Ma hewce ye hûn ji nişka ve dev ji WhatsAppê berdin?


|| Zak Doffman


Pirsgirêkeke micid a WhatsAppê heye – yeka giran e ku hefteya berê derket holê.  Platforma sereke ya peyamşandinê li cîhanê îdîa dike ku ewlehî û nepenî taybetmendiyên wê yên bingehîn in lêbelê xwediyê makîneya berhevkirina daneyan a herî xedar e li cîhanê. Niha ev tevgera hevsengkirinê (balancing act) ya WhatsAppê hîn zehmettir bûye, ji ber ku ger bikarhêner peymana nû qebûl neke ya ku dê di 8ê Sibatê de têkeve meriyetê, gefa girtina hesabên wan li ber wan e.

Vê berteka nepayî kir ku Will Cathcartê patronê WhatsAppê, Twitterê bi kar bîne da ku agahiyên rast bide. Parastina pêwendîdanînê ya ligel Facebookê, ji bo WhatsAppê rîskeke mezin e. Û bi milyonan bikarhênerên li çarmedora cîhanê niha ji xwe re li alternatîfên din digerin.

 A rast, ev pirsgirêka WhatsAppê ya bi Facebookê re ji berê de hebû, ji dema ku mezinê medyaya civakî ev aplîkasyona peyamşandinê di 2014an de ji nû ve stend. Îcar, ka ji nişka ve çi guherî?

Ger we ev mehek e mesele şopandibe, we dê dîtibe ku hemû mesele bi danasandina Appleê ya etîketên nepeniya mecbûrî re dest pê kir. Facebook bû rexnegirê herî bideng ê tedbîrên nepeniyê yên nû yên Appleê. Lê jixwe herkes dizane ku Facebook makîneyeke daneyan e. WhatsAppa ku îhtimal e ji ber van etîketên nepeniyê bêtir êşiyaye, gazinde dike ku meseleya wê ya berhevkirina daneyan bi awayekî şaş hatiye nîşandan û wekî din dibêje ka çima iMessagea Appleê nebûye heman mijara lêpirsînê ku ev jî li wan neheqiyek e.

Her wekî min hefteya berê gotibû, bila haya we ji we hebe bê ka hûn çi dixwazin. Piştî ku WhatsAppê gazinde kir, Appleê etîketên xwe yên nepeniyê bi awayekî wisa weşandin ku te digot qey plankirî ye. Îcar mesele zivirî. Metadataya WhatsAppê ji iMessageê hîn wêdetir çûbû, hemû tişt bi nasnameya bikarhêner û ya amûrê ve girêdayî bû lewma nûçegihanên ewlehiyê û kesên dijber ên xwedî fikar li ser metadataya WhatsAppê, tev mafdar bûn.

WhatsAppê xwedî li daneya xwe ya nepeniyê derket û parast – got kêm tişt bi Facebookê re hatine parvekirin, etîketkirin di ser tedbîrên nepeniyê re qeviziye, hemû dane hewce kirine da ku mirov pê platformeke wisa bi rê ve bibe ku ji bo 2 milyar bikarhêner û 100 milyar mesajên rojane dixebite. Herwiha, WhatsAppa ku mesele gelekî fêm nekiribû, digot berawirdkirina xizmetên wê yên ticarî û planên wê yên kirînûfirotinê yên bi iMessageê re neheqiyek e.

iMessage vs Whatsapp

Lê tovên bertekên dawî berê hatibûn reşandin, hîn di Îlonê de, dema ku WhatsAppê ew planên kirînûfirotinê pejirandibûn. Girêdanên datayê û peyamên WhatsAppê yên di navbera xerîdar û şîrketan de jî tê de, ku îhtimal e ji aliyê Facebookê ve dihatin hewandin, hemû tiştên ku aniha bûne sedema tirseke wisa, ji hingê ve diyar bûn. Hingê WhatsAppê digot “bi saya van tiştan em ê bikarin sazkirina karê xwe bidomînin û di ber re jî peyamên bişîfre, lêgerîna bideng û ya bi rêya vîdyoyê ji we re temîn û berfirehtir bikin.”

Îcar mesele ev e. WhatsApp belaş e. Lê ev bedêla ku divê em ji bo xizmeta belaş bidin, niha eşkere dibe. Min hingê pirsîbû “Axirê gelo Facebokê zora WhatsAppê biriye?”, hîn dema ku ev guherîna birîsk û radîkal a li ser WhatsAppê nû dest pê kiribû.

Îcar em vegerin vê hefteyê. We divê bibêjin bûyereke bêwext a xembar e, we divê bibêjin ezmûnek e ku mirov di carekê de hemû xeberên nexweş werdigire; bi dû pêkanîna binîqaş a guherîna mecbûrî ya di şertên bikaranînê de, îcar karesata etîketa nepeniyê qewimî. Ev jixwe ji par de xuya bû ku dê wisa biqewime. Û pir bi awayekî şaş jî hate fêmkirin.

Ev ne derbarê WhasAppê de ye ku dê daneyên we yên giştî ji berê bêtir bi Facebookê re parve bike lêbelê derbarê bikaranîna daneyên we û pêwendiya we de ye ya ligel platformên wê, da ku kirînûfirotin û karûbarên din bi vê rêyê çalak bikin, platformekê ava bikin ku tê de şîrket bikarin têkiliyê bi we re deynin û tiştinan bifiroşin we; helbet bi pereyekî ku dê bidin WhatsAppê. Herwiha divê mirov diyar bike, cudahî hene di wan tiştan de ku WhatsApp dikare li Ewropayê bike, ger em Rêziknameya Parastina Daneyên Giştî li ber çavan bigirin. WhatsApp ji ber bikarhênerên xwe yên Ewropî, ji bo başkirina berhem û xizmetên xwe, daneyan bi Facebookê re parve nake – ev neguherî.

Berdevkekî WhatsAppê ji min re gotibû, “Wek ku me di Çiriya Pêşîn de jî got, WhatsApp ji bo însanan hem dixwaze rêya kirînê hêsantir bike hem jî dixwaze bikarhêner bikare rasterast di ser WhatsAppê re alîkariyê ji şîrketekê bistîne.” Lê pevgihana peyva daneyê û ya Facebookê ji medyayê re bû paçeke sor û bertek di cih de gihan ser hev. Ji ber ku şertên bikaranînê guhertin, kirin mecbûrî û kirin ku bikarhêner divê van guhertinan qebûl bikin yan na dê hesabên xwe winda bikin; van rastiyan kir ku li çar aliyê cîhanê bibin nûçeya sereke û li medyaya civakî jî kelecaneke mezin çêbikin.

Piştre Elon Musk ket nav meseleyê.

Sûdwera sereke ji hefteya biazar a Whatsappê, bû Signal, ku alternatîfeke biçûktir lê ewletir e. Ji zû ve ye ez Signalê diparêzim ji ber ku kariye hêsanbariya WhatsAppê bîne cem xwe bêyî ku bihêle di ewlehî û pratîka daneyên xwe de heman kêmasî çêbibin. Signal, berevajiya dijberên xwe yên mezintir, gihiştina pir-cîhazî ya rastîn (genuine multi-device acces) jî pêşkêşî mirov dike.

Sean Wrightê lêkolerê ewlehiyê dibêje, “Jixwe em li hêviya tiştekî wisa bûn.” “Ma ji bo çi Facebookê, WhatsApp kirî, ez birra jî ecêbmayî mame ku hetanî niha ev yek nekiriye. Balkêş e ku meriv dibîne însan bi girseyan derbasî Signalê dibin. Û ev tiştekî baş e, tê wateya ku alternatîfên din hene. Wek şexs, piştî kiryarên berê yên mîna Facebookê, derbarê nepeniya min de, dê nema baweriya min zû bi zû bi wan bê. Li şûnê, ez ê ji xwe re tiştekî mîna Signalê bi kar bînim. Îcar mesele ew e ku kesên hûn pê re têkilî datînin, ew jî derbas bibin.”

Hejmara kesên ku Signalê dadixin, di van rojên dawîn de difire û xwezaya vîralbûna peyamşandinê tiştekî wisa ye ku her bikarhênerekî nû dê yên din jî bikişîne. Hewce nake Signal tiştekî bike ji bo ku bazara xwe geştir bike, ji ber ku ev çend rojên dawîn WhatsAppê ev kar hilgirtiye ser milê xwe.  Hetta, WhatsApp protokola Signalê ji bo şîfrekirinê bi kar tîne, her çend xwedî versîyoneke tescilkirî ya ne çavkanî-zelal (open-source) be jî, berevajiya Signalê ku hemû tiştan parve dike da ku civaka çavkanî-zelal (open-source community) bikare xete û kêmasiyên ewlehiyê bibîne û ragihîne.

Îcar ma divê hûn dev ji bikaranîna WhatsAppê berdin? Bersiva kurt na ye, ti tişt bi rastî jî neguheriye. Parvekirina daneyan a WhatsAppê bi rastî jî neguheriye, ewlehiya wê neguheriye, hîn jî mestirîn platforma şîfrekirî ya seranser (end-to-end) e û kesên bi we re têkildar dê bikaranîna wê bidomînin. WhatsApp ji alternatîfên xwe yên mîna SMS û Facebook Messengerê bi rengekî berbiçav hîn çêtir e. Berevajiya iMessageê, cross-platformeke ewledar e û berevajiya Telegramê jî, bi xwe bi awayekî seranser tê şîfrekirin.

Ev bersiva kurt e. Ya dirêjtir tevlihevtir e. Qorziyeke ku ji zû de em li hêviyê bûn, WhatsApp jê zivirî û niha dest bi rêwitiyekê dike ji bo ku ji bikarhênerên xwe pereyekî baştir qezenc bike. Belê rast e peyamên we di ewlehiyê de ne û ji çavên meraqdar tên parastin (ew asta şîfrekirinê li seranserê cîhanê ji aliyê hikûmetan ve bidestûr e), lê daneyên we yên şexsî dibe ku bi hêsanî bikevin ber destan dema ku platform teklîfên xwe yên tîcarî çêbike û bikeve xetereya ku hebûna wan datayan çavên wan birçîtir bike di prosesa bilezkirina sîstema bidestxistina pereyan de.

Wek Jake Mooreê ji ESETê dest nîşan dike, “aplîkasyonên ku li ser nepeniyê disekinin, niha di 2021ê de pir populer in lê kêm kes li ser hûrgiliyên biçûk disekinin. Mixabin, tu ji xelkê re bibêjî ‘heta hûn şertên me qebûl nekin, hûn nikarin aplîkasyona me bi kar bînin’ ne rêbazeke baş e. Aplîkasyonên ku daneyên me çêtir diparêzin, xelk bêguman dê ji van aplîkasyonan derbasî wan bibe.”

Bersiva WhatsAppê ya ji Appleê re divabû nebûya parastina berhevkirina xwe ya daneyan – Signal, iMessage û yên din dikarin bixebitin bêyî ku wan hemû daneyan li bikarhênerên xwe dîsa girêbide. WhatsAppê divabû qebûl bikira ku berhevkirina wê ya daneyan bi aplîkasyonên din ên  veguhastinê re nelihev e û divabû kiryarên xwe biguherta.

WhatsApp divê biryar bide ka pêşîniya wê bazirganî ye an ewlehiya daneyên bingehîn ên bikarhêneran e. Bi kêmanî vê hefteyê, bo demekê, Signal ji aliyê hejmara xwe ya daxistinê ve, eyn di sêra Facebookê de ye, zora Messengerê biriye û kirî xwe bigihîne WhatsAppê. Lê rastî ev e ku WhatsApp, wek pêguherîneke bi planên xwe yên ticarî re, dikare windakirina bi mîlyonan bikarhênerên xwe bîne ber çavê xwe ji ber ku dizane dê girseya mezin a terkexem di destê xwe de bigire.

“Ez aciziya wan însanan fêm dikim; ewên nefret dikin ku WhatsAppa malê Facebookê, wergerandine pereyan bi rêya parvekirina daneyan û reklamkeriya armanckirî” dibêje Mike Thompsonê analîstê ewlehiya sîberê. “Lê ka kî dizane bikarhênerên ji rêzê çi difikirin. Kesî tiştek ji wan nepirsiye lewma dê bikaranîna WhatsApp û Facebook Messengerê bidomînin û jiyan dê wisa biherike. Her ku dinya bizivire jî, însan dê di komên qezenckirina pereyan de ji daneyên xwe yên şexsî bêtir îstifade bikin.

Îcar ev e pêşniyara min ji bo wan kesên ku difikirin ka dê çi bikin. Ya yekem, guherînên spesîfîk ên ku dê bên sepandin li aliyekî, bo demeke nêzîk ti rîsk tune ye. Lewma ecele mekin. Lê kifş e ev rêyeke nû ye ji bo WhatsAppê; sozên ku bi salan dane ji bo ku platformekê bê reklam bimeşîne, îcar niha berevajiya van sozan diçe. Ger peyamşandina bi rêyên ewle ji bo we girîng be, niha wexteke baş e ku mirov li alternatîfan binere – hûn ê bibînin ku gelek kesên di rehbera we de heman tiştî dikin. 

Ya duyem, ji zû ve ye daxwaza Facebookê ew e ku paşxaneyên WhatsApp, Messenger û Instagramê li hev vehewîne – her çend di derdora daneyên WhatsAppê de pirsin hebin jî, etîketên nepeniyê yên ji bo herduyên din ecêb xerab in. Îcar nerîna we ya li ser guherîna nû ya di WhatsAppê de çi dibe bila bibe, ger hûn bibêjin ti guherînên din di pêşerojê de çênabin, dê pêkhatina texmîna we zehmet be. Mesele xwe dispêre pêşîniyan – hûn xerîdarê Facebookê ne yan hilberê wê ne?

The Facebook Factor

Axir dema ku dinya sayî bû, pirsa ku dimîne ev e bê ka ev ji bo Facebookê destpêka dûmahiyê ye yan na. Gelo dataya gewre biryar daye ku gav bi gav berê WhatsAppê bide rêyeke din ta ku wê bi împaratoriya xwe ya mayî re bike yek? Ger wisa be, ew hemû tirsên ji 2014an ve dê bên rastandin.

 

|| Wergera ji îngilîzî: Yusiv Hemed 

 

____________________________________________________________________________________________

|| Esilê vê nivîsê 9ê Kanûna Paşîn a 2021ê di malpera Forbesê de hatiye weşandin. 

____________________________________________________________________________________________

|| Ev nivîs bi saya piştgirên me yên Patreonê hatiye wergerandin. Heger hûn bixwazin kar û xebatên Hûrbînîyê tim berdewam bin, hûn dikarin li ser hesabê me yê Patreonê bibin yek ji piştgirên me.

____________________________________________________________________________________________

|| Serrastkirin: Înan Eroglu

 

📻 LI SER PÊYAN, ÇEND KELAM


📻 AŞ Û BAŞ

📧hurbini1@gmail.com
Her mazûvan û berhemdar ji naveroka xwe berpirsîyar e.