Haute Couture û Lagerfeld

|| Behîce Ferîde DemîrPapiers de Paris

Ti peyv bi qasî wê li ser zindêr û zemanî, ti naverok bi qasî wê berfireh û têgihiştî nîn e. Û ti tişt bi qasî wê guhêrbar û mezin jî nîn e. Ew bi xwe her tim "mode" ye, ew bi xwe model û mebest e. Belê, em qala mode yan jî bi esama wê ya orîjînal "Haute Couture"yê û hostayê wê yê îkonesk Karl Lagerfeldî dikin. Haut Couture yan jî dirûngerîya di cih de xwedîyê dîrokeke dûdirêj e. Her welat di vî warî de xwedîyê behreyeke rengîn û dewlemend e. Meriv û jîyan li ku bin; mode û lihevanîna cil û bergan, reng û rehên modeyê jî li wir in. Lewma, mode qet bêyî mijarê, meriv jî qet bêyî modeyê najî.

Wekî gelek tiştan modernîzmê qedera mode û modelîstan jî guherand. Ji vê xizmet û xeyalbendîya takesesî bazarek, sembolîzasyonên sosyo -kulturî û aktorên nejibîr derketin. Dirûn û terzî, piştî vê merheleyê bûn vîzyonerên herî pîroz ên sedsalê. Tevî hemû awirên magazînel û sansasyonel, modeyê, bi fikr û heyamên xwe, sektoreke şoreşî, neteweyî û îdealîst e.

Karl Lagerfeld

Karl Lagerfeld yek ji îdealîst û îkonê vê sektorê bû. Lagerfeld nêzîkî 65 salan di modeya fransî û ya cîhanî de bû otorîteyekî bêrikber, giran û xwedîyê dîrokeke sansasyonel. Wî 86 salan emir kir, 65 salan li Parîsê cîhana modeyê bi rê ve bir û bajar kir podyûma modeyê. Bi eslê fransî nebû lê ji fransîyekî zêdetir bi rehên modeyê û rihê meşa fransîyan zanibû. 

Karl Lagerfeld li dû Gabrielle "Coco" Bonheur Chanela navgiran bûbû rêvebir, stîlîst û kreatorê Chanelê. Bêguman, Chanel her tim di bazarê da xwedîyê qalîte û bedewîyeke taybet bû. Lê dîsa jî mêl û derfetên dewrê li dora Christian Diorî difilitîn û Dior di rojên xwe yên xurt re derbas dibû li gor Chanelê.

Bi qasî vê dijberîya karmendî li alîyê din jî pêjna lingên guherînên sosyo-kulturî û aborî ji kolanan dihat. Her weha, zext û zefta modeya îtalîyan di bin navê Armanî, Guccî, Valentino, Versace û Fendî de gav bi gav siberoja modeya fransîyan tengav dikir.

Lagerfeldî di nav vê qirteqirta şoreş û sayîya îtalîyan de derî li Chanelê û modeya fransîyan vekiribû. Ew derî dê bi dehan salan ji Chanelê û Lagerfeldî re bibûya sermîyanekî xurt ê huner û serbestîyê, reng û rûçikan. Lingê Lagerfeldî li Chanelê hatibû, Chanel dîsa rabibû ser pêyan. Lagerfeldî, bi dîsîplîn û jêhatîbûna xwe klasîzma Chanelê hêvast û ew kir pîvan û markayeke global. Chanel êdî li ser destê Lagerfeldî lîstoteke "Sein und Zeit" (Hebûn û Zeman, Heidegger) bû.

Lagerfeldî, bi dehan salan ji hemû defîleyên li Mîlano, New York, London û Parîsê bi serkeftin û pesnên giran vegerîya mala xwe û leqebê "Kayzerê Modeyê" wergirt. Ya ku ev mezinahî kiribû para Lagerfeldî bêguman enerjî, mekan, tevn, fîzîk û hilberîna bajêr bi xwe bû. 

Defîleya Dîorê

Îsal hefteya "Haute Couture"ê li Parîsê wekî bîranîneke Lagerfeldî derbas bû. Gelo kî dê bikare li textê Lagerfeldî rûnê yan jî kî bikare nêzî giranîya wî bibe? Hefte bi tevayî bi vê meraqê derbas bû di 4-7ê tîrmehê de li "Haute Couture" Parîsê ([2022-2023 (payîz-zivistan)]

Wekî hemû hefteyên modeyê koleksîyonên nû, marqeyên navdar, medya, kreatorên ciwan û hezkirîyên modeyê gihan hev û du. Du xelekên hefteyê hebûn: Defîleyen li ser torên civakî û defîleyên rûbirû. Lê bal û meraq pirtir li ser defileyên zindî bû. Medya, mêvanên hatibûn û mazûvan; hemû li benda suprîzên wir bû.

Îsal marqeyên herî serkeftî, marqeyên wekî Jean Paul Gautier (fransî), Schiaparelli (îtalî) û Leandro Canoyê spanî bûn. Raya fransî bi heyecan JPGyî wekî weliahtê Lagerfeldî nîşan da, lê ev wekî şoveke medyatîk bû. Otorîteyan pîrozbahî li Gautierî kir lê "text" nedan wî.

Balenciagayê bi xêra mêvanên xwe yên wekî Nicole Kidman, Naomi Campel û Kim Kardashianê tovê hefteyê xwar.

Armanîyê wekî her sal, dîsa, desenên barok û qure ji bîr nekiribûn. Gucci, Dior û Chanelê kêfa xweîspatkirinê kir. Her sêyan jî qumaşê xas bi her awayî bi kar anîbû. Klasîzm îsal dîsa bi hemû xweşikbûna xwe li gelek marqeyan girtibû.Her wiha, libasê hirî, ji alîyê gelek desînatoran ve jî hatibû emilandin. Etegên heta bi gûzekê û teng, cakêtên ji navê berjêrtir û xetxetî favorîyên gelek stîlîstan bûn. Balenciaga ji hemû marqeyan zêdetir derket pêş îsal. Bi xêra mêvanên xwe yên wekî Nicole Kidman, Naomi Campel û Kim Kardashianê tovê hefteyê xwar. Akseuar, maske û bergên wan jî gelekî taybet û ne ji rêzê bûn. Hefte bi wêne, telîfat û mêvanên bernas bi pişt ket.

Parîsî pir guh nadin defîle û panoromayên cil û bergên marqeyan. Bajar bi xwe embar û îcatkarê modeyê ye. Mode li Parîsê li kolanan dijî. Her kes desînator û stîlîstê/a modeya xwe ye. Azadî û auraya xwegirêdanê li vî bajarî hêz û heweseke nemir e. Lewma, boutique û bulwarên terzîyan hîn dixebitin, mode û merîfetên xwe didin jîyîn û bazarê jî bi pêlên xwe hîna xwedî dikin.

📻 LI SER PÊYAN, ÇEND KELAM


📻 AŞ Û BAŞ

📧hurbini1@gmail.com
Her mazûvan û berhemdar ji naveroka xwe berpirsîyar e.