Ji Marcel Proust Heta Musa Anter Tercûmeyên Yakup Kadri Û Roza Hakmen


Li piştê Marcel Proust û li xwarê (bi rêzê) Yakup Kadri Karaosmanoğlu, Musa Anter, Roza Hakmen


|| Omer Faruk Baran*

Pêşengê edebîyata sedsala 20an Marcel Proust bi muhbet û minaqeşeyên ser eserên wî tesîra xwe îro ro jî li seranserê dinê didomîne.


Seba eserên Proust rind werin fehmkirin panel û programên wer ecêb çêdibin, kitabên wer enteresan têne nivîsin ku di edebîyatê de berê ti carî tayên wan nehatine dîtin.

Lêkolînerên bala wan li psîkanalîza eseran, bo tez û tespîtên xwe, ji xetên xatirayan heta derizandina zemên û qelşên hafizeyan, heta bîra bêhemdî xwe her di guşguş û gijegijê de ye, ser gelek metod û mefhûmên Prousti disekinin ku gîşk zeka û zanîna zêde ya wî nivîskarê Fransî raber dikin. 

Ew zeka û zanîna wî nivîskarê Fransî hema bêje 100 sal piştî çêbûna eserên wî hatine ketine Tirkî. Ne ku tercûmanên Tirk pir bi derengî bi eserên Proust hisîyane, na! Proust bi eserên xwe yên di serê sedsala 20an nivîsibûn berê li Fransa dûra li dinê deng daye, bes herhal jiber saz û sentaksa wî ya zor û lihevanîna wî ya giran ya bi bîn, tehm û xatirayan dagirtî, tercûmanan zûbizû newêribûne barê bîra wî rakin. 

Bo raberkirina zorbûna tercûmekirina eserên Proust meriv bi tenê li maceraya wan ya di Tirkî de binêre têra xwe delîl hene: Xwendevanên Tirkî heft cîldên ‘’A La Recherche Du Temps Perdu’’, ku di sala 1927an de 5 salan piştî mirina Proust bi notên wî li dû xwe hiştî hatibû temam kirin, ancax di serê salên 2000î de bi tercûmeya Roza Hakmen kanibûn bêkêmasî bixwendana.

Berî Roza Hakmenê, Tahsin Yücel, Nasuhi Baydar û Yakup Kadri Karaosmanoğlu dest bi wergerandina şahesera Proust kirine, lê ti ji wan tercûmanan temamkirina heft cîldan li dera han, negêhiştine cîlda sêyan çaran jî. Bo Tirkî ya milet û dewlet li pişt rewşa Proustî ew be, îcar wê çi be ji çira be sekn û silametîya Kurmancên Kurmancî layiqî devê xwe nabînin: Di devê Proust de kek, kurabîye, kruvasan.

Bêguman tercûme îş û karê tecrûbe û tekamûlê ye. Ji Yakup Kadri Karaosmanoğlu yê di sala 1942yan de Marcel Proust bi xwendevanên Tirkî daye naskirin û heta Roza Hakmen ya di serê salên 2000î de heft cîldên ‘’A La Recherche Du Temps Perdu’’ çerxe Tirkî kirine tercûme, tecrûbe û tekamûl bi hev re ne.

Mesela Yakup Kadri Karaosmanoğlu çend parçeyên ‘’A La Recherce Du Temps Perdu’’ li bin navê ‘’Geçmiş Zaman Peşinde’’ kom kirine, lê di wergera Roza Hakmen de ew nav ‘’Kayıp Zamanın İzinde’’ ye. Ew şahesera heft cîldî bi ‘’Longtemps, je me suis couche de bonne heure’’ destpê dike ku ew hevok li gor Roza Hakmenê ‘’Uzun zaman, geceleri erken yattim’’ e, li di tercûmeya Yakup Kadri Karosmanoğlu de ‘’Nice zaman erkenden yattım’’ e.

Kurdên Tirkî dizanin wê di tercûmeya Yakup Kadri Karaosmanoğlu de tehmeke tarîxê çêkiriye bibînin ku ew tehm qapi-derîyan li xatirayên Musa Anter vedike bi stîla ku Proust pê heft cîld roman nivîsîne: Musa Anter di xatirayên xwe de dibêje ew di 1954an de li Otela Turistik Palas ya Dîyarbekir midûr bûye û Yakup Kadri Karaosmanoğlu jî dihatiye li wir dimaye. Ji çi ye, seba çi ye, bêli nake, bes ser Yakup Kadri Karaosmanoğlu dibêje ‘’dostê Kurdan’’ Musa Anter.

Bira dostê Kurdan be jî.. Netîce çend Kurmanc hîn li bendê ne ku tercûmanek rabe heft cîldên ‘’A La Recherce Du Temps Perdu’’ wergerîne Kurmancî, lê dostên Kurdan bo zimanê xwe, bo zimanê ku ne bi derewînî û sloganî, lê bi rastî jî rûmeta wan e, ji zû de ew îş hal kirine: Proust, kek, kurabîye û kruvasanan bi Tirkî dixwe!


*Omer Faruk Baran dikira ew metn bo Hûrbînî Podcastê bixwenda, lê jiber ku wî bi Fransîya xwe îna nekiriye, metn nexwendiye û podcast jî çênebûye. Baran ji Hûrbinî Podcast û guhdarên wê lêborîneke Prousti dixwaze.

Jêder:

Lehrer, Jonah: Proust Bir Sinirbilimciydi, Ayrıntı Yayınları, 2020

Rifat, Mehmet: Marcel Proust ya da Bir Roman Yaratmak, Türkiye İş Bankası Kültür Yayınları, 2009

Anter, Musa: Tüm Eserleri, Aram Basım Reklam ve Yayıncılık, 2021

Proust, Marcel: Geçmiş Zaman Peşinde - Swann’ların Semtinden, çev: Yakup Kadri Karaosmanğlu, Maarif Matbası, 1942

Proust, Marcel: Kayıp Zamanın İzinde - Swann’ların Tarafı, çev: Roza Hakmen, Yapı Kredi Kültür Sanat Yayıncılık, 2015

De Botton, Alain: Proust Yaşamınızı Nasıl Değiştirebilir, Sel Yayıncılık, 2020

Kıran, Ayşe: Kayıp Zamanın İzinde Marcel Proust, Cumhuriyet Kitap, Sayı:377, Mayıs 1997

__________________________




📻 LI SER PÊYAN, ÇEND KELAM


📻 AŞ Û BAŞ

📧hurbini1@gmail.com
Her mazûvan û berhemdar ji naveroka xwe berpirsîyar e.