Bera jî Parêza Şekirî Bi Kêr Tê?



||Steven Petrow

Şemîyekê, bi wext, min serîyek li semînera "parêza şekirî" [(sugar detox)] ya li cîma [(gym: salonên ku spor li wan tê kirin)] xwe da. Min texmîn nedikir ku dê hew qasî qerebalixî lê hebe, çaxa min derîyê sinifê vekir tiştê ku min dît kursî hemû bi xwedî bûn.

Yek ji kesên li wir "Grandma Teresa" [(Pîrika Teresayê)] bû, wê xwe bi vî hawî bi min dabû naskirin. Her du nevîyên xwe yên 11 û 13 salî bi xwe re anîbûn, ji ber ku digot "şekir bi rastî jî pîs e, û ez dixwazim ji niha ve bi qasî ku karibin ew jî fêr bibin, hîn ku xort in." Beşdarên din, jinên ji 30 ta bi 70 salî, ji ber sebebên cur be cur - ji bo ku rê li ber pirseke sihetê bigirin; xwe jar bikin; rîska xwe ya pêketina bi dîyabetê, krîza dilî, û kansêrê kêm bikin - bi tevayî dixwestin xwe ji şekir xelas bikin.

Ez li benda doktorî bûm. Da ku ez ji rûnê hinavîn [(visceral fat)] xelas bibim, wî pêşnîyaza parêza şekirî li min kir. Rûnê hinavîn jî ew rûn bû ku li dora organan dicivîya û dikir ku meriv qelew bibe, zêde bixwe, masûlke bihelin, û xisar bigîhije mejî.

Her weha dike ku kezeb rûn bigire, kolestrola merivî û - ev jî sebeba krîza dilî bi xwe ye, îltihab zêde bibin. Wekî din jî dîrektorê tibî yê Navenda Tiba Fonksîyonel a Clinicê Mark Hyman dibêje ku, "tesîrê li tibabek nexweşîyan dike, ji kansêrê bigirin ta bi krîza dilî, dîyabet û Alzaymirê."

Bo nimûne, xebateke ku di 2019an de hatiye kirin eşkere dike ku vexwarina meşrûbatên bişekir, tiştên wekî soda, ava fêkîyan û hwd, bi awayekî "zêde zêde" rîska kansêrê zêde dike, bi taybetî jî kansêra sîngê.

Anna Seethalera rênasa saxlemîyê bi sê pirsan semînera parêza şekirî da destpê kirin: Hûn çiqas şekir dixwin? Hûn kengî dixwin? Û hûn çima dixwin?

Bersivên min û yên hevalên li sinifê dirûvê hev didan: Niza wele. Hema hema temamê rojê, bi taybetî bi şev (yan jî çi çaxa ku ez tenê bim, hêrs bibim an jî îkramekê heq bikim). Û ji ber ku ez hez jê dikim! Ez fêr bûm ku Amerîkîyek teqrîbî salê 152 kîlo şekir dixwe, ev jî rojê hema hema dike 44 şekirê çayê. Zarokekî adetî li Amerîkayê rojane 34 şekirê çayê yê malwêran dixwe! (Pêşnîyaza Komeleya Dilî ya Amerîkayê ya bo zarok û jinan herî zêde 6, bo mêran jî 9 şekirên çayê ye.)

Şekir li her derê ye: Di nav dexl û zadî, nên, şîrê bêrûn, sosên zeleteyê, şerab, petatên spî, miqarna, û pîzayê de ye - tew ne hewce ye em behsa şêranîyan bikin jî.

Seethalerê spartekek da me û em şandin: Qeydkirin û kontrola şekirî di xwarin û vexwarina rojane de. Min ji xwe re digot ez bi têra xwe qenc dixwim û vedixwim, lê deftera min tavilê wekî din got. Tiştê ku Seethalerê dixwast balê bikişîne ser jî ev bû ji xwe.

Hin berhem ji xwe li ser kaxeza xwe "şekirê lêzekirî" nîşan didin, ji 2021ê bi şûn de dê li ser hemû xwarinçêkeran (febrîqe) bê ferzkirin ku li ser kaxezê vî şekirê lêzekirî binivîsin. Jessica Levinsona ku dîyetîsyeneke New Yorkî ye şîreta xwendina van kaxez û etîketan li mişterîyên xwe dike, û "ji xwe re fêrî termên cuda yên bo şekirî bibin, nektar hene, şirûba birinca qehweyî heye, konsantreyên ava fêkîyan hene...", tevî şirûbên garisî yên frûktoz-bilind [(frûktoz: şekirê mêweyan)] ku li pîyasayê qîyametek ji wan heye.

Hymanê nivîskarê pirtûka "Parêza 10 Rojan a Çareserîya Şekirê Xwînê" [(The Blood Sugar Solution 10-Day Detox Diet)] dibêje qesta wî ew e ku "wê fikira hemû kalorî wekî hev in bi temamî bê qelandin." Li gorî kesên wê fikirê diparêzin tu ferqa 100 kalorîyên Coca-Colayê yan jî qarnebiharan nîne.

Ew hîpoteza ku dibêje "kalorî tên, (û hema) kalorî diçin," bi temamî yeka pûçûvala ye.

Axirîkelam, ev hemû ji bo wê ye ku hûn li ber kevin qarnebihar ji bo we ji Colayê bi xêrtir e.

Ax.

Hyman metoda "eloka-sar" diparêze, û wê pêşnîyazê nexweşên xwe dike. [(cold-turkey: ji nişka ve, bi carekê re terikandina tiştan.)]

Di ser telefonê re ji min re got, "Bi vî awayî, bi nexwarina şekirî û nişayê, bo hefteyekê yan jî du - sê hefteyan tu ji merivan dixwazî ku ew birçîbûna xwe tecrûbe bikin; bi tevger, halet û enerjîya xwe bizanibin; [hebin] septomên xwe yên kronîk nas bikin." (Nişa, [nîşasta] di hindurê petatan, birincê, garisî, û hin dexilan de heye, gava ku tê xerckirin dibe şekir.) Dibêje, bîyokîmyaya me dê palpiştîya arezû û şemayên birçîbûna me neke. Ne binkeftineke "exlaqî ye ku meriv neşê parêza xwe kontrol bike."

Piştî ku min dest bi parêza xwe kir, Hymanî pêşnîyaz li min kir ku ez qismek ji rûnî jî lê zêde bikim, "rûn dike ku tu xwe zînde hîs bikî [û] metabolîzmaya xwe jî gur bikî," min pê nedizanî. Paşê şoreşek duyemîn jî qewimî: "A rast, rûn alîkarîya te dike ku tu rûnî bimehînî," rabû û vegot ji min re, hindek mîtên ku ez bi wan hatibûm gîhandin pûç kirin.

Min wekî ku şewbek be xwe ji xwirekên zêde-rûnî diparast, ji ber ku herkesî "dizanî," rûnî tu qelew dikirî.

Naxêr ne wilo ye, got Hymanî. "Rûn te qelew nake. Şekir te qelew (û donekî) dike."

Pê de çû, "rûn girseya masûlkeyan zêde dike û îltihaban kêm dike - eger rûnekî çê be ew jî" - qesta wî ji vê jî rûnên wekî yê gûza hindê, zeyta baş, zeyta zêde-bakir a bi sarî preskirî [(extra-virgin cold-pressed oil)], rûnê ku di masîyên kovî û donekî yên wekî somon û sardalyeyan de peyda dibe, û her weha yê êmîşan û avakadoyê ye. (Lîsteya wî ya temamî li vir e: thechalkboardmag.com/dr-hyman-good-fat-bad-fat)

Hymanî behsa xebateke di Nutrition and Diabetesê de derçûyî kir. Kesên ku parêzeke di warê rûnî de bêsînor (kêm karbonhîdrat) tercîh dikirin bêtir zeîf dibûn, şekirê xwîna xwe baştir kontrol dikirin, trîglîserîda wan kêm û HDLya (kolestrola çê) wan baştir bû.

Rojên pêşî, peyva rast, parêza min quzilqurt bû. Qedexeya hin xwarinan dikir ku bêtir dilê min bibije wan. Dondirme. Meqarna. Çiqulata. Heta bi şerabê, di wê de jî bi qasî qederekî maqûl şekir heye. Dilbijînên min pir bitesîr bûn û wer dixuya ku ew dê hîç neqedin, û heger min xwe bixapandaya ez dê wekî binketîyekî bûma. Ez hêrs bûbûm û yekî bi têra xwe ters - û, erê, wek gelek caran tê zanîn, qebzî!

Lê piştî pênc rojan dilbijînên min temirîn. Dev ji xwarina nanî qerîyam, ji ber ku li gorî Hymanî digot, nanê sipî ji şekirê çayê jî zûtir vediguherî glûkozê, yan jî şekirê xwînê. (Îstîsnaya vê - nanên bi genimê tevde - tên çêkirin e. Ewên ku ji mêweya genimî, cehê tevde, û hefsarê tevde tên çêkirin.)

Lê li vira ez ji kêfan firîyam êdî: Min destpê kiribû û zeîf dibûm. Berî parêzê ez 75 kg bûm. Piştî duwanzdeh hefteyan ez bûbûm 70. Min qulikek di kembera xwe de veda. Tehlîlên min ên xwînê gelekî baştir bûbûn (trîglîserîda min di şeş hefteyan de nêvî nêvî li xwe kêm kiribû). Û piştî ku rûnê li dora zikê min mehîya, min xwe gelek baştir û enerjîktir hîs dikir. Min plan kiribû ku ez paşê li hejmarên HDL û LDLya xwe jî bipirsim. Mizgîna min ya xêrê be.

Seethalerê û Hymanî wekî miptelabûnekê behsa şekirî dikir, ji loma devjêberdana wê weha zor bû. Hymanî got, şekir, "heman devera mejî ya ku dike meriv bibe miptelayê eroîn û kokaînê agahdar dike, sînyalan dişîne wir." Ji ber vê pêşnîyaza parêzeke eloka-sar a şekirî dikir.

Levinsona dîyetîsyen destpêkek bi guherînên hino hino tercîh dikir. Ji mişterîyên xwe re digot "hewl bidin carê di danekî xwe de şekirî nexwin, di şûna wî de alternatîfên bi sihettir ên weha peyda bikin ku dilbijînên we jî bi wan tatmîn bibin." Levinsonê bifesalbûn diparast, û bi bîra min dixist, "Pîvan e ya ku jehrê dike jehr."

A niha, çaxa ku ez vê dinivîsim di meha xwe ya çaremîn a parêza modîfîyekirî de me - Ez naxwazim bi tûmî bêyî şerabê yan jî hin şêranîyan bijîm (Ez rojê sê parçeyên 1-inchî yê çîkolatayê dixwim). Ez zanim her çiqasî ez hişyar bim jî nikarim rê li ber wan şekirên lêzêdekirî bigirim.

Parêza şekirî ne weha rihet e, bi taybetî jî çaxa meriv serdana hevalan dike. Dawîya hefteyeke çûyî mazûvanên min pênc pîzayên biçêj çêkiribûn. Her yek jê bi qalikê arvanê spî hatibû çêkirin, ew jî dema bê xwarin tavilê vediguhere şekirê xwînê. Min biryar dabû ku wê şevê xwe berdim. Min bi bîra xwe dianî ku sibe dê bi rojek din bûya. Xwezî Pîrikek min a Teresa hebûya û hîn ji ewilî de ez hişyar bikirama, lê dîsa jî ez kêfxweş im ku di wagona parêzê de me niha.

Pirsa giran: Heta kengî ez ê siwar bim? Hay ji min hebin.


|| Wergera ji îngilîzî: Birûsk Aryan

____________________________________

|| Ev nivîs ji The Washington Postê hatiye wergertin. 

____________________________________

|| Ev nivîs bi saya piştgirên me yên Patreonê hatiye wergerandin. Heger hûn bixwazin kar û xebatên Hûrbînîyê tim berdewam bin, hûn dikarin li ser hesabê me yê Patreonê bibin yek ji piştgirên me.

____________________________________

📻 LI SER PÊYAN, ÇEND KELAM


📻 AŞ Û BAŞ

📧hurbini1@gmail.com
Her mazûvan û berhemdar ji naveroka xwe berpirsîyar e.