|| Behîce Ferîde Demîr - Papiers de Paris
Li Parîsê di 1830î de li ser pireya Arcole-ê di navbera alîgirên împratorîyê û welatîyan de şerek qewimî. Pireya Arcolê çend rojan şahidî li têkçûn û pêkhatîna nakokîyên di nav komarê de kir. Qirçîna guleyan, slogan û qêrînan, toz û dûman û bixwebawerîya her du serîyan Parîs rakiribû ser pêyan. Hemwelatîyan dixwest qralekî biedalet û hirmetkar were ser textî. Alîgirên qralî jî hikûmet diparast. Her du alîyan jî dixwest şoreşa wan bi ser bikeve.
Resamekî ciwan, li kargeha xwe ya li nêzî pireyê, bi heyecan li kolanên bajêr temaşe dikir û ji pismamê xwe re weha dinivîsî: "Ev sedsal, sedsaleke awarte ye." Belê, rast bû, peyva wî bi serê xwe bû. Sedsala wî sedsaleke awarte bû. Her tişt, her kes di anormalîyekê de bû. Parîs li benda şoreşeke din bû. Û sembolîzekirina vê awartebûnê jî dê bibûya para xwedîyê van gotinan û tiwala wî. Yê ku şerê pireya Arcole-ê rijand ser tiwalê û sembolîstîya netewesazîya nû kir Eugène Delacroix bi xwe bû. Navê tabloya wî ya ji çend rojên tîrmeha Parîsa 1830î wergirtî jî "La Liberté guidant le peuple" bû. Ango: Azadîya rê nîşanî gel dide.
Delacroixî ji şoreşan hez nedikir, ji wan aciz dibû. Lê rastîya li kolanan olan dida wekî hunermendekî ew eleqedar dikir. Asoya neteweyî, fexr û şarezabûna neteweyî ew melamest dikir. Li ber bayê wê mestîyê piştî şerî bi çend mehên, tabloya xwe wekî kurtefîlmekî ji wan rojan, di nav çend mehan de xilas kir. Tabloyê di nav mijar û ahengên dewrê de erdhejek pêk anî. Delacroixî, aheng û yekdengîya pesindarîya otorîte û rêveberîya heyî tirt û tela kiribû.
Wî, rastîya ku li Arcole-ê dîtibû radîkalîze kiribû û qala îhtîmalên nû ji resaman re kiribû. Azadî dabû destê jinekê. Ev bi xwe jî berpirsîyarîyeke major bû, azadkirina azadîyê bû. Erê, jin her gav di dîroka Fransayê de xuya û xwedî nav bûn. Lê ev tiştekî "nû" bû, nûbûneke nû bû! Delacroixî ala azadîyê bi zanebûn dabû destê jinekê û hemû klasên civakê jî li dor wê dabûn meşandin. Jinê, pêşêngîya xelasîya gelek tiştan dikir. Tablo, wekî berovajîkirina sîstema heyî bû.
Şewqeyê subayekî qralîyetê dabû serê dizekî, zarokekî li kolanê berê çeka xwe dabû leşkeran, jineke heta navê servekirî alayek bilind kiribû û bangewazî li neteweyê dikir. Her rengekî di alayê de jî temsîlîyeta hêzeke polîtîk bû. Leheng giş di şerê barîkatan de bûn û Parîsî şoreşa xwe bi rê ve dibir... Ev tablo ji alî rexnegirên demê ve hate reşkirin. Wekî bêhirmetîyekê, zêdegavîyekê hate binavkirin. Ji ber gef û buxtanan, tablo bi dizî ji pîyaseyê hate vekişandin.
Îronîya vê tabloyê çi bû? Dewletê, bi xwe, resam ji bona dîroka welêt binexşînin teşwîq kiribûn û pêşbazîyek li dar xistibû. Delacroix jî tevî vê pêşbazîyê bibû. Lê bi mijareke nebihistî, nebînayî. Delacroixî, "La liberte guiden le peuple" wekî wenêromanekê yan jî tabloyeke romanesk xeyal kiribû. Parîsa ku li Arcole-ê dîtibû ne Parîsa berê bû. Delacroixî dixwast ew pêl derbasî tabloya xwe bike. Pişt nedabû devpahnîya otorîte û rêveberan. Wî huner, azadî, ronahî di gewrîya neteweyê dîtibûn û ew wênandibûn. "La liberté guident le people" ewil hate rexnekirin û sûcdarkirin. Mijar ne li gor xalên qralîyetê bûn, ev bi têra xwe sebebeke bes bû bo darizandinê. Tablo kereker teslîmî xwedîyê xwe bû û Delacroixî jî rabû ew şande depoya li gundekî. Lê zêrê zer di bin axê de nedima ti carî, Delacroixî jî tabloya wî jî mebesta xwe zelal kiribû. Bi vê tabloyê Delacroix bû yekem resam/wênesazê ekola romantîzmê û gelek teknîk û terzên nûdem li hunerê zêde kirin.
"La liberté guident le peuple" bû remza Fransaya modern jî. Piştî ku dewletê ev tablo cardin dît û ew wekî îmaja xwe ya fermî nas kir. Di hemû jîyana dewlet û civakê de, ev tablo digel jina ku navê wê Marian e wekî mohra resmîyeta fransewî hate qebûlkirin. Ji hunerê heta bi dîplomasîyê, ji azadîya jinê heta bi spor û bazirganîyê "La Liberté guident le peuple" remza sereke ya Fransayê ye a niha. Tablo bi xwe jî ji Delacroixî wêdetir wekî ecêbîyeke hunerî tê nasîn. Yek ji wan îftîxarên entelektualîzma fransî ye. Fransî û cîhana wênesazîyê Delacroixî û "La liberté guident le peuple"yê datînin hemberî "Vejîn"a Piero della Francescayî, "Şerê San Romano"ya Paolo Uccelloyî, "Mona Lîsa"ya Leonardo da Vinciyî, "Şapel Sistînê"ya Michelangeloyî û "Çîyayê Fûjî"ya Hokusaiyî.
Tablo a niha li Mûzeya Louvreyê, di salona dîroka fransî de wekî sertaca tabloyan tê nîşan dan. Dibe ku navê wî yê xwînkelandî pir neyê zanîn lê hemû kes "wê tablo"yê dinase. Jinek, jineke azad, di dest de alaya ji neteweyê re mizgînîyê tîne... Gava ji nêz ve li tabloyê bê mêzekirin, li ser darikê barîkatê îmzeyeke biriqandî bi pozbilindî çav diqirpîne: Eugène Delacroix 1830...
____
*Ev nivîs bi boneya 159emîn salvegera mirina Delacroixî hatiye nivîsîn. (1798 - 13ê tebaxa 1863an)