Mifteyê Bizivirîne, Gotûbêjek bi Virginia Woolfê re


Virginia Woolf nivîskareke weha ye ku ew ji sînorê rastîyên civak û dema xwe bihurîye, ew derbas kirine. Ji ber xwesteka xwe ya “Odeyek Ji Bo Xwe” gelek caran ji alîye civakê ve hatiye şermendekirin. Eger hûn him jin û him jî nivîskarek bin, civata we dê dilê we teng bike ango dê we aciz bike. Mîna fîstanekî ku du sê beden ji we re biçûk hatibe. Ew tengasî dê hêdî hêdî bibe qêrînek di dilê we de û alî we bike da ku hûn êdî qêrîna xwe derbibirin. Ew qêrîn dê di nivîsên we de xwe bide der. Lê  nivîsandin ne karekî hêsan e. Di serî de divê ku hûn azad bin di hişê xwe de. Dibe ku berpirsîyarîyên we hebin, mîna xwedîkirina zarokên xwe. Divê karekî we hebe da ku bikaribin bibin xwedîyê odeyekê û bi azadî bixwînin. Belê ji ber van berpirsîyaran dibe ku wextê we zêde nemîne û laşê we bêhal bibe. Lê her û her xwesteka afirandinê dê hebe. Ger hûn amade bin, biçin odaya xwe û dest bi nivîsînê bikin. - Pêşgotina Wergêrê


|| Elena Georgiou


*Ev gotûbêj nivîsar-dîyalogeke Elena Georgiouyê ye, bersivên V. Woolfê wê li gor şiroveya xwe nivîsîne. Nivîsar, cara ewil li "Her Kind"ê hatiye weşandin, bloga VIDAyê (Women in the Literary Arts [Di Hunerên Edebî De Jin]).


Hevpeyver (H): Pêşî bibêjim ku çi qasî pê şanaz im ku we ev hevpeyvîn bexşî min kir di vejîna xwe ya yek rojî de. Min çend pirs amade kirin, ji ber ku ez naxwazim ji wextê we yê hêja yek deqe jî zayî bikim. Xwendavanên min herî zêde dixwazin nas bikin bê ka çi qasî cudabûn di navbera cîhana îro û ya ku te di 1941ê de li pey xwe hişt heye? 


Virginia Woolf (VW): Berî qalkirina cudabûnên salên destpêkê yên sedsalên 20 û 21ê, ez dixwazim bibêjim ku lêvegera vê demê bo min îmtîyaz e. Bi mebesta nirxandina mijarên ku nivîskarên jin ên roja me divê li ber xwe bidin. 


Ji ber ku dem bi rastî girîng e, de em dest pê bikin: Belê cîhana we ya îro bêguman ji ya min di “Odeyek Ji Bo Xwe” de qal dikir cuda ye. Lê hîn jî gelek çişt (tişt) hene ku diqewimin. Çiştê herî bikêrhatî bo nivîskarên jin ên îro ew e ku gotinên min çawa dikarin cuda şirove bikin da ku xwe serbest bihêlin nivîsê.


H: Xwendevanên min dixwazin bizanibin ka hûn çawa xebatên xwe ji nû ve şirove dikin. Gelo hûn dixwazin li ser vê mijarê hinekî din biaxivin? 


VW: Helbet. Ya ku di serî de tê bîra min ew e ku femînîzmê gelek pêşketinên erênî pêşkeşî jinan kirine. Lê wekî her tevgerê qet rêyekê rasterast nîne, di rê de gelek astengî hene. (Ji xala min a îlahî, nêrîneke min a zelal heye.) Wekî din, gava ku min dinivîsî "salê pênc sed pound tê wateya hêza ramanê,... mifta li ser derî tê wateya hêza ku mirov li ser xwe bifikire." Ev ne beşek ji serborîya min bû ku carinan jin ji bo malbatên xwe pêşkêşkirên yekane bûn. Û her weha, jin dikarin biçin zaningehê ku li kêleka birayên xwe bixwînin. Ji ber vê yekê di vê rojê û vî temenî de, eger ku rewş wisa be, dikarim vê pêşnîyazî jinan bikim: bila bi awayekî cidî bifikirin bê ka ew dê çawa piranîya pênc sed poundên xwe bi dest bixin? (Ev dê di sala 2013an de bo jinên li welatê we çi qas be? Nêzîkî $50.000 belkî?)  Û dixwazim lê zêde bikim a niha nivîskareke jin bila ji xwe bipirse: Ez ê qeflikekî çawa bikirim?


H: Eger pê aciz nebî, serborîyeke min heye ku dixwazim bi we re par ve bikim. Mîna kurtebîrekê ji we re bibe alîkar da ku hîn baştir fêm bikin ji mirina we ve jîyan ji bo jinan çawa guherîye. 


VW: Ji kerema xwe bidomînin, ez dê her agahîya ku dê bibe alîkar bo têgihiştina baştir a jîyana niviskarên jin ên îro, bi kêfxweşî guhdarî bikim. 


H: Di sala 1991ê de, min di televîzyonê de li hevpeyvînekê temaşe dikir. Bi du nivîskaran re bû - jin û mêrekî re - ku vê dawîyê berhemên xwe yên nû çap kiribûn. Nûçegihan ji nivîskaran pirsî bê ka xebata wan a li ser nivîsandina pirtûkê bi çi rengî bû. Pêşî nivîskarê mêr bersiv da û got: "Min derîyê odeyê li ser xwe qefalt û pênc salan zarokên xwe nedîtîn." 


Paşê nûçegihan heman pirsê ji nivîskara jin pirsî. Ewê got: “Ez jineke bi tenê me û du heb zarokên min hene û her weha ji serê sibê heta êvarê jî di karekî de dixebitim. Lewma car caran li ber daktîloyê rûdiniştim, zarokeke min li ser çonga min bû û dema ku min dinivîsî wê jî ji alîyekî ve guhê min dikişand.”


Navê nivîskarê mêr nayê bîra min, lê ya jin tê bîra min: Tonî Morrîson bû. (Nivîskara jin a modern a hêjayî pesnan.) Ji bo niviskarên jin ên îro, zaroka ku li ser çokên dayikekê rûniştî bûye sembola dema me. Jin her tim naçar in ku berpirsîyarên xwe bînin cihî. Hûn di derheqê wê de çi difikirin ez meraq dikim? Gelek jinên nivîskar xwe bi vê ve girêdane. (Ez jî tê de.)  Li gor fikirên we yên nû gelo ka em bi çi şeklî xwe bipirsin: Ka çi cure mifte em ê bikirin? 


VW:  Sipas ji bo vê anekdotê. Ez hijmekar im li hember xebatên Mrs. Morrîsonê. (Piştî vejîna nû gelek pirtûkên wê hebûn li cem min.) Bi rastî çîroka we nîşan dide bê ka wext çawa guherîye. Û di heman demê de dibe alîkar ku ez peşnîyaza xwe sererast bikim. Ez fêm dikim ka çima nivîskarên jin xwe bi vî rengî îlhamê digirin. Tiştê ku hûn li vir behsa wê dikin xwedayîn e, biryardarî ye. Tiştê di dinyaya we ya modern de nîşanek e ji min ku pere dikare cureyekî azadîyê bikire û hem jî dikare qeflikekî (mifte) bikire. Lê xuya ye ku zivirandina mifteyê êdî bûye astenga bingehîn. Eger ku karîbûma careke din li ser gotinên xwe yên sedsala 21ê bifikirim, bi vê re min dê ev jî lê zêde bikirana: 


"Salê pênc sed pound ji bo hêza fikirînê ye,…


qefila li ser derî tê maneya hêza ku mirov bo xwe bifikire…


û qefilkirina derî tê maneya ku serê pêşî bila ji bo karê te be."


H: Eger ku min hûn xelet fêm nekiribin, hûn dixwazin ji nivîskarên jin ên îro bixwazin ku bila serê pêşî bifikirin; bê ka çi pêwîst dike ku karê xwe bixin pêş? 


VW: Teqez. Çi fêdeya qefililekî vekirî heye? Mebesta şîretên min noqkirin e bêyî ku xwestek, pêdivî û ramanên mirovên din wan taloq bikin. Di wî wextî de tiştê ku nehatiye guherandin tenanê ew e ku ji jinan tê çaverêkirin ku ji hemû kesan re bibin dest, pî û çav. Û lewma ew têkoşîneke domdar didin ji bo pêşî li nivîsandina xwe bigirin. Nivîsîn karekî cidî ye. Ne karekî weha ye ku her cara zarok ji bo hînbûna cîyê hebhebokan (biscuits) an jî hevser ji bo kilîta erebeyê bê û we betal bike. Yan jî xebatkareke we bigere û bipirse bê ka hesabên sala çûyî li ku ne. Ez bawer im gelek mînakên we yên wisa hene. Ez dixwazim bi baldarî çîroka we guhdarî bikim.


H: Ez pê ne bawer bûm ku dê mijar bê ser nivîsandina min. Ji alîyê din ve, ez gelekî şanaz im ji ber ku Virginia Woolf li min guhdarî dike. Ez dê bi awayekî zelal qal bikim.


Çend sal berê bû, ji min re dîyariyeke ku ez ti carî ji bîr nakim hat: betlaneyeke du mehan. Di jîyana min de cara yekem bû ku ez dê şevekê heta êvarê nexebitîyama. Ji xeynî lêgerîna karî, berpirsîyarîya min tenê nivîsandin bû. Ew navber bû têrbûna min: min hema dixwend û dinivîsand bi awayekî bêterbûyînî. Mirov digot qey ez heta wê gavê li benda wê azadîyê bûm. Û tiştekî din bû ku ez pê şaş bûm. Di vê dema kurt a bêkarbûnê de, dema ez rûniştim ji bo zêdetir helbestan binîvîsim (heya wê demê min bi tenê helbestek nivîsîbû) min dît ku bûne panzdeh rûpelên pexşanê. Paşê, du meh bi şûn de sî rûpelên pexşanê min nivîsîbûn. Dema zivirîm karê xwe, nivîsandin hê berdewam bû. (lê hindik hindik) Di dawî de min xwest romanekê binîvîsim lê ne tenê romanekê. Romaneke dîrokî, pêdîvîya min ew bû ku li ser du jinên nivîskar ên sedsala 19an lêkolînê bikim. Yek ji van jinên sedsala 19an bavê wê salê pênc sed pound didan wê, ev jî mîna te. Pere ji bo wê ne xem bû û dikarîbû bi awayekî azad karê xwe bike. Û di dawîyê de ew wekî lehengekê hat nasîn. Ew jina din - karektera min ya sereke - di malbateke xebatkar de û bêyî mîrasekê hat dinê, lê belê wê nehişt ku ev rê li ber wê bigire. 


Xebata li ser wê romanê îstîkrar hînî min kir û her weha mafê çarenivîsa xwe (self-determînasyon) jî hînî min kir. Yanî mifte çawa dikarin mirovan di odeyê de bigirin û jê derxînin. Woolfa rêzdar, ez ecêb mam ku derîyê odeyê li ser min hat girtin û ez li derve mam.


VW: Canika min, ev ne tiştek e ku divê te bêçare bike. Cihê qefil/mifteyê diguhere. Tiştê bala min dikişîne ew e ku çima te berê ew nekiriye? Ji wê demê û bi şûn de te çi kir? 


H: Min di otomobîlên parkkirî de û heta li termînalên balafirgehan jî dinivîsî. Û her weha dema min xwarin çêdikir di metbexê de li ser maseyê min dinivîsî. Hema bi kurtasî her der û her wext ku min bikarîbûya min dinivîsî.


Woolfa birêz, ez dizanim min bi metirsîyên xwe ve zehf wextê we girt. Lê ez dizanim zehmetîyên min û yên jinên din heman tişt in. Ji ber vê dixwazim pirseke dawî bikim. Gelo bi gotinên nivîskareke din a jin dikarim rewşa niha şirove bikim? 


VW: Helbet. Ez her tim li îlhamê digerim. Mirinê ez ji xeyalkirinê bi dûr nexistim. 


H: Hélène Cixousa nivîskar carekê nivîsîye: "Mirov dikare bimire ji sedema nikaribe di wextê wê de, pirtûka di hişê xwe de, binîvîse. Ev pirtûk wêrekîyê ferz dike, ji min wêrekîyeke ku bi bêhêvîtî hewl didim li xwe bicivînim taleb dike." Bi rastî hesta ku li ser xebata xwe hîs dikim ev e û ez bawer im piranîya xwendevanên min jî wisa hîs dikin. Ji ber vê, pirsa min a dawî berî çûyîna we: Li gorî gotinên Cixousê, gelo peşnîyazên we ji bo me - yên ku li derveyî odeya xwe hatine qefilkirin -  hene? 


VW: Belê, hene. Cihê mifteyê biguherînin. (Eger ku ev zehf bi mesref be, zirzek/qiflek jî dê besî we be.) Gavekê biavêjin hundiro. Mifteyê bizivirînin.


|| Wergera ji îngilîzî: Yonca Sarsılmaz

_______________________

|| Ev nivîs ji malpera Goddard College-ê hatiye wergertin. 

_______________________

|| Ev nivîs bi saya piştgirên me yên Patreonê hatiye wergerandin. Heger hûn bixwazin kar û xebatên Hûrbînîyê tim berdewam bin, hûn dikarin li ser hesabê me yê Patreonê bibin yek ji piştgirên me.

_______________________

📻 LI SER PÊYAN, ÇEND KELAM


📻 AŞ Û BAŞ

📧hurbini1@gmail.com
Her mazûvan û berhemdar ji naveroka xwe berpirsîyar e.