Helbest û behra dirindeyan

 


(Berî du hefteyan me axaftina Xelata Nobelê [2020] ya Louise Glückê belav kiribû, niha jî em axaftina Xelata Arjen Arî [2020] ya Suat Baranî bi kêfxweşî belav dikin. -H.)


| Suat Baran


Wexta ez diçûm lîseyê min dest bi xwendina helbestan kiribû. Min ji xwe re helbest dixwendin û kêm caran jî dinivîsî, helbet tu carî min ew kar ji xwe re cidî nedigirt. Sal bi sal, dem bi dem her ku bêtir hay ji derdora xwe û rastiya dinyayê bûm, helbestê di rihê min de şaxên xwe kûrtir vedan. Her însanekî, her dîmenek û çîrokekê, bîranîn, gotin û xeyalekê ji min re deriyên nû vekirin. 


Mîna mêrxasên demên berê yên li ser pişta hespan, min xwe diavêt ber bextê tecrûbe, azmûn û mirovên nû; çîrokên ku min qet nebihîstibûn. Wan însan û çîrokan konên reş di rihê min de vedan û got, “her xeyal û her armanc tenê têkçûyîn e, tu carî tu yê venegerî ewiliya xwe, ser rêya ewil.” Min jî digot, belê lê ka ez ê çawa dilê xwe rehet bikim, çawa çiraxekê pêxim di nav vê tarîtiyê de. Bi van pirsan, hingê min dev ji her tiştî berda, xwe avêt nav behra reş, tê de avjenî kir; masiyên kujer, heywanetên kirêt, xirabên dinyayê, her yekî xwe nêzîkî min dikir, min jî dixwest xwe biparêzim lê qîl û diranên wan wisa dirêj û tûj bûn, hingê min got, “va ye goşt û çermê min, kerem bikin”. 


Ez serwext bûm hingê, dinya ji bo qenciyê cihekî teng e, xirabî rewşa herî xuya ya mirovan e. Di vê tengezariyê de min got, êdî xwebûn karekî zehmet e loma min biryar da ez bibim neynikek û li der dora her kesî bigerim, biçim bibînim û çîrokan bêjim; çîrokên ku ew însan li bendê ne, dixwazin ji min bibihîsin, çîrokên ku dîsa dixwazin ew bibin sûretên min bi xwe.


Wê kêliyê helbest bêtir ket nava jiyana min, her rêzik, her deng xeyalek bû ku tê de dixeniqîm; xeyalek bû ku xelk ji min hêvî dikir, her riste dinyayek bû ku ne ya min lê ya dijminên min bû. Lê xeyal ne tenê çavên me ye, di heman demê de çavên yên din e jî, çavên kê lê bikeve, wan kor dike. Kesên kor helbestê bêtir hîs dikin, ên dibînin û tên dîtin jî helbest in, şa’ir in. Çav û çavpêketî, ew her du jî helbest in. Yên çi tiştî qebûl nakin, û dibêjin em nabînin: ew jî helbest in.


Gelek kes ji min pirsîn Elbakof kî ye,  çi tişt e. Her carê min ji wan re bersiveke cuda da. Vê carê jî dixwazim bersiveke din bidim. Elbakof navê kordundeyekê, navê dirindeyekî, navê gundê min e. Ji bîra min naçe, ez dibûm neynikek, her kes dihat ba min û tê de, di min de, tenê xwe didît, lê qebûl nedikir. Min jî digot, “belê, belê ew ez im” lê min xwe kor kiribû; ma kesên kor dê çawa bibînin? Dinya ne kor, însan jî ne famkor in lê çavên însanan tune ye. Çav, berê însan bû. Tenê şikestinek e çerx.


Helbest li ber çavê min tunebûnek e, bêarmancbûyîn, xirakirin, hilweşandin e; û ew jûjiyê xwediyê çermekî nerm lê bi stirî ye. Lodeke li meydana gund e ku şewitandina wê pir hêsan û rihet e. Xwezî hîç deng tune bûya lê însan encax bi barebarê ji hev du fam dikin. Xwezî helbest bimira. Lê em bêyî mirinê nikarin bijîn. Mirin qedera me ye. Em helbest in, rêyeke din tune ye, em vêya jî gelek baş dizanin.


Spas ji bo vê xelatê, spas ji bo mîrata Arjen Arî û malbata wî, spas ji we re ku we ez guhdar kirim. Ez vê xelatê diyariyî zarokên salên 90î û zarokên êtîm dikim ku hebûna xwe wek barekî hildan ser milên xwe.




📻 LI SER PÊYAN, ÇEND KELAM


📻 AŞ Û BAŞ

📧hurbini1@gmail.com
Her mazûvan û berhemdar ji naveroka xwe berpirsîyar e.