(Ne)geşîyên "Têbîniyek"ê

|| Welat Ramînazad

Li Bakur îro kesên ku bi çîroknûsîya kurmancîyê ra mijûl dibin çend kes in? Ji nifşê nodî [kesên di salên nodî de çêbûne] û du hezarî çend kes heye? Herî biçûkê wan çend salî ye?

Di heqê van pirsan de ez ne rastî ti xebateke îstatîstîkî û ne jî xebateke bîblîyografîk hatim. Li gor texmîna zanîna xwe ya xwînerîyê, bi awayekî xweşbîn, ez dikarim bibêjim ku ji nifşê nodî herî zêde sed kes an hebin an tune bin. Ji wan sed kesan pêncî jê berhemek wan hatibe weşandin, dibêjim xwe bi xwe, ji nifşê du hezarî jî bîst kes hebe… - Lê ku ez ne xelet bim hêj ji vî nifşî berhemek jî nehatiye weşandin.

Wekî kurdekî dema ku ez li ser mijareke derbareyî kurdan îstatîstîkî yan jî matematîkî difikirim, ez xwe di nav reşbînî û bêhêvîtîyê de dibînim. Lê ji ber vê haletî ruhîyeya xwe ya xelet divê ez pirsan ji xwe bipirsim; çareserî çi ye? Ez serê xwe li ser çareserîyan biêşînim û bibetilînim.

Çareserîya ku min ji xwe re peyda kiriye ew e ku, çi di qada çiroknûsîyê de çi di qadên de din de çi kesên bi karên kurmancîyê re peywendîdar hebin, em bi rexne, nirxandin; û derbirîna hest û ramanên xwe lê hûr bibin ku metnên wan pêşdetir bibin, zêdetir û kûrtir bikin. Hewl bidin ku nivîskarîya wan bînin asteke gerdûnî, bikin ku di edebîyata cîhanê de deng vedin.

Bi vê rêyê em dê karibin çend kesên xwe bikin hezar kes!...

Yek ji endamên nifşê nodî jî Înan Eroglu ye ku di bîst û pênc salîya xwe de kitêba xwe ya ewil a bi navê “Têbîniyek” (2019, Avesta) nivîsîye. Di kitêbê de yanzdeh çîrok hene û bi tevayî 111 rûpel e. Ji 2016an ve, pênc sal in, di inanolo.blogspot.comê de blogerîyê dike, xebatên xwe yên cur bi cur li wir diweşîne. Wekî fanzîna Flashhilatê û di çend kovar û rojnameyan de nivîs, çîrok, heypeyvînên wî hatine weşandin. Îsal jî bi navê Serpêhatiyên Înanolo û Çîrokên Din berhema wî ya nû hatiye weşandin.

Dema ku min xwendina “Têbîniyek”ê temam kir, tiştê ku herî zêde bala min kişand ew bû ku nivîskar xwastiye ji her tiştî ra çîrokekê biafirîne û di çîrokên xwe de cî bide her tiştî. Ev, armanca nivîskarî, bilindbûna îdealên wî nîşanî me dide. Çimkî her kes nikare weha li ser her tiştî çîrokan biafirîne. Nivîskar, di vê berhema xwe de ev armanc û xwastina xwe pêk anîye.

Di berhema xwe de nivîskar ji hevokekê çîrokeke qerase ya bi navê “Têbîniyek”, ji zebzeyekê jî çîroka bi navê “Incûr” afirandiye. Ev çîrok wekî kolaja fragmantên zaroktîya wî jî xuya dike.

Di edebîyat an jî hunerên din de çima teknîkên cur bi cur derketine holê? Bersiva vê pirsê bi xitimîn û têrnekirina vegotinê ra têkildar e. Ji ber ku tenê cureyekî vegotinê têr nake ku em  behsa jîyanê, dinê, însanî û tiştên din bikin. Ji bo ku em bikarin meseleya xwe bêkêmasî vebibêjin, teknîkên nû hatine dîtîn, çêkirin. Wekî din jî edebîyat, zimanê pênasekirinan e, teswirkirina jîyanê, dinyayê, hebûn, tiştan û qadên din e. Tenê teknîkek têr nake ku edebîyat bibe zimanê wan tiştan. Mînak, bi teknîka herka hişî [stream of consciousnes/bilinç akışı/şepola hişî], zimanê hiş û fikirîna însanî jî hat dîtin. Di nav kêlîyekê de însan çawa li tiştan difikire, edebîyat bi saya vê teknîkê dikare ji me ra vebêje.

Di “Têbîniyek”ê de her çîrok bi teknîkeke ciyawaz hatiye nivîsîn. Teknîkên wekî herka hişî, realîzma efsûnî û hwd hatine ceribandin. Piranîya çîrokan bi awayekî kûr û baş hatine honandin. Bi vî awayî, nivîsîna her çîrokekê bi tenê, bi serê xwe, gelekî dijwar e. Zimanê çîrokan gelek dewlemend e, nivîskar bi her çîroka xwe bikaranîna kurmancî firehtir kiriye.

“Heger we diya wî bidîta dê  ji we re bigota, “Bişarkê min gava zarok bû jî wisa bû?” Hûn bawer nakin ku mirovekî tenê ye ne wisa?  Bibêjin nexwe, tenêtî çi ye? Tenêtî ew e ku kes li dora te tune be? Yan ew e ku tu ne li dora kesî bî? Gava ne kes li dora te hebe û ne jî tu li dora kesî bî, ew dibe çi? Lê heger tu di nav her kesî de bî lê kesek tune be pê re bidî bistînî dê çi bibe? Ev pirs hişê we ji dagir nakin?” r.47

Bi her çîroka xwe zorê dide sînorê asoyî, îzan û fehmê. Hewl dide wan berfirehtir bike. Çîrokên bi navê Wêneyên Wenda yên Mîr Celadet û Wênegirê Komara Kurdistanê Çima Xwe Kuşt? asoverkir û rewantir in, heçku xwîner dixwaze di şûna qehramanan de be, ew wêneyên Mîr Celadet vebibîne, û zelal bike ka Wênegir çima xwe kuştîye. Serkeftina wan çîrokan, feraseta rastîyê [the perception of reality, gerçeklik algısı] ya xwînerên xwe diguherîne, wekî ku xwîner bûye karakter, ji hêla din de jî di jîyana realî de xwînerên xwe ji pasîfbûnê,  objebûnê, bêhereketbûnê rizgar dike di wan de aktîfbûnek, sûbjebûnek, livînekê çêdike. Di wan de derdekî, kul û xebatekê çêdike.

Çîrokên “Têbîniyek”ê ji hela teknîk, zimên û honakê ve gelek geş in û hostatîya nivîskarê xwe nîşanî me didin. Diyar e ku nivîskar hemû  qewet û sermîyanê xwe daye geşkirina van sê dîyardeyan e. Lêbelê geşbûna çîrokên “Têbîniyek”ê ji hêla zewqa edebî, tesîr û afirînerîyê  ve qels mane.

Zewqa edebî ye ku bo nimûne xwendina çîrokên Julio Cortazar û Şener Ozmen didin “Têbîniyek” vê zewq û kefê neda min. Ji ber vê yekê jî ji xwendina wê ez hinekî sar dibûm. Ez jî dizanim ne adilane ye ku nivîskarekî ciwan bi nivîskarên mezin ra miqayese bikim, ji xwe armanca min ne miqayesekirin e, armanca min pênasekirina derdê min e.

Xelaskirina xwendina çîrokên “Têbîniyek”ê qe bandoreke serobinker li ser min nekir ku ez nikaribim ji ciyê xwe bilivim, ez di nava çîrokê de wenda bibim, çend seatan nikaribim bêm ser xwe, çîroka din bixwînim. Her çîroka berhema dawî ya Şener Ozmen ya bi navê Cemîlê Nîgarkêş û Heft Qambihostên Dewletê bandorek wisa dikir li min. Çîrokên baş bandorê li xwînerên xwe dikin, dibin wek parçeyekî ji wan. Di sala 2019an de min çîrokên Ötekinin Rüyası ya Julio Cortazar xwendibûn, hêj bandora wan li ser min e.

Nivîskarê “Têbîniyek”ê ji malzemeyê çîrokên xwe ra  naverok û vegotinek afirîner; kûr û resen neafirandibû. Di ziman, teknîk û honaka çîrokan de afirînerî li ber çavan bû lêbelê di naverok û vegotina çîrokan de afirînerî ne geş bû. Bi min, tesîra kêm û bêzewqbûna edebî ya çîrokan ji ber vê ne afirînerîyê tê.

Afirînerî, xweditîn e. Xwegihandina resenîya xwe ye. Di binhişê niviskar û hunermendan de çend nivîskar, û hunermendên din hene ku wan ew di binhişe xwe de ji xwe ra kirine nimûne. Em dikarin bibêjin ku wekî teqlîdkirineke bêhay, gotiye, ez bibim wekî wan. Ez hertim ji xwe dipirsim: di binhişê xwe de ez kê teqlîd dikim, ez dixwazim bibim wekî kîjan nivîskarî yan feylesofî? Mînak, par ez beşdarî gotûbêja nivîskar û felsefevanê tirk Alî Akay bûm, piştî gotûbêjê min ji hevalek xwe ra got,“Ali Akay di binhişê de xwe de dixwaze bibe wekî Delueze.” Bi rastî jî paşê min bala xwe dayê, wekî fîzyolojî, bi taybetî jî porê xwe kiribû wek ê Delueze. Pêvajoya xwedîtînê, pêvejoyeke dirêj e, hem jî kêm kes dikarin xwe bigihînin wê astê.

Di xebat û çîroknûsîya Înan Eroglu de mikemelbûna wî pir xwe dide xuyakirin. Mukemelbûn, encama pêvajoyekê ye, kamilbûnekê ye. Lê dema ku nivîskarek, mirovek hîn di destpêka xwe de mukemelbûnê li ser xwe ferz bike, wê çaxê ew “mukemelbûn” dibe kujerê afirînerî, qewet û hêza wî/ê. Mikemelbûn ji hêla din ra jî mirov gelek aciz dike, û diesirîne, ditengijîne. Bi min, divê nivîskar rihet be, relaks be û xwe bi azadî bihêle. Ji nivîsîna çîrokên xirab û wesat netirse. Wê çaxê nivîskar dikare xwe bibîne, afirînerîya xwe nîşan bide.

Lê rexmî hemû qelsî û bihêzîyan, geş û negeşîyan Înan Eroglu wekî nivîskarekî salan e, û bi rastî jî gelek nivîskarên salan ne di asta wî de ne!.. Ku ew di berhema xwe ya ewilîn de ew qasî hosta bûye, di berhemên xwe yên pêş de çi qasî dê kemaltir û şox û şengtir dibe, texmîn bikin. Ji bo bi mînak bin, çîrokên Dehper û ? û Pisîk maqûl in. Ji alîyê din jî ew qasî hostabûyîna nivîskarekî ciwan nîşaneya geşbûn û bilindbûna siberoja edebîyata me ye jî.

Em ê ji qelema wî ji her hêlan ve çîrokên geştir bixwînin…

 

 

📻 AŞ Û BAŞ

📻 LI SER PÊYAN, ÇEND KELAM


📧hurbini1@gmail.com
Her mazûvan û berhemdar ji naveroka xwe berpirsîyar e.