Gelek tişt hene ku mezin ji pirsên ku tenê zarok dixwazin bipirsin fêr bibin.
|| Scott Hershovitz*
______________________________________
Di derheqê nivîskarî de: Scott Hershovitz li Zanîngeha Michihanê profesorê hiqûq û fîlozofîyê ye, nivîskarê pirtûka Kirêt, Kûvî, û Kurt: Serpêhatîyên Feylesofîyê digel Kurê Xwe ye.
______________________________________
Wêneyê feylesofekî/ê xeyal bikin, dibe ku yekî kal û şareza yê mîna
Sokratesî yan jî yeke avangard a mîna Simone de Beauvoirê were hişê we. Yan jî
hûn dê akademîsyenekî di nav çakêtê xwe yê twîd (cureyekî qumaşan ê îskoçî) de
dixebite xeyal bikin. Her çi jî xeyal bikin îhtîmal e ku ew kes yekî/e mezin e.
Lê rastî ew e ku feylesof ji kampûsên zanîngehan zêdetîr li qadên lîstikan ên
pêşdibistanan in.
Dibe ku ev ji me re ecêb bê, lewra em her û her difikirin ku zarok sînordar
û sade diponijin. Demeke dirêj e ev fikir di derûnnasîya geşedanê (developmental psychology) de heye. Jean Piaget dibêje ku hemû zarok di komeke
qonaxên geşedanê re derbas dibin û di temenê 12 saliya xwe de digihin asta
fikirîna razber.
Bêguman, di vê ramanê de tiştekî eyan e, her ku zarok mezin dibin hişê wan
jî pê ra pê ra mezin dibe. Lê Piaget di derheqê kapasîteyên kognîtîv ên zarokên
piçûk de xelet bû—ecêb e lê wisa bû. Zarok ji fikirîna razber wêdetir bi
awayekî sofîstîke difikirin. Ew gelekî jîr in. Bi rastî, bi hin awayan, zarok
ji mezinan baştir fîlozofîyê dikin. Wan pirsan dikin ku mezin qet ji xwe
napirsin. Û ji fikrên nû re girtî nîn in. Em dikarin gelek tiştan ji zarokan
fêr bibin, çi bi rêya guhdarîkirina wan çi jî—bi hizîrîna tevî wan.
Cara ewil rehmetîyê Gareth Matthewsîyê fîlozof ev tişt ferq kir. Rojekê,
wekî ku di pirtûka xwe ya bi navê Felsefeya Zarokatîyê de dibêje,
Matthews ji keça xwe ya 4 salî, Sarahê re, dibêje ku kêç ketine pisîka wan
Fluffyê. Sarah jê dipirse, ew kêç ji ku hatine?
Matthewsî jê re got, dibe ku ji pisîkeke din gihiştibin Fluffyê.
Sarahê pirsî, "Çawa gihiştiye wê pisîkê?"
Matthewsî jê re got, dibe ku ew jî ji pisîkekê din gihiştibê.
Sarahê israr kir û got, "Ew nikare her û her wisa bidome; tekane tiştê
ku wisa berdewam dike û diçe jimar in!"
Wê demê Matthewsî, bi hinceta ku nîşan bide Yezdan heye, dersên ku di nav
xwe de delîlên kozmolojîk dihewandin didan. Gelek guhertoyên van delîlan hene,
hinek ji wan pir tevlihev in, lê fikira bingehîn hêsan e: Her bûyerek sedemeke
xwe heye, lê ev nikare her û her wisa bidome—ji ber vê dive sedemeke ‘ewilîn
hebe, yeka ku ji ber xwe de çêbûyî, nehatî afirandin. Hin kes—meşhûrtirîn jî
Thomas Aquinas—dibêjin sedema ‘ewilîn Yezdan bû.
Ev delîl bi problem e. Çima divê zincîra sedeman bi dawî bibe? Dibe ku
gerdûn bêdawî be—ji her du hêlan ve. Eger ku sedemeke ‘ewilîn hebe jî, çima
difikire ku ew Yezdan e? Ne girîng e ka ev delîl bi kêr tê yan na. Li gorî
Piagetî, divê Sarah di qonaxa pêş-emelî (preoperational stage) de bûya, jê re
wisa tê gotin ji ber ku zarokên di wê qonaxê de hêj nikarin mantiqê bi kar
bînin. Lê mantiqê Sarahê bêhempa bû—ji delîlên kozmolojîk dijwartir û
balkêştir. Hûn li ser bipaşveçûna bêdawî ya sedeman çi bikin jî, xeyala
bipaşveçûneke bêdawî ya pisîkan gelekî zehmet e.
Matthewsî biryar da li ser zarokan û kapasîteya wan bixebite û wî bi gelek
kesan da zanîn ku zarok fikirdarên cidî ne. Ew deh salan bi zarokan re axifî û
dît ku "rêwîtîyên spontan di nav felsefeyê de" bi giştî ji 3 heta 7
salîyê ne. Ew ecêb dima ku ji xeynî bersivên zarokan ên hostane, wan gelek
caran pirsên felsefî jî dipirsîn.
Vî tiştî gelekî tesîr li ser min kir. Ez feylesofek im û bavê du kuran im,
Rex û Hankî. Ji dema ku dest bi axaftinê kirine û bi vir ve, pirsên felsefî
kirine û hewl dane ku bibersivînin.
Rexî şevekê li ser şîvê got, "Ez meraq dikim bê ka gelo di temamê
jîyana xwe de xewnê dibînim?" Ew çar salî bû û ji xwe feylesofekî hêja bû,
ji ber vê yekê ez ecêb nemam.
Min pirsî, "Çi fikreke xweş e, Rex! Zilamekî bi navê Descartesî jî
heman tiştî meraq dikir. Ma tu dibêjî tu xewnê dibînî?"
Wî got "belkî!" bi kêfxweşîya ji ber îhtîmala ku halûsîlasyonekê
didît. Paşê me dest pê kir û îspata wê yekê kir ku ew ne di xewnekê de ye.
(Biceribînin. Ji texmînan gelekî zehmettir e.)
Kurê min ê piçûk jî tev li me bû. Dema ku ew 7 salî bû, min jê pirsîbû ka
Yezdan bi rastî heye yan na. Em li ser wê çend deqeyan axivîn û paşê wî got.
"Ez naxwazim li ser vê meseleyê biaxivim."
"Çima?"
"Ji ber ku Xwedê dê vê wekî heqaret bihesîne—heger Ew hebe."
Min jê re got ku tu qala Pascal Wagerî (delîla felsefeya dînî ya Pascalî)
dikî. Ev delîl navê xwe ji matematîkzanê frensî yê sedsala 17an yê di heman
demê bi felsefeyê re jî mijûl dibû digire. Min ji Hankî re got, "Hûn heman
tiştî difikirin." û min jê re rave kir: "divê hûn ji Yezdanî bawer
bikin, da ku hûn wî xemgîn nekin—heke ew hebe."
Hankî got, "Ez her gav wisa difikirim û ji ber vê yekê qet naxwazin li
serê biaxivim."
Ez van çîrokan ji bo ku pesnê zarokên xwe bidim nabêjim. Di vî warî de, ew
bi temamî asayî ne. Her zarokek—her yêk jê—feylesofek e. Ya rast, hinên herî
baş ên li derûdorê ne.
Çima? Berî her tiştî, zarok, bi berdewamî, ji alîyê dinyayê ve matmayî tên
hêlan. Berî çend salan, derûnnaseke bi navê Michelle Chouinardê hin qeydên
zarokan ên ku tê de axaftinên wan ên bi dê û bavên wan re hebûn guhdarî kir. Di
navbera 200 saetan de, wê nêzîkî 25,000 pirs bihîstin. Ev jî tê wê wateyê ku di
deqeyekê de ji du pirsan zêdetir pirs kirine. Nêzîkî çaryeka wan pirsan li
benda rave û îzahan bû; dixwestin çawa û çimayan bizanibin.
Zarok dema tiştekî peyda dikin qet xema wê naxwin bê ka dê xeletîyan bikin
an jî dê bêaqil xuya bikin. Ew hêj nizanin ku mirovên cidî wextê xwe li ser hin
pirsên mîna "Ez meraq dikim bê ka gelo di temamê jîyana xwe de xewnê
dibînim?" nabihurîne. Dema ku ew vê yekê fêm dikin—di 8 an 9 salîya xwe de—rêwîtîyên
wan ên spontan ên ber bi felsefeyê ve radiwestin. Berîya wê, ew ramanwerên
bêtirs in, ji hêla tebîetên fikrî yên sabît ên mezinan ve nehatine asteng
kirin.
Derûnnasên geşedanê (developmental) kapasîteyên zarokan ferq dikin.
Di van demên dawî de, piranîya wan, wê fikrê red dikin ku dibêje hişê zarokan
bi temenê wan re baştir û çêtir dibe. Alison Gopnik di Pitika Felsefeyê
de wisa dinivîse, “Zarok ne ku gihîştîyên xwedankêmasî ne, ew gihîştîyên
nepêşketî ne ku hêdî hêdî têkelî mikemelî û kompleksbûna me dibin.” Hişê wan
cuda ye, lê "di heman demê de tevlihev û bihêz e." Ew dibêje ku
geşedana zarokan, "—ji mezinbûna adetî bêtir mîna veguherînekê ye, çawa
ku maşot dibin perperok, lê bes zarok perperokên jîndar û gerok in ku hêdî hêdî
di rê û rêçikên mezinbûnê ve diçin.
Dê pir xweş be ku em bikaribin alîkarîya zarokan bikin da ew xwe bi
perperokê bigirin gava di nav salan re biçin. Dinya cihekî bi mij û moran e.
Nexasim vê pêlê gelek tiştên bêmane hene tê de. Eger em bikaribin meraqa
zarokan bidomînin—û daxwaza wan a çûyîna li pey aqilê xwe—axirî dibe ku ew
bibin mezinên fama.
Zarok dikarin alîkarîya mezinan bikin, da ku ew jî cesareta xwe hizirînê
cardin bi dest bixin. Tenane tiştê ku divê em bikin ew e em bi wan re biaxivin
û wan cidî bigirin. Şens e ku jîrtirîn kesê hûn binasin ew kes be ku hêj
nizanibe benikên pêlava xwe pex bixe. Li gel çimayeke baş, ew dikare we
ji kapasîteya we ya ravekirina tiştên rojane bibuhirîne yan jî rastîyên we ezîz yên bidin ber pirsan. Tew, ew dikare alî we bike ku hûn dinê bi awayekî nû bibînin.
Axir, dema ku Rexî rêyek dît ku aştîyê digel îhtîmala ku ew di temamê
jîyana xwe de xewnê dibîne pêk bîne, min fêm kir ku zarok çi qasî jîr in. Bi
salan me lîstikek lîst. Rex dê hewl bidaya ku rêyekê bibîne bo ku îspat bike ew
ne di xewnekê de ye. Û min dê têk bibira.
“Ma dê ne ecêb bûya?” Dema 7 salî bû pirsî Rexî, "Lê ku min û te heman
xewn bidîta? Û divê em di heman xewnê de bin, li gor ku em bi hev re
dipeyivin.”
Min lê vegerand û got, "Erê, dê ecêb bûya", "Lê, lê ku ez ne
rast bim? Lê ku ez hew karakterek bim di xewna te de?"
Dahûrandina wî hinekî wext girt. Ducare kir. Û berfireh kir.
Wî got, "Wê demê hevalên min jî dibe ku karekter bin?"
"Belê, wa ye."
Em ji quncê rêka xwe ya ajotinê dizivirîn. Diya wî, Julia, bi Hankî re teze
gihabû malê.
Rexî diya xwe da nîşan, û got "Dayê jî?"
"Dibe ku ew jî di xewna te de karakterek be."
Rex bêmed bû. Û wî bi nermî got: “Hingê ez naxwazim şîyar bibim.”
Ev nivîsar ji kitêba nû ya Hershovitzî, Kirêt, Kûvî, û Kurt: Serpêhatîyên Feylesofîyê digel Kurê Xwe hatiye adapte kirin.
______________________________________
|| Wergera ji îngilîzî: Yonca Sarsılmaz
______________________________________
|| Ev nivîs ji malpera The Atlanticê hatiye wergertin.
______________________________________
|| Ev nivîs bi saya piştgirên me yên Patreonê hatiye wergerandin. Heger hûn bixwazin kar û xebatên Hûrbînîyê tim berdewam bin, hûn dikarin li ser hesabê me yê Patreonê bibin yek ji piştgirên me.
______________________________________