Bera jî Çima Divê Hûn Proustî Bixwînin

|| William C. Carter

Wekî gelek berhemên wêjeyî yên mezin, di Li Pey Dema Winda de jî daxwazek heye ku binyada wê dişibe ya senfonîyekê. Mijarên sereke yên romanê —hezkirin, huner, wext, û hiş— bi baldarî û jîrekî di seranserê pirtûkê de hatine bestin. Armanca wan rûpelên destpêkê, yên ku Proust wan wekî dîbaçe bi nav dike, ew e ku pirsên bingehîn ên jîyanê bi awayekî muzîkal, ji dil û can û kitekit bibersivîne: Ez kî me? Ez dê ji vê jiyanê çi fêm bikim? Wekî ku ji sernavê Proustî danayî jî xuya ye, karakterê sereke yê bi navê Vegêr an jî Marcel tê nasîn, di lêgerîna nasnameya xwe û maneya jîyanê de ye. Dema ku çîroka xwe vedibêje, bi sewteke ku yek ji wan sewtên herî efsûnî û balkêş a di temamê edebîyatê de peydabûyî bi me re diaxive.

Ez her tim ji wan kesan re dibêjim ku ji xwendina rûpelên zêde ditirsin, belê her çend Li Pey Dema Winda ji hêla naverokê ve dewlemend û têkel be û pêdivîya wê bi xwendevanên baldar hebe jî, xwendina wê qet ne zehmet e. Rexmî dirêjahî û kompleksbûna wê, piranîya xwendevanan bi hêsanî xwe digihîninê. Vladimir Nabokovê ku vê romanê wekî romana herî baş a serdema xwe dihesiband, mijarên wê yên sereke û şêwaza Mozartanî ya efsûnî bi vî awayî rave dikir: "Veguherîna pêhisînê bo hestê, çûnûhatina bîrê, pêlên hestan ên wekî daxwazê, hesûdîyê, û peroşa hunerî—ev e kereseyê/materyalê vê xebata zirecêb û dîsa jî bi awayekî nedîtî sivik û şefaf." Tevî “zirecêbî” û kompleksbûna xwe jî tu carî çapa pirtûka Proustî neqedîyaye û li zêdetirî 40 zimanan hatiye wergerandin. Li Pey Dema Winda ne ku bi xêra akademîyê heta îro roj ma. Berhem kêm caran bi tevahî di dersên zanîngehê de tê hînkirin, lê bi xêra wan xwendevanên xwe yên ji çar alîyê dinyayê, ku carê lê vedigerin, û wê dîsa dixwînin hebûna xwe di nav me de diparêze.

Bi salan, bêyî daxwazkirinê lê bûme şahid ku gelek xwendevan dibêjin Proustî awayekî nû û dewlemend ê lênihêrîna jîyanê bexşandîye wan û jîyana wan guherîye. Di eslê xwe de, berbiçavkirin (dan xuyakirin) pênaseya kurt û xurt a Proustî ye, û her weha ya her hunermendekî resen dike jî ev e. Di meseleya Proustî de, ez lê difikirim ku ew ji me re dibe alîkar da em bi awayê wê yê rastî cîhanê bibînin, ne bi tenê rengînî û bedewîya wê ya neasayî, lê çavdêrîyên wî me pê dihisînîn bê ka em çawa derdora xwe îdraq dikin û çawa bi kesên din re têkilîyê datînin, nîşanî me dide bê ka em çendî dixelitin di texmînên xwe de, û çi qasî hêsan e ku mirovek li ser kesekî din xwedîyê nêrîneke bi pêşhikim be. Û ez wisa lê difikirim ku derûnî û motîvasyona lehengên Proustî bi qasî yên Shakespeare têkel in.  Wekî ku Bard Kleopatrayê rave dike, piranîya karakterên Proustî afirîdeyên “curbicurîya bêdawî” ne. Shelby Foote di hevpeyvîneke xwe de, ya ku li ser Shakespeare e, Proustî di rêza jorîn a wan nivîskaran de bi cih dike ku herî zêde ji wan hez dike. “Ji bo min Proust ew zilam bûye ku heyv daliqandîye. Ji hêla xwedîyê jêhatîyeke wisa cihêreng ve di hişê min de li rex Shakespeare e. Çi çaxa ku hûn Proustî bixwînin, di ‘emrê we yê mayî de ew dibe parçeyek ji jîyana we, wekî çawa Shakespeare bûbe. Ez naxwazim pir mezin bikim, lê bi rastî ez hest pê dikim ku ew nivîskarê mezin ê sedsala 20an e.”

Tekstên mezin ew in ku bi dereceyeke neasayî xwendevanan eleqedar dikin. Em xwe di nav aksîyonê de dibînin. Di nimûneya Proustî de, ji ber vegêrê kesê yekem ê samîmî û balkêş, em dibin hevrêyên wî lehengî ku di lêgerînê de ye rastîya rewşa mirovî kişif bike. Ji bo ku rastîya serpêhatîya me kişif bike û  di romanekê de binimîne, Proustî hêzên xwe yên neasayî yên çavdêrî û vekolînê bi xwe re anîne. Joseph Conradî, lêgerîna wî ya bêdawî wekî mifteya zîrekîya wî dît: “Xebata Proustî… hunereke mezin e li ser bingeha analîzê. Ez bawer nakim ku di tevahîya edebîyata afirîner de mînakeke din a hêza analîzê ya bi vî rengî hebe.”

Û çawa çêdibe Li Pey Dema Winda hîn jî berdewam e, nifş bi nifş, bi dengekî nû û bi hêz diaxife? Wekî ku hin rexnegirên berê bawer dikir, ev roman di edebîyateke li ber sikratê de, yek ji metnên herî dînamîk ya heta niha hatî nivîsîn pêk tîne. Enerjîya wê ya xurt wekî hêzeke vejîner tevdigere. Hemî hêmanên wê yên gotinê—pîlan, leheng, şêwaz—wê tesîra ku Iris Murdoch weha behsa wê dike, “xweşiya herî xurt a ku mirov di hunera mezin de lê digere” diafirînin.

Çend taybetmendîyên berbiçav ên vê romanê jî ev in: Mirov dikare bibêje ku heta niha mihtemel e baştirîn pirtûka li ser têgihînê/ferasetê hatîye nivîsandin ev e. (Eşkere ye ku dilzîzîya tenik a efsaneya Proustî bi şîyanên wî yên nivîskarîyê ve têkildar e.) Proust romannivîsê yekem bû ku bi tevahî zayenda mirovan analîz û teswîr kir. Heta hin paragrafên wî yên îdîa dikin ku ew wekî avakarê lêkolînên zayendî û alîgirê zewaca hevzayend bê dîtin hene. Û wî dikaribû li ser civaka bilind dîmenên komîk biafirandana. Proust tam li gor wê pênaseyê ye ku Gilles Deleuze ji bo nivîskarên mezin tîne: “Nivîskarekî mezin ew kes e ku zahfî dikene.”

Jêgirtina min a favorî ya ji hêla nivîskareke navdar ve li ser nivîskarekî din ê navdar hatiye gotin ravekirina Virginia Woolfê ye, reaksîyona wê ya li hemberî pexşana Proustî weha ye:

Proust ew çend xwesteka min a ji bo îfadeyê dikelijîne ku ez hevokan bi zehmetî dikarim bînim ba hev. Xwezî min bikarîya wisa binivîsîya jî. Ez digirîm. Û a niha tiştê ku Proustî bi min dide hîskirin lerizînek, terbûnek û lêhûrbûneke  ecêb e,—di nav de tiştin zayendî hene— ji min heye ku ez dikarim bi vî awayî binivîsim, pênûsê hildigirim, lê nikarim bi vî awayî binivîsim. Çi bigire tu kes rehên zimanî yên di hundirê min de weha sor nake: bû fikar ji min re. Lê divê li Swannê vegerim.

Gotinên Proustî tesîr li Virgina Woolfê û gelek nivîskar, dramatîst, filmçêker û koreografên din kiriye, wisa ku pirtûka wî di xebatên wan de bûye navendek an jî hêmaneke giring. Kerem bikin, mîsalek: Li Pey Dema Winda û yek ji lehengên wê yên sereke Albertino di The Good Apprentice (Şagirtê Qenc) ya Irish Murdochê de rolekî ji xwe re dibîne. Ber bi dawîya romana wê, em Edwardê yek ji karakterên sereke dibînin ku va ye romana Proustî dixwîne.

“Wey!—Prousto!—“ Edwardî çavên xwe li wê pasajê digerandin ku herî zêde ew heyirandibû… ewa ku lê Albertine di baranê de bi duçerxeya xwe derketibû derve, lê wî ew cih nedît. Berê xwe da destpêkê. [Longtemps, je me suis couché de bonne heure.] Çi kovanîyên bêhed hebûn di nav van rûpelên destpêkê de. Di seranserê rêyê de çi qas zêde êş hebûn. Lê, çawa çêbû û hemû tişt weha bi şahîyeke wisa pak lerizî? Edward bi qeys û qerar bû ku wî tiştî derxe holê.  

Em nizanin bê ka Edwardî bersiva xwe dît yan nedît lê heneka di dawîya pirtûka Murdochê de wekî gazînameyekê ye bo me da em bi xwe lêbikolin. Di wê bawerîyê de me ku ew kêfxweşî ji wê dilovanîya Proustî tê ku li lehengên xwe dike. Tew, ew rehmê li wan lehengên xwe jî dike ku di çav wî de herî zêde bi kilûkêmasî ne. Ew ji wan hez dike û dixwaze gişan xilas bike, bi hesteke ku hêzeke exlaqî ya xurt ava dike, jîyanê dibexşîne lehengên xwe û wan mîna ku rast bin nîşan dide. Pamela Hansford Johnson, nivîskareke din a brîtanî, vê wekî derseke mezin a romana wî dihesibîne: “Li cîhanê pirtûkeke din a bi vî rengî tune ye ku xwendevanên xwe weha ji dil guherîbe… berî her tiştî ew şefqetê hîn dike... zêhnî fêrî nermîyê dike, ev jî ji nişkê ve kirasekî heta tu bibêjî tevlihevtir û xweşbîntir li jîyanê dike.” Û: “Proust dike ku xwendevan jê (vegêr) hez bikin, ji ber vê ew ji xeynî Shakespeare di nav nivîskaran de belkî jî yê herî jidil e.”

Ber bi rûpelên dawîyê ve, Proust me teşwîq dike ku em şîyanên xwe yên pir xweşik bibînin, pêş ve bibin û wan bi kar bînin. Hemû hewldanên wî ji bo wê ne ku me îqna bike ka em amûrên çi qasî zengîn in, lê gelek caran jî em dîyarîyên xwe razayî dihêlin an jî wan diherimînin. Kêfxweşîya ku gelek xwendevan ber bi axirîya pirtûkê ve hîs dikin ji ber wê serketina derengmayî ya lehengî ye, û her weha ji ber wê lêwarqilînê ye ku ger em jî şopa nimûneya wî biajon em dê jî bikaribin biserkevin, hewl bidin jîyana rasteqîn bijîn. Piştî gelek hatin û çûyînan û şaş têgihiştinan, dema vegêr karê xwe diqedîne, gelek mijarên—mezin û piçûk—yên ji serî heta binî bi xweşikî hatine ristin di dawî de bi awayekî namîdar têne çareserkirin. Fînala bextîyar a Li Pey Dema Winda wê dike komedîyeke derecebilind, komedîyeke weha ku him dikenîne him dielimîne, ken û kêfê dibexşîne û gelek caran jî dihelîne.

Têkilîyeke bêhempa ya Shelby Footeyê nivîskar bi romana Proustî re hebû, her cara ku wî romanek xwe yan jî dîroka “Şerê Navxweyî”ya xwe kuta kiriye, dîyarîyeke taybet daye xwe: “Ez timî dîyarîyekê didim xwe gava tiştekî dibim serî, û dîyarîya didim xwe jî her tim heman tişt e.” Min A la recherce du temps perdu xwend. Ev, dîyarîya min a mezin e. C’est mon grand prix. Ez dibêjim qey heta niha min ew neh caran xwendiye. Mîna betlaneyeke du mehî ye, ji ber ku xwendina Proustî ew qasî wext digire. Ez ji çûna Palm Beachê zêdetir jê hez dikim.”  

Gelo çima Footeî dema pirtûkek xwe diqedand her car heman dîyarîyê dida xwe? Û çima xwendina Proustî çêtir e ji mana du mehan a li Palm Beachê? Ji ber ku ew di her xwendinê de wê hêza vejîner hîs dike ku em hemû li hember hebûna hunera niwaze wê tecrûbe dikin. Ya rast, Proust navê seul bain de Jouvence li vê dike, tekane Kanîya Ciwanîyê. Hemû cehd û 'işqa ku nivîskarek (yan jî hunermendek, muzîsyenek, zanistek—hemû nimûneyên ji bal Proustî ve tên temsîlkirin) li afirandineke weha bar dike tesîreke xurt, vejîner li xwendevanan dike. Ez her kesê ku ji xwendina kitêban hez dike û hêj romana Proustî kişif nekirî lê sor dikim ku hema demildest hildin Hêla Swannan (Swann's Way) û noqî navê bibin. Dilnîya bin, hûn dê pê xenê bibin.

__________________________

|| Wergera ji îngilîzî: Yonca Sarsılmaz & Birûsk Aryan

__________________________

|| Ev nivîs ji malpera Literary Hubê hatiye wergertin. 

__________________________

|| Ev nivîs bi saya piştgirên me yên Patreonê hatiye wergerandin. Heger hûn bixwazin kar û xebatên Hûrbînîyê tim berdewam bin, hûn dikarin li ser hesabê me yê Patreonê bibin yek ji piştgirên me.

__________________________


📻 LI SER PÊYAN, ÇEND KELAM


📻 AŞ Û BAŞ

📧hurbini1@gmail.com
Her mazûvan û berhemdar ji naveroka xwe berpirsîyar e.