📌Roja Duşemê, 21ê Mijdarê saet 22:30, em ê bernameyeke taybet bînin ber we.

Em ê bi pêşkêşkarîya Bilal Ata Aktaş (@bilal.ata.aktas) weşaneke zindî ji dêra kevn a Saint-Pierre de Chaillot bikin, wê dêra ku tam sed sal berê cinazeyê Marcel Proust jê hatiye rakirin.

Ev êvara taybet ku bi hevkarîya vê dêra tarîxî û Civaka Dostên Marcel Proust (Les Amis de Marcel Proust) tê lidarxistin yek ji çalakîyên herî mezin e derbarê vî nivîskarê gewre de.

-

Di vê bernameyê de em ê bala xwe bidin tekstên Proust, qisedanên derbarê wî û guhdarîya muzîkên ku Proust jê hez dikir bikin:

👓 Şanogerên Comédie Française Didier Sandre û Alix Bénézech dê metnên Marcel Proust û tekstên derbarê wî de bixwînin.

🎶 Thierry Escaich, ji Académie des Beaux-Arts (Akademîya Hunerên Bedew) û Samuel Liégeon, orgîstê dêra Saint-Pierre de Chaillot, dê berhemên muzîkê yên bijare yên Marcel Proust li ser orga mezin a dêrê û li ser piyanoyê îcra bikin.

👥 Dê malbata Proust û cimaeta edebî ya welêt jî di bernameyê de cî bigirin.

-

Ji bo temamîya bernameyê: http://amisdeproust.fr/images/DocsPdf/ProgrammeConcertProust21nov.pdf

-

@amisdeproust
@paroissesaintpierredechaillot
@alixbenezech
@comedie.francaise.officiel
@samuelliegeon

__________________________


📻 LI SER PÊYAN, ÇEND KELAM


📻 AŞ Û BAŞ

📧hurbini1@gmail.com
Her mazûvan û berhemdar ji naveroka xwe berpirsîyar e.