Şevereşka Çanda Kurdî


Youtube | Apple Podcasts

|| Behîce Ferîde Demîr

Ti berhem bi qasî Carmina Buranayê qeder bi zelalî, zelûlî û bi zerafet neanîye zimên. Heger alîyekî qederê yê hunerî hebe, Carmina Burana parek jê ye. Her kit û rîtma wê janeke ji misogerîya rihê mirovî ye. Him hêla wê ya hizrî, him jî girêdana arezûyên dualîstîk vê berhemê têr û tijî dike. Loma bi dehan salan e, bi sedan caran bûye çavkanîyek ji kompozîtor, derhenêr, konser û senfonîyan re. Opera, bale, mosîqa, wêje, helbest, heta medya û sînemayê jî ji vê tomara helbest-mosîqayê feyz wergirtiye û hên digire. Carmina Burana wekî "av-ul heyat"eke çanda modern, ji sedsalî zêdetir e hêna klasîzm û populîzmê sarsû dike.

Carmina Buranaya behsê, yek ji berhemên mosîqaya klasîk e. Meriv dikare bi rehetî wê di nav berhemên herî populer de bibihê. Ji 318 nivîs-duayan hatiye pê. Dua û nifir, hişyarî û hewes, mirin û mayîn, çûyîn û hatin, tirs û wêrekî, xatir û xiyanet... Lê herî pir sarî û germîya qederê tematîze dike. Wekî zagoneke qederê bi destê mirovî hatibe nivîsîn, bi xofeke bengîn hatiye ristin. Kompozîtorê alman Carl Orffî vê teolojîya nîv-hestbar bi bilîmetîya xwe kiriye yek ji besteya herî berser a mosîqaya klasîk.

Ey bext

Mîna heyvê yî

Guhêrbar î

Gir dibî geh

Geh kêm dibî

Di vê xelayê de, di vî şerî û vê tevlihevîyê de Carl Orff, mosîqaya klasîk û şevereşka kurdî dikarin wekî konforekê bên dîtin, lê naxêr, ne wisa ye.

Berê marksîstan digot "Şevereşkek li Ewropayê digere." Bi qasî vê sloganê bi hêrsa hors nebe jî ev çendek e di neqeba dikên Ewropa û Kurdistanê de şevereşkek din, şevereşkeke hunerê digere. Navê vê şevereşkê jî Pervîn Chakar e. Piştî Yilmaz Guney û Şivan Perwerî, ev cara yekem e ku hunermendeka kurd bayê hunera kurdî tîne Ewropayê, û bayê mosîqaya ewrûpî jî dibe Kurdistanê. Him kurdan him jî dost û cîranên wan ên xoşewîst bi hev dide nasîn. Karê Chakarê, karekî girîng e, him jî pir girîng e! Kompozîsyon û taybetmendîya karê Chakarê vê girîngîyê nîşan dide jixwe. Lê ya ku Chakarê dike mijarek û derdixe pêş tiştekî din e.

Ev tişt, mosîqaya klasîk bi xwe ye. Di nav çanda me ya gelêrî de mosîqaya klasîk pir nehatiye ceribandin. Mixabin zêhn û zemanê ronakbîrîya kurdan bi tenê li ser çend xalan mijûl bûye. Xalên wekî wêje, folklor, medya û rêxistînên polîtîk... Têbînîyên ajandaya me ya çandî li gor bazar û etîketên Yeşîlçamê, Unkapanî û Beyogluyê hatine berhevkirin. Roma, Washington, Parîs, Vîyana heta tên taxa kurdan dibin gawir, dibin emperyalîst. Ji ber vê xerîbîya fikrî Berlioz, Debussy, Mahler, Fauré an jî Carl Orff wekî kesên bêkêr û xeyalpereset, bêqezenc xuya dikin. Gava ku behsa opera û mosîqaya klasîk dibe, ew wekî şixulê klas û kesayetên qesr û qatên bilind tê hesibandin.

Li gor hinekan ev cîhan ne babetî her kesî ye. Her kes nikare biçe vê alemê. Hela hela kurmancekî xwedîyê nasnameya xwe, ji xwe qet ne xwedîyê vî mafî û vê mebestê ye. Kurdek, encax di nav burokrasîya kûr de be, super-entegrebûyî be, di sînemayê de xizan û pejmûrde û dijberê qaşo "feodalîteya herêmî" be, di mosîqayê de arabesk, û serhildêrekî li dij qeder û nezanîyê be encax. Kurdekî kurd li ku, opera li kû?! Ev maske, zordarîyeke sîstemematik e ji bo jîyana ronakbîrî û rewşenbîrîya heyî!

Em dikarin bibêjin ku, yek ji qadên şerê sar ê Komara Tirkîyeyê jî jîngeha çanda kurdî bû. Piştî darbeya 27ê gulanê û 12ê îlonê hegemonyaya polîtîk veguherî hegemonyaya çandî û hunerî, û torên zanistîya kurdî gelek derbên giran xwarin. Rê û rêbazen hunerê ji nû ve hatin dirustkirin, tirkî û tirkîyetî bûn navgînên berovajîkirina çanda kurdî li bakurê welêt. Hîn jî repertiwar, arşîv, radyo û televîzyonên komarê şagirtîya vê oto-asîmîlasyonê dikin û û rêncberên vê hegemonyayê ne. 

Asîmîlasyona spî û sazbendî di warê akademî, medya û çandî de hên jî zindî ye. Ya ku Pervîn Chakarê dike şevereşk jî ev e: redkirina vê hegemonyayê ye. Heger Pervîn Chakar di nav pergala "nirxen komarê" de bimaya dê zû biba "dîva"yek, an jî Leyla Gencera duyem. Chakar nebû nirxekî komarê. Dil kir û bû Germaine Tailleferreya kurdan û kurdî. Bi kurdîya xwe çû Îtalyayê û Ewropayê, kurdîya xwe bir heta wan deran. Li xwe xwedî derket. Xweşî û dewlemendîyên hunerê nedan bi şabaş û xelatên înkarê.

Dilê kurdan ji Ave Mariayê re, La Bohème û G-Dur Messeyê re vekir. Carl Orff, Rossînî, Handel û Schubert anîn nav çanda kurdî. Arix, Derwêşê Evdî, Nexşê Mîrzo, Ey Niştiman, Dar Hejîrokê birin dik û diyarên Ewropayê. Wekî şevereşkeke hunerê, her sal bi xebatekê, berhemeke nuh, rêzekonser û suprîzan baxçeyê cîhana me ya çandî - hunerî dibişkivîne. Şevereşka çanda kurdî ya kurdîesk û modern her li ser zên û zeman digere!

O Fortuna

Velut luna

Statu variabilis

📻 LI SER PÊYAN, ÇEND KELAM


📻 AŞ Û BAŞ

📧hurbini1@gmail.com
Her mazûvan û berhemdar ji naveroka xwe berpirsîyar e.