belkî bêyî wan herfeke piçûk winda bûye. Ew Carherine bû piştî ku dêya wê  di sala 1979an da mir ew name ji Casaresê kirîn û ew kitêb ji Gallimardê re anî.

Di kitêbê da çend parçe zerf û kaxizên bi nav mohrkirî yên  wekî kopî ji ber hev hatine hildan, xêzkirineke li vir û wir heye. Peyamên ku wekî telgraf hatine şandin li ser wan tarîx hene û hemû bi herfên mezin bûn[3]. Min dixwast zêdetir ev jibergirtin bidîtana, ew aûraya ku destxeta bihêrs ya herdu evîndaran, ku ew bi xwe tê da girtî ne. Di dawîya nameyekê da, notek heye ku Camus kiriye nava taveke xêzkirî. Min dixwest ew bidîta. Di pişta kitêbê da delîlên hîsên xeysetê Camus yên hatine daktîlokirin hene: çar nameyên sersemane ku wî qaşoka va li ser navê Casaresê ji bo kirêkirineke ji bo havînê bigere, dinivîse. Xwendina yekî, "Xanim, du qise: agir bi min ketiye û lewitî me, lê ez tenê nîn im. Lew: sahil, av, du ode, dar, û ji bo tu tiştî — yan jî lap hema ew e."

Hingî zeman diçe, endîşeya nivîskî ku eşqa wan ze'îf bûbe, kêm e, ew nefreta 'edetî yan ew nêzîkbûna îcab dike. Belkî eva ji ber pê va xapîna evîna ji mesafeya dûr dertê.  "Ez te wekî roja pêşîn di dil da dihebînim," Casares dinivîse. "Hez ji dilê te dikim û hemû tiştê ku tu yî… Wexta di derbarê me da difikirim ew bêwate tê xuyan ku bi ebedîyetê bawer nekî."

Jina Camus, ji eşqbazîyên wî yên xedar xeberdar e (ne Casares tenê bû), ji depresyonê azar dikişand û di sala 1954an da kirina kir ku xwe bikuje.

Di nameyan da, arezû bi parçeyan berdewam dibin, gav û qasên tîr ên ku tevahî derbas kirine di van wextên ji hev dûr da têne efsaneyîkirin. Di xatiratên wan da, ev kêlîyên roj bi roj a têkilîya ku dibû, hê elastîk, hê efsaneyî dibe.

Bi zeman ra tiştek diguhere: di nameyên paşê da, Casares êdî lavayê Camus nake ji bo jê ra binivîse lê dewsa wê bi nermî pêşnîyar dike. "Wekî hertim têyî xwestin bijî. Heger nivîs xweşa te neyê, nenivîse. Tu baş dizanî em xêncî  xwe tekrar bikin çi destê me tê." Ew ji wî rica dike ku ji wê ra noteke ku tembeltîya wî lê tê jê ra bişîne, hema tek peyvek be jî. "Tişta ku dixwazim bizanim dê hîn bibim. Û li cem xwe, ez ê jî 'eynî tiştî bikim." Ew (Casares) di nameyên paşê ku bi rê dike da jî dubare dike ku wê jixwe her tişt ji wî ra gotîye, ku ew jîyanê bêyî wî xeyal nake, lê gerî bijî.  Ew tunebûna wî  qebûl kir, her çend ew ê her tim bo wê hebe. " Ev e. Her çi bibe jî, tu bo heta hetayê di jîyana min da yî," ew ji wî ra dibêje.

Nameya dawî ya Camus xwe tam waha 'eyan dike: "Zehf baş e. Nameya dawî. Hema vêya dibêje te, ez sêşemê têm… Heyvek ma, şewq û şemala min." Ew ji wê ra dibêje wexta roja sêşemê gihîştine hev, ew ên evîndarîya xwe teze, cake di serî da dest pê bikin.

 Ji hev ra name şandina wan di vir da xilas dibe.


Çend rojan piştî şandina wê "nameya dawî", [4] di 4ê  Çileyê 1960î da, Camus bi qezayeke erebeyê mir. Wekî ku hikayet dibêje, di cêva wî da bilêteke trênê hebûye. Casares sî û şeş salên dinê jî jîya. Ew piştî heftê û çar salên bûyîna xwe, li maleke gundewar a Fransayê mir.

Vedenga di nava jîyan û hunerê da dewam kir: salekî piştî mirina Camus, Casaresê rola xwe ya wekî Prenses, rûyê jina mirî, di beşa dawî ya Trilogya Orphica Cocteau [5] da ji nû va ruh dayê. Di lîstikê da, evîneke sêgoşe heye di nava Prensesê, şa'ir, û jina wî da, Eurydiceya ducanî. Hikayet wekî xewneke piştşerî (postwar) a Parîsê rû dide.

__________________________

|| Wergera ji îngilîzî: Rizgar Elegez

__________________________

|| Ev nivîs ji malpera The Paris Reviewê hatiye wergertin. 

__________________________

|| Çavkanî û nîşeyên wergêr:

*Stephanie LaCava, di sala 1985an da hatiye dinyayê, nivîskareke miqîmê New Yorkê ye û damezirînera Small Press Booksê ye. Di Amerika Vogue da dest bi xebatên xwe kir, û xebatên wê di The Believer, The New York Review of Books, Harper's Magazinê da jî derketin.

__________________________

[1] Michel Gallimard, weşanger û hevalê Albert Camus, piştî ku Camus kitêba xwe ya bi navê Weba (La Peste) dabû weşangerê xwe hevaltîya wan berdawam kir ta ku herduyan di 'eynî erebeyê da qeza kir, Camus li wir û Gallimard jî pênc roj piştî wî di 42 salîya xwe da mir.

[2] Combat, rojnameyeke Fransî bû di heyama Şerê Duyem ê Cîhanê da derdiket. Ew rojname di sala 1941an da wekî rojnameyeke veşartî ya Berxwedana Fransî hatibû damezirandin.

[3] herfên mezin (all caps); wateya tîpên mezin dide, lê belê di wan nameyan da di derheqa tiştekî da wateya hêrsê jî dide.

[4] Albert Camus wê nameya dawî,  çar roj berî mirina xwe, di 30ê Berfanbara 1959an dinivîse.

[5] Derhênerê Fransî yê navdar, Jean Cocteau (5 Temûz 1889 – 11 Cotmeh 1963), ew fîlmên wî, The Orphic Trilogy ji sê fîlman pêk tê ku Jean Cocteau ew nivîsîne û derhênerîya wan kirîye:

-Xwîna Şa'ir, (Le sang d'un poète), 1930.

-Orpheus, (Orphée), 1950.

-Wesîyetnameya Orpheus, (Le testament d'Orphée),1960.

Şayanê behsê ye ku xaseten bi van fîlmên hanê di sînemayê da îmgeya helbestî û şi'ûra şi'irê di rehendên mîtolojîya û metaforan da anîye ser perdeya spî.

__________________________

📻 LI SER PÊYAN, ÇEND KELAM


📻 AŞ Û BAŞ

📧hurbini1@gmail.com
Her mazûvan û berhemdar ji naveroka xwe berpirsîyar e.