124 Sînorên Bushra Kasnazaniyê

|| Behice Ferîde Demîr

Huner erdê xwe nas dike. Erd jî hunera xwe. Raman, hestewarî û deng timî neteweyan xwedî dikin. Heger em ji kurdan re li semboleke zindî û xwedanderî bigerin, derîyê sereke dê deng be pirî caran. Kurd miletekî bideng e û li pişta vî dengî jî dîrokeke wî heye. Ev dîrok barê xwe ji helbest û helbestkaran digire. Ji bo kurdan helbest û helbestkar, heyamên dîwana dinyaligê ne. Wekî gelek welatên rojhilatî li Kurdistanê jî "dîwan" derîyên helbestan in.

Di hunera kurdî de helbest û deng wekî aşî û avê bi hev re digerin. Edeba dîwanê, miqamê gotinan û şepola dengî wekî tevneke rûhanî hunera kurdî tînin wicûdê. Piştî belavbûna mîrektîyan, dîwanan otorîtebûna xwe ya hunerî, polîtîk û rêvebirî winda kir. Lê hunermendên kurd, vê valahîya stratejîk bi dengbêjîyê dagirt. Dibe ku êdî "dîwan" ne sîwana kombûnê be. Lê dîsa jî helbest rûmeteke xwe ya takesesî heye û aûraya xwe diparêze.Wekî şopajoyekî vê zanebûnê Melayê Cizirî helbestên xwe di "Dîwan"ekê de kom kirine, yan jî weha hatine binavkirin, Evdalê Zeynikê di destpêka berhevdana xwe û Şêx Silê de balê dikişîne ser helbest û dîwanê û bangewazîya edeba wan dike.

Evdal digo lo lo Şêx Silê lo lawo

Ca bêje Şa’irî ne wisa ye

Devê xwe tov bike lo lawo

Eva diwana maqûla ye

Meriv biqedîne sefa ye

Meriv neqedîne paşê li serê meriv bela ye

Sedsala dengbêjîyê sedsaleke dirêj e ji bona kurdan. Ji bêrîka vê dîrokê gelek dîrokên nû derketine. Vê dîroka nûbişkivî li ser her mirovekî kurd tesîreke xwe heye. Lê dîsa jî para mezin ji jinên kurdan re maye. Wekî tovkirîyê zemên, jinên kurd li çar alîyê welatî li gor dezgeh û derfetên xwe, mirazên xwe veşartine, xwestine, xeyal kirine û gotine. Pirî caran gotinên wan nebin; ne navên wan, ne jî ked û hilberîna wan nayê dîtin. Ew Xecê, Zînê, Nûrê, Asê bi xwe ne. Xwe li hîkayetan girtin û bi hezaran berhem û vegotin dîyarîyî jîyana civakî kirin. Li qada şerî, li ber tendûrê, li rêya bêrîyê, li ber dergûşê... Govend û dîwan her hatin gotin, û ew bi eslê helbestê hasil bûn.

Hunera romanê ji jinên rojavayî re wekî gaveke xweazadkirinê tê hesêb. Meriv dikare gotin û awazên jinên kurd jî li beramberî vê gavê, wekî cot-gavekê bibîne. Roman û romansazî cureyên bîrewerîya nivîskî ne, gotin û helbestên jinên kurd jî bîrewerîya dengî ne. Ev deng îro jî bona hunermendên nûhatî carekî din bûye bîra raman û rêwîtîyen modern. Her kurdek, bi awayekî ji awayan serî li vê bîrê dide û firmêskekî jê digire.

2021, Avesta.

Buşra Kesnezanî helbestkareke ji Başûrê Kurdistanê ye. Di sala 1986an de li Silêmanîyê ji dayik bûye. Jîyana wê hema hema bi temamî mijûlî wêjeyê ye. Rexneya edebîyatê, lêkolînerî, mamostatî û helbestkarî karên wê yên sereke ne. Heta niha heft kitêbên Kesnezanîyê hatine weşandin. Kesnezanîyê di sala 2016an de kitêba xwe ya bi navê "Kitêba Pêxemberê Ciwan û Xanîta Wê Dema Hêj Li Vir Bûn" derxistiye. Ji xwe ya ku Kesnezanîyê bi me dide nasîn jî ev kitêb e. Ev kitêb, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji hêla Weşanên Avestayê ve di sala 2021ê çap bûye. Osman Mehmedî ew ji kurdîya soranî wergerandiye kurdîya kurmancî û Goran Mihemedî jî bi şêweyên xwe rengekî cuda daye kitêba Kesnezanîyê. Kitêb bi van şêweyan dirûvê fotoromanekê jî dide.

"Kitêba Pêxemberê Ciwan û Xanîta Wê Dema Hêj Li Vir Bûn", ew kitêb e ku dixwaze "bi rêya şi‘rê çîrokekê bibêje." Helbest, bi hîkayetekê dest pê dike û têdikoşe. Li ber her helbestê şêweyek, xêzek heye. Kesnezanî ji rihê klasîzma kurdî bi dûr neçûye lê ji zemanê xwe jî rû banedaye. Ev jî nîşanî me dide ku Kesnezanî li dendika hunerê jî digere.

Ji kitêbê bi tenê 124 heb hatine çap kirin û hemû bi destan hatine neqişandin, ango çapa kitêbê ya duyem nîne. Îlhama xwe ji efsaneya 124 pêxemberan wergirtîye û helbestkara ciwan jî xwestîye yek ji van pêxemberan bike alîgirê evînê. Kesnezanîyê, ji serî de şerha xwe ya li dijî reklama nivîskarîyê û bazara çapkirinê aşkere kiriye. Parolaya wê bi tenê xwedin e. Hebûna li vîtrînan red dike û bi xwendina li cih qayîl e. Ji xwe helbestên jî vê daxwazê piştrast dikin. Kesnezanî bi zimanê xwe yê epîk û wêneyên destxetî, wekî nivîsareke têkûz balê dikişîne ser xwe.

Feleknasên bavê min digotin:

- Rojekê heft kişwêran bi pey Xizirekî dikeve keça te.

Qereçiyên remlavêj ên dayîka min digotin:

- Aşiqî pêxemberekî dibe durdanaye te

📻 AŞ Û BAŞ

📻 LI SER PÊYAN, ÇEND KELAM


📧hurbini1@gmail.com
Her mazûvan û berhemdar ji naveroka xwe berpirsîyar e.