Wergêrek û Wergerek: Şehmus Kurt û "Rizgarkirina Jaydenê"


Şehmus Kurt û Rizgarkirina Jaydenê

|| Wergera dawî ya Şehmus Kurtî, "Rizgarkirina Jaydenê"ya Vladimir Tumanovî, berî demeke kurt ji Weşanxaneyê Nûbiharê derçû. Bi vê boneyê me hin pirs têkildarî Rizgarkirina Jaydenê û karê wergêrîyê ji Şehmus Kurtî kirin. Mala wî ava, wî jî bi xweşî bersivandin. Vêca ka hûn jî kerem bikin, bixwînin.

Te çima "Rizgarkirina Jaydenê" wergerand?

Ji ber ku bi ingilîzî û kurdî dizanim û bêtelîf werdigerînim

Serpêhatîya te ya wergerê çawa dest pê kir, wekî wergêrekî bi kurtî dikarî behsa xwe bikî?

Tecrûbeya min a wergerê di zaroktiyê de dest pê kir. Babê min, perên teqwîman ên bi tirkî bi min didane xwendin û dû re digot hadê bi kurdî bibêje ka çi heye çi nîne. Ez piştî lîsansê (mamostetîya ingilîzî) li ser wergerên ji ingilîzî bo kurdî an jî berevajî hûr bûm. Çend hewildanên min ên ewil wergerên helbestên klasîk ên edebîyata ingilîzî û amerîkî bûn. 

Bêtir bi wergerandina kîjan cureyî dadikevî, rûtînek te heye di vî warî de?

Çend hewldanên min ên wergerandina çîrok û romanan nîvco mane.  Rastiyê bixwazî, ez wekî wergêrek gelekî belavela me, disîplîneke min nîne, xwezî hebûya. Motîvasyona min bêtir derveyî ye, wekî ricaya hevalekî, zora edîtorekî, çavtirsandina weşangerekî, an jî pereyên baş ên projeyekê, wisa yanî ☺

Em dîsa werin “Rizgarkirina Jaydenê”ê... Çawa dest pê kir çîroka vê wergera te, te çima ew bijart û di çi qas zemanî de te ew kuta kir? Zehmetî û xweşîyên wê çi bûn ji bo te? 

Bi rastî qet niyeta min nebû bo wergera “Jayden’s Rescue” anku “Rizgarkirina Jaydenê”, jixwe heta min bo wergerê ew nexwendî, qet haya min jî ji wê pirtûkê û nivîskarê wê nebû. Weşanên Nûbiharê projeyek hebû ji bo wergerandina deh klasîkên cîhanê yên edebîyata zarokan ku bi edîtorîya Kenan Subaşı û Zülküf Ergün dest pê kiribû. Li wer daxwaz û pêşniyaza wan hêjayan min niyet bû pirtûka bi navê “Charlie an the Chocolate Factory” a Roald Dahl wergerînim. Lê ji ber mafê telîfê ew çênebû, ez jî tam jê xelas dibûm, lê dû re gotin pirtûkek din a projeyê heye, wergêrê wê naxwaze wegerîne ka tu wernagerînî? Ma ez çi bêjim, di dawîyê de pirtûk hat bela xwe firote min. Min jî heyfa xwe bi wergerandinê jê hilda! Wergera wê şeş mehên sax girt. Berî edîtoran, şa’ir û edîtorê serkeftî Bahadîn Akhan carekê xwend, herî dawî edîtoran du sê caran xwendin û paşê ez dîsa li ser xebitîm. Heke wergereke baş derketibe, keta wan camêran hindî ya min e. 

Berî vê wergerê jî tu hogirî edebîyata zarok û nûciwanan bûyî yan bi vê wergerê tu lê germ bûyî? 

Ez xwînerekî baş ê edebiyata zarokan im, hema bêje piraniya pirtûkên zarokan min bi deng xwendine ji bo herdu berxên xwe, Siyabend û Sîpan. Lê wergerandina pirtûkekê bo zarok û nûciwanan qet di rojeva min de nebû, heta ku ew meseleya projeyê hatîye ber min. 

Di lîteratura cîhanê de, nemaze ya li ser zarokan, nivîskarekî çawa ye Vladimir Tumanov, bi çi hawî ber bi çavan dikeve, bi kîjan alîyên xwe? 

Min bere jî got, mi Tumanov bi rêya vê wergerê nas kir. Hûn vê pirsê ji Kenan Subaşı bipirsin. 

Di kitêbê de beşeke ku pir kêfa te jê re hatî hebû gelo, dikarî hinekî behs bikî? 

Bi rastî kêfa min ji hemû beşan hat, lê herî zêde ji beşa ku teswîra Idyllayê, anku welatê Keybanû Jaydenê tête kirin, beşa sêyem bû ne şaş bim, ji hemûyan bêtir bi dilê min bû. 

Dîsa wekî wergêrekî ku ji zimanê îngilîzî çendîn gotar û pirtûk wergêrayî derheqê karê wergêrîyê de çi difikirî, zehmetî û xweşîyên vî karî çi ne? 

Eve pirseke gelek klîşe ye, bila bersiv jî klîşe be. Wergêrî, nexasma ya kurdî, kulecergî ye! 

Di ajandaya te de çi heye vêca, mizgînîyên te hene bo xwendevanên kurdî? 

Dixwazim hinekê navberê bidim wergera edebî, vê dawîyê bêtir bi karên akademîk ve mijûl im û hinekê li ser dîwana xwe ya duyê dixebitim. Lê ji bo pêşejorê, dixwazim pirtûka “The Catcher in the Rye” ya J.D.Salinger û hemû helbestên E.A. Poe wergerînim ser kurdî.

📻 LI SER PÊYAN, ÇEND KELAM


📻 AŞ Û BAŞ

📧hurbini1@gmail.com
Her mazûvan û berhemdar ji naveroka xwe berpirsîyar e.