||Zeynep Mutlu*
Di demên zarokatîya xwe de, me li fîlm û rêzefîlmên Amerîkî pir zêde temaşe dikirin. Lê pişt re di dibistana navîn de gelek kesan ji nişka ve dest bi temaşekirina rêzefilmên Koreyê jî kir. Lê kesên ku ji K-Dramayê hez nedikir jî pir zedê bûn. Çimkî piranîya mirovan ew rêzefîlm gelekî zarokane didîtin û heta henekên xwe jî bi temaşevanên wan rêzefîlman dikirin. Ez bixwe jî cara pêşî pir bi pêşhikum bûm li ser wan. Lê piştî ku carekî min dest pê kir ta bi zanîngehê, ango heta niha jî, min dev ji temaşekirina rêzefîlmên Koreyê bernedaye. Çimkî min dizanîbû ku wekî her kulturê ew jî pir ecêb û balkêş e. Û her wiha gelek rêzefîlmên biserketî jî hebûn. Ev çend sal in ku ne tenê li Tirkîyeyê, li hemû welatên cîhanê serketina televîzyona Koreyê tê dîtin. Rêzefîlmê The Good Doctor mînakeke pir xweş e. Ev rêzefîlm ji rêzefîlmekî Koreyê hatiye adaptekirin û li Amerîkayê hê jî tê weşandin. Bi taybetî jî Tirkîye gelek adaptasyonên Koreyê dike. Lê ne tenê adaptasyon, rêjeya temaşekirina rêzefîlmên wan jî pir zêde ye.
Di derbareyê K-dramayan de tiştekî ecêb heye ku zêde bala min dikişîne; gelê Koreyê hem ji alîyekî ve pir dixwaze bişibe gelê Amerîkayê û ji alîyekî din ve jî di fîlm û rêzefîlmên xwe de pir qala çand, ziman û dîroka xwe dike da ku çanda xwe bi gelên din bide nas kirin. Ji bo kesên wekî min, ku bi çand û zimanên din re tekîlîya wan heye, ev tiştekî pir balkêş e. Lê ji bo kesên din ên ku têkîlîya wan bi çanda Koreyê re tune be jî temaşekirina K-dramayê bi demê re gelekî berbelav dibe. Niha jî rêzefîlmekî Koreyê, Squid Game, li hemû cîhanê tê temaşe kirin. Heta li ser platforma bi navê Netflixê bû rêzefîlmê ku herî zêde hatiye temaşe kirin. Heta Squid Game di nav xelkê Amerîkayê de jî, ku qet li fîlmên bi jêrnivîs temaşe nakin, pir zêde populer bûye. Dewleta Amerîkayê serê pêşî qet nedixwest mirovên Asyayî daxilî fîlmên xwe yên Hollywoodê bike lê a niha him ji senaryoyên wan adaptasyonan dike him jî li rêzefîlmên wan bi rêjeya herî zêde temaşe dike. Niha li Amerîkayê serketina çanda Koreyê ewqas hatiye pejirand ku, hewl didin peyvên Koreyî yên wekî Oppa, Nuna, Aigo ku di rêzefîlman de tên dîtin, wergerînin.
Piştî ku gelê Koreyê çanda xwe û televîzyona xwe têrî xwe dan naskirin niha îca senaryoyên Koreyê ku li ser Netflixê tên weşandin, ne tenê li ser pirsgirêkên wan in. Yek ji van rêzefîlmên ku behsa pirsgirekeke li seranserê cîhanê dike, Squid Game e. Bûyerên ku tên serê lehengên rêzefîlmê li vê cîhana kapîtalîst pir berbelav in, dibe ku bên serê her kesî. Şerê feqîran ê bi zordaran re mijara vî rêzefîlmî ye. Her wiha em di vî rêzefîlmî de du sinifên raser dibînin. Li Koreyê,ku ev welatekî pêşketî ye, deynên kredîyan û tekoşîna sinifan pir zêde ye. Lehengên di vî rêzefîlmî de ku ketine bin gelek deynên mezin, ji ber vê pirsgirêkê gelek zehmetîyan dibînin. Heta canên xwe jî ji bo pereyan dixin xetereyên pir mezin. Çîna duyem ango ya dewlemendan jî ji ber betalîyê û nezanîna xerçkirina pereyên xwe dikevin nav vê lîstikê. Ji bo wan zordaran feqîrî û bindestîya belengazan bûye kêfek û razemenîyek (investment, yatırım) ku perê xwe lê razînin.
Bi
kurtasî ji bo senaryoyê, serlîstakvanê rêzefîlmê jî yek ji wan belengazan e. Ji
bo ku ev serlîstîkvan deynen xwe biqedîne, pêşnîyaza zilamakî xerîb a li ser
lîstikan qebûl dike. Pêşniyaz jî ew e ku lîstikvanê yekem dê pereyekî gelekî zêde
bistîne. Piştî qebûlkirina vê pêşnîyazê jî ew xwe ji nişka ve li cihekî ku 456
mirov lê hene dibîne. Ew mirov jî wekî wî di bin deynên gelekî mezin de ne û ji
bo xelasbûna ji deynan ji xeynî vê lîstîkê çareyeke din nedîtine. Lehengên V.I.Pyê
(çîna dewlemendan) ji bo ku ji xwe re temaşeyeke din pêk bînin, ew van 456 mirovan
dibin giravekê û ji bo perayan wan 456 kesan dixin nav şerî. 456 lîstikvan bi
lîstikên zarokan dilîzin û yên ku di lîstikan de têk diçin tên kuştin. Li gorî
hin kesan, sedema bijartina lîstikên zorakan ew e ku tiştên zarokî ango mazî/qadîm
ji me, temeşevanan re balkeştir tên. Û ev têkoşîna belengazan ji aliyê V.I.Pyê
ve, ewên ku perê xwe xistine vê “lîstik”ê, tê temaşe kirin. Sehneya herî ecêb
ji bo min lîstika pêşî bû. Gava ku mirovên di lîstikê de têk diçûn û dihatin
kuştin min wê demê fahm nekir ka ev kuştin bi rastî ye yan jî tiştekî wekî xewn
e. Dibe ku henekî jî be yan jî tiştekî wekî xeyalekê be. Belkî jî binhişên wan
mirovan bi mekîneyekî re bestandî be, weke fîlmên science fictionê.
Lê
na, ne wilo bû. Nêvîyê lîstikvanên di vê lîstikê de bi rastî jî hatibûn kuştin.
Lê ew bi xwe jî nizanibûn ku di lîstîkê de mirin jî heye. Yên ku nemirîn jî di
cî de bi tirseke mezin ji lîstikê bi xwestina xwe derketin. Lê bi şûn de jî tiştekî
ecêbtir derket holê. Piştî ku ji giravê çûn mala xwe, jiyana wan zêdetir tirs xist
dilê wan, heta tevda dîsa vegerîyan wî cihî. Ew êdî bi raya xwe wan lîstîkên
bixwîn ji bo ku xelata mezin bistînin, dilîstin. Çimkî jîyana wan ji xwe ji
mirinê jî xerabtir bû. Ti çareserîyeke wan a din nemabû. Ji ber ku dewlemendan
jî bi vê bêçaretîya wan dizanibû, bi wan re dilîstin.
Em temaşevan
jî di vî rêzefîlmî de bûyerên di nav jîyana xwe de pir dibînin. Hemû tiştên ku
ji alîyê zordaran ve tên serê belangazan ti hevgirtinê di nav belangazan da pêk
naynin. Ew bêtir bi xwe re şer dikin û dengê xwe bi lîstikên zordaran re dernaxin.
Ev jî helbet ji bela bêçaretîya wan e. Di lîstikan de yên ku ciwan, bi qewet,
ji gelê Koreyê û zilam bin betir bi pêş ve diçin. Lewma ku yên ku ji listîkê tên
avêtin zilamên pîr, zilamekî din ê Pakîstanî û gelemperî jin in. Mirovên dewlemend
ên li ser jiyana wan dilîzin jî tevde zilam in. Jin di nav V.I.Pan de yan jî di
nav bi maskeyîyan de tune ne. [Yên bi maskeyî jî ji alîyê V.I.Pan ve ji çînên
bindest, ji bo ku listîkvanan kontrol bikin hatine bijartin.] Lê em sedema tunebûna
jinan nizanin. Belkî li gor senarîst jin nikarin weke mêran vê wehşetê bikin. Yan
jî senarîst bi zaneyî, avêtina jinan a ji nav hemû cihên jîyanê şanî me dide. Û
tiştekî din ê balkêş jî ew mirovên ku di bin maskeyan [rûpoş] de ne. Çimkî ew
jî ji sinifên bindestan in lê alîkarîya V.I.Pan dikin û ew jî dibin ji wan mirovên
ku belengazan dikujin. Ev mînak jî careke din nebûna piştgirî-hevgirtina nav belangazan
nîşan dide. Tenê tirs, bêçaretî û bedbextî bûne hisên van bindestan û ji alîyê mirovbûnê
ve hisên din di nav wan de nemane, loma lehengekî ku bi tevayî mirovekî baş be
tune ye.
Ev wehşeta ku ji alîyê V.I.Pyan ve tê temaşe kirin ji alîyê me temaşevanan jî tê temaşe kirin. Çimkî her wekî ku min got ev rêzefîlm di Netflixê de bû serîya ku herî zêde hatiye temaşe kirin. Heta hin kes ji ber vê şidetê bi rexne û krîtîkên nebaş qala vê serîyê dikin. Lê dîsa jî gelek temaşevan dema ku van sahneyên biwehşet temaşe dikin weke V.I.Pyan ji vê temaşekirinê kêfê distînin her çiqas li hemberî vê têkoşîna çînan bin jî. Lê ev wehşet, têkoşîna çînan û hwd ne tiştên pir orjînal in. Çimkî em dizanin ku rêzefîlmên wekî Squid Gameyê, ku krîtîka sîstem û rejîmê dikin, gelekî zêde ne. Heta di hin sahneyên vî rêzefîlmî de em nîşaneyên fîlmên Amerîkî wekî Matrix, Platform, Black Mirror û Hunger Gamesê jî dibînin. Lê ne tenê yên Amerîkî, tesîra mangoyên Japonyayê wekî Battle Royal û Liar Game jî pir xuya ye. Cudahîya wê ew e ku ev rêzefîlm ji Koreyê derketiye ne ji Amerîkayê. Pir baş xuya dike ku pêwîstîya me temaşevanan êdî bi senaryoyên orjînal heye. Lê senaryo ne orjînal be jî em bi berdewamî ji temaşakirina heman senaryoya ji alî çand û gelên cuda ve hatî strandin hez dikin. Senaryoyek lê adaptasyonên cur bi cur.
*Xwendekar, Boun.
____________________________________
|| Ev nivîs bi saya piştgirên me yên Patreonê hatiye weşandin. Heger hûn bixwazin kar û xebatên Hûrbînîyê tim berdewam bin, hûn dikarin li ser hesabê me yê Patreonê bibin yek ji piştgirên me.