“Kurê Dêlê,” Labîrend û “Derzîya Şairî"

|| Welat Ramînazad                                                  

“naveki min bû şikestin, navê din bû serhildan!” Arjen Arî            

Di têkilîya bindest û serdestan an jî kolonyalîst û kolonîbûyîyan de rewşa bindestan, kolonîbûyîyan dişibe gêjgerînekê/labîrendê. Kolonyalîst, ji kolonîbûyîyan ra labîrendên cur bi cur ava dikin: wekî hişî, epîstemolojîkî, ferasetî, habîtûsî, dîskorî û hwd… Kolonîbûyî di van labîrendan de wekî çerx û mekanîzmaya Sîsîfosî xwe her ducare dikin. Sîsîfos dibe wekî rih, qanûn û yasaya vê labîrendê.

Şoreşa Fransewî rîtma bi salan a dinyayê serobinî kir, bi şoreşê ra li dinyayê neteweyîbûn, neteweperwerî, neteweyên bidewlet û bêdewlet derketin holê. Ji Şoreşa Fransewî û bi vir de, nêzîkî sê sedsal in, em kurd, di labîrendekê, gêjgerînekekê de dijîn. Ev jîyîn ji kolonîbûyîn; dewletnebûna me tê û bêdewletî; kolonîbûyîn ji me ra bûye labîrend.

Di vê nîvîsê de qesda min ji “labîrend”ê ew e ku tîn, zemanê ku du sedsal in qet naguhere û sturktura sosyopolîtîkî, ku xwe her ji nû ve hildiberîne, dinya û rewşa korerê ku her xwe ducare dike. Yehya Omerî di helbesteke xwe de dibêje “dîrok li mahabadê asê maye” rast e lê berî Mahabadê dîroka me li ber sûr û bedenên Amedê asê maye, di sala 1925an de me karîba “beden” qul bikira îro em dê di zemanekî, tîneke, sturktureke sosyopolîtîkî, û dinyayeke din de bijîyana.  

Em, kurd, di vê labîrendê de, ne dikarin derçûnekê bibînîn ne jî em dikarin derîyekî înşa yan jî peyda bikin da ku derkevin derveyî vê dinyayê; lê dibe ku qet derîyekî, derçûneke vê labîrendê nîn be jî, wê çaxê divê em bipirsin gelo em çawa dikarin dîwarên wê qul bikin?  

Labîrend û takekesên wê… Takekesên kurd di vê labîrendê de çawa dijîn, jîyana wan çawa ye, karakter, kesayetîya wan çawa ye, pirsgirêkan wan çi ne, tûşî jîyaneke çawa tên?

Şener Ozmen di novela xwe ya dawî Kurê Dêlê (2022, Avesta) de, di labîrendê de rewşa takekesî nîşanî me dide, du jî çawanîya labîrendê; pênasekirin û vegotina wê derdixîne holê. Bi taybetî du alîyên bêhempa yên vê berhemê jî ev in.

Di Kurê Dêlê de Şener Ozmen, xwenegirtin û tutiştbûnê, araf, trawma, şoq û krîzê, derbasnebûna rabirdûyê, tunebûna dahatûyê, têkçûnan, serneketin, acizî, nevroz, psîkoz, şîzofrenî, anksîyete, şîdet, korerêyên takekesî, bi vegotina zewqa edîbekî mezin radixîne ber çavan. Em kurd di labîrendeke çawa de dijîn? Ji alîyê din ve jî Şener Ozmen bersiva vê pirsa giran dide, dinyayeke razber bi edebîyatê şênber dike. Pêkanîna şênberkirinê di metoda (çawanîya) zanistên civakî de gelekî giring e û li vê qadê gelek tişt jî zêde kirine. Wekî pirsa gelemperî û gerdûnî, takekes û mirovên kolonîbûyî li dinyayeke çawa dijîn? Bi bersivandina vê pirsê Ozmenî xwe gihandiye gerdûnîbûnê û di lîteratura kolonyalîzmê de têkarîyek kiriye.

Şener Ozmenî, Kurê Dêlê bi vegotineke semîyotîk, monologî û teknîka hişê herikbar estetîze kiriye û honaye. Xwendina berhemên Şener Ozmenî, berî hemû cureyên xwendinên din, xwendineke semîyotîk dixwaze. Xwendina semîyotîk ji bo xwendinên din ên wekî sosyolojîk, psîkolojîk, psîkanalîtîk û hwd derîyan vedike. Lewra her rûpela berhemê bi hêmayan, îndîkatoran tîjî ye. Mînak “dewleta tirko mirovan dîn dike,” (r.34) Xwendina semîyotîk jî kedeke mezin û sebireke temam dixwaze, serê mirovî diêşîne. Dema ku xwîner îndîkatoran fehm neke, nikare xwe bigihîne maneyê jî. Xwîner çi qasî karibe îndîkatoran bixwîne, têgihiştina berhemê jî ew qasî hêsan dibe jê re.

Takekesên kurd çawa di vê labîrendê de li hemberî şîdeta kolonîbûyîn û kolonyalîstan li ber xwe didin, xwe diparêzin, ji bo çareserkirin, jiheqderketina têkçûnan çi plan û programên wan hene? Derbarê van pirsan de Kurê Dêlê perspektîfeke nû pêşnîyazî me nake, ji vî alîyî ve kêm maye; wekî ku karakter qederperest e û xwe teslîmî qedera xwe kiriye, ne subje lê obje ye, bê îrade ye, li ber wî bayî ketiye ku divê pê ra şer bikira. Di romana Bextîyar Elîyî, Apê Min Cemşîd Xan Ku Hertim Bê Ew Li Ber Xwe Dibir (2020, Avesta) de, karakterê romanê Apê Cemşîd di dawîya romanê de biryara takekesbûnê digire û dibêje, edî ti ba nikare min li ber xwe bibe. Ya rastî di edebîyata kurdî de bi piranî karakter nebûne takekes, takekesbûn di edebîyatê me de qels e.

Di edebîyata kurdî de karakterekî têkçûyî yê ku bi rasyonelî mihasebeya jîyana xwe, tercîh û biryarên xwe kiribe ber bi çavan nakeve. Matematîk û analîza têkçûnanan nayê kirin, ji bo ku ew têkçûn bibin serkeftin plan, program nîn in. Him jî di têkçûnan de ne wekî subje lê wekî objeyan tevdigerin. Di fîlmê Amores Perros (2000) yê Alejandro Gonzalez Inarrituyî de karakterê kevnegerîla bi objektîfî mihaseye dîyakletîka jîyana xwe dike. Mînakeke ji vî karakterî ne di sînema ne jî di edebîyata me de heye.  

Bi gelemperî karakterên edebîyata kurdî li hemberî şîdeta kolonîbûyîn û kolonyalîstan çawa li ber xwe didin? Du alî hene: Yek, karakter bi xwe dînbûnê, mirinê dixwaze li hemberî şîdeta li ber xwe bidin, li ser vê mijarê Ferzan Şêrî di xebata xwe ya Sûretê Piştê (2021, Peywend) de li ser mînaka  romannûsîya Helîm Yûsivî sekinîye. Ya duyem jî nivîskarên ku nêzîkî tevgerên sîyasî yên kurdan in, di berhemên xwe de wekî vegotin û dîskura romantîk hewl didin li hemberî şîdeta labîrendê li ber xwe bidin, romantîzekirinê wekî çareserî pêşkeş dikin. Şener Ozmenî, her çi qasî di vê meseleyê de perspektîfeke nû pêşkeş nekiribe jî neketiye nav ducarekirinên klîşeyên edebîyata kurdî jî. Labîrendê romantîze nake, yan jî bi dînbûnê karakterên xwe ji şîdeta labîrendê muaf nake û xeyal û hêvîyên ne rast, dilnîyaker nafiroşe. Lê bêle cîyawazîya Şener Ozmenî ew e ku wekî çareserî, wî hewl daye bi îronî û mîzahê giranîya şîdeta labîrendê sivik bike, pê re serî bike, li ber xwe bide. Bi taybetî jî Şener Ozmen di karên xwe yên hunera hevçerx de, li gel hevalên xwe Erkan Ozgen û Cengiz Tekînî, bi mîzah û îronîyê xwastiye şîdeta labîrendê sivik bike û li ber xwe bide.

Halbûkî J.C. Scott di kitêba xwe ya Tahakküm ve Direniş Sanatları de li hemberî şîdeta kolonîbûyîn, kolonyalîstan, bindestbûnê asoyê me berfirehtir dike û perspektîfên nû pêşkeşî me dike.

Derîyê labîrendê li ku ye? Em çawa derçûna labîrendê bibînîn? Qulkirina labîrendê dê çawa pêk bê? Ji binî ve em çawa labîrendê xera bikin? Di vê peywendê de edebîyata me ji bilî hemû qlîşe û lêvegerên wekî avakirina dewletê, ezberan, qaliban, hînbûnan, redûsekeran çi pêşnîyazî me dike, dikare çi biafirîne, dikare çi tiştên nû bibêje?

Wekî xwînerekî hêrsa min a ji edebîyata me tam jî ev e!...

Du qonaxên problemekê hene: Yek, pênasekirin û teswîrkirina wê, dudu jî çareserî û derbaskirina wê. Edebîyata kurdî ji bo pirsgirêkên civakî, psîkolojîk, û neteweyî hêj di qonaxa pênasekirin û teswîrkirinê de ye, tabî nivîskarên me di pênasekirin, terifkirina dinyaya me, pirsgirêkên me de çi qasî objektîf û rastgo ne, bi kîjan çavan li meseleyê dinêrin û dibînîn ew jî cîyê nîqaşê ye. Edebîyata me derbasî qonaxa duyem nebûye ji ber vê ji bo çareserî û derbaskirina pirsgirêkan riwangeyan pêşkeşî me nake. Mînak di Kurê Dêlê de Şener Ozmen, ji bo qulkirina labîrendê, di labîrendê de vekirina derîyekî, peydakirina derçûnekê tiştekî ji me ra nabêje, ji vî alîyî ve valahîyek heye. Abdulrezzak Gurnah di romana xwe Terkkirinê (2005, Bloomsbury Publishing) de kesên ku hewl didin ji welatê xwe yê dojehî birevin, karakterên romanê, ku li Îngilîzistanê; li bihuştekê, ji xwe re jîyaneke baş ava kiriye, dayîna biryara vegera karakterî ya ber bi dojehê; welatê xwe, wekî çareserîyekê pêşkeş dike.

Risteya Kawa Nemirî ya muteşem û serobinker, ku sê sal in ketiye xwîna min, şaneyên min, rihê min, hişê min… Risteya Kawa Nemirî, ku mirovî, bi mirovê raser ê Nietzscheyî rû bi rû dike, risteya Kawa Nemirê ku du alternatîfan dide pêş mirovî: yan bûna mirovekî jirêzê, reben, û besît yan jî bûna mirovê Walter White û Thomas Shelbybûnî: Martîn Eden bûn!..

“Ma dikarim derziya xwe di lêva dinyayê rakim?”

Derheqê nivîskarîya Şener Ozmenî de min hin raman, hîs û hestên xwe berê jî nivîsîbûn, naxwazim cardin sêbare û çarbarê bikim. Hemû hîs û hestên piştî xwendina Kurê Dêlê jî wekî xwe û zindî ne. 

Baş e ku Şener Ozmenekî me heye, û dê hebe jî!.. Û Şener Ozmen jî dê derzîya qelema xwe di çavên dinyayê de rake.

Pirsa man û nemanê ev e, bo her kurdekî ku di qada xwe de dixebite: “Ma gelo tu dê jî bikaribî, di vê qadê de derzîya xwe di dilê dinyayê de rakî?” Çimkî em kurd dîroka ku tê de ne, labîrenda ku sê sedsal in em tê de dijîn, em ber bi helaqbûn û tunebûnê ve anîne. Em encax bi saya kurdên ku di qadên xwe de bişên derzîyên xwe di dil/lêv/aqilê dinyayê de rakin rêveçûna vê dîrokê biguherin û vê labîrendê ji binî ve hilweşînin!

📻 LI SER PÊYAN, ÇEND KELAM


📻 AŞ Û BAŞ

📧hurbini1@gmail.com
Her mazûvan û berhemdar ji naveroka xwe berpirsîyar e.