Term: Şikandina Tirsa Dewletê û Kesayetîya Çewisandî

|| Welat Ramînazad

Serxet, Binxet, Sirûc, Riha, Semsûr, Dîyarbekir, Entab, Nîzîb, Sêwreg, Dîroka Devkî, Kobanî, Osman Sebrî, Eşîrtî, Perçebûna Eşîran, Şêxîtî, Biperçekirina Bajaran, Namûs, Doza Xwînê, Jîyana Gundan, Qaçaxî, Dewlet, Sînor, Kuştin, Qesas û Tolgirtin, Jin, Mêrxasî, Alîkarî û Parvekirin, Xwedîlihevderketin, Şeref, Bêtirsbûn, Giringîya Tolhildanê, Kurên Xirab û Kêrnehatî…

Romana “Term”ê ji du beşên sereke û çil û pênc binbeşan pêk tê.

Beşa yekem a romanê gelekî tevlihev bû. Di hişê xwîneran de têkildarî-honandina bûyeran,  nasnameyên karekteran ne zelal e, em tam nizanin ka meseleya romanê çi ye. Di hişê xwîneran de tesewira romanê bi saxlemî çênabe. Nivîskar xwînerên xwe di nav malûmatên dîroka devkî de difetisîne.

Di beşa duyem de roman dibe wek kolaja çîrokan, di eslê xwe de ne tenê beşa duyem, bi temamî roman wek kolaja çîrokan e. Di beşa duyem de ziman ne teswîrker lê êdî vêbejer e.  Zimanê romanê rexmî çîrokên xwe qels bû, di beşa duyem de gelek îfadeyên dubare hebûn, ez di nava vê beşê de fetisîm.

Ez gelekî meraq dikim pêşî nivîskar ev roman bi devoka Berferatî nivîsîbû yan bi rastnivîsa standardîze. Ez nizanim ji ber edîtorîyê ye yan na ji zimanê romanê qet rih û bêhna devoka Berferatî nayê. Di zimanê romanê de sentakseke sererast a kurmancîyê domînant bû lê vê yekê jî zimanê romanê hinekî hebsî kiribû, ne serberdayî bû, tengbûnek ji ziman ra çêkiribû. 

Romana “Term”ê tenê nîşanker e, baş nade fehmkirin û ne guherînker e.

Term, krîza bajarîbûnê nîşanî me dide. Lê tenê “nîşan” dide. Tiştên ku nîşanî me xwîneran dide jixwe em bi piranîya wan tiştan dizanin. Wekî din, mijara sereka ya romanê doza xwînîtîyê ye. Roman trajedîya dozekê nîşanî me dide. Haya xwîneran gelek ji wan mînakan heye.

Roman, problemeke sereke ye kurdan problematîze dike û nîşanî me dide: li bajaran parçebûna kurdan. Eşîra Ûsikîyan bi dewletê ra şer dikin, piştî vî şerî mecbûr dimînîn ku dev ji gundê xwe berdin, li bajêr bi cî bibin. Di gelek cîyên romanê de em rastî wê tên ku mirovên Eşîra Ûsikîyan ji bajaran gelek bi gazind, gîlî û lome ne, sedemên her xirabîyê di bajaran de dibînîn. Nivîskar, li bajêr perçebûna Ûsikîyan nîşanî me dide lê nikare mihendîsîyê bike ku Ûsikî bê wendakirina kurdbûna xwe bibin bajarî. Nivîskar nikarîye vê fikirîna rasyonalîst bide karekterên xwe. Em êdî hatin bajaran, bê wendakirina kurdbûna xwe em çawa dikarin entegreyî bajarvanîyê bibin, xwe bikin bajarî, dewlemend…  

Nivîskar midaxeleyî rastîyê nake, rastîyê ji nû ve naafirîne. Ji bo çareserkirina meseleyên xwe qet çareserîyekê pêşkêş nake. Ji bo bajarîbûna kurdan nivîskar tiştekî nabêje. Em ê heta hetayê çawa dîyardeya doza xwînê çareser bikin, perspektîfekê nade me. Ji bo çareserkina vê problemê çawa di nav kurdan aqilek dê çêbibe, ti tiştekî nabêje. Guherîn, veguherîn tune.

Pê re jî ez qet naxwazim di vê nivîsê de li ser hêlên qels, bi problem bisekinim. Ez dixwazim baştirîn alîyên vê romanê problematîze bikim. Hêja ye ku mirov li ser vî alîyê romanê binivîse. Berî ku ez qala hêla baştirîn a romanê bikim ez dixwazim qala çend alîyên baş û cîyawaz ên romana “Term”ê bikim.

Zemanê romanê naveroka romanê dîyar dike. 

Zeman di romanên Bakur de bi piranî piştî salên 1980ê ye. Dema ku zeman zemanê çil salên dawî be, qada polîtîk dibe mekanên romanan, mijara romanan bi piranî bi bûyer û û dîyardeyên şerê PKKê û dewleta tirk ve têkildar e. Term, wek zeman ji berî salên 80ê ye. Ji vê hêla xwe ve cihê dibe. Di romanê de zeman jî rasterast nayê dîyarkirin, karekterê bi navê Serdar li Zanîngeha Dîcleyê dixwîne. Zanîngeha Dîcleyê di sala 1974an de hatîye avakirin. Ji vir em dikarin derbixin ku zemanê romanê salên 70ê ye. Lê bêle hinek tiştên din ra jî em dikarin fêm bikin zemanê romanê xwe digîhîne salên pêncî jî.

Ji hêla kulturî û struktura civakî, têkilîya civakî, têkilîya kurdan bi dewletê ra, sosyolojî û antropolojîya kurdan ve em dikarin ji romanê tiştên girîng fêr bibin. Di vî barî de tespîtên bikêrhatî tê de hene.  Bi min başbûna romanê ji vir tê. Ji ber vê yekê roman heta dawîyê xwe dide xwendinê.

Balkêştirîn û baştirîn hêla “Term”ê him şikandina tirsa dewletê him jî şikandina kesayet û karekterê objebûyî, çewisî ye. 

Nivîskar li vir mihendîsîyek kirîye. Kurd ne çewisî ne, ne di kompleksa bindestî û xwebaşkirinê de ne. Ne stûxwar in, ne wekî tiştan / objeyan in. Kurd li hemberî walî, qomûtan û dozgeran bi serbilindî, jixwebawer, bêtirs, wek kirde / sûbje û efendîyan tevdigerin.

Ka lê binêrîn karekterê romanê Nûhoyê Teyar çawa li hemberê walî, seresker û mebûsan jixwebawer e, serbilind e, bêtawîz e:

“Hûn ji ku derê hatibin, hûn li ser çavên min hatine, lê em tiştekî zelal bikin. Hûn hatin îfadeya min bigirin? Yanî ez dîl hatime girtin, hûn îfadeya min digirin? Yan jî hûn hatine ku em bi hevdu bişêwirin û rêyekê bibînin? Rûye walî tirş bûbû, li sereskerî dinêrî, Seresker, mîna ku walî bi tiştekî nehesibîne, tilîya xwe Nûho ra hel kir…” r.161

Heta niha di jîyana xwe de ez rastî mînakeke bi vî rengî nehatime. Ez nizanim kesek ji we hatiye yan na? Li hemberî eskerekî kurdek ew qasî wêrek, bêtirs e:

“-Wehîd Beg, ji sereskerî ra bibêje hûn mêvan in, mêvantîya xwe zanibin! Ku ev seresker bêhurmetîyeka din jî bike, ez ê destên wî jî li paş piştê wî girê bidim, wî jî tê xim nava eskerên ku pir li ber wan dikeve! Bila bêedebîyan neke!” r.162

Ûsikî ji bo namûsa xwe bi ti hawî ji dewletê natirsin, li hemberî dewlet radibin… Ev dibe sedema terkkirina gund û mehkûmbûna bajaran, kuştin, îşkence, surginîyê...

Li bajaran jî kurd ji dewletê natirsin. Ka lê binêrîn Nûho çawa li hemberî polês tevdigere, ji polîs ra çêran dike:

“-Lawê kerê, hela em carê bibînin ew e yan ne ew e… Min di nasnameya te…

Polîs veciniqî. Pepikî û got:

-Apo çi heqê te heye tu ji min ra xeberan didî? Sakîn be…

…Çi bihata ber devî digot:

-Law bêbav, lawê me yê xort kuştine! Ku tu ji me zindîyan fedî nakî, kûçik lawê kûçikan, bila piçekî hurmeta te ji mirîyan ra hebe!

… Lê hêrsa Nûho rabûbû. Hezar xeber dikirin ji polîsî ra:

-Lawê jina kerxaneyan! Ez ê li vê derê, te bi qurbana guleyekê bikim; mêjîyê te li vê derê birijînim.” r.218-219

Gelo di jîyana rojane de me çi qasî tirsa dewletê û kesayeta xwe ya çewisandî şikandiye?

Tirsa dewletê ketiye nav xwîn, hicre, aqil, dil û hişê me. Di her derê me de heye. Tirsa dewletê di nava me de hem wekî kolektîfî hem jî wekî takekesî heye. Di me de gelekî kûr e. Dibe ku bûbe genetîka me jî! Bi rêya DNAyê ji nifşekî derbasî nifşê dî dibe…

Tirsa dewletê her zêdetir dibe. Em çiqasî bitirsin jî ew dê zêdetir bi ser me de bê.  Em çiqasî bitirsin em ewqasî bê kesayet dibin.  Mirov çiqasî bitirse, tiştên ku însan dikin însan ew tişt jî ewqasî têk diçin. Em çawa dikarin vê tirsê bişikînîn, dengê xwe bikin? Di jîyana rasteqîn de şikandina vê tirsê dê çawa bibe?

*Hisên Kemal, Term, Weşanxaneyê Wardoz, Stenbol, 2021, r 436.

📻 LI SER PÊYAN, ÇEND KELAM


📻 AŞ Û BAŞ

📧hurbini1@gmail.com
Her mazûvan û berhemdar ji naveroka xwe berpirsîyar e.