Hêz û Sipasî

|| Behice Feride Demir

Piştî mirina sîyasetmedara amerîkî Madeline Albrightê, gelek gotin û nêrînên berovajî hevdu di ser medyaya civakî re belav bûn. Her alî û cimaetê li gor berjewendîyên xwe jîyan û mirina Albrightê şirove kir. Madame Albright, bi biryarên xwe yên polîtîk hate bibîranîn. Jîyana wê ya takekesî û birqdar, tevî hemî ked û zanebûna wê, di binê rexneyên pro-îdeolojîk û olî de ma. Bêguman, sîyasetmedar zû bi zû nabin xwedîyê bîranînên xweş. Qedr û qîmetê sîyasetmedaran girêdayî pozîsyona welatê wan e pirî caran. Karakter û qalîteya wan, perwerde û pênaseyên wan çi qasî li cî bin jî heger formasyona welatê wan ne xuyayî û aram be, ew wekî pûşî li daristanên dîrokê dimînin. Ev, îronîyeke dîrokê ye.

Ji şerê cîhanê yê yekem û vir ve ye, wekî sazî, sîyaseta navneteweyî di bin sîya sîyaset û sîyasetmedarên amerîkî de dimeşe. Her fîgurekî sîyaseta amerîkî bêhemdî fîgurekî cîhanî ye jî. Amerîka ne tenê dewletek e û polîtîkayên wê ne tenê yên neteweyekî ne. Loma kiryar û berpirsîyarîyên sîyasetmedarên amerîkî bi xwe re encamên navneteweyî jî tînin. Em dikarin bi rihetî bibêjin ku stres, rîsk û guherînên sîyaseta amerîkî rîsk û aramîya cîhanê ye  jî. Her mirovekî ji vê bazarê tê bêhemd dibe nas û navdarê me jî.

Piştî ku Sovyet û hevkarên îdeolojîya wê belav bûn Amerîkayê bi şerê 91ê re sîstemeke nû da pêşîya xwe û cîhanê. Pêşengîya demokrasîya rojavayî girte ser milê xwe û pê re pê re kapê Anglo-Sakson ê ku xistibû qirika sîyaseta cîhanê sist kir. Sîyaseta Anglo-Saksonî gelek rastîyên rojhilatî ji bo berjewendîyên xwe tepisandibûn.

Madeleine Albright rastî vê pêvajoyê hatibû. Pişt re jî bû yek ji peykerên vê dîrok û mişewrê. Madeleine Albright, him bi jîyana xwe him jî bi pêkanîna wezîrtîya xwe tesîreke nejibîr li dîroka vê sedsalê kir. Wekî hevkarê xwe yê navdar Kissingerî wê jî Amerîka di demeke stratejîk de temsîl kir. 

Rawestandina şerê Bosnayê, pratîka wê ya ewil bû. Rûanda, Filistîn û Koreya Bakur bi nakokîyên xwe yên kûr her dîsa sernûçeyên dîplomasîya wê bûn. Albright di nav wan hemû bûyeran de wezîr bû. Çê xirab aşitîyeke mayînde nebe jî rê li komkujîyên girseyî hat girtin. Aqilê xwe yê dîplomatîk î berpirsîyarîya xwe mirovî neda alîyekî.

Lê ya ku Albrightê, bo me ji refikên dîplomatbûna rêzikbar derdixe navçîtîya wê ya di nav kurdan de ye. Ji ber vî tiştî bo kurdan Madame Albright, dîplomateke hejayî bibîranînê ye. Ji bo civakekê felaketa herî mezin şerê navxweyî ye. Heta vê gavê jî dîyar e ku, welat ji ber nebûna yekîtîya navxweyî hildiweşin û parçe dibin. Bi dilê me be jî bê dilê me be jî divê em Madame Albrightê wekî mîmareke lihevanîna kurdan û redkirina şerê navxweyî bi nav bikin.

Albright di kitêba xwe ya bi navê “Hêz û Herî Bihêz” de vê pêvajoye dinirxîne û nêrînên xwe bi dilsaxî tîne zimanî.  Xwînerên ku bîranînen Kissingerî xwendibin eşkere dibînin ku di navbera Albrightê û Kissingerî de çi qas ferq û feraset heye di heqê kurdan de.

Ev ne ajîtasyoneke femînen e. Teslîmkirina rastîyekê ye. Medyaya tirkî ji ber parçekirina Iraqê gef lê xwaribin jî Madame Albrightê rastîyeke veşartî û şaristanîyeke wî erdî nas kiriye û şîretên dîplomatîk li kurdan kirine. Ew der û dorên ku gef û rexneyan ji bona av û mirina zarokên Kurdistanî, Iraqî û Yugoslavî dikin; qet papûlê li çola Enfalê û dergûşa li ber şêmûga Helebçeyê nakin.

Bêguman, kesî bêqisûr û qebehet tune ye. Hele sîyaset û sîyasetmedar şirîkên xeletîyên mezin in. Lê sîyasetmedarên biaqil bi qasî kirinên xwe rastî, rindî û bîranînê jî heq dikin. Rastî, tim caran îdelojîyên skolastîk pûç dike.

Ji lewra, Madame Albright sipasîyekê heq dike.

Sipas, Madame Albright… 

Çend gotin ji kitêba wê ya bi navê “Hêz û Xweda”yê:

«Kurd her çi qasî niha aş bibin jî armanc û xwesteka wan a eslî dewleteke Kurdistana serbixwe ye. »

«Sedsala bîstemin, di dîroka mirovatîyê de sedsala herî bi xwîn e. »

«Em dikarin bi bawerî û cudahîyên xwe re bijîn. Ti fayde di înkarê de tune. »

«Îslamiyet ne astengîyek e li pêşîya demokrasîyê, ne jî netomarkirina li hêvîya guhertineke demoqratik e. » 


📻 AŞ Û BAŞ

📻 LI SER PÊYAN, ÇEND KELAM


📧hurbini1@gmail.com
Her mazûvan û berhemdar ji naveroka xwe berpirsîyar e.