Ji bo guherîna siberoja xwe, divê em şêweyê xwe yê hînkirina dîrokê yê ji bo zarokan biguherînin

 


|| Yuval Noah Harari

Em nikarin zarokan ji dîrokê biparêzin. Li Ukraynayê, bi milyonan malbat ji malên xwe bûn di şerê Vladimir Putinî de. Li Delhiyê, dema germahîyê 50 pîle dîtin, zarok di germa havînê de di xanîyan de asê bûn, nikaribûn bixebitin an bilizîn. Bihayê xwarinê zêde bû, ev yek bû sedema ku zarok li seranserê cîhanê birçî bimînin. Lewma, bêguman dê zarok bixwazin bersiva vê pirsa giring hîn bibin: çima şer henin? Em li ku cih digirin di vê xwezayê de? Pere çi ye û çima ew çend giring e?

Gelek caran zarok di van pirsan de ji mezinan cidîtir in. Tiştên ku mezin ji xwe re nakin xem dipirsin. Û ji bo mezinan bersiva "çima"yê ya ji alîyê zarokan ve hatî dayîn dibe ku wan aciz bike. Lê dîsa jî zarok her li ser wan meseleyan kûr dibin ku mezinan zû de dest jê berdaye.

Tiştê din ku em nikarin zarokan jê biparêzin çîrokên derewîn ên dîrokê ne. Ji berê ve, ciwan marûzî efsaneyan û dezînformasyonê mane, ne tenê derbarê mijarê nû, li ser çîroka bingehîn a mirovahîyê bi xwe jî. —Em kî ne, ji ku hatine û çawa hatine.—

Bo mînak, li welatê min, Îsraîlê, zarokên li dibistanên layîk jî tê de, zarok berîya ku agahîyên derbarê Neandertalan tiştan bibîhizin an resmên şikefta Lascsux û Sulawesê bibînin, Bexçê Bihuştê hîn dibin û resmên Keştiya Nûhî dibînin. Tesîreke vê heye. Mimkun e ku meriv ji fermana Genesisê ya "ser rûyê cîhanê tijî bikin û hukmî lê bikin" heya Şoreşa Pîşesazîyê û krîza ekolojîk a îroyîn rêzeke rasterast bişopîne. Û xeteka din ku meriv dikare yekser bişopîne ew jî ev e ku mijarên dîrokî yên zarokan Rûs li dibistanan hîn dibin û heya dagirkirina Putinî ya Ukraynayê û li pey hatina qeyrana cîhanî ya xwarinê ye.

Ger ku em zarokan bixin dewsa efsaneyan, dê jibîrkirina wan fikran gelekî zehmet be, û hinek caran mimkin nebe. Bi zarokan xeberdana li ser meseleyên mezin bi awayekî zanistî û ne bi fikrên dogmatîk ên bawerîyê, gelekî giring e. Ez bi xwe jî van demên dawî ku ji bo zarokan dîroka cîhanê dinivîsîm bi vê pirsgirêkê re rû bi bû dimînim.

Tişta ku ez ji vê projeyê hîn bûm ew e ku lêhûrbûna li ser pirsgirêkên mezin ya ji bo zarokan karekî hesas e. Hin mijar hene ku meriv kêfxweş dikin, bo mînak; keşifkirina jîyana rojane ya zarokan, ka çawa li heywanan temaşe dikin, derdikevin ser daran, agir pêdixin di wê demê de ku meriv jîyaneke dirinde dijîya. Lê mijarên din zêdetir zehmet bûn. Bo mînak lêkolîna derbarê wê dema ku Sapiens û Neandertalleran hevdu nas kirine ka çi qewimîye. Ev me ber bi wê nîqaşê dibe ku ka jîyan û mîjarên wekî nijadperestî, şer, jenosîd, û wendabûnê ji bo zarokekî dêya wî Sapiens û bavê wî Neandertal be dê çawa bibe.

Giring e ku meriv ji alîyê tarî yê dîrokê ve xeber bide, lê ka em dê çawa xwe ji tirsandina zarokan xelas bikin? Yek ji prensîbên rênîşandanê ev e ku divê em li benda ravekirina zelal a xofê bin, heya ku guhdar bikare bê wê radeya pê re berberîkirinê. Di şûna vê de baştir e ku meriv li ser tawanbaran bisekine dema ku felaket û neheqîyan re mijûl dibe: her çi qas tişt bitirs jî bin, meriv dikare guherînekê bike ji bo çêtirbûnê. Tişta em pê xwezîya tînin ne ev e, lê gewherîya dîrokê ye. Ji xwe dîrok ne lêkolîna paşerojê ye, an lîsteyeke şer û afetan û padîşahên mirî yên ku hezar sal berê hikum kirine. Dîrok lêkolîna çawanîya guhertina tiştan e.

Ger em bifikirin ku ev cîhan dê her wekî xwe be, û meriv dê her wekî a niha bijîn, wê demê pir asayî ye ku em hîs bikin guhertin ne mumkin e û çareyek nîn e ji bo pirsgirêkên ku em ê bi wan re rû bi rû bimînin. Her çend ev tişt bêheq jî bin, ka em dikarin çi bikin? Em dikarin bibêjin ku cîhan tam jî cîyekî wisa ye. Bi lêkolîna dîrokê em dikarin hîn bibin ku her wext meriv bi heman awayî nejîyane. Merivan cîhan xist vî halî, ji ber wê dîsa em dikarin vê biguherin. Helbet, ev ne karekî hêsan e, lê gelek caran jî hatiye kirin.

Ji ber vê ye ku dîrok ev çend bi hêz e. Ew mifteya guhertina cîhanê ye. Ev di gelek cîyan de dibe tiştekî tirsnak ji bo dewletan. Serokan, kêm caran rê li ber hînbûna matematîkê an fîzîkê girtiye. Lê gelek welatan rê li ber hînbûna beşên dîyarbûyî yên dîrokê girtiye—bi taybetî ji bo kesên ciwan.— Her tişt dîsa vedigere li ser qralên mirî yên ku hezar sal berê hikim kirine û a niha jî ji gorên xwe yên sar dest dirêjî hişê me dikin da ku guherînê bidin sekinandin.

Axir, îro roj hê jî gelek kes baweîya xwe bi wan qralan tînin ku ji zû de mirine û çîrokên cihêreng ên li ser Yezdanî, neteweyê, pere û evînê îcad û belav kirine. Ji bo bidestxistina azadîyê ji van çîrokan û tevgera bi awayekî cuda, pewîst e em fêm bikin ka ew di serî de çawa hatine afirandin û belav kirin. Naxwe em dê tu carî wan nebînin ka ew çi ne: tenê çîrok in. Ew zarokên ku pirsa “çima”yê dipirsin, ku ew pirs dikare bingeha wan çîrokên kevn bihejîne.

Lê ji bilî jidûrketina terorê, divê em hay jê hebin ku em berpirsîyarîyên xwe nekin barê li ser milên ciwanan. Gunehê herî kevn di pirtûka lîstokan a mezinan de ew guneh e ku hêvîyê ji çareserkirina pirsgirêkên me yên bêçareserî dike. Dema em bi zarokan re li ser mijarên giring diaxivin, divê her û her em ji xwe bipirsin ka em çima vê dikin.

Li ser rûyê cîhanê her kes xwedîyê barekî giran e. Dema em dîrokê hînî ciwanan dikin, em dixwazin hinekî ji barê xwe deynin ser milên wan. Ew bawerî, bîranin, nasname û berberîyên ku me bi xwe re anîne em dixwazin bila ciwan bi wan re dewam bikin. “Erê lawo, heya a niha min ew li ser milên xwe bar kiribûn, ji a niha û pê ve dora te ye.”

Ev bê edaletî ye. Rêyeke baştir a hînkirina dîrokê heye, meriv dikare alîkarîya ciwanan bike da ew ji tirs, xeyal û rikên xwe bi dûr kevin. “Wan tiştan dibînî lawo? Ez bi salan bi wan ve alok mam û wan ez bêzar kirim. Hişyar be! Ne hewce ye ku tu wan ji min hilgirî!”

Hêvî dikim ku dîrok rê li ber azadîyê veke, ne bixwegirêdanê. Bibe amûrek ji bo dîtina rêya lihevkirinê, di şûna domandina wan nakokîyên kevn de. Axir, mebesta hînbûna dîrokê ne bibîranîna rabirdûyê ye, berovajî jê rizgarbûn e.

__________________________

|| Wergera ji îngilîzî: Yonca Sarsılmaz

__________________________

|| Ev nivîs ji malpera The Guardianê hatiye wergertin. 

__________________________

|| Ev nivîs bi saya piştgirên me yên Patreonê hatiye wergerandin. Heger hûn bixwazin kar û xebatên Hûrbînîyê tim berdewam bin, hûn dikarin li ser hesabê me yê Patreonê bibin yek ji piştgirên me.

__________________________

📻 LI SER PÊYAN, ÇEND KELAM


📻 AŞ Û BAŞ

📧hurbini1@gmail.com
Her mazûvan û berhemdar ji naveroka xwe berpirsîyar e.