Bajarê Mosîqarên Spî

 

|| Behice Feride Demir

« Bîrewerî dikare çi hilgire. »

Di nav beşên hunerê de ti tişt bi qasî hunera romanê jîyanê gir û mezin nake. Ti beşekî hunerê bi qasî romanê nabe gerdûna mirovî. Nivîskar, xwîner û lehengên romanê cihê jîyana me xwedî dikin. Kêm beşên hunerê bi qasî romanê asoya me dixemilînin. Hatin û peydabûne romanê şoreşa aqilî û rihî ye ji bo hunerê. Roman bi tesîr û berfirehîya xwe êdî pîvaneke çandî ye.

Roman, ti hîkayet û hestê bêxwedî nahêle. Loma kî ji ku radibe dibêje « jîyana min romanek e, ji jîyana min romanek dertê! » Rast e jî, her jîyanek bi serê xwe romanek e. Her meriv xwedîyê xwe û ramanekê ye, her wisa xwedîyê xwe û mafê xwe û pîrozîya wî mafî ye jî. Mixabin, jîyana ku bo her kesî pîroz e ji her kesî re heman bextî û heman firsendan peyda nake. Bi mîlyonan jîyan tên û diçin, lê jê çend hezarek tenê xwe digihînin dîrokê û çerxa felekê dişikînin, xeyalên hebûna xwe li rastîyê digerînin.

Heger hîkayeta Cervantesê îspanyolî û xeyalên wî nebana Don Kîşot jî li ber bayê aşan nediket û yekem romana cîhanê nedihat nivîsandin. Piştî “Don Kîşot”a Cervantesî êdî di hunerê de hemû rê bi ser romanê ve diçûn. Romanê hilberîn û hîkayet xist nav lepên xwe, rêzdarîya hunerê hilgirt û pê re pê re jenerasyonên romanesk derketin holê.

Em dikarin bibêjin sedsalên 19 û 20an sedsalên zêrîn ên romanê ne jî. Di van her du sedsalan de romansazîya rojavayê Ewrûpayê û ya Ûris dinya hejand û gelek şert û şurtên entelektuelîzmê jî şikandin. Ne bi tenê entelektuelîzmê, bîrdozîya neteweyî û yekîtîya zimanî jî ji dewlemendîya romanê parên xwe wergirtin. Romansazî û romannivîs bi demê re bûn embarên hest û hewesên gelek neteweyan jî.

Lê mixabin, kurd ji vê dewlemendîyê jî bêpar man. Bêguman di nav kurdan da jî gelek Cervantes û Don Kîşot hebûn, hene. Lê piştî parçebûna axê û armancên dîrokî, kurd bi tevahî bûn Don Kîşotên nav dewlet û sînoran. Loma jî hîkayeta hemû kurdan romanek e. Her kurdek, kêm - zêde xwedîyê jîyaneke romanesk e. Her kurdek Don Kîşotê welat, evîn, netewe, nasname û zimanê xwe ye. Ji lewra jî her kurdek radibe û jîyana xwe dispêre romanê û li dijî bayekî şer dike.


Hîkayeta nivîskarê kurd Bextîyar Elî jî wekî hîkayeta her kurdî ne dûrî van rastîyan e. Lê Elî kurdekî Cervantesî ye. Ew ji “donkîşotbûn”ê rizgar bûye. Helbet di navbera Elî û Cervantesî da çar sedsal hene. Lê her nivîskar dikare bibe Cervantesê welate xwe. Bextîyar Elî jî Cervantesê kurdan e. Lêhengê wî Celadet Kotir jî Don Kîşotê post-modern ê romana kurdî ye.

 Li Derdora Celadet Kotir

 « Celadet! Lê hindek awaz hene ku dinyayê hewcehî pê heye, hindek kitêb hene ku mirov di dema geriyana xwe de nikare dev ji wan berde. Heqiqet heye ku ger winda bibe wateya jiyanê dikeve metirsiyê. » Bextîyar Elî

Romana Bextîyar Elî ya bi navê Bajarê Mosîqarên Spî di serê 2022an de ji weşanên Avestayê derket. Hezkirîyên pênûsa Elî bi heyecan pêşwazîya romanê kir. Çavên me him li Elî, him jî li bijartina mijara wî bû.

Ji ber ku di navbera Hinara Dawî ya Dinyayê û Bajarê Mosîqarên Spî de dinya û Kurdistan gelekî guherî. Nîvê jîyanê qulipî dîjîtalê û bû online; mirov bêtir bûn tiştên hejmarî; pirtûk, xwîner, nivîskar û bi taybetî jî romanên sitûr bûn tiştên entîke. Lê Bextîyar Elî bi entîkeya xwe vegerîya nav me û em bi pê neçîra romanê xistin.

Bêguman, kurd miletekî xwedîroman in. Heta niha romanên pir hêja jî derçûne di kurdî de, lê êdî bîrewerîya wêjeya cîhanê guherîye û romansazî ji tiştên klasîk wêdetir tiştin din jî dipejirîne, di xwe de dihewîne. Romanên kurdî bi piranî bi hişmendîya şerê sar û nakokîyen çînên sosyal, evîndarî û sedemên civakî re mijûl bûn. Ji armancên hunerî û helwesteke netewnas wêdetir rêbaz û mijarên îdeolojîyên xerîb kopîkirin.

Ya ku Elî hildişîne ev konsepta şerê sar û bandora wê ya li ser hunermendî û hunera kurdî bi xwe ye. Elî, konsepta van mijarên eklektîk bi hîkayeta Celadet Kotir dişikîne. Celadet Kotir, roman û wêjeya kurdî ji mijar û maskeyên biyanîhez rizgar dike û hevpeymanîya romana cîhana modern wekî kurdîzanek bi jîyana welatê xwe sembolîze dike.

Bajarê Mosîqarên Spî, li ser hîkayeta çend mosîqaran hatiye nivîsandin. Her hîkayetek xwe digihîne yeka din. Zeman û zemîn bi bûyeran were nasîn jî, ya romanê zindî dike mêla lehengan e. Ev mêla ku li rojavayê wekî bîrewerî, li rojhilatê jî wekî firîşte tê binavkirin. Dalya Siraceddin firîşteyan, Mûsayê Babek jî bîrewerîyê temsîl dike romanê da.

Bajarê Mosîqarên Spî, ne tenê li dora Celadet Kotir digere. Her lehengek bi qasî Celadet Kotir qeşeng e. Elî, destê her lehengekî xwe bi peyam û rolên girîng dagirtine. Mûsayê Babek, Dalya Siraceddîn û Samire Babîlî… Ev leheng jî her yek bi qasî Celadet Kotir romanê li hev dixin. Di pirtûkên xwe yê din de, Elî, encamek ji Kurdistanê dernedixist. Lê îja Bextîyar Elî, bi destê Celadet Kotir, rewşa jîyana li Kurdistanê xistiye nav diranên sedsala modern û problemên wê. Ya ku partî û rêxistin bi dehan salan e nikarin bi zimên bikin Bextîyar Elî bi destê Celadet Kotir dixe rojevê, bi zar û zimên dike. Elî, sedsala 21ê biriye nav kurdan. Xwestiye kurdan ji rizîbûna rojhilatê bi dûr bixe.

Bajarê Mosîqarên Spî li Amsterdamê dest pê dike û li Kurdistanê xilas dibe. Xortekî çekspî qûtîyekê emanetî Elî Şerefyarî dike û roman dest pê dike, em şika ti tiştî nakin. Roman pel bi pel diherike. Lê ev defika niviskarî ye. Êdî vegera xwîneran nîne, ew jî bi Elî Şerefyarî re bi pê vî emanetî dikevin… Lê jixwe çi dibe ji vir bi şûn ve dibe. Başûrê Kurdistanê, Helebçe, raperîn, çol û jenosîda Enfalê û axir bajarê mosîqaren spî xuya dike.

Bajarê Mosîqarên Spî, bajarekî enfalkirî ye. Him enfalî, him xeyalî. Him warê zilm û zora desthilata Ba’esî ya ji sîh salî zedetîr e, him jî li dijî vê wargeha mirinê warê mosîqa û mejûyeke bêtirs e jî. Celadet Kotir, temsîla mosîqayê û berdewamîya jîyanê dike, dixwaze li Bajarê Mosîqaya Spî jîyanê li ser çendîn wateyan bigihîne hev. Pirs û bersivên Celadet Kotir ji bo avakirina jîyaneke nuh in. Bedewî, mosîqa, bendewarî, dadwerî, rawestîna şer û hîkayetên welatekî… Hemû di Bajarê Mosîqarên Spî de cîh girtine û lehengên xwe nîşan dane. Mûsayê Babek, hevîyekê ji bo mimkinbûna jîyaneke din dihesibîne. Dalya Siraceddin, keça ciwan, hêvîdara evînê û xwendekara serhişk, azadbûna vînê raberî me dike. Samirê Badilî, efserê Ba’esî, kujerê kurdan. Hîkayeta Samirê Badilî di pirtûkê da hîkayeta herî kirêt e, lê hîkayetên di Bajarê Mosîqarên Spî de ne tenê ev çend in. Ev çend kes wekî şêtan hebûna lehengên din watedar dikin. Lêbelê, Bajarê Mosîqarê Spî encax bi hevkarîya xwîneran dikare temam bibe, encax yek bi yek bi dest û hestê xwîneran dikarin wê temam bikin. Ji lewra jî heta rûpela dawî her îhtîmalekê di xwe de dihewîne.

📻 LI SER PÊYAN, ÇEND KELAM


📻 AŞ Û BAŞ

📧hurbini1@gmail.com
Her mazûvan û berhemdar ji naveroka xwe berpirsîyar e.